Berberê 66 salan, ji bo çanda kevnar li ber xwe dide

  • rojane
  • 09:06 28 Cotmeh 2020
  • |
img

AMED – Li Amedê Saît Bîngol ku 66 sal in berbertiyê dike, guh nade teknolojiyê û bi amûrên 100-150 sal berê rihê diqusîne. Bîngol got: "Ez van amûran qet neguherîm." 

Saît Bîngol 66 sal in li Çarşiya Sefaran a Sûr a Amedê berbertiyê dike. Bîngol ku di 7 saliya xwe de dest bi vî karî kiriye qet guh nade teknolojiyê û karê bi amûrên 100-150 sal berê dike. 5 zarokên Bîngol hene û teqawid bûye. Lê belê hîn jî wekî roja ewil bi eşq karê xwe dike. 
 
‘NANÊ MIN JÊ DERTÊ' 
 
Bîngol, gava 2 salî bûye bavê wî dimire. Di 7 saliya xwe de wexta diçe dibistanê mamosteyê wî lê dide. Piştî wê lêdanê dev ji dibistanê berdide û diçe li ber destê berberekî dixebite. Ewilî li Çarşiya Şewitî li ber destê berberekî dest bi kar dike. Dû re dibe hoste û amûrên ji hosteyên wî didê karê xwe didomîne. 
 
Bîngol ku dibêje "Nanê min jê dertê. Mişteriyên min ên berê hene û hîn jî tên" guh nade teknolojiyê. 
 
‘QET NEGUHERÎM' 
 
Bîngol got: "Axayên li vê semtê giş dihatin cem min traş dibûn. Mihemedê Pîresin, Îbrahîmê Hecî Dawud, Şêxmûs Atli giş dihatin cem min. Ên sax hîn jî tên. Mişteriyên min hene, 50 sal in li ba min traş dibin. Tu ji kê bipirsî min nas dikin." 
 
Bîngol ku bi amûrên berê karê xwe dike, anî ziman ku ciwan pir nayên dikana wî û got: "Ciwan nayên. Ji lewra pir ji van makîneyên min ên kevn fêm nakin. Hûn jî fêm nakin. berê makîne filan tune bûn. Berê dûzan (ûstraya pola ya bi destan tê çêkirin) hebû. Qevda wê jî hestî ye. Evana berê ji Sûriyeyê dianîn. Niha tune ne, ev pola ne. Ev dûzana di dest min de 70 salî ye. Kevirê wê yê seqandinê jî 100 salî ye. Niha ev tişt tune ne. Çimkî cilêt û akîne derketine. Ne dûzan û ne jî ev kevir mane." 
 
Bîngol ku ji sindoqa xwe xwelîdanka xwerû tûnc ku herî kêm 100 salî ye derdice û dibêje: "Ev li tu derî nayê peydakirin. Heger zêr bûna ez ê xenê bûbûma." Bîngol, tase li dîwarê dikana wî daliqandî ku malê elemînyon e nîşan dide û dibêje herî kêm 150 salî ye. Bîngol got: "Ez hîn jî vê tasê bi kar tînim." 
 
‘BERÊ MODA MODA TUNE BÛ' 
 
Bîngol, anî ziman ku berê mirov bi meqesê traş dibûn û wê çaxê bi navê moda modayê tiştek tune bûye. Bîngol, diyar kir ku usûlên berê ji yên niha çêtir in û got: "Niha tên nizam qusandina almanî, nizam qusandina amerîkanî. Berê xweştir bû. Bi meqesê dihat jêkirin. Baştir bû. Traşa niha li gor a berê en tu traş e. Ji lewra hemû bi makîneyê tê jêkirin. Xwe nawestînin, ji lewra makîne mirovan nawestînin. Lê belê mirov tim tiliyên xwe bi akr dianîn. Min sertîfîka dereng wergirt. Seba serokê odeyê. Serokê odeyê ji min re got, 'Saîd were em belgeya te derxin, an jê wê serdema bê heqê sertfîkayê biha bibe.' Lewma min sertîfa zû stend, an jê min nedistend." 
 
