KKP-PDK-T: Şerê navxweyî wê xizmeta dagirkeran bike

  • rojane
  • 09:09 9 Mijdar 2020
  • |
img

AMED - Serokên Partiyên Kurdistanî têkildarî hewldana PDK'ê ya li herêmê, diyar kirin ku di nava hêzên kurdan de şerekî navxweyî biqewime wê tifaqa netewî têk biçe û gotin: “Şerê di nava hêzên kurd de wê xizmetê ji dagirkeran re bike.”

 
Serokê Giştî yê Partiya Komînîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek û Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T) Mehmet Emîn Kardaş, derbarê hewldanên PDK yên li herêmê de axivîn. Serokê KKP'ê Sînan Çîftyurek, di destpêka axaftina xwe de xwest ku di rojên pêş de li ser geşedanên di nava siyaseta kurdan de heyeteke berfireh ji hunermend, aqilmend, serokên êşîr, seyda û dayikan were avakirin û wiha got: “Divê ev heyet  biçe serdana Kek Mesût Barzanî, Hikumeta Başûr, Serokê Herêma Kurdistana Başûr û Serokên KCK’ê. Divê derveyî siyasetê têkildarê meseleyê bi rihê kurdî ji her du aliyan re bêjin ‘em li dijî vî şerî, vê qeyranê ne, em naxwazin bi destê kurdan xwîna kurdekê biriije'. Em di nava xwe de axivîn ku di demeke pêş de heyeteke siyasî li Bakûr çêbikin û herin serdana her du aliyan û hemû partiyên me yên Başûr.”
 
DESTKEFTINÊN 30 SALAN WÊ TÊK BIÇIN
 
Çîftyurek, da zanîn ku heke li Herêma Kurdistana Federe di nava hêzên kurdan de şerekî navxweyî biqewime wê tifaqa netewî têk biçe û axaftina xwe wiha domand: “Gereke hemû alî geşedanên yekitiya netewî yên li Rojava bigirin berçav. Şerekî ku biqewime dê dostên me jî biêşîne. Ev 30 sal in bedelên gelek giran tên dayîn, ew destkeftinên 30 salan dê têk biçin. Li Başûr jî li Rojava jî wê ji bo kurdan windahiyeke gelek mezin çê bibe. Rejîma dagirker jî destên xwe li hev dide û dibeje ku ev şer bikin em ê destkeftinên wan ên 30 salan  belav bikin. Roj roja rexnekirin û anîna ziman a pirsgirêkan nîne. Banga me ew e ku herkes rexneyên xwe şunda bihêle ku vekêşan hinek sar bin, riya diyalogê vebe. Dûre herkes dikare rexneyên xwe bike. Heke gav neyên avêtin diyalogeke mayînde pêk nayê.”
 
TESÎRA BIRAKUJIYÊ WÊ LI HER ÇAR PARÇEYAN BIKE
 
Di berdewamê de Çîftyurek, destnîşan kir ku şerê di nava hêzên kurd de pêk were wê xizmetê ji rejîmên dagirker re bike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Îran û Tirkiye nakokiyên di nava kurdan de dixurînin û dixwazin hêzên kurdan werin hemberî hev. Tesîra birakujiyê wê li ser her çar perçeyan çê bibe. Ji ber vê yekê talûkeyeke mezin heye. Meseleya ku li Başûr diqewime di nava her du partiyên me de nîne. Destên derve di nav de hene. Hewceye hêzên me li hemberî provakasyonan hişyar bin. Îro li hemberî şerê navxweyî li her çar perçeyan partiyên me helwesteke baş girtine. Rojeva me ya girîng a partiyên kurdan ev e.”
 
DAGIRKER DIXWAZIN KURD HEVDU QIR BIKIN
 
Têkildarî heman mijarê Serokê Giştî yê PDK-T'yê Mehmet Emîn Kardaş jî diyar kir ku tu aloziya di nava hêz, partî û serokên kurdan de napejirînin û wiha got: “Di nava hêzên kurd de şerek dest pê bike weke PDK-T em ne alîgirên tu aliyî ne. Em alîgirên ku di nava hêzên kurd de aştî û demokrasi pêk were. Ji ber ku temamî dagirkerên kurdan dixwazin îro kurd bi hev bikevin, hevdu qir bikin ku ew jî ji xwe re dîlan bigirin. Em bi yekitî û netewa kurd re ne. Li kuderê dibe bila bibe divê kurd şerê hevdu nekin. Gelek şerm e ku kurd çekên xwe bigirin bêjin ‘em ê biçin şerê kurdekî din’. Ji vê nexweştir tiştekî din tuneye. Ev yek şermeke mezin e ji bo me kurdan.”
 
