TJA: Em ê di mijdarê de rêxistinbûyîn û têkoşînê pêş bixin

  • jin
  • 09:08 2 Mijdar 2020
  • |
img

AMED - Aktvîsta TJA’yê Berîtan Onen, diyar kir ku kampanyaya “Em xwe diparêzin” ji bo jinan bû hêvî û got: “Em ne mehkûmê tundiyê ne, ne mecbûrin werin kuştin û bêdeng bimînin. Werin em bi hevre civakê biguherînin û jiyanê ji nû ve ava bikin.”

Kampanyeya “Em xwe diparêzin” a ku Tevgera Jinên Azad (TJA) di 15’ê Îlonê de da destpêkirin û wê 4 mehan bidome, didome. TJA’yê di meha yekemîn a kampanyayê de; li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan, qirkirinên siyasî, tacîz, tecawiz, êrîşên ser ziman û baweriyan têkoşiyan. Niha jî bi sernavê “xwe parastinê” atolyeyên lihevxistî û resen li dar xistin. 
 
Aktîvîsta TJA’yê Berîtan Onen, diyar kir ku kampanyaya wan hêj di meha yekemînde ye, gihişte armanca xwe û wiha axivî: "Em ê di meha duyemîn a kampanyayê de, di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkolîna Navneteweyî ya Li Diijî Tundiya li Dijjî Jinê, giraniya xwe bidin ser rêxistinbûyîna jinê û têkoşîna wê xurt bikin. Me di meha yekemîn a kampanyayê de, armanc kir ku zanebûna zayendî û girîngiya parastina çewherî derbixin holê. Li cîhanê ev ne pirsgirêka jinê ye, pirsgirêka desthilatariyê ye. Me zilam jî tev lî atolyeyan kirin û me xwest em wan jî sewqî lêpirsînê bikin. Li tevahiya cîhanê, li dijî destkeftiyan êrîş hene. Ev êrîş li Tirkiyê û li erdnîgariya kurd hîn şênbertirin.”
 
XWE PARASTIN
 
Onen, da zanîn ku heke li dijî destkeftî û bedena jinan êrîşek hebe, divê girîngiya xwe parastinê jî zanibin û wiha got: "Xwe parastin ne tenê parastineke fîzîkî ye. Teşeyeke parastinê ya li dijî çand, ziman û nasnameya jinê ye. Bi taybetî ji bo jinên kurd xwe parastin pêwîste. Ji ber pêwîstiya xwe parastinê ya li her deverê jiyanê vebêjin me navê kampanyayê kir ‘Em xwe xiparêzin’. Ligel vê em têdikoşin ku li her derê jiyanê cih bigirin û em di nava hewldanê de ne ku xwe bigihînin jinan. Di rojên pêşiya me de em ê starta meha duyemîn bidin dest pê kirin.”
 
‘KAMPANYA JI JINAN RE BÛ HÊVÎ’ 
 
Onen, anî ziman ku di çarçoveya kampanyaya ‘xwe parastinê’ de ji Stenbolê heta Colemêrgê, ji Mêrdîne heta Antalyayê li gelek bajaran xebatan didin meşandin û wiha bilêv kir: "Ev kampanya ji jinan re bû moral. Hîs kirin ku ne bi tenê ne. Ji ber ku êrîşên li dijî jinan hene. Di rojê de 3-4 jin rastî tên qetilkirin, rastî tacîz û tecawizê tên. Kampanyaya me ji jinan re bû hêvî.”
 
‘EM PEYHATİYÊN TÊKOŞÎNA 40 SALA NE’
 
Onen, êrîşên desthilatdariya AKP’ê ya li dijî jinan weke ‘tengavbûyîn’ nirxand û wiha berdewam kir: “Têkoşîna me jinan ne nû ye, em şopdarên têkoşîna 40 sala ne. Desthilatdarî dizane ku jin xwedî wê hêzêye ku civakê biguherînêne. Di bingeha êrîşên li dijî saziyên jinan, nûnerên sendîkayên xebatên aktîf bi rêve dibin û siyasetmedarên jin de, parastina meqamên desthilatdariyê û hişmendiya wê ye. Dixwazin vê hişmendiyê belavî hemû civakê bikin." 
 
ÊRÎŞÊN DESTHILATDARIYÊ Û KUŞTINÊN JINAN
 
Onen, destnîşan kir bi tayînkirina qeyûmên şaredariyên Amedê xebatên jinan kirin hedef û wiha pê de çû: "Qeyûman hemû saziyên jinan girtin. Ev yek bi tundiya li dijî jinê û cînayetên jinan ve eleqedare. Jinan li dijî tundiyê tu der nedîtin ku serî lê bidin. Ev tundî piştî demekê wek kuştina jinan derket pêşberî me. Ji ber ku jin tenê hatin hiştin. Em dikarin bêjin di vê pêvajoyê de li Amedê gelek jin hatin kuştin û rastî tundiyê hatin. Mînaka Remziye Yoldaş li holê ye. Remziye, ji aliyê hevjînê xwe yê fîrariyê girtîgehê gelek gefên kuştinê dixwarin. Çû qereqolê, li gel biryara parastinê jî hat kuştin. Lê heke saziyeke jinan a ku Remziye serî lê bide hebûya, niha Remziye dijî. Jin da bi dayîna canê xwe Remziyeyê biparêzin.”
 
