Foza Yûsif: Tirkiye xwe ji êrîşên nû re amade dike

  • rojane
  • 14:43 27 Cotmeh 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Dîwana Hevserokatiya PYD'ê Foza Yûsif, diyar kir ku Tirkiye li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, amadekariyên êrîşên nû dike û got: "Ger ev yek pêk were, wê heya 2 salan şer û krîz her tim di rojevê de be."
 
Endama Dîwana Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û endama Rêveberiya TEV-DEM'ê Foza Yûsif, bi berfirehî qala partiya xwe PYD'ê ku çawa di çarçoveya stratejiya neteweya demokratîk de siyaseta xeta sêyemîn li herêmê meşandiye û kiriye ku Kurd di van salên alozî û şer de weke hêzeke sereke ya li herêmê derkeve holê. Yûsif, da zanîn ku di van 10 salan de, diyar bû ku bê kurdan û bêyî Rêveberiya Xweser li Sûriyeyê çareserî ne pêkane.
 
Yûsif, diyar kir ku ew di çareserkirina pirsgirêkan de diyalogê esas dibînin û ji ber vê bawer nakin ku bi rêbazên leşkerî pirsgirêkên Sûrî bêne çareserkirin. Yûsif pirsgirêka demokratîkbûnê ya Sûrî bi bîr xist û di vê çarçoveyê de balê bir ser pozîsyona rêveberiya Şamê û got, "Zêhniyeta dewleta netewe wek kabûsekê Sûrî fetisandî ye. Tevî guhertin û veguhertinan hemûyan jî rejîma Sûrî dixwaze dîsa bi modela dewleta netewe pirsgirêkan çareser bike. Guhertinên demoqratîk qebûl nake. Û bi hişmendiya yek ziman, yek al, yek netewe, yek çand tevdigere. Yanî mînaka herî berbiçav ew e, heta niha hukûmeta Sûrî xwendina bi zimanê dayikê qebûl nekiriye û her ku diyalog çêdibe, dixwazin dibistan vegerin dema rêjîmê. Ev mînak berbiçav e ku çiqas li guhertina demoqratîk girtîne. Tevî hewldanên me hemûyan jî ku em dixwazin bi riyên demoqratîk û aştiyane pirsgirêkên xwe çarser bikin lê mixabin Rejîma Sûrî ji vê yekê direve.”
 
'DEWLETA TIRK DIXWAZE DÎSA ÊRIŞ BIKE'
 
Yûsif, dest nîşan kir ku dewleta Tirkiye her tim ji bo destwerdanê hewl daye zemînê ava bike û wiha bilêv kir: "Ji bo vê bi çeteyên mîna DAIŞê re xebitî, her çiqasî ev pêşî veşartî kir jî, lê bi ser neket. Niha bi awayekî aşkere karên qirêj dike. Tehlûkebûna dewleta Tirk ne tenê ji bo Kurdan ji bo tevahî gelan û demokrasiyê heye. Armanca dewleta Tirk ew e, di paşeroja Sûriyeyê de bibe xwedan gotin û nehêle ku Kurd bi ti awahî bibin xwedan statu. Lewma hemû rêbazan bi kartîne. Li gor şopandina me Tirkî dixwaze careke din êrişî herêmên me bike, ger derfet bibîne wê vê yekê bike. Lê ger derfet nebîne wê bi riyên istixbaratî bixwaze tevlihevî çêbike, fitne derxe, kesên bi bandor bikuje, bê istiqrariyê çêke. Jixwe van hemûyan jî niha dike."
 
'ŞERÊ TAYBET DIMEŞÎNE'
 
Yûsif, şerê taybet ê dewleta Tirk li dijî Rêveberiya Xweser bi mînakan nîşan da û qala ajankirin, fitne û fesadiya di nava pêkhateyan de kir û got, bi saya hişyariya gel pirranî van hewldanên dewleta Tirk hatine pûçkirin. Foza Yûsif got: "Em civaka xwe rojane li dijî polîtîka dewleta Trik hişyar dikin, hişmendiya siyasî û parastinê xurt dikin. Di warê diplomasiyê de jî ji bo rastiya siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk bê deşîfrekirin û li dijî wê helwest çêbibin em di nava hewldanan de ne."
 
'EM Ê YEKÎTIYÊ BI SER BIXÎNIN'
 
Yûsif, qala şert û mercên zehmet ên herêmê jî kir û wiha pê de çû: "Bandora ambargoya aborî li ser Sûriyeyê kir. "Ev hemû bandorê li ser guhertinên demokratîk dike, lê dîsa jî herî zêde Rêveberiya Xweser karîbû li ser piyan bisekine."
 