‘XWE DÛRÎ ŞERÊ NAVXWEYÎ BIKIN’
 
Kardaş, bang li aliyan kir ku rê nedin şerê birakujiyê yê di navbera kurdan de û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Em dixwazin şer dernekeve û ji hev hezkirinek çêbibe di nav kurdan de. Ez hêvî dikim ku birêz Serok Mesût Barzanî li pey gotina xwe ya ku ‘Ez nahêlim birakûjî di nava kurdan de çebibe’ ye û wê kurdan bi kurdan nede kuştin. Em vê hêviyê jê dikin û bang jî dikin ku çi Serok Barzanî be çi PKK be an partiyên din bin herkes xwe dûrî şerê navxweyî û birakujiyê bike."
 
MA / Fahrettîn Kiliç

Sernavên din

11/11/2020
17:10 'Em ê xwe bi rêxistin bikin û li ber xwe bidin’
16:59 TJA’ê serdana karkerên tekstîlê kir
16:52 HDP'iyan li Wanê civîna gel li dar xist
16:47 83’emîn salvegera qetilkirina Seyît Riza: Em ê nedin jibîrkirin
16:28 Polisên ku rêya rojnamegeran birîn gefên şewitandinê li wan xwarin
16:28 Beştaş: Wê li ser Înstagramê hêj gelek nûçeyên îstîfayê werin
16:27 Ji ÎHD’ê derbarê mirina Baga de rapor: Leşkerên Îranê sûcê şerê navneteweyî kirin
15:50 Jin wê di 25’ê Mijdarê de li Kadikoyê bin
15:25 Hejmara mijdarê ya Kovara Zrîng derket
15:19 Li Mêzgêrê qezeya trafîqê
14:47 Ji jinan piştevaniya 25’ê Mijdarê
14:38 Endamê PM’a HDP’ê Aydin hat berdan
14:33 Rojnamevan Orûç: Ez îro li pêşberî kamerayê me sibê jî ez ê li pişt kamerayê bim
14:32 Ji bo Endama Komeleya Jinan a Rosayê Çoşkûn daxwaza ceza
14:10 Bêaramiya ji bêkariyê ya Waliyê Amedê!
13:33 HDP’ê serdana esnafê Bazara Rûs ku dikanên wan şewitîn kir
13:28 DÎSK: Têkoşîna ji bo çîna karkeran didome
13:28 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê dan Endama Komeleya Jinan a Rosayê Gezgor
13:05 ‘Piştî erdhejê penaber bi cihêkariyê re rûbirû mane’
12:07 Li Dersimê operasyoneke leşkerî dest pê kir
11:48 Tankêr û kelek li hev qelibîn
11:47 Hevşaredara Qersê Alaca sewqî girtîgeheke din kirin
11:27 Li Mêrdînê bernameya 25’ê Mijdarê hat eşkerekirin
11:27 Serlêdana parêzeran red kirin
11:06 Li Girtîgeha Rihayê hejmara girtiyên bi vîrûsê ketine derket 15’an
10:41 Wezîr Gul pirsên têkildarî girtîgehan bêbersiv hişt
10:39 Dadgeha Îstînafê îtîraza li dijî cezakirina hevşaredaran red kir
10:21 Gergerlîoglû: Pêdiviya Tirkiyê ne bi girtîgehan bi pêşketin û fabrîkayan heye
10:13 Li Pentagonê li pey hev îstifa hatin
09:55 Hejmara 7’an a kovara Folklorame derket
09:05 Li girtiyên ku binpêkirinên mafan ragihandin cezayê dîsîplînê birîn
09:05 Di 10 mehan de serdana hezar û 110 malbatan kirine û 500 kesî kirine endam
09:05 Înîsyatîfa Peymana Stenbolê ya Kocaeliyê: Em ê têkoşînê dorfirehtir bikin
09:05 Li Okmeydaniyê li dijî tiryakê Platforma Demokrasiyê ava kirin
09:05 Êrişî ciwanê bû endamê HDP’ê kirin
09:04 14 sal in nexweşiya lê peyda bûye nayê teşxîskirin
09:04 Banga PÎA'yê ya ji bo yekîtiyê: Divê meclîseke îstîşareyê were avakirin
09:04 'Dibe ku dadgeh ev maf dabe te, lê dewlet vî mafî nade te'
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2020'AN
10/11/2020
20:45 Li Cizîrê 5 kes hatin berdan
19:39 Hejmara kesên ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane bi ser 11 hezarî ketin
17:47 Xebatkarê Yenî Yaşamê Bayram hat binçavkirin
16:36 Odeya Tabîban: Stenbolê Wuhan derbas kir
16:00 Dadgehê ji zarokên hatibûn tecawîzkirin rapora ‘îtîbarê’ xwest
15:45 DÎSK: Em li qadan e dê rê nedin dest bidin qidemê
15:41 Partiya Şoreşger: Em ê hemû bi hev re li dijî êrişan derkevin
