Ciwan ji bo 'azadiya Ocalan' tevdigerin

  • rojane
  • 09:07 31 Cotmeh 2020
  • |
img

STENBOL - Rêxistinên ciwanan anîn ziman ku di şexsê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de, di serî de jin û ciwan û bi giştî tevahiya civakê tê tecrîdkirin û ji bo şikênandina tecrîdê bal kişandin ser têkoşînê û bang kirin. 

Li Girtîgeha Îmrali ya Tîpa F'yê şert û mercên tecrîdê girantir bûne. Herî dawî bi hinceta "Nexşerê"ya Ocalan ku berpêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) kiribû, hevdîtina bi parêzeran re heya 6 mehan hat qedexekirin. 
 
Rêxistinên ciwanan ji bo şikênandina tecrîdê bal kişandin ser têkoşînê û bang kirin. 
 
TECRÎD GIRAN DIBE 
 
Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Sînan Ozturk, diyar kir ku her diçe tecrîda mutleq a li ser Ocalan girantir dibe û got, qedexeya heya 6 mehan a di 23'yê Îlonê de hat danîn jî nîşaneya vê yekê ye. 
 
JI FIKRÊN WÎ DITIRSIN 
 
Ozturk, bibîr xist ku ev qedexeya navborî piştî ku Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) rapora xwe aşkere kiriye hatîye dayîn û got, ev qedexe di heman demê de bersivdayîn ji bo rapora CPT'yê ye jî. Ozturk, anî ziman ku îqtidar ji fikrên Ocalan ditirse û got: "Îqtidara AKP-MHP'ê ji bo ku fikrên Birêz Ocalan negihên derve tecrîdê girantir dike." 
 
 
Ozturk, bal kişand ser xebatên ku dê ji bo azadiya Ocalan bikin jî û got: "Niha li Ewropa, Rojava û Başûrê Kurdistanê ji bo azadiya Birêz Ocalan çalakiyên cur bi cur tên kirin. Li Tirkiye û Kurdistanê jî em ciwanên HDP'î, ji bo vê yekê planên me jî hene. Yek jê wê rêxistinbûyîn be. Dû re em ê bi çalakiyan daxwaza ji bo azadiyê bilêv bikin. Ciwan wê ji niha pê ve bi gavine bibriyardar bimeşe. Di serî de Birêz Abdullah Ocalan û bi giştî jî ji bo hemû girtiyan, ji bo şert û emrcên giran ji holê bên rakirin çi ji destê me bê em ê bikin." 
 
XEBATÊN CIWANAN
 
Her wiha Ozturk bal kişand ser kampanyaya "Tevbigere" ku dane destpêkirin jî û ji bo 3 mehan dane destpêkirin, lê belê piştî encama derketiye holê biryar girtine ku 6 mehên din jî dirêj bikin. Ozturk, destnîşan kir ku di çarçoveya kampanyayê de ji bo şikênandina bandorên "şerê taybet" xebitîne û got: "Bi şerê taybet tecrîdd li gel tê ferzkirin. Li dijî fuhûş, tiryak û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê me lez da xebatên xwe. Di çarçoveya kampanyayê de me li gelek bajaran bi têmaya 'tecrîdê' panel çêkirin. Ev çalakî bala gel kişandin. Em dixwazin di weziyeteke ku pêvajoyê dide der de bin û îdiaya me ya di vî warî de xurt e." 
 
ÇAVKANIYA SEREKE YA PIRSGIRÊKAN 
 
Ozturk, anî ziman ku di şexsê Ocalan de di serî de jin û ciwan û bi giştî jî hemû civak tê tecrîdkirin û got, ji bo şikandina polîtîkaya tecrîdê dînamîke herî xurt ciwan in. Ozturk, bilêv kir ku çavkaniya sereke ya pirsgirêkên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê tecrîd e û got: "Êdî em nikarin polîtîkaya tecrîdê qebûl bikin. Lewma divê em li kuçeyan û hemû qadên jiyanê ji bo şikênandina tecrîdê bitêkoşin." 
 
LI HEMÛ QADÊN JIYANÊ 
 
Endamê Hêzên Şoreger ên Ciwanan (DEV-GUÇ) Bekîr ÇAra jî anî ziman ku polîtîkaya tecrîdê ya li ser Ocalan sîrayetî girtîgehan û tevahiay civakê kiriye û got: "Polîtîkaya tecrîdê bûye sedem ku kes li kuçeyan tiştekî nebêje, daxuyanî neyên dayîn, kes bêhnê nestîne, her der bê sînorkirin, zanîngeh bibin qereqolên biçûk, li lîseyan zext zêde bibin û zextên polîsan zêde bibin. Sedema taybet a îqtidarê ku naxwaze tecrîdê rake ew e ku rêyên diyalogê bigire. Divê tecrîd ji holê bê rakirin. Lê tişta ku îqtidar dike tevahiya civakê tecrîd dike û dixwaze hemû hêzan bitepisîne." 
 
