Çima operasyonên nelirêtiyê yên li Şaredariya Mêrdînê sekinîn?

  • rojane
  • 09:00 18 Cotmeh 2020
  • |
img
MÊRDÎN – Piştî qeyûm Mûstafa Yaman ji peywirê hat girtin, li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê operasyonên nelirêtiyê hatibûn kirin. Lê operasyonên dihatin kirin hatine rawestandin. Hin kesên di van operasyonan de ji ber nelirêtiyê hatibûn girtin sûd ji "qanûna poşmaniyê" girtibûn û bi pereyan hatibûn berdan û hêjayî gotinê ye piştî Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû hat bajêr operasyonên nelirêtiyê sekinîn. 
 
Waliyê Mêrdînê yê berê Mûstafa Yaman di 19'ê Tebaxa 2019'an de cara dudoyan bûbû qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, lê di 20'ê Hezîrana 2020'an de bi biryarnameya serkomartiyê tayinî navendê hatibû kirin. Li şûna wî Waliyê Mêrdînê Mahmût Demîrtaş bûbû qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê. Piştî Demîrtaş tayinî şaredariyê hat kirin, mufetîşên girêdayî Wezareta Karên Navxweyî hatibûn şaredariyê û dest bi vekolanê kiribûn. Di vekolana mufetîşan de gelek nelirêtî derketibûn holê û 14 serokên daîreyan û rayedarên payebilind ji ber nelirêtiyê ji peywirê hatibûn girtin û li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê giliyê wan hatibû kirin. 
 
BIRYARA VEŞARΠ
 
Piştî gilîkirinê operasyona ewil hatibû kirin û di çarçoveya operasyonê de 11 kes ji ber nelirêtiyê hatibûn binçavkirin. 3 jê rêvebirên fîrmaya ku şaredarî pê re xwebitiye 8 kes hatin girtin. Yek ji van kesan xwarizyê Mûstafa Yaman midûrê Şîrketa Kentê Yûnûs Emre Akça, hemşeriyê Yaman polîs Ercan Ûysal ku li şaredariyê fuhûş li xebatkareke jin ferz kiribû û11 sal û 3 meh ceza lê hatibû birîn, karmend Mehmet Dervîş Duzgoren, Serokê Daîreya Rêbejahiyan Sînan Yildirim û Midûrê Giştî yê Şîrketa Kentê yê berê û Midûrê Bajêr ê DEDAŞ'ê Mehmet Bûlût jî hatibûn girtin. Lê piştî demekê der barê lêpirsînê de biryara veşarî hatibû dayîn. 
 
SÛD JI 'QANÛNA POŞMANIYÊ' GIRTIN 
 
Hîn lêpirsîn dewam dikir, Sînan Yildirimê ku di 10 îhaleyan heqê wan bi giştî 352 milyon TL bû nelirêtî kiribû 206 hezar TL'yî û Mehmet Bûlût jî bi milyon û 700 hezar TL'yî hatibûn berdan. Her du kes jî sûd ji "qanûna poşmaniyê" girtibûn. Her wiha di çaçroveya lêpirsînê de Seroka Daîreya Parastin û Kontrolkirina Derdorê Fusun Karaboga û Serokê Daîerya Xizmetan Îbrahîm Erdogan jî ji peywirê hatibûn dûrxistin. Her du kes jî sûd ji "qanûna poşmaniyê" girtin. 
 
Keça manewî ya Yaman Seroka Daîreya Xizmetên Civakiyî Merve Erciyas Çatal jî di çarçoveya lêpirsînê de hatibû tawanbarkirin. Çatal ji ber ku derfetên şaredariyê bi awayekî şexsî bi kar aniye û li dijî mewzûatê kar kirine hatibû tawanbarkirin. 
 
ÇIMA DER BARÊ YAMAN DE TIŞTEK NAYÊ KIRIN?
 
Ev tişt hemû di dema Mûstafa Yaman de qewimîbûn. Lê belê heya niha der barê Yaman de tiştek nehatiye kirin. Ji bo vî jî têgotin ji ber xwarziyê Yaman Parlementerê AKP'ê yê berê Hasan Mûrat Mercan û Suleyman Soylû de der barê Yaman de tiştek nayê kirin. Û dîsa tê gotin ku ji ber ku Yaman hin îhale dane pismamê Suleyman Soylû Sadik Soylû, operasyonên dihatin kirin hatine sekinandin. 
 