‘BI PEREYÊ ÎRO NE PEKAN E’
 
Bîngol, bal kişand ser heqê traşê yê berê û niha û got, perê berê li gor ê niha pir biqîmet bû. Bîngol got: "Berê me bi 2 kaxez û nîvan diqusand. Lê niha li dor 25 TL'ya ye. 25 lîreyê niha ne bi qasî du kaxez û nîvê wê çaxê ye. Ji lewra berê bi pereyê traşê tu diçû te kebab diwar, dew vedixwar. Lê perê niha têr nake. Min bi perê qusandinê zarokên xwe dan xwendin û min du xanî kirîn. Lê bi perê niha ne mimkun e ku mirov malekê xaniyekî jî bikire." 
 
MA / Ergîn Çaglar 

Sernavên din

30/10/2020
15:24 Li Îzmîrê bi pileya 6.6 erd hejiya
14:55 Gulîstan Dokû 300 rojin windaye
14:43 ‘Li benda mirina xebatkarên tenduristiyê ne’
14:23 Rapora Girtîgeha Kampusa Tarsusê: Girtî di hucreyan de ne tecrîd heye
14:10 Ala Azerbaycanê bi Mizgeftê ve kirin
13:21 Gunay: Em destûrê nedin ku Rojava bibe hedefa êrişên nû
12:51 Li Çewligê bi pîleya 4.1 erdhej çêbû
11:44 Hevserokên HDP’î piştî 8 rojan derxistin edliyê
11:22 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:16 Temellî: Alternatîfa budçeya faşîzmê, budçeya rêya sêyemîne
11:02 Vezîryan: Tirkiye hewldanên aştiyê yên li Kafkasya pûç dike
10:41 Mirovên Şemiyê: Ji Susurlukê heta niha hişmendî nehat guhertin
10:15 Derbarê rojnamevan Gok de îdiname hat amadekirin
09:55 Li Riha 2 girtî bi vîrûsê ketin
09:17 Aborînas Mihemed Hisên: Nelirêtî li Iraqê hatiye bisazîkirin
09:16 Sembola êş û azarê: Zinarên digirîn
09:16 Pirtûka Gotinên Pêşiyan der çû: 4 cild, 50 hezar gotinên pêşiyan
09:15 Dê ji bo rojnamevanên girtî serî li AYM'ê bidin
09:14 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 47'an de ye
09:12 6 caran bûye şampiyon, lê li nav erd firingiyan berhev dike
09:12 Li Mêrdînê 'veguherîna bajêr': Dê sîlûeta bajêr xera bikin
09:11 Hevserokê HDP'î Avci ji bo têkoşîna li dijî tecrîdê bang li her kesî kir
09:00 ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2020'AN
08:45 Polîsan Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan binçav kirin
08:31 Li Edenê di serdegirtina malan de 5 kes hatin binçavkirin
29/10/2020
19:51 Hejmara kesên bi Covîd-19'ê ketine bû 370 hezar û 832
16:50 Lêpirsîna rojnameger Kanbal bi neşopandinê bi dawî bû
16:41 ‘130 hezar kedkarên hatine îxrackirin bila vegerên karê xwe’
16:40 Pencewînî: Ger şer derkeve wê li Kurdistanê belav bibe
15:18 Hikumeta Elmanyayê ji bo Îmraliyê bang li Tirkiyeyê kir
15:00 Endamên KESK’ê: Em ê têkoşîna xwe ya bi KHK’an re bidomînin
14:58 OHD’ê destek da ODAV’ê
14:36 Li bendêye Hevserokên HDP’î sibe derxin edliyê
14:21 Li Girtîgehê Tîpa D a Amedê qedexeya sole
13:42 Kedkarê çapameniyê kurd Kaya li ser gora xwe hat bibîranîn
13:11 MEBYA-DER: Ji ber ku dê û bavê wan tuneye hûn cenaze nadin?
12:44 Polisan li 12 bajaran 93 kes binçav kir
12:43 Ji ber ku beşdarên bîranînê vexwendin rêzgirtinê wê bê darizandin
12:15 Bi ser mala endamê Meclîsa HDP’ê Demîrkiran de girtin
12:09 Bi daxwaza 20 sal ceza doz li rojnameger Yalçin hat vekirin
11:51 Parêzerên Ocalan ji nû ve serlêdan kirin
11:39 Polîsan gora Tabak ê berî 3 salan hatibû definkirin vekirin
11:08 Şanoya Bajar a Amedê perdeya xwe vedike
10:54 Di bûyerên zayendî de cezanekirin dibe mînak
10:39 Ji Sariyê ku Kamîşlî tacîz kir re 6 sal ceza hat xwestin