BANGAWAZÎ JI BO TÊKOŞÎNÊ 
 
Açar, destnîşan kir ku divê ciwan bi awayekî topyekûn li dijî tecrîdê bitêkoşin û got: "Em çi qasî karibin zemîna têkoşîna yekbûyî xurt bikin em ê ew qasî nêzî serketinê bibin." 
 
MA / Erdogan Alayûmat

Sernavên din

03/11/2020
09:05 DEDEF: Divê em li dijî projeya li Mûnzûrê, ji bo çandê şer bikin
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2020'AN
08:26 Hêjmara kesên di erdeja Îzmîrê de mirin gihişt 100'î
02/11/2020
21:07 Hejmara kesên di erdheja Îzmîrê de jiyana xwe ji dest dane bû 92
20:12 76 kes mirine û 2 hezar û 302 jî pê ketine
16:14 Tevlîbûna hevserokên HDP’a Amedê ya kongreya partiya wan bû sûc
16:06 Mirina bi guman a Gamze Acar a 17 salî
15:38 ÎHD: Bila Rafet Fahrî Semîzoglû bê berdan
15:32 Li Îzmîr hejmara qurbaniyên erdhejê derket 85’an
15:17 Jinên Pirsûsî xwe ji 25’ê Mijdarê re amade dikin
15:16 Walîtiya Colemêrgê: Qetilkirina Derelî li gorî mevzûatê ye!
14:56 35 sal cezayê girtîgehê li siyasetmedaran birîn
14:36 Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê: Hin kes naxwazin dozger biaxive
14:09 Jinan Las Tesîs parastin: Ma ji Mûsa Orhan bi talûketir bû?
13:56 Osman Şîban: Tevî 2 cenazeyan em ji helikopterê avêtin
13:28 DAKAP’ê ji bo çalakiyên meha Mijdarê star da
12:36 DÎB: Dîsa bar danîn ser milê gel
12:28 Osman Şiban: Ji helîkopterê avêtin 100-150 leşker bi ser mede hatin û bi kulm û phînan li me dan
11:57 Hejmara girtiyan derket 291 hezar û 546 kesan
11:22 83 binçavkirin û ji 200 zêdetir lêpirsîn
09:56 Hêjmara qurbaniyên erdheja Îzmîrê gihişt 79'an
09:56 Hejmara nû ya Newaya Jin derket: Banga parastina cewherî
09:29 Hejmera kesên li Îzmîrê jiyana xwe ji dest dan derket 73'yan
09:08 TJA: Em ê di mijdarê de rêxistinbûyîn û têkoşînê pêş bixin
09:07 Êlekên Xemrî yên jinên Yûrik: Sembola mafên jinan e
09:07 Di Avahiyên War ên Civakî de ‘qezenca bêmaf’
09:06 Nirxandina qanûna torbe: Bi vê ‘koleyên ciwan’ armanc dikin
09:05 Li ser Youtubê gav bi gav fêrî kurdî dike
09:05 Prof. Dr. Kûrûl: Hûn 80 ‘zanîngehên jinan’ vekin jî, ger bergeh neguher…
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2020'AN
01/11/2020
21:03 Biraziyê Derelî yê eskeran kuşt: Li ser hev apê min gulebaran kirin
19:34 74 kesên din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
18:16 Li Îzmîrê hêjmara qurbaniyên erdhejê derket 69'an
16:50 HDP'ê li 12 navendan Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir. Kobanê ruhê hevpar e
16:26 Uca: Berxwedana Kobanê bû roja rizgariya gelan
14:57 Eskeran li Geverê kolberek kuşt
14:51 HDP'ê li Cizîrê 1'ê mijdarê pîroz kir
14:21 Aydenîz: Kobanê xeta Kurdan a sor e
13:46 HDK: Kobanê ku bûye kabusa AKP-MHP'ê geş dibe
12:53 Hêjmara qurbaniyên erdhejê derket 51'an
12:44 'Hesp, canî û bavê min li ser hev kuştin'
12:22 Pêveka jinê ya Yenî Yaşamê derket
12:16 Rêxistinên jinan piştgirî dan pêngava Kongreya Star
11:56 22 fezlekeyên nû anîn rojeva meclîsê
11:33 DBP: Şoreşa jinê bû hêviya cîhanê
11:13 Şaredariya AKP'ê naxwaze bajarvaniya Çelexwarî bibîne
10:39 HDP: Kobanê bû hêza gelên cîhanê
10:23 Rojnameya Xwebûn bi manşeta 'Dejenerasyon û zimankujî' derket
09:05 Dozger der barê Rojnamevan Boltan de îdianame amade kir