Gava Walî Demîrtaş hat tayinkirin, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû di 4'ê Tîrmehê de çûbû bajêr û civîneke ewlehiyê li dar xistibû. Lê belê piştî ku Soylû ji bajêr çû mehek şûnde operasyonên der barê nelirêtiyê dihatin kirin hatin sekinandin. 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

18/10/2020
14:49 Ozturk: Aştî bi Birêz Ocalan pêkane
14:30 Pasdaran kolberek din kuştin
14:02 Kongreya Giştî ya SES’ê bi hilbijartinê dewam dike
14:02 Rêxistinên ciwanan: Li ber zextan bersiva me têkoşîna hevpar e
12:57 'Dewletê biryara aştiyê xera kir'
12:30 Kalê 76 salî girtin
12:04 Li Egeyê bi pileya 4.3 erd hejiya
11:17 Li dijî wêneyê çarmend, berteka ‘bîrdoziya fermî ya dewletê ye’
11:03 Li Şirnexê 4 kes hatin binçavkirin
10:37 ‘Cadeya bi xalî’ ya qeyûm di bin tozê de maye
10:10 Li Qersê qeza: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:08 'Bi taloqkirinê dixwazin doza Îpek Er bidin ji bîr kirin'
09:02 Şaredariya AKP'ê li Şirnexê li dijî endamên meclîsa HDP'ê kampanyaya reşkirinê da destpêkirin
09:02 Berpirsiyarê mirinên li sînor diqewimin dewlet e
09:02 Xwişka Gulîstan Dokûyê: Êdî bila Zaînal û malbata wî bên darizandin
09:01 Li Dersimê dêra ermeniyan pevre hatiye xirabkirin!
09:01 Mehmet Ocalan: Banga me ji bo hemû gelan e, tecrîd giran dibe
09:00 Çima operasyonên nelirêtiyê yên li Şaredariya Mêrdînê sekinîn?
09:00 Li Licê wextê mehseran
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2020'AN
08:25 Li Colemêrgê 2 kes hatin girtin
17/10/2020
19:40 71 kesên jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirine
19:37 Li Bismilê wesayîta karkeran qelibî: 2 karker mirine, 15 jê jî birîndar bûne
19:32 Bijîşkek din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest da
19:28 Der barê Yuksekdag û Demîrtaş de cardin biryara berdewamiya girtinê
16:20 Li Çiyayê Cûdî di encama gulebaranê de şewat derket
15:59 Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê: Bila ji bo girtiyên nexweş gav bên avêtin
15:54 Li Girtîgeha Bandirmayê binpêkirinên mafan zêde ne
15:40 Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê aqûbeta Cemîl Kirbayir pirsî
15:31 Pisgirêka kurd wê bi Ocalan çareser bibe
15:11 Ji xizmên windayan şîroveya wêneyê çarmend: Wê welat her tarî bimîne
15:06 Karkerên madenê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:05 ÎHD: Zêdeyî milyonek koçberên Sûriyeyî bê qeyd in
14:36 Li Girtîgeha Tarsûsê girtiyek bi vîrûsa koronayê ket
14:20 ÎHD’ê têkildarî şewata Hatayê rapor amade kir: Dereng mudaxile kirin
14:19 Keça Fehmî Tosûn: Heta em nebêjin qediya wê neqede
13:53 MYK’a HDP’ê li Stenbolê civiya
13:29 Hevseroka DBP’ê ya berê hat berdan
13:20 HDK’iyan ji Hevberdevkê xwe Şenoglû re name şandin
13:10 TJA’yê atolyeya ‘parastina çewherî’ li dar xist
13:10 Li Wanê li 2 girtîgehan kota danîn ser avê
12:45 Avahiya PDK’ê ya li Bexdayê hat şewitandin
11:57 Li Êlihê xebatkareke tenduristiyê ji vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da
11:53 Karkerên madena Soma yên xwestin bimeşinê Enqerê hatin binçavkirin
11:50 ‘Cihê kesê winda got, li girtîgehê hat kuştin’
11:30 Jinên rojnameger di korîdora girtiyên edlî yên zilam de tên girtin
