Li Mêrdînê 'veguherîna bajêr': Dê sîlûeta bajêr xera bikin

img

MÊRDÎN - Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê dê bi piştgiriya wezaretê, li navçeya Artûklûyê bi projeya "veguherandina bajêr" sîlûeta dîrokî ya bajêr xera bike. 

 
Li Taxa Saraçoglû û Taxa Ensarê yên navçeya Artûklû ya Mêrdînê tê xwestin "Projeya Veguherandina Bajêr" bê pêkanîn. Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê jî piştgîr da vê projeyê. Cara ewil e ku dê şaredariyek bi piştgiriya wezareta navbirî projeyekê çêbike. Proje dê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin bê birêvebirin û dê di çaçroveya projeyê de li qada ku bi giştî hezar û 671 avahî lê hene, avahiyên qatbilidn bên çêkirin. Projeya ku berê ji aliyê şîrketa AND Planlamayê ya navenda wê li Enqereyê ye hatibû amadekirin, di sala 2018'an de ji aliyê Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê ve bi hinceta "ne li gor awayê avahîsaziya bajêr e" hatibû betalkirin. Piştî vê fîrmayê projeyeke nû amade kir. 
 
WÊ SÎLUETA BAJÊR BÊ XERAKIRIN 
 
Di vê projeyê de, bereksê projeya berê ku tê de avahî bi hev vebûn, avahî ji hev hatin veqetandin û rûyê wê yê derve hatiye guherandin û bi vî awayî berpêşî Midûriyeta Parastina Heyînên Çandî ya Rihayê hat kirin. Piştî biryara desteyê wê aqûbeta projeyê diyar bibe. Lê belê li gor hûrguliyn wê yên derketine holê kifş e ku nasnameya bajêr û sîlûeta bajêr a dîrokî hatiye xerakrin. Li gor hûrguliyên wê yên derketine holê dê lişûna avahiyên misteqil avahiyên 4-9 qatî bên çêkirin. 
 
GORISTAN 
 
Li vê qadê ligel goristanên dîrokî yek jê yê protestana û 6 jê jî yên misilmanan bi giştî 7 goristan jî hene û çendî hatibe gotin dê ev goristan bê parastin jî, lê belê rê û rêbaza ku dê bê şopandin nehatiye diyarkirin. 
 
Her wiha nehatiye diyarkirin ku piştî hezar û 671 avahiyên li vê qadê bên valakirin, dê welatî biçin ku derê. 
 
Kesên li vê herêma navbirî dijîn, gelek jê di salên 1960'î de ji Mêrdîn û gundên Mêrdînê hatine û piraniya avahiyên li vê derê jî bê tapo ne. Her wiha kesên li vê derê dijîn jî hema bibêje piraniya wan di karên rojane de dixebitin. Li gor qeydên fermî li Taxa Ensar û Taxa Saraçoglûyê nêzî 7 hezar kes dijîn û tevî welatiyên qeyda wan tune ye û welatiyên sûriyeyî nifûsa li vê derê di ser 10 hezarî re ye. 
 
FIKARÊN ŞÊNIYÊN HERÊMÊ 
 
Şêniyê taxê Mehmet Alî Elîş anî ziman ku bi salan e derbarê projeya "Veguherîna Bajêr" de hin tişt tên gotin, lê belê heya niha kesî tiştek ji wan nepirsiye û got, di çarçoveya "aştiya îmarê" de ketiye bin deynan. Elîş, diyar kir ku dibe ku ji ber vê projeyê cardin têkevin bin deynan û got: "Em ji jiyana xwe ya li vê derê razî ne. Em û cînarên xwe di nav hev de ne. Em xizmên hev in. Li vê derê cîrantî, hevaltî heye. Lewma em vê projeyê naxwazin. Em naxwazin veguherîna bajêr bê vê derê." 
 
'DÊ XERA BIKIN' 
 
Karkerê înşeatê Engîn Akgul jî anî ziman ku derbarê projeyê de tu tiştî nizanin û got, tenê bihîstine dê taxa wan bê xerakirin. Akgul, diyar kir ku heta niha kesî tiştek ji wan re negotiye û kesî fikar wan nepirsiye û got, piraniya kesên taxê feqîr in û karker in. Akgul, destnîşan kir ku ên hatine vê derê ji ber ku nikaribûne debara xwe bikin hatine vê derê û got: "Dibêjin veguherîna bajêr. Lê dê rabin vê derê xera bikin. Em ketine etra nanê xwe. Îro xebitîm, min qezenc kir. Îro nexebitîm, min tiştek nehanî malê. Sibê gava biçim bajarê nû, hema 3 rojan neşixulim, aydata min heye, heqê mazotê heye. Divê ez hay ji van tiştan hebim. Ez ê nikarim yekî jê jî bidim. Li vê derê aydat tune ye, kirê tune ye, heqê asansorê tune ye, heqê dergevan tune ye. Ez li mala xwe me. Ez nikarim li bajarê nû bijîm. Ez ne karmend im ku serê mehê meaşê xwe bigirim." 
 
