‘Li gelek girtîgehan vîrûs belav bûye’

  • rojane
  • 09:08 21 Mijdar 2020
  • |
img

AMED - Rêvebera TUAY-DER’ê Parêzer Aslihan Bûlût diyar kir ku li gelek girtîgehan vîrûsa koronayê belav bûye û got: “Divê girtiyên nexweş demildest serbest werin berdan.”

Bi pêvajoya pandemiyê re li girtîgehên heremê û yên Tirkiyê her ku diçe binpêkirina mafên girtiyên zêde dibin. Bi taybetî li gorî daneyên rêxistinên mafên mirovan û hiqûqzanan bi pêvajoya pandemiyê re û bi taybetî di demên dawî de ji ber vîrûsa koronayê binpêkirinên mafan derketine asta herî jor. Rêvebera Komeleya Alikariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) a Amedê Parêzer Aslihan Bûlût derbarê serdana xwe ya li girtîgehan de û rewşa girtiyan de ji ajansa me re axivî. 
 
‘DICLE BOZAN A RÛVIYÊN WÊ DERVE BI VIRUSÊ KETIYE’
 
Bûlût anî ziman ku li gelek girtîgehan nexweşiya vîrusa koronayê (Covîd-19) tespît kirine û wiha axivî: “Li Girtîgeha Hîlwanê ya Hejmara 1 û 2 ên Tîpa T, Girtîgeha Sêwregê a Tîpa T, Girtîgeha Amedê a Tîpa D, Girtîgeha Xarpêtê ya Ewlehiya Bilind a Hejmara 1'ê, Girtîgeha Jinan a Xarpêtê testên vîrusa koronayê ya girtiyan pozîtîf derketine. Tedawiya van girtiyan didome. Bi taybetî li Girtîgeha Elbîstanê ji ber girtiyên ser 20 salan tê de dimînin û pergala bexşandîbûna wan qelse em ji wan ditirsin ku rewşa wan giran bibe. Li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê giriya bi navê Dîcle Bozan a ji roja hat girtin heta niha rûviyên wê li derve jiyana xwe didomîne û bi vîrusê ketiye, em ji rewşa wê bi fikar in.”
 
‘JI BER PANDEMIYÊ MAFÊN GIRTIYAN HATINE ASTENGKIRIN’
 
Bûlût da zanîn ku girtiyên ku testên wan pozîtîf derdikevin nikarin derkevin hevdîtina parêzeran û wiha domand: “Girtiyan diyar kir ku girtî an li nexweşxaneyê tedawî dibin an jî di hucreyên yek kesî de dimînin. Li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 û 2 a Rihayê testa girtiyên temaskirî nehatiye kirin. Dema li girtîgehê di kesekê de vîrus derkeve divê testa hemû girtiyan were kirin. Di girtîgehan de ji ber pandemiyê hin maf hatine asteng kirin lê wekî din her tişt normal e. Mesele girtiyek dema tê hevdîtina parêzer gardiyan temas dikin û lêgerînê dikin. Di heman demê de dema girtî diçin nexweşxaneyê û tên 14 rojan dimînin karantînayê de. Li Girtîgeha Hîlwanê Hejmara 2'an a Tîpa T de girtiyên diçin nexweşxaneyê di heman odeyê de karantînayê de dimînin. Dema piştî demekê şunde girtiyekî din birin wê odeyê karantinaya girtiyên din jî dirêj dibe. Bi vî şiklî girtiyên ku 60 rojan mane di karantînayê de jî hene. Pandemiyê hincet digirin û dixwazin tecrîda li ser girtiyan zêdetir bikin.”
 
‘SEBEBÊ BELAVBÛNA VÎRÛSÊ GARDIYAN IN’
 
Bûlût destnîşan kir ku sedema belavbûyîna vîrusa koronayê ya li girtîgehan gardiyan in û wiha got: “Destpêka pandemiyê gardiyan, 14 rojan li girtîgehê, 14 rojan li mala xwe diman. Lê niha her roj tên û diçin. Heke li mala wî vîrûs hebe bi xwe re dibe girtîgehê.” Bûlût da zanîn ku dewlet pandemiyê ji bo mafê girtiyan ji destê wan bigirin bikar tîne û got: “14 rojan dest danîn ser tiştên girtiyên ku sewqî Girtîgeha Amedê ya Ewlehiya Bilind hatibûn kirin. Li gel ku em bi dozgeriyê re jî axivîn ku tiştên girtiyan bidinê lê nedan û gotin wê 14 rojan di karantînayê de bimînin. Ev biryar jî biryara girtîgehê ye. Girtîgeha Amedê ya Hejmara 1'an a Ewlehiya Bilind wek tedbîr ev rewş pêşkeşî me kirin. Lê niha li wê derê jî girtiyên ku bi vîrusê ketine hene. Niha girtî Mehmet Bîlîm ji ber ku testa wî pozîtîf derketiye di odeyeke cuda de wergirtine karantînayê.”
 