‘HEDEF PÊŞIYA KUŞTINA JINAN VEKIRINE’
 
Onen, bilêv kir ku hedefgirtina saziyên jinan û jinên bi awayekî aktîf dixebitin, pêşî vekirina kuştina jinane û wiha domand: “Em wek jinên TJA’yî îro di nava têkoşîna jinan de bi îdîaya guhertina civakê di vê riyê de pêşvediçin. Bi êrîşên wan em ê bi hêztir bin û hêz bidin. Em jin li dijî êrîşan zêdetir xwe bi rêxistinkirinê dibin bersiv. Têkoşîna azadiya jinê ya bi sala ne em didin em ê bi vê kampanyayê xerman bikin û li dijî êrîşên ser nasname, çand û zimanê me mekanizmaya xwe parastinê pêşvebibin.”
 
‘EM BI HEVRE JI NÛ VE AVA BIKIN’
 
Onen, wek TJA bang li jinan kir û axaftina xwe wiha bidawî kir: “Em ji vir peyamê didin jinan ‘hûn ne bi tenê ne.’ Em ne mehkûmê tundiyê ne, ne mecbûrin werin kuştin û bêdeng bibin. Werin em bi hevre civakê biguherînin û bi civakê re jiyanê ji nû ve ava bikin.”
 