'DÊ GEL PERÎŞAN BIKIN' 
 
Akgul, anî ziman ku heger projeya "veguherandina bajêr" çêbibe nizanin wê biçin ku derê û got, pereyê bidin wan jî wê nikaribin pê daîreyeke nû bikirin. Akgul, diyar kir ku tirsa wan ew e ku têkevin bin deynan û got: "Dewlet ranabe vê ji min napirse. Wê nebêje krediyê nekişîne, ez ê xanî bidim te. Dê daîreyê nede min. Dê were li vê derê vîllayan çêbike. Dêê wê vîllayê nede min. Ma qezenc wê tê de tune be, çi îşê dewletê li vê derê heye. Wê bên vê derê xera bikin û gel perîşan bikin. Kes vê qebûl nake. Ên li vê derê xizan in. 2 rojan dixebitin, hefteyekê pê îdareya xwe dikin. Nikarin vî miletî biaxapînin." 
 
MA / Ahmet Kanbal

Sernavên din

30/10/2020
15:24 Li Îzmîrê bi pileya 6.6 erd hejiya
14:55 Gulîstan Dokû 300 rojin windaye
14:43 ‘Li benda mirina xebatkarên tenduristiyê ne’
14:23 Rapora Girtîgeha Kampusa Tarsusê: Girtî di hucreyan de ne tecrîd heye
14:10 Ala Azerbaycanê bi Mizgeftê ve kirin
13:21 Gunay: Em destûrê nedin ku Rojava bibe hedefa êrişên nû
12:51 Li Çewligê bi pîleya 4.1 erdhej çêbû
11:44 Hevserokên HDP’î piştî 8 rojan derxistin edliyê
11:22 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:16 Temellî: Alternatîfa budçeya faşîzmê, budçeya rêya sêyemîne
11:02 Vezîryan: Tirkiye hewldanên aştiyê yên li Kafkasya pûç dike
10:41 Mirovên Şemiyê: Ji Susurlukê heta niha hişmendî nehat guhertin
10:15 Derbarê rojnamevan Gok de îdiname hat amadekirin
09:55 Li Riha 2 girtî bi vîrûsê ketin
09:17 Aborînas Mihemed Hisên: Nelirêtî li Iraqê hatiye bisazîkirin
09:16 Sembola êş û azarê: Zinarên digirîn
09:16 Pirtûka Gotinên Pêşiyan der çû: 4 cild, 50 hezar gotinên pêşiyan
09:15 Dê ji bo rojnamevanên girtî serî li AYM'ê bidin
09:14 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 47'an de ye
09:12 6 caran bûye şampiyon, lê li nav erd firingiyan berhev dike
09:12 Li Mêrdînê 'veguherîna bajêr': Dê sîlûeta bajêr xera bikin
09:11 Hevserokê HDP'î Avci ji bo têkoşîna li dijî tecrîdê bang li her kesî kir
09:00 ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2020'AN
08:45 Polîsan Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan binçav kirin
08:31 Li Edenê di serdegirtina malan de 5 kes hatin binçavkirin
29/10/2020
19:51 Hejmara kesên bi Covîd-19'ê ketine bû 370 hezar û 832
16:50 Lêpirsîna rojnameger Kanbal bi neşopandinê bi dawî bû
16:41 ‘130 hezar kedkarên hatine îxrackirin bila vegerên karê xwe’
16:40 Pencewînî: Ger şer derkeve wê li Kurdistanê belav bibe
15:18 Hikumeta Elmanyayê ji bo Îmraliyê bang li Tirkiyeyê kir
15:00 Endamên KESK’ê: Em ê têkoşîna xwe ya bi KHK’an re bidomînin
14:58 OHD’ê destek da ODAV’ê
14:36 Li bendêye Hevserokên HDP’î sibe derxin edliyê
14:21 Li Girtîgehê Tîpa D a Amedê qedexeya sole
13:42 Kedkarê çapameniyê kurd Kaya li ser gora xwe hat bibîranîn
13:11 MEBYA-DER: Ji ber ku dê û bavê wan tuneye hûn cenaze nadin?
12:44 Polisan li 12 bajaran 93 kes binçav kir
12:43 Ji ber ku beşdarên bîranînê vexwendin rêzgirtinê wê bê darizandin
12:15 Bi ser mala endamê Meclîsa HDP’ê Demîrkiran de girtin
12:09 Bi daxwaza 20 sal ceza doz li rojnameger Yalçin hat vekirin
11:51 Parêzerên Ocalan ji nû ve serlêdan kirin
11:39 Polîsan gora Tabak ê berî 3 salan hatibû definkirin vekirin
11:08 Şanoya Bajar a Amedê perdeya xwe vedike
10:54 Di bûyerên zayendî de cezanekirin dibe mînak