‘TEDBÎRÊN PÊWÎST NAYÊN GIRTIN’
 
Bûlût diyar kir ku li girtîgehên bajarên bakurê Kurdistanê gelek girtî bi vîrûsa koronayê ketine û wiha domand: “Li Girtîgeha Elbîstanê nêzî 35, li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Xarpêtê 12 , Girtîgeha Jinan a Xarpêtê 1, Li Girtîgeha Amedê a Tîpa D a 20 girtî, li Girtîgeha Amedê ya Ewlehiya Bilind girtiyek, li Girtîgeha Jinan a Amedê Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca, li Girtîgeha Hîlwanê jî 15 girtî bi vîrûsa koronayê ketine. Li girtîgehên heremê tenê rewş wisa ye gelemperî girtîgehên Tirkiyê her ku diçe nexweşiya vîrûsa koronayê zêde dibe. Niha li girtîgehan tu aktîvîteyên civakî nayên kirin. Aktivîte hatine qedexekirin lê lêgerînên gardiyanan yên odeyan berdewam dikin. Ji ber ku di lêgerînan de tedbîrên pêwîst nayên girtin gardiyan û eskerên ku odeyan digerin temas dikin. Di lêgerînan de pirtûkên ku wan dane girtiyan dîsa kom dikin û dibin lêkolîn dikin. Wekî din odeyên karantînayê gelek qirêjin, lazim e piştî ku girtî ji wir derket were paqijkirin lê paqijnakin û girtiyekî din nû digirin odeyê, ji ber vê yekê rîska belavbûyîna vîrusê jî zêdetir dibe.”
 
‘DIVÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ SERBEST WERIN BERDAN’
 
Bûlût bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got: “Hejmara girtiyên nexweş her ku diçe zêdetir dibe. Girtiyên ku demildest serbest werin berdan ji ber qanûna têkoşîna bi terorê re (TMK) nayên berdan. Sûc çi dibe bila bibe divê girtiyên nexweş serbest werin berdan. Ji ber pêvajoya siyasî ev polîtîka tên bi rêvebirin û ev pêkanîn tenê ji bo girtiyên siyasî pêk tên. Girtiyên nexweş yên ku nikarin tena serê xwe bijîn dema diçin nexweşxaneyê û werin dixwazin 14 rojan di karantînayê de bimînin. Dema girtî 14 rojan tena serê xwe di karantînayê de dimîne nexweşiya wan pêş dikeve. Ji ber vê yekê girtiyên nexweş naxwazin biçin nexweşxaneyê. Mînak Semîre Dîrekçî a li Girtîgeha Amedê ya Jinan dimîne rûviyên wê li derve ne û jiyana xwe didomîne nêzî saleke divê emeliyat bibe. Gelek zeîf bûye û dixwazin tena serê xwe di karantînayê de bimîne. Ev yek jî nîşaneya îhlalên mafê kesî ye. Mixabin gelek girtiyên nexweş bi vî şiklî me winda kirin. Di 11 mehan de 21 girtiyan jiyana xwe ji dest dan.”
 
‘GIRTÎ NIKARIN XWE BIGIHÎNIN BIJÎŞK’
 
Bûlût da zanîn ku muwekîlê wê bi Yilmaz Çerçel ê ji sedî 70 astengdar û nexweşîna şîzofren pê re heye nikare di girtîgehê de bimîne lê nexweşxaneyê rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ daye wî û got: “Muwekîlê min nexweşiya wî pêşketiye û niha nikare malbata xwe nas bike. Divê tedawiya wî bi awayekî herî baş hatibûya kirin. Lê dema em vê ji girtîgehê dipirsin dibêjin ‘em dermanên wî didin’. Tedawiya vê nexweşiyê li her nexweşxaneyê nayê kirin. Çiqas tedawiya girtiyên nexweş were asteng kirin, nexweşiya wan giran dibe û jiyana xwe ji dest didin. Heke tedawiya wan bi awayekî baş hatibûya kirin gelek girtî nedihatin vê astê. Girtiyên ku emeliyat bibin ji ber pêvajoya pandemiyê nayên emeliyat kirin. Divê dewlet bi awayekî şertan bi afirîne. Di girtîgehê de rewş hatiye asta ku li revîra girtîgehê girtî nikarin xwe bigihînin bijîşk.”
 