Yûsif, li ser Yekîtiya hêzên Kurdî û hevdîtinên bi ENKSê re ev şirove kir: "Em hewl didin bi hêmanên demokratîk yekîtiyê ava bikin, lê ENKS'ê muhafezekar tevdigere. Tevî hemû astengiyan jî em bi hevîne ku ev pêvajo bi ser bike."
 
'HEM XETERÎ HEM JÎ DERFET HENE'
 
Foza Yûsfi, di dawiya axaftina xwe, diyar kir ku li Sûriyeyê şer nesekiniye û wiha got: "Li gorî nêrîna min gelek xeterî hene ji bo kurdan, lê gelek derfet jî hene. Kurd di herêma Rojhilata Navîn de bûne hebûneke siyasî û kes nikare înkar bike, lê polîtîkayên qirkirinê jî li ser kar in. Ger em şaştiyên siyasî yên mezin nekin û em xeta sêyemîn biparêzin û yekitiya xwe ava bikin netenê ji bo Kurdan her weha ji bo hemû Sûrî em karin bibin riya çarseriyê."

Sernavên din

30/10/2020
15:24 Li Îzmîrê bi pileya 6.6 erd hejiya
14:55 Gulîstan Dokû 300 rojin windaye
14:43 ‘Li benda mirina xebatkarên tenduristiyê ne’
14:23 Rapora Girtîgeha Kampusa Tarsusê: Girtî di hucreyan de ne tecrîd heye
14:10 Ala Azerbaycanê bi Mizgeftê ve kirin
13:21 Gunay: Em destûrê nedin ku Rojava bibe hedefa êrişên nû
12:51 Li Çewligê bi pîleya 4.1 erdhej çêbû
11:44 Hevserokên HDP’î piştî 8 rojan derxistin edliyê
11:22 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:16 Temellî: Alternatîfa budçeya faşîzmê, budçeya rêya sêyemîne
11:02 Vezîryan: Tirkiye hewldanên aştiyê yên li Kafkasya pûç dike
10:41 Mirovên Şemiyê: Ji Susurlukê heta niha hişmendî nehat guhertin
10:15 Derbarê rojnamevan Gok de îdiname hat amadekirin
09:55 Li Riha 2 girtî bi vîrûsê ketin
09:17 Aborînas Mihemed Hisên: Nelirêtî li Iraqê hatiye bisazîkirin
09:16 Sembola êş û azarê: Zinarên digirîn
09:16 Pirtûka Gotinên Pêşiyan der çû: 4 cild, 50 hezar gotinên pêşiyan
09:15 Dê ji bo rojnamevanên girtî serî li AYM'ê bidin
09:14 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 47'an de ye
09:12 6 caran bûye şampiyon, lê li nav erd firingiyan berhev dike
09:12 Li Mêrdînê 'veguherîna bajêr': Dê sîlûeta bajêr xera bikin
09:11 Hevserokê HDP'î Avci ji bo têkoşîna li dijî tecrîdê bang li her kesî kir
09:00 ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2020'AN
08:45 Polîsan Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan binçav kirin
08:31 Li Edenê di serdegirtina malan de 5 kes hatin binçavkirin
29/10/2020
19:51 Hejmara kesên bi Covîd-19'ê ketine bû 370 hezar û 832
16:50 Lêpirsîna rojnameger Kanbal bi neşopandinê bi dawî bû
16:41 ‘130 hezar kedkarên hatine îxrackirin bila vegerên karê xwe’
16:40 Pencewînî: Ger şer derkeve wê li Kurdistanê belav bibe
15:18 Hikumeta Elmanyayê ji bo Îmraliyê bang li Tirkiyeyê kir
15:00 Endamên KESK’ê: Em ê têkoşîna xwe ya bi KHK’an re bidomînin
14:58 OHD’ê destek da ODAV’ê
14:36 Li bendêye Hevserokên HDP’î sibe derxin edliyê
14:21 Li Girtîgehê Tîpa D a Amedê qedexeya sole
13:42 Kedkarê çapameniyê kurd Kaya li ser gora xwe hat bibîranîn
13:11 MEBYA-DER: Ji ber ku dê û bavê wan tuneye hûn cenaze nadin?
12:44 Polisan li 12 bajaran 93 kes binçav kir
12:43 Ji ber ku beşdarên bîranînê vexwendin rêzgirtinê wê bê darizandin
12:15 Bi ser mala endamê Meclîsa HDP’ê Demîrkiran de girtin
12:09 Bi daxwaza 20 sal ceza doz li rojnameger Yalçin hat vekirin
11:51 Parêzerên Ocalan ji nû ve serlêdan kirin
11:39 Polîsan gora Tabak ê berî 3 salan hatibû definkirin vekirin
11:08 Şanoya Bajar a Amedê perdeya xwe vedike
