Li Cizîrê pirsa ‘Çima hûn diçin HDP’ê ji 2 hezar malbatan hatiye kirin!

  • rojane
  • 10:04 24 Cotmeh 2020
  • |
img
ŞIRNEX - Li navend û navçeyên Şirnexê di demên dawî de kesên xwe wek “endamên îstihbaratê” didin nasîn sîxûriyê li welatî, rêveber û endamên HDP’ê ferz dikin. Hevseroka HDP’a Cizîrê Guler Tûnç diyar kir ku sepanên salên 90’î di dewrê de ne û got: “Di 3 mehên dawî de ev kesên nenas bi telefonê  li 2 hezar malbat geriyane û sîxûrî ferz kirine.”  
 
Li Şirnexê di rojên dawî de ji hêla kesên ku  xwe wek "îstîhbaratê” didin  nasîn li rêveber, endamên HDP’ê, endamên Meclîsa Şaredariyên HDP'ê digerin û welatiyan digerin û gefan li wan dixwin û sîxûrtiyê li wan ferz dikin. Hat zanîn ku ev kes li Şirnexê bi giştî li nêzî 2 hezar malbatên ku zarokên wan tevlî nav refên PKK'ê bûne geriyane û sîxûrtî li wan ferz kirine. 
 
Ji malbatan pirsa “Ji bo ku hûn di nav HDP'ê de cih digirin, hûn dixwazin ji qanûna poşmaniyê sûd werbigirin?” tê kirin. 
 
Hevseroka Rexistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Cizîrê Guler Tûnç û endamê Meclîsa Şaredariya Cizîrê yê HDP’ê Nîmet Akalin têkildarî mijarê axivîn. 
 
'LI 2 HEZAR MALBAT GERIYAN E’ 
 
Hevseroka Rêxistina HDP'a Cizîrê Guler Tûnç anî ziman ku li herêmê sepanên dij qanûnê ketine dewrê û got: “Piştî ku qedexeyên derketina kolanan li Cizîrê hatin ragihandin, polîtîkayên dewletê yên dijberî malbatan dest pê kirin. Malbatên ku di wan qedexeyan de zarokên xwe winda kirin û xizmên windayan ên ku di salên 90'î de hatin wendakirin  bi gef û sîxûriya van kesên xwe wek îstîhbaratê didin nasîn ve rûbirû mane. Malbatên me ji vê van kesan aciz in. Ji malbata re dibêjin 'Tu li ku yî, em dixwazin bi we re sohbet bikin û çayek vexwin.’ Gelek malbat bertek nîşan didin û telefonê li ser rûyê wan digirin. Her wiha bang li malbatên ku van daxwazên wan naynin cih dikin û ji wan re dibêjin 'Îfadeyê we heye, divê hûn werin îfade bidin.’ Malbatên ku ji bo îfade bidin diçin emniyetê ji wan re tê gotin ‘Zarokên we li ku ne? Ger ku hûn bixwazin em dikarin zarokên we bînin. Heke ku hûn nexwazin em vî karî bikin jî, hûn herin zarokên xwe qanih bikin û vegerînin.'  Teklîfên cuda li malbatan dikin. Li gorî serlêdan û agahiyên li ber destên me di 3 mehên dawî de tenê li Cizîrê nêzî 2 hezar  malbat bi van sepanan re rûbirû mane.”
 
‘SEPANÊN SALÊN 90’Î DI DEWRÊ DE NE’ 
 