MA / Fahrettîn Kiliç - Ergîn Çaglar 
 

Sernavên din

21/11/2020
11:48 Mehmet Înan 26 salin winda ye
11:15 Li Dersimê ji ber berfê rêya 31 gundan hat girtin
11:05 Ji bo 3 zarokên hatibûn îşkencekirin 26 sal ceza hat xwestin
10:20 Ji Dominikê ber bi Amedê ve: Têkoşîna sê xwişkên hev
09:18 'Biryara beraetkirina kujerê Kûrkût têkçûna hiqûqê ye’
09:17 Bangawaziya ji bo 25'ê Mijdarê: Em bibin Mîrabel û dakevin qadan
09:13 Me 25'ê Mijdarê ji zilaman pirsî: Ji televîzyonê hîn bûm
09:12 Gotarên ku li girtîgehê nivîsandin kirin pirtûk
09:12 Yolerî: Dewlet civakê ji hev vediqetîne
09:11 Piştî derî hat girtin betalî jî zêde bû
09:10 Berxwedana karkerên Sînboyê: Karkerên sendîkayî tên cezakirin
09:09 Ji xwe re tenûr çêkirin û bêminet debara xwe dikin
09:08 ‘Li gelek girtîgehan vîrûs belav bûye’
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2020'AN
20/11/2020
22:22 21 parêzerên hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:45 Îro 141 kes mirin û 5 hezar û 103 kes jî pê ketin
16:41 Wê binçavkirin li Amedê bên şermezarkirin
16:14 Li Amedê bertek binçavkirinan: Operasyona tolhildana ji baroyê
15:52 TTB: Hejmara pêketiyên koronayê ji sedî 300 zêde bû
15:40 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Xebatkarên tenduristiyê berdin
15:32 Dayikên Aştiyê laçikên xwe avêtin erdê daxwaza yekitiya neteweyî kirin
15:06 TJA: Me kirasê berxwedanê li xwe kiriye
14:52 Derbarê 4 hevserokên HDP’yî de doz hat vekirin
14:41 Berteka li dijî operasyonê: Em ê parastina parastinê dewam bikin
14:36 Ji bo 4 rojnamevanan serî li AYM’ê dan
14:13 'Ev biryar ne hiqûqiye înkara mafê vîna gel e'
13:51 Doza ku dozger li Demîrtaş vekiribû hat taloqkirin
13:50 Cenazeyê encama DNA wê diyare 5 salin nadin malbatê
13:35 Li Miduriyeta Polîsan dest bi îfade girtina binçavkiriyan hat kirin
13:23 Malbat bi daxwaza biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:17 Li Amedê mamosteyek din jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
12:53 Gunay bertek nîşanî binçavkirinan da
12:37 Baroya Amedê: Refroma darazê bi binçavkirinan dest pê kir
11:59 Li Westanê 2 kes di binçavan de bi lêdanê re rûbirû mane
11:55 ÎHD: Mafê zarokan bi tu hincetan nayê taloqkirin
11:49 6 saetan sîleh xistin serê wî û pişt re gotin ‘derbasî be’
11:24 Doza Malbata Şenyaşar dest pê kir
10:52 Yurek ê 12 caran hat binçvkirin: Divê tu carî zarokek neyê girtin
10:51 Di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de derbarê 101 kesî de biryara binçavkirinê hat dayîn
10:36 Serokê Şaredariya Menemenê hat binçavkirin
10:15 Dayika Ûgûr Kaymaz: Piştî kuştina Ûgûr tu tiştek neguherî
09:01 Çîrokek xweparastinê!
09:01 Qedexeya li Wanê di sala 5'an de ye
09:01 Li benda alîkariyê ne
09:01 Ligel hemû zext û zoriyan jî daxilî nav siyasetê bû
09:01 Pêşî dê Amedê bikin du şeq, dû re dê doz dest pê bike
09:01 Li Girtîgeha Curnê Reş hejmara kesên bi Covîd-19'ê dikevin zêde dibe
09:01 Navê wê sîteya pîşesaziyê ye, lê ne ceryan, ne av, ne jî rê heye
09:00 Stenbolî: Sedema sereke ya krîzê şer e
09:00 Qeymeqam ji bo bûyera ku çekên dewletê tê de hatin şixulandin got 'haya me jê heye'
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 202'AN