10:54 Di bûyerên zayendî de cezanekirin dibe mînak
10:39 Ji Sariyê ku Kamîşlî tacîz kir re 6 sal ceza hat xwestin
10:02 'Peymana navbera Bexda û Hewlêrê biryara Fermanek nû ya Êzidîyan e'
09:57 Îhlalên li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê kir rapor
09:45 Nameyên kurdî ku nadin girtiyan dişînin Enqereyê
09:35 Îdianameya derbarê Osman Ç. yê tecawizî zarokekê kiribû de hat amadekirin
09:18 Gundê Nebî Hûrî hat talankirin
09:06 Cotkarên Erdîşê xisirîne
09:06 Li Rihayê kampanayaya 'Em Xwe Diparêzin': Em xwe û Ocalan tev de azad bikin
09:06 Girtiya nexweş Yildiz nayê tedawîkirin
09:06 Koca: Divê em plana çalakiyeke hevpar çêbikin li dijî faşîzmê
09:06 Derbarê texrîbkirina goristanan de serî li AYM'ê dan
09:05 Siyasetmedarê êzidî Atalan: Peymana Şengalê, zemîna operasyoneke li dijî daxwaza statuyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2020'AN
28/10/2020
21:42 Li Amedê hemşîreyek ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest da
20:59 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirine 10 hezarî derbas kir
16:29 Rawestandina cenazeyan a li morgê di rojeva meclisê de ye
15:45 Komkujiya Roboskî di meha 106’emîn de ye: Em dixwazin di aştiyê de bijîn
15:36 DÎSK: Divê şertên xizmetkarên tenduristiyê bê başkirin
14:48 Jinan serdana karkerên fistiqan kir
14:48 Tenduristîvan: Bi qedexe û astengiyan pirsgirêk nayên çareserkirin
14:39 Biryara bihincet a cînayeta Aydemîr: Nelihevkirina mîrateyê
14:21 Li Girtîgeha Şakranê 11 gardiyan bi vîrûsa koronayê ketin
13:39 TTB: Em ê dev ji mafên xwe yên destûr, îstifa û teqawitbûnê bernedin
13:38 Kovara listikên zarokan a bi Kurdî GOG derdikeve
13:13 Li Girtîgeha Antalyayê careke din pêkanînê Rewşa Awarte di dewrê de ne
12:59 Pêşniyara mafê perwerdeya zikmakî qebûl nekirin
12:49 Polis: Tu Leyla Guven teşhis bike dê dozger bibe alîkar
12:17 Li Girtîgeha Xarpêtê 12 girtî bi vîrûsa koronayê ketine
12:02 Operasyona leşkerî li Elbakê didome
11:52 Ûgûr: Dadgehê şopeke reş derbasî dîrokê kir
11:37 Der barê Ekîncî de biryara girtinê
11:11 Rojnameger Demîr beraet kir
10:56 Li Stenbolê 3 HDP’î binçav kirin
10:51 Ji av û rê re na ji qada medenê re jêhatî ne!
10:50 Helwesta ENKS’ê rê li pêş hevdîtinên neteweyî digire
09:51 Guney: Boyqot ji bo siyaseta navxweyî tê bikaranîn
09:10 Dayik Gunduz: Bila hestiyên keça min radestî min bikin
09:09 Dayikên Aştiyê: Aştî bi azadiya Ocalan pêkan e
09:08 TTB: Budçeya ji bo xizmeta tenduristiya parêzker hatiye veqetandin kêm e
09:07 'Tê xwestin jin nasnameya xwe ji bîr bike'
09:07 Tekstîla wê ji bo jinan bû cihê xebatê
09:06 Berberê 66 salan, ji bo çanda kevnar li ber xwe dide
09:03 Qeyûm mal û milkên şaredariyê dide hin saziyan
09:01 Koçer hêdî hêdî vedigerin
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2020'AN
27/10/2020
20:47 76 kes bi covit-19 mirin
18:04 Fecriye Coşkun jiyana xwe ji dest da
16:21 Gullu Yilmaz: Hevjînê min ez şewitandim
16:15 Danişîna bersûcê istismara zayendî taloq bû
15:31 Ji bo 13 gundên Şirnexê hat xwestin ku komîsyon bê avakirin
15:15 Genel-Îş: Derxistina ji kar a bi kêfî terk bikin
15:05 Polîsan karsaz Seydaoglû binçav kirin
14:48 Lîseya Pişeyî ya Keçikan a Şirnexê kirin qarantînayê
14:43 Foza Yûsif: Tirkiye xwe ji êrîşên nû re amade dike
14:18 Astengiya xwegihandina li ser 118 malperan rabû
14:15 DAKAP wê têkildarî îşkenceya bikuçik gilî bike