10:02 'Peymana navbera Bexda û Hewlêrê biryara Fermanek nû ya Êzidîyan e'
09:57 Îhlalên li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê kir rapor
09:45 Nameyên kurdî ku nadin girtiyan dişînin Enqereyê
09:35 Îdianameya derbarê Osman Ç. yê tecawizî zarokekê kiribû de hat amadekirin
09:18 Gundê Nebî Hûrî hat talankirin
09:06 Cotkarên Erdîşê xisirîne
09:06 Li Rihayê kampanayaya 'Em Xwe Diparêzin': Em xwe û Ocalan tev de azad bikin
09:06 Girtiya nexweş Yildiz nayê tedawîkirin
09:06 Koca: Divê em plana çalakiyeke hevpar çêbikin li dijî faşîzmê
09:06 Derbarê texrîbkirina goristanan de serî li AYM'ê dan
09:05 Siyasetmedarê êzidî Atalan: Peymana Şengalê, zemîna operasyoneke li dijî daxwaza statuyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2020'AN
28/10/2020
21:42 Li Amedê hemşîreyek ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest da
20:59 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirine 10 hezarî derbas kir
16:29 Rawestandina cenazeyan a li morgê di rojeva meclisê de ye
15:45 Komkujiya Roboskî di meha 106’emîn de ye: Em dixwazin di aştiyê de bijîn
15:36 DÎSK: Divê şertên xizmetkarên tenduristiyê bê başkirin
14:48 Jinan serdana karkerên fistiqan kir
14:48 Tenduristîvan: Bi qedexe û astengiyan pirsgirêk nayên çareserkirin
14:39 Biryara bihincet a cînayeta Aydemîr: Nelihevkirina mîrateyê
14:21 Li Girtîgeha Şakranê 11 gardiyan bi vîrûsa koronayê ketin
13:39 TTB: Em ê dev ji mafên xwe yên destûr, îstifa û teqawitbûnê bernedin
13:38 Kovara listikên zarokan a bi Kurdî GOG derdikeve
13:13 Li Girtîgeha Antalyayê careke din pêkanînê Rewşa Awarte di dewrê de ne
12:59 Pêşniyara mafê perwerdeya zikmakî qebûl nekirin
12:49 Polis: Tu Leyla Guven teşhis bike dê dozger bibe alîkar
12:17 Li Girtîgeha Xarpêtê 12 girtî bi vîrûsa koronayê ketine
12:02 Operasyona leşkerî li Elbakê didome
11:52 Ûgûr: Dadgehê şopeke reş derbasî dîrokê kir
11:37 Der barê Ekîncî de biryara girtinê
11:11 Rojnameger Demîr beraet kir
10:56 Li Stenbolê 3 HDP’î binçav kirin
10:51 Ji av û rê re na ji qada medenê re jêhatî ne!
10:50 Helwesta ENKS’ê rê li pêş hevdîtinên neteweyî digire
09:51 Guney: Boyqot ji bo siyaseta navxweyî tê bikaranîn
09:10 Dayik Gunduz: Bila hestiyên keça min radestî min bikin
09:09 Dayikên Aştiyê: Aştî bi azadiya Ocalan pêkan e
09:08 TTB: Budçeya ji bo xizmeta tenduristiya parêzker hatiye veqetandin kêm e
09:07 'Tê xwestin jin nasnameya xwe ji bîr bike'
09:07 Tekstîla wê ji bo jinan bû cihê xebatê
09:06 Berberê 66 salan, ji bo çanda kevnar li ber xwe dide
09:03 Qeyûm mal û milkên şaredariyê dide hin saziyan
09:01 Koçer hêdî hêdî vedigerin
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2020'AN
27/10/2020
20:47 76 kes bi covit-19 mirin
18:04 Fecriye Coşkun jiyana xwe ji dest da
16:21 Gullu Yilmaz: Hevjînê min ez şewitandim
16:15 Danişîna bersûcê istismara zayendî taloq bû
15:31 Ji bo 13 gundên Şirnexê hat xwestin ku komîsyon bê avakirin
15:15 Genel-Îş: Derxistina ji kar a bi kêfî terk bikin
15:05 Polîsan karsaz Seydaoglû binçav kirin
14:48 Lîseya Pişeyî ya Keçikan a Şirnexê kirin qarantînayê
14:43 Foza Yûsif: Tirkiye xwe ji êrîşên nû re amade dike
14:18 Astengiya xwegihandina li ser 118 malperan rabû
14:15 DAKAP wê têkildarî îşkenceya bikuçik gilî bike