10:57 Rojnameger Ûgûr: Ji bo rûmeta pîşeya rojnamegeriyê em hemû bedêlan bidin
10:37 Li Mûşê kesek hat kuştin
09:57 Di hevdîtina kar de tundiya devkî li namzeta rojnameger hat kirin
09:56 Wê HDP ne ji bo qesrê ji bo gel budçeyê bixwaze
09:09 'Îqtidarê wijdan û ehlaqê xwe li Kîlyosê li bin peyarêyan veşart'
09:08 Girtî Saçal: Ji bin banê qawîşê ava lexemê tê
09:08 Dest bi çêkirina bastêqê kirin
09:07 Destpêka zext û zoriyan Îmralî ye
09:06 ‘Baterî, ne qewet û masûlke ne'
09:06 Tenê ji bo muxalifan tuneye!
09:00 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2020'AN
01:10 Di lêpirsîna Kobaniyê de Kişanakê cardin girtin, li Yildirimê jî cezayê 'hepsa malê' birîn!
16/10/2020
20:31 73 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 1812 kes jî pê ketine
18:43 Daxwaza ji bo girtina Mûsa Orhan hat redkirin
16:31 Parêzerê Mûsa Orhan, beriya dozger û dadger biryarê da
16:18 Li Wanê di 9 mehan de hezar û 721 binpêkirinên mafan qewimîne
15:54 Danişîna Mûsa Orhan ê dest dirêjî Îpek Er kiribû dest pê kir
15:44 ‘Bila Mûsa Orhan were girtin’
15:34 Girtiyên Girtîgeha Mereşê li dijî binpêkirina mafan ketin grevê
15:27 Dayika Îpek: Heqê me ji wan re nehêlin
15:16 Îtîrazî girtina rojnamevanan hat kirin
15:11 Danişîna doza endezyar Cîhan Can hat taloqkirin
15:00 ‘Divê cenaze ji peyarêyê werin derxistin û ji malbatan lêborîn were xwestin’
14:41 Xebatkarên tenduristiyê hatin bibîranîn
14:39 Bavê Bagatûr ê li ser sînorê Îranê birîndar bû: Dij hiqûqiye
14:33 ‘Di salên 90’î de cenaze winda dikirin, niha jî îşkence li wan dikin’
14:05 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:02 CÎSST'ê giliyên ku ji 114 girtîgehan kom kirin, kirin rapor
13:38 TSK'ê li Eyn Îsa xist: Zarokekê jiyana xwe ji dest da
13:20 2 endamên SGDF’ê hatin binçavkirin
13:08 Şandeya CHP’ê serdana Ayhan Bîlgen kir
13:06 Gunay: Em ê bloka dijfaşîst mezin bikin
12:57 Dozgerê îdîanameya Kavala amade kir hat terfîkirin
12:36 Koca: Li Stenbol û Bûrsayê, hejmara pêketiyan zêde dibe
12:22 Li Erziromê jinek hat qetilkirin
12:14 Karkerên demsalî di vegera malê de qeza kirin: 11 kes birîndar bûn
11:05 TTB: Em ê li her qadê gotina xwe bêjin
09:31 Li Gabar û Cûdî şewat
09:15 Yekane hosteya jin a baxlemayê: Senem Arîn
09:14 Girtiyên ku xwestin qawîşên xwe biguherînin gardiyanan li wan xistiye
09:14 Makînîstê 50 salan: Pêdiviya me bi piştgiriyê heye
09:11 Rêveberiya AKP'î Şaredariya Çewligê xesirand: 20 milyon TL zirar
09:10 Navê navçeyan û gundan ên bi kurdî dinexşîne
09:09 'Dewletê nikaribû 2 mehan debara gel bike'
09:09 Li Marmarayê kampanyaya TJA'yê: Me dîtina zayendîparêz da ber lêpirsînê
09:08 Bariş: Plansazkarên sereke yên peymana Şengalê, Enqere û Hewlêr in
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2020'AN
15/10/2020
20:15 Li Çiyayê Cûdiyê agir bi sê deveran ketiye
20:12 66 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine
16:34 DBP: HDP ji bo gelên Tirkiyeyê bû hêvî
16:33 Danişîna rojnamevan Temîzkan ji bo biryarê hat taloqkirin
16:19 6 sal cezayê hepsê li Kok hat birîn
15:55 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
15:50 Ji bo Dokû xebata lêgerînê dîsa hat destpêkirin