09:04 Cotkarên silqokê hem mexdûrê kotayê ne hem jî yên avê
09:04 Hunermend Yilmaz: Li dijî êrîşan tekane bersivê 'nedestjêberdan' e
09:03 Bayindir: Peymana Şengalê wê rê li ber êrîşên DAÎŞ’ê veke
09:01 Burhan Kuzu yê AKP'î bi Covid-19'an mir
09:01 Di 'Ferhenga Botan'ê de 850 peyvên winda berhev kirin
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2020'AN
08:43 Hêjmara qurbaniyên erdheja Îzmirê derket 43’yan.
31/10/2020
23:42 AFAD: Heya niha 39 kesan jiyana xwe ji dest daye
22:44 Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariya Sîlopiyayê Tîma Mêrdînê têk bir
20:22 75 kesên din bi Covîd-19'ê mirin
19:06 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 35
17:05 Eskeran li Bajêrgehê gundiyek bi hespê wî ve kuştin
16:04 'Ne Ayşe Gokkan ne jî jinên din wê serê xwe ji êrişan re netewînin’
16:02 Li Bedlîsê operasyona eskerî û şewata daristanan
15:34 Ji HDP'ê banga qebûlkirina daxwazên girtiyan
15:17 Polisan dayika laçik spî Aysel Ateş binçav kirin
15:16 ‘Divê girtiyê nexweş Yamaç bê tedawîkirin’
14:36 Li Wanê daxuyaniya jinan hat astengkirin
14:30 Ji HDK’ê pêngava ‘Li dijî qrîza kapîtalîzmê têkoşîna hevpar a gelan’
14:10 Dayikên Şemiyê: Ji bo doza JÎTEM'a Kerboranê hişyar bin
13:56 Hevserokê HDP'ê Sancar birîndar ziyaret kirin
13:35 'Rîska girtî qeyrana dil derbas bike pir zêde ye, serbest berdin'
13:34 Pêveka jinê ya Yenî yaşamê sibê dertê
13:25 Li Erdîşê xebatkarekê PTT’ê întîhar kir
13:08 Gundî çalakiya xwe ya li dijî sondajê dewam dikin
13:07 Li Semsûrê daxuyaniya Roja Kobanê
12:33 Gelê Kobanê qedera xwe bi xwe diyar kir
12:06 Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan derket 25’an
11:50 Siyasetmedarê kurd Necmedîn Kerîm jiyana xwe ji dest da
11:23 Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re red kirin
11:15 Aqûbeta Odûncû yê 25 salin windaye pirsîn
11:08 Pêşengiya jinan a ji Geziyê ber bi Kobanê: Kader Ortakaya
10:27 Li Amedê 4 kes hatin girtin
09:44 Rewşenbirên Êzidî: Bi peymana Şengalê dixwazin komkujiyê berdewam bikin
09:42 Bîlanço zêde dibe: Hejmara qurbaniyên erdheja Îzmîrê derketin 24’an
09:11 Xaniyê wî şewitandin, hevjîna wî kuştin: Dadgeha Bilind jî xwest cezayê muebeta giran lê bê birîn
09:10 Jina hilberîner hîn bihêztir e
09:09 Dêra Germûşê hêdî hêdî hildiweşe
09:08 Wê xetereya mirinê ya tenduristkaran zêde bibe
09:08 'Wê budçe bertekên 'nikarim nan bibim mala xwe' zêdetir bike'
09:07 Ciwan ji bo 'azadiya Ocalan' tevdigerin
09:02 Esnafên nikarin fatûreyên xwe bidin dikanên xwe digirin
09:00 ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2020'AN
30/10/2020
22:40 Nivîskar û welatpêrêzê kurd Osman Akdag koça dawî kir
20:32 Daneyên dawî yên AFAD'ê: 12 kes mirine, 419 kes jî birîndar bûne
19:09 78 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine, 2 hezar û 322 kesên dn jî pê ketine
18:14 AFAD: 4 kesî jiyana xwe ji dest daye, herî kêm 152 kes jî birîndar bûne
17:49 Hevserokên HDP'ê yên Amedê hatin girtin
16:16 ‘Nasnameya jinên muhalîf hedef tê girtin’
15:55 Li Sîlopiyê panela "Em xwe diparêzin" hat lidarxistin
15:28 Karkerê Madenê: Ku soza xwe pêk neynîn emê bimeşin Enqereyê