15:35 Parêzerê got Kurdistan 2 sal şûnde doz lê vekirin
15:19 'Bi girtina rojnamevanan hûn nikarin ser rastiyan bigirin’
15:12 Gunduz ê hat îdîakirin ku hatiye revandin, derket holê ku di bin çavan de ye
15:12 TJA'yê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de fîlm nîşan da
14:48 Girtiyan 5 hezar car serî li Meclîsê dan
14:48 Sancar: Lazim e Erdogan tevî kabineya xwe îstîfa bike
14:41 Li dijî beraeta polisan serî li Dadgeha Bilind hat dayîn
14:36 Ji Meclîsa Giştî ya Bajêr a Şirnexê 5 HDP'î ji peywirê hatin dûrxistin
14:19 Psychology Kurdî bi dosyeya ‘Koçberî û derûniya koçberiyê’ derket
14:09 Li Êlihê dormîşa karkeran qeza kir û 14 kes birîndar bûn
13:56 Ji ber girtina fermandarên sînor kir nûçe lêpirsîn li Kanbal vekirin
13:24 Walîtiya Şirnexê derbarê binçavkirina HDP’iyan de daxuyanî da
12:04 Parêzerên Ocalan ji nû ve serlêdan kirin
12:02 103 can hatin bibîranîn: Bi têkoşînê serkeftin çêdibe
11:58 HDP'ê ji bo 'çareserkirina krîzê' civîna giştî daxwaz kir
11:36 2 rêveberên HDP'ê yên Erziromê hatin binçavkirin
11:32 Karkerê ji înşaatê ket jiyana xwe ji dest da
11:26 Emîrê ku li benda hucreya kok bû jiyana xwe ji dest da
10:51 Berwarî: Çareseriya krîza Tirkiye û PDK'ê Ocalan e
10:34 Li Wanê qezaya trafîkê: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
10:33 Ceza dan reklamkerê ku pankartên Apê Mûsa û Ûgûr Kaymaz çap kir
09:54 Ji Meclîsa Ciwanan a HDP'ê xebata stîcker
09:01 Li Dersimê 165 roj in çalakî qedexe ne
09:01 Yuceer a CHP'î: Em budçeyeke li gor asasyên zayenda civakî dixwazin
09:01 Ji bo zexîreyên ewledar li hev kom bûn
09:01 ‘Me şideta veşarî ya li nav malê aşkere kir'
09:01 Nîviyê malbata sûriyeyî li parkê radizê
09:01 9 meh şûnde biryar teblîxî girtî kirin
09:01 Hevjîna girtiyê nexweş: Dewlet dixwaze hevjînê min bimire
09:01 Xwendekar: Em bi xetereyê re rû bi rû ne
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2020'AN
09/11/2020
19:50 Îro 85 kes ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
19:12 Hevserokên HDP'ê yên Osmaniyeyê hatin girtin
17:10 Civîna Bexda û Şengalê bi dawî bû: Rêveberiya xweser helwesta xwe nîşan da
17:01 Li Mêrdînê 2 serokên berê hatin girtin
16:21 Daxwaza ‘Bila cînayetên kar di cezayên giran de bên dîtin” hat redkirin
16:04 HDP'ê banga îstifakirinê li Erdoğan kir
15:55 Keştiya penaberan noqî avê bû
15:33 Di bin çavan de ferzkirina sîxûrtiyê
15:16 Berteka li dijî binçavkirina mamosteyan: Mafên demokratîk tên krîmînalîzekirin
14:27 Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê: HDP'ê çok neşikand û wê neşikîne
13:27 Ji ber ragihandina binpêkirinan hevdîtinê li girtî qedexe kirin
13:03 Doza rojnameger Demîr hat taloqkirin
12:52 14 mamoste hatin berdan
12:21 Rojnameger Orûç tehliye bû
11:58 Encamên 10'emîn Pêşbirka Çîrokan a Şerzan Kurt aşkera bûn
11:13 Xebatkarekî tenduristiyê ji vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da
11:02 Polîsan çek xistin serê Esmer Tunc: Xwedê jî vê zilmê qebûl nake
10:40 Dayikên Aştiyê gotin ew rondikên çavan naxwazin
10:18 Partiya Şoreşger: Dadgeha Qesrê parêzerê me Sînan Varlik girt
10:15 Jinên mexdûrê erdhejê xwestin pêwîstiyên wan bên bersivandin
09:09 KKP-PDK-T: Şerê navxweyî wê xizmeta dagirkeran bike
09:08 Ji Dr. Bîlek hişyariya zivistanê: Wê nexweşxaneyên me kêm bimînin
09:04 Berteke Lîmter-İşê ya cînayetên karkeran: Bîlançoya şer