MA/ Fahrettîn Kiliç -Arjîn Dîlek Oncel 

Sernavên din

03/11/2020
09:05 DEDEF: Divê em li dijî projeya li Mûnzûrê, ji bo çandê şer bikin
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2020'AN
08:26 Hêjmara kesên di erdeja Îzmîrê de mirin gihişt 100'î
02/11/2020
21:07 Hejmara kesên di erdheja Îzmîrê de jiyana xwe ji dest dane bû 92
20:12 76 kes mirine û 2 hezar û 302 jî pê ketine
16:14 Tevlîbûna hevserokên HDP’a Amedê ya kongreya partiya wan bû sûc
16:06 Mirina bi guman a Gamze Acar a 17 salî
15:38 ÎHD: Bila Rafet Fahrî Semîzoglû bê berdan
15:32 Li Îzmîr hejmara qurbaniyên erdhejê derket 85’an
15:17 Jinên Pirsûsî xwe ji 25’ê Mijdarê re amade dikin
15:16 Walîtiya Colemêrgê: Qetilkirina Derelî li gorî mevzûatê ye!
14:56 35 sal cezayê girtîgehê li siyasetmedaran birîn
14:36 Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê: Hin kes naxwazin dozger biaxive
14:09 Jinan Las Tesîs parastin: Ma ji Mûsa Orhan bi talûketir bû?
13:56 Osman Şîban: Tevî 2 cenazeyan em ji helikopterê avêtin
13:28 DAKAP’ê ji bo çalakiyên meha Mijdarê star da
12:36 DÎB: Dîsa bar danîn ser milê gel
12:28 Osman Şiban: Ji helîkopterê avêtin 100-150 leşker bi ser mede hatin û bi kulm û phînan li me dan
11:57 Hejmara girtiyan derket 291 hezar û 546 kesan
11:22 83 binçavkirin û ji 200 zêdetir lêpirsîn
09:56 Hêjmara qurbaniyên erdheja Îzmîrê gihişt 79'an
09:56 Hejmara nû ya Newaya Jin derket: Banga parastina cewherî
09:29 Hejmera kesên li Îzmîrê jiyana xwe ji dest dan derket 73'yan
09:08 TJA: Em ê di mijdarê de rêxistinbûyîn û têkoşînê pêş bixin
09:07 Êlekên Xemrî yên jinên Yûrik: Sembola mafên jinan e
09:07 Di Avahiyên War ên Civakî de ‘qezenca bêmaf’
09:06 Nirxandina qanûna torbe: Bi vê ‘koleyên ciwan’ armanc dikin
09:05 Li ser Youtubê gav bi gav fêrî kurdî dike
09:05 Prof. Dr. Kûrûl: Hûn 80 ‘zanîngehên jinan’ vekin jî, ger bergeh neguher…
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2020'AN
01/11/2020
21:03 Biraziyê Derelî yê eskeran kuşt: Li ser hev apê min gulebaran kirin
19:34 74 kesên din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
18:16 Li Îzmîrê hêjmara qurbaniyên erdhejê derket 69'an
16:50 HDP'ê li 12 navendan Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir. Kobanê ruhê hevpar e
16:26 Uca: Berxwedana Kobanê bû roja rizgariya gelan
14:57 Eskeran li Geverê kolberek kuşt
14:51 HDP'ê li Cizîrê 1'ê mijdarê pîroz kir
14:21 Aydenîz: Kobanê xeta Kurdan a sor e
13:46 HDK: Kobanê ku bûye kabusa AKP-MHP'ê geş dibe
12:53 Hêjmara qurbaniyên erdhejê derket 51'an
12:44 'Hesp, canî û bavê min li ser hev kuştin'
12:22 Pêveka jinê ya Yenî Yaşamê derket
12:16 Rêxistinên jinan piştgirî dan pêngava Kongreya Star
11:56 22 fezlekeyên nû anîn rojeva meclîsê
11:33 DBP: Şoreşa jinê bû hêviya cîhanê
11:13 Şaredariya AKP'ê naxwaze bajarvaniya Çelexwarî bibîne
10:39 HDP: Kobanê bû hêza gelên cîhanê
10:23 Rojnameya Xwebûn bi manşeta 'Dejenerasyon û zimankujî' derket
09:05 Dozger der barê Rojnamevan Boltan de îdianame amade kir
09:04 Cotkarên silqokê hem mexdûrê kotayê ne hem jî yên avê
09:04 Hunermend Yilmaz: Li dijî êrîşan tekane bersivê 'nedestjêberdan' e
09:03 Bayindir: Peymana Şengalê wê rê li ber êrîşên DAÎŞ’ê veke
09:01 Burhan Kuzu yê AKP'î bi Covid-19'an mir
09:01 Di 'Ferhenga Botan'ê de 850 peyvên winda berhev kirin
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2020'AN
08:43 Hêjmara qurbaniyên erdheja Îzmirê derket 43’yan.
31/10/2020
23:42 AFAD: Heya niha 39 kesan jiyana xwe ji dest daye
22:44 Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariya Sîlopiyayê Tîma Mêrdînê têk bir
20:22 75 kesên din bi Covîd-19'ê mirin
19:06 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 35
17:05 Eskeran li Bajêrgehê gundiyek bi hespê wî ve kuştin
16:04 'Ne Ayşe Gokkan ne jî jinên din wê serê xwe ji êrişan re netewînin’
16:02 Li Bedlîsê operasyona eskerî û şewata daristanan
15:34 Ji HDP'ê banga qebûlkirina daxwazên girtiyan
15:17 Polisan dayika laçik spî Aysel Ateş binçav kirin
15:16 ‘Divê girtiyê nexweş Yamaç bê tedawîkirin’
14:36 Li Wanê daxuyaniya jinan hat astengkirin
14:30 Ji HDK’ê pêngava ‘Li dijî qrîza kapîtalîzmê têkoşîna hevpar a gelan’
14:10 Dayikên Şemiyê: Ji bo doza JÎTEM'a Kerboranê hişyar bin
13:56 Hevserokê HDP'ê Sancar birîndar ziyaret kirin
13:35 'Rîska girtî qeyrana dil derbas bike pir zêde ye, serbest berdin'
13:34 Pêveka jinê ya Yenî yaşamê sibê dertê
13:25 Li Erdîşê xebatkarekê PTT’ê întîhar kir
13:08 Gundî çalakiya xwe ya li dijî sondajê dewam dikin
13:07 Li Semsûrê daxuyaniya Roja Kobanê
12:33 Gelê Kobanê qedera xwe bi xwe diyar kir
12:06 Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan derket 25’an
11:50 Siyasetmedarê kurd Necmedîn Kerîm jiyana xwe ji dest da
11:23 Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re red kirin
11:15 Aqûbeta Odûncû yê 25 salin windaye pirsîn
11:08 Pêşengiya jinan a ji Geziyê ber bi Kobanê: Kader Ortakaya
10:27 Li Amedê 4 kes hatin girtin
09:44 Rewşenbirên Êzidî: Bi peymana Şengalê dixwazin komkujiyê berdewam bikin
09:42 Bîlanço zêde dibe: Hejmara qurbaniyên erdheja Îzmîrê derketin 24’an
09:11 Xaniyê wî şewitandin, hevjîna wî kuştin: Dadgeha Bilind jî xwest cezayê muebeta giran lê bê birîn
09:10 Jina hilberîner hîn bihêztir e
09:09 Dêra Germûşê hêdî hêdî hildiweşe
09:08 Wê xetereya mirinê ya tenduristkaran zêde bibe
09:08 'Wê budçe bertekên 'nikarim nan bibim mala xwe' zêdetir bike'
09:07 Ciwan ji bo 'azadiya Ocalan' tevdigerin
09:02 Esnafên nikarin fatûreyên xwe bidin dikanên xwe digirin
09:00 ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2020'AN
30/10/2020
22:40 Nivîskar û welatpêrêzê kurd Osman Akdag koça dawî kir
20:32 Daneyên dawî yên AFAD'ê: 12 kes mirine, 419 kes jî birîndar bûne
19:09 78 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine, 2 hezar û 322 kesên dn jî pê ketine
18:14 AFAD: 4 kesî jiyana xwe ji dest daye, herî kêm 152 kes jî birîndar bûne
17:49 Hevserokên HDP'ê yên Amedê hatin girtin
16:16 ‘Nasnameya jinên muhalîf hedef tê girtin’
15:55 Li Sîlopiyê panela "Em xwe diparêzin" hat lidarxistin
15:28 Karkerê Madenê: Ku soza xwe pêk neynîn emê bimeşin Enqereyê