10:39 Ji Sariyê ku Kamîşlî tacîz kir re 6 sal ceza hat xwestin
10:02 'Peymana navbera Bexda û Hewlêrê biryara Fermanek nû ya Êzidîyan e'
09:57 Îhlalên li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê kir rapor
09:45 Nameyên kurdî ku nadin girtiyan dişînin Enqereyê
09:35 Îdianameya derbarê Osman Ç. yê tecawizî zarokekê kiribû de hat amadekirin
09:18 Gundê Nebî Hûrî hat talankirin
09:06 Cotkarên Erdîşê xisirîne
09:06 Li Rihayê kampanayaya 'Em Xwe Diparêzin': Em xwe û Ocalan tev de azad bikin
09:06 Girtiya nexweş Yildiz nayê tedawîkirin
09:06 Koca: Divê em plana çalakiyeke hevpar çêbikin li dijî faşîzmê
09:06 Derbarê texrîbkirina goristanan de serî li AYM'ê dan
09:05 Siyasetmedarê êzidî Atalan: Peymana Şengalê, zemîna operasyoneke li dijî daxwaza statuyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2020'AN
28/10/2020
21:42 Li Amedê hemşîreyek ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest da
20:59 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirine 10 hezarî derbas kir
16:29 Rawestandina cenazeyan a li morgê di rojeva meclisê de ye
15:45 Komkujiya Roboskî di meha 106’emîn de ye: Em dixwazin di aştiyê de bijîn
15:36 DÎSK: Divê şertên xizmetkarên tenduristiyê bê başkirin
14:48 Jinan serdana karkerên fistiqan kir
14:48 Tenduristîvan: Bi qedexe û astengiyan pirsgirêk nayên çareserkirin
14:39 Biryara bihincet a cînayeta Aydemîr: Nelihevkirina mîrateyê
14:21 Li Girtîgeha Şakranê 11 gardiyan bi vîrûsa koronayê ketin
13:39 TTB: Em ê dev ji mafên xwe yên destûr, îstifa û teqawitbûnê bernedin
13:38 Kovara listikên zarokan a bi Kurdî GOG derdikeve
13:13 Li Girtîgeha Antalyayê careke din pêkanînê Rewşa Awarte di dewrê de ne
12:59 Pêşniyara mafê perwerdeya zikmakî qebûl nekirin
12:49 Polis: Tu Leyla Guven teşhis bike dê dozger bibe alîkar
12:17 Li Girtîgeha Xarpêtê 12 girtî bi vîrûsa koronayê ketine
12:02 Operasyona leşkerî li Elbakê didome
11:52 Ûgûr: Dadgehê şopeke reş derbasî dîrokê kir
11:37 Der barê Ekîncî de biryara girtinê
11:11 Rojnameger Demîr beraet kir
10:56 Li Stenbolê 3 HDP’î binçav kirin
10:51 Ji av û rê re na ji qada medenê re jêhatî ne!
10:50 Helwesta ENKS’ê rê li pêş hevdîtinên neteweyî digire
09:51 Guney: Boyqot ji bo siyaseta navxweyî tê bikaranîn
09:10 Dayik Gunduz: Bila hestiyên keça min radestî min bikin
09:09 Dayikên Aştiyê: Aştî bi azadiya Ocalan pêkan e
09:08 TTB: Budçeya ji bo xizmeta tenduristiya parêzker hatiye veqetandin kêm e
09:07 'Tê xwestin jin nasnameya xwe ji bîr bike'
09:07 Tekstîla wê ji bo jinan bû cihê xebatê
09:06 Berberê 66 salan, ji bo çanda kevnar li ber xwe dide
09:03 Qeyûm mal û milkên şaredariyê dide hin saziyan
09:01 Koçer hêdî hêdî vedigerin
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2020'AN
27/10/2020
20:47 76 kes bi covit-19 mirin
18:04 Fecriye Coşkun jiyana xwe ji dest da
16:21 Gullu Yilmaz: Hevjînê min ez şewitandim
16:15 Danişîna bersûcê istismara zayendî taloq bû
15:31 Ji bo 13 gundên Şirnexê hat xwestin ku komîsyon bê avakirin
15:15 Genel-Îş: Derxistina ji kar a bi kêfî terk bikin
15:05 Polîsan karsaz Seydaoglû binçav kirin
14:48 Lîseya Pişeyî ya Keçikan a Şirnexê kirin qarantînayê
14:43 Foza Yûsif: Tirkiye xwe ji êrîşên nû re amade dike
14:18 Astengiya xwegihandina li ser 118 malperan rabû
14:15 DAKAP wê têkildarî îşkenceya bikuçik gilî bike