Tûnç da zanîn ku di demên dawî de ev kesên nenas li endam û rêveberên partiya wan û endamên meclîsa şaredariyê yên HDP’yî digerin û wiha got: “Ew van hevalên me baş nas dikin û bi zanebûn li wan digerin. Ev kes bi taybetî hatine hilbijartin. Ew bi vekirî li ser têlefonê ji rêveber û endamên me re dibêjin 'Em ji îstîhbaratê li we digerin.’ Ji hevalekî me re pirsa 'Karê te li HDP'ê çi ye, ji bo ku hûn di nav HDP'ê de cih digirin, hûn dixwazin ji qanûna poşmaniyê sûd werbigirin?' kirine. Pirsên ku HDP'ê îlegalîze bike ji hevalên me hatine pirsîn. Demeke dirêje li dijî Meclîsa Ciwanên HDP’ê êriş û ev sepan pêk tên. Ew li ciwanan sîxûrtiyê ferz dikin. Niha jî li dijî hevserok, rêveber û endamên me heman sepanan dixin meriyetê. Ez bi xwe jî bi vê sepanê re rûbirû mam. Em baş dizanin armanca wan çi ye. Ev sepanên diqewimin sepanên salên 90'î tîne bîra mirov. Lê em ê van kesan li her deverê teşhîr bikin û em ê gavek jî ji dest ji têkoşîna xwe bernedin.” 
 
PIRSA ‘ÇIMA DIÇÎ HDP’Ê JÊ HATIYE KIRIN 
 
Endamê Meclîsa Şaredariya Cizîrê ya HDP’ê Nîmet Akalin ê ku ji hêla van kesan ve bi heman sepanan ve rûbirû maye jî destnîşan kir ku eşkere sîxûrtî lê ferz kirine û got: “Bi nimreyek xerîb li min geriyan. Min bersiv da ji ber ku min hejmar nas nedikir. Wan ji min re got ‘em ji îstîhbaratê digerin.’ Dema ku li min geriyan ji min re gotin 'Ger hûn bikaribin werin çayek me vexwin, ger ku hûn nikarin werin, em dikarin werin mala we.' Dûv re min parêzerê xwe agahdar kir. Lê wan ji min re got hewceyî parêzer nîne. Pişt re ez çûm cihê îstîhbaratê. Min got çima we gazî min kiriye û pirsgirêk çiye? Ji min re gotin 'Tu çi karî dikî?' Dûv re gotin 'Em te dibînin, tu her roj diçî avahiya HDP'ê çima tu diçî wir?' Ev pirs ji min kirin. Min got ez endamê Meclîsa Şaredariya HDP'ê me. Pir normal e ku biçim HDP'ê. Pişt re xwestin sohbetê dirêj bikin lê man mafê xwe deng nekirinê bikar anî.”
 
TEKLÎFA ALÎKARIYÊ KIRINE 
 
Akalin anî ziman ku malbatên ku diçin avahiya HDP’a Şirnexê encama van polîtîkayên li ser wan tê birêvebirinê ye û got: “Ev jî perçeyeke polîtîkaya dewletê ye. Wan ev malbat jî ji min pirsîn. Wan ji min re gotin 'Tu bi malbatên ku zarokên wan diçin çiyê nas dikî, tu dikarî navên çend wan malbatan bidî me? Tiştek hewce bike, em dikarin alîkariya te bikin.' Lê teklîfên wan red kir. Em ne hewceyî alîkariya wan in. Em bi HDP’ê kêfxweş in. Em ê tu carî paş ve gav neavêjin. Em ê serê xwe netewînin û têkoşîna me berdewam e.” 
 
 