08:11 Li dijî parêzer û nûnerên STO’yê operasyon
19/11/2020
19:38 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan bû 430 hezar û 170
17:12 Sancar ji bo ‘Budçeya Gel’ çû serdana KESK’ê
17:10 Ji TJA’yê çalakiya zincîra xemrî
16:52 Kaya: Li bajarên kurdan tundiya bi kincên leşkerî heye
16:44 Guven: Em dawî li şerê di nav xwe de bînin
16:15 Dadgehê 10 sal û 7 meh ceza li siyasetmedar Mamedoglû birî
15:49 Qeyûm ji bo cenazeyê meleye fexrî wesayîta cenaze neda
15:45 Li Wanê qedexeya çalakî û şahiyan 4 sal li pey xwe dihêle: Çalakî û şahî carek din hatin qedexekirin
15:32 Li Mêrsînê rojane bi ser 700’î re kes bi koronayê dikevin
15:13 OHD: Qîmet nedin protokol û peymanên navbeynkaran
14:58 Bi hinceta ewlehiyê malan hilweşandin
14:51 Li Erzînganê êrişî tabelaya HDP’ê hat kirin
14:44 Rêxistinên tenduristiyê: Kovîd-19 bila wek ‘nexweşîna pîşeyî’ were pejirandin
14:12 Ji ber bêbergiriyê ji serê salê ve 49 girtiyan jiyana xwe ji dest da
14:09 Ji ber qertê bestikê yê KCD’ê 7 sal û 6 meh ceza li rêveberê HDP’ê birîn
13:42 Meclîsa Ciwanan a Yekbûyî: Em ê ji bo Kemal têbikoşin
13:28 ‘Piraniya zarokên li girtîgehan bi feqîriyê re rûbirû ne’
13:22 Hevseroka Giştî ya HDP’ê Bûldan: Ji bo bêhêzkirina jinê êrişê hevserokatiyê dikin
13:17 Cîgirê Şaredarê Silopiya yê berê ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
13:00 Îranê 2 kolberê din qetil kir
12:59 Ji Almanyayê nişana danekirinên li ser Tirkiyeyê
12:19 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdanek nû kirin
10:38 Dayika Kemal Kûrkût: Ev edaletek çawa ye?
10:37 Kûnî: Ceza ne li min li nirxên bijîşkiyê hatiye birîn
09:47 Angaşta ‘leşkerê çeka wî pêde teqiya jiyana xwe ji dest da’
09:46 Derbarê rojnamevanên protestoyên qeyûm şopandine de doz hat vekirin
09:46 Bircên Fînîkê ji ber xemsariya dewletê hildiweşin
09:13 ‘Em bi hev re li ber şidetê rabin'
09:13 Malbata zarokê ku di Çemê Zapê de wer bûbû jî anîn ber avahiya HDP'ê
09:12 Çar û Mar: Me cudahî û huner kirin yek
09:12 Ji ber ku kurên wê çênebûn tahde lê hat kirin
09:11 Jinên elewî: Em bi hêza xwe ya xweser dikarin hemû bendan derbas bikin
09:10 Emîne Şenyaşar: Bila ev zilm biqede
09:10 Li Meclîsa nêrza têkoşîna jinê
09:09 Dayika ku çû kurê xwe yê sîxurtî lê tê ferzkirin ji emniyetê bîne, polîsan lê xist
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2020'AN
18/11/2020
19:47 Îro 116 kes mirin, 4 hezar û 215 kes jî pê ketin
18:43 Nivîskar Çakan hat girtin
17:26 Dozger, bêyî ku parastina wan bê girtin ji bo Tûncel û Kişanak ceza xwest
16:15 Kiliçdaroglû: Ji bo guhertina Destûra Bingehîn divê nêrîna her aliyê bê girtin
15:39 Ji Paltforma Jinan a Enqerê banga 25’ê Mijdarê
14:49 Ji DBP’ê daxuyaniya girseyî: Em li dijî şerê navxweyî helwesteke bingehîn digirin
14:32 Li Girtîgeha Panosê girtî bi ava ser xwe dişon
14:01 Li siwêregê kesek hat binçavkirin
13:58 5 Bajarên întihar li wan zêde ne
13:45 Derbarê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven de heta 25 sal cezayê hepsê hat xwestin
13:04 PZK’ê name ji YOK’ê re şand: Bila li zanîngehan Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî were destpêkirin
12:36 Derbarê jinên ku tacîzê şermezar kirin de lêpirsîn hat destpêkirin