Sernavên din

27/10/2020
14:15 DAKAP wê têkildarî îşkenceya bikuçik gilî bike
14:03 Sancar: Wê HDP di hilbijartina destpêkê de vê desthilatê têk bibe
13:58 Surucu: Vekirina ala DAÎŞ’ê hewldana ji nûve avakirinê ye
13:36 Aktîvîstê TJA'yê jinên di tekstîlan de dixebitin ziyaret kirin
13:26 Turk-Îş’ê li dijî qanûna torbe li 81 bajaran çalakî li dar xist
13:19 Jinên ku negirtin şarederiyê, li ser bertekan vexwendin şaredariyê
13:18 MLSA ziyareta piştevaniyê kir
12:02 Endamê PM’a HDP’ê Bagcik binçav kirin
11:26 Bi navê DAÎŞ’ê gefa kuştinê li hevşaredarê HDP'î xwarin
11:15 Parlamenterê berê Îbrahîm Bînîcî hat binçavkirin
10:49 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
09:13 Dr. Yerlîkaya: Herî kêm pêdivî bi 10 mîlyon derziyên doza şewbê heye
09:12 Mûçeyê jina astengdar û nexweş birîn
09:12 33 roj in 8 cenaze li Nexweşxaneya Şirnexê tên ragirtin
09:11 297 roj in xeber ji Gulîstanê nayê girtin: Rayedar dixwazin xwe bi xelas bikin
09:11 'Piştî Erdogan biçe em ê çaya kêfê vexwin'
09:08 Li Xîzanê zorî û zehmetiya berhevkirina gûzan
09:08 Serokê Odeya Bijîşkan a Kocaeliyê: Em diqedin
09:08 Kirê ji sedî 30 biha bûn
09:08 Dolar bandoreke çawa li 'çaya kêfê' ya Erdogan dike?
09:08 Çapemenî kuştina jinan normal dike
09:08 Kamaç: Peymana Şengalê wê bandorê li ser yekitiya neteweyî bike
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2020'AN
26/10/2020
19:46 74 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine
16:56 Abdî: Erdogan Îslamê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne
16:05 Polisan bi ser polîklînika serokê berê yê Odeya Bijîjkan a Wan-Colemêrgê de girt
15:40 5 karkerên sendîkayî ji kar hatin derxistin
14:44 Li Enqereyê hejmara kedkarên tenduristiyê ku bi koronayê ketine derket hezar û 72 kesan
14:20 Hevserokên HDP’î sewqî edliyê kirin
13:57 Ji Hevşaredara Sûrê re 15 sal ceza hat xwestin
13:48 Biryargeha Felyaq El Şam hat bombebarankirin
13:29 Jinên ku xwestin bi qeyûm re hevdîtin bikin negirtin hundir
13:24 Rêxistinên ciwanan: Em ê hebûna xwe ya li kolanan dewam bikin
13:13 Li Efrînê bi ala El Qaîdeyê Fransayê şermezar kirin
11:57 Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Di 3 salan de 53 jin hatin qetilkirin
11:36 Hico: Şengal wê venegere berî 3’yê Tebaxê
11:12 Dolar 8 TL’yî derbas kir
11:01 Kekê qaymeqam Safîturk diyar kir ku gef lê tê xwarin
10:46 Di Roja Mafê Nexweşan de banga li hikûmetê: Girtiyan berdin
10:31 Xelk piştî 5 salan derket ser Birca Keçikê
10:28 Taşdemîr: Desthilatdarî siyaseta şikandina vîna jinê bi rêve dibe
10:09 Kurkçu: Deklerasyona banga aştiyê banga ji bo civakê ye
09:44 Li Şengalê goreke din a komî hat dîtin
09:19 17 endamên Mala Gel hatin berdan
09:01 Hevjîna Turk îşkenceya bi kûçikan vegot
09:01 Ji ber tunebûna hilbijartinê budçe hat kêmkirin
09:01 Yolerî: Girtîgeha ku em ji agahî nagirin Girtîgeha Îmraliyê ye
09:00 Tehma jêneveger a mehên zivistanê ya malên gundan
09:00 ‘Li Lîbyayê taktîkê negirt, dibe ku li Behra Spî tavîz bên dayîn’
09:00 Bihûşta çûkan bûye çol
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2020'AN
25/10/2020
18:44 72 kesên din ji vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da
18:37 Dayika Wedat Aydin jiyana xwe ji dest da
16:53 Êzidiyan li dijî peymana Bexda û Hewlêrê deklarasyonek hevpar weşandin
16:31 Mudaxileyî rêxistinên ciwanan kirin: 40 binçavkirin
15:54 Li Enqerê pirtûka ‘Dîwarên Ku Wê Hilweşin’ hat îmzekirin
15:30 Rojnameger piştî 14 rojan kirin qawîşan
14:41 Hevserokên Bazîdê hatin berdan
14:32 Polîsan mudaxileyî rêxistinên ciwanan kirin: Gelek ciwan binçavkirin
14:27 Gundiyên erdê wan hat şewitandin axivin
13:47 Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê 3'yemîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist
13:36 Li Efrînê kesek hat revandin
12:51 Hevdîtinên şandeya jinên Êzidî yên li Bexdayê dewam didomin
12:50 Li Girtîgeha TÎpa F a Wanê komekê nû greva birçîbûnê dewr girt
11:33 Hevserokên HDP'ê yên Bazîdê sewqî dozgeriyê kirin
10:56 Gundiyên bertek nîşanî polîsan dan hatin derpkirin
10:29 Beştaş: Malbatên li pêş avahiya HDP’ê tên bikaranîn
10:01 Li Amedê mirina jinekê ya bi guman
09:02 Yegîn: Hilbijartina Bolivyayê dibe ku ji bo Amerîkaya Latîn bibe hêvî
09:02 Dadgehê 2 sal ceza li rojnamevan Tûnç birî
09:02 Heger 79 hezar kes 250 TL'yî bide wê Îsmaîl Çagan bijî!
09:01 Qedexeya li ser Wanê hezar û 435 roj in dewam dike
09:01 Yîgît: Tirkiye ji bo tawîzan ji Rûsya bigire êrîşî Eyn Îsayê dike
09:00 Piştgiriya ekolojîstan a ji bo HDP'ê: Îqtidar dibe sedema rûxandinê
09:00 ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2020'AN
24/10/2020
20:12 Di 24 saetên dawî de 69 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine
16:42 Piştî hat berdan 4 meh şûnde jiyana xwe ji dest da
16:27 Wesayîta eskerî qeza kir: 4 jê giran 11 esker birîndar bûn
16:13 Orhan Vatansever ê ku bû sedama kuştina Aslan hat binçavkirin
16:02 Polîsan mudaxileyî endamên Malên Gel kir û gelek kes binçav kirin
15:47 Xwestin girtiyê nexweş ê di rojiya mirinê de were berdan
15:44 KESK’ê bertek nîşanî zextên li ser HDP’ê da
15:42 Li Wanê tundiya li dijî jinê hat nîqaşkirin
15:11 Li Şirnexê anonsa kesên bi Kovîd-19'ê dimirin hat qedexekirin
14:52 Rûniştina F: Girtiya nexweş Avras serbest berdin
14:12 Sancar: Me biryara mayîndekirina Tifaqa Kurdistanî ya Hilbijartinê girt
13:48 Jiyana girtiyê nexweş Bîlîcî di xetereyê de ye
13:45 Dayikên Şemiyê ji bo Has ê piştî 28 salan cenazeyê wî hat dîtin, edalet xwestin
12:24 Şaredarê Stenbolê Îmamoglû bi koronayê ket
12:07 HDP bi nûnerên partiyên kurd re hat gel hev
12:06 Xizmên Windayan li kujerên Mahmût Dogan pirsîn
11:15 Li Amedê 3 kes hatin girtin
11:01 Midurê emniyetê yê serxweş li nezaretxaneyê li sê kesan daye!
10:26 Muteahîtê qeyûm ji nelirêtiyê hat girtin
10:20 Li girtîgehê nane 2 kesan didin 8 kesan
10:04 Li Cizîrê pirsa ‘Çima hûn diçin HDP’ê ji 2 hezar malbatan hatiye kirin!
09:55 Li Kuçukçekmecê jinek hat qetilkirin
09:49 Mizrakli: Desthilatdarî naxwaze kurd xwe bi rêve bibin
09:13 Aktivîsta TJA'yê: Em li dijî ya xirab a xweşik birêxistin dikin
09:13 Çav berdane Geliyê Zîlanê: Wê HES'ê çêbikin!