Dayikên Şemiyê xwestin faîlên Demîr û Akîpa bên darizandin

  • rojane
  • 14:39 5 Kanûn 2020
  • |
img
STENBOL - Dayikên Şemiyê, di hefteya 819’emîn a çalakiya xwe de, xwestin ku faîlên Îbrahîm Demîr  û Agît Akîpa yên li Şirnexê dibin çavan de, hatibûn windakirin û dûre cenazeyê wan hatin dîti, bên darizandin. 
 
Dayikên Şemiyê, bi armanca winda bên dîtin û faîl bên darizandin, di hefteya 819’emîn de çalakiya xwe, ji ber şewba vîrûsa koronayê li ser hesabê xwe yê medya civakî li dar xist. Di çalakiyê de, hat xwestin ku faîlên Îbrahîm Demîr (36) û Agît Akîpa (39) ên di 12'ê kanûna 1991’an de, li gundê Çûkûlû yê girêdayî Navçeya Hezex a Şirnexê hatin binçavkirin û dûre cenazeyê wan hatibûn dîtin bên darizandin. 
 
TIŞTEK NE GUHERΠ
 
Kurê Îbrahîm Demîr, Metîn Demîr, dest pê kê axivî û wiha got: “Ev 29 salin em li aqûbeta windahiyên xwe digerin. Dema ku bavê min û apê min xwestin bên gund, endamên JÎTEM’ê pêşiya wan girtin û binçav kirin. Di encama lêgerînê de me cenazeyên wan di şikefteke berê de dît. Bavê  min bi îşkencê qetil kiribûn. Apê min jî bi çekê. Ji wê rojê û şûnde em li faîlên wan digerin û dixwazin bên darizandin. Lê heya roja îro tu tişt nebû. Em dixwazin faîlên wan bên dîtin. Ger 8 hezar û 19 heftî jî derbas bibin, em ê dîsa li qadan bin û bixwazin bersûcên wan bên darizandin û ceza kirin.”
 
QET BAVÊ XWE NE DÎT
 
Dûre keça Agît Akîpa Sûzan Akîpa mafê axaftinê girt. Akîpa, diyar kir ku wê qet bavê xwe ne dît û wiha bilêv kir: “Dema ku bavê min qetil kirin, ez nû ji dayik bibûm. Ji ber vê jiyana bi bavê min re çawan bû ez nizanim. Lê têkoşîna dayik min a lêgerîna edalet û hiqûqê her tim hêz da min. Ev jî ji bo min pir bi nirxe.”
 
FAÎL EŞKERE NE
 
Kurê Agît Akîpa Fehmî Akîpa jî, bal kişan ser qetilkirina bav û apê xwe û wiha axivî: “Bav û apê min bûn qûrbanên cînayetên kiryar ne diyar. Lê faîl eşkere ne. Serokkomar, Serokwezîr, Wezîrê Karê Hûndir û hemû rayedarên wê demê berpirsê cînayetên van mirovan e. Bi salan derbas bibe jî, wê ew roj ji bîra me neçe. Emê her tim têkoşîna xwe dewam bikin. Em li benda edaletê ne.”
 
DIVÊ FAÎL BÊN CEZAKIRIN 
 
Daxuyaniya çapemeniyê ya hefteya 819’emîn, ji Mirovên Şemiyê Oyku Dîlara Keskîn xwend. Keskîn, çîroka Îbrahîm Demîr û Agît Akîpa vegot û wiha got: “Di lêpirsînên hatin meşandin de tu encam derneket holê. Di dawiya dawî de, dosyeya lêpirsîn bi hinceta dembûriyê, hat girtin.”
 
  Keskîn, dest nîşan kir ku divê faîl bên cezakirin û wiha bi dawî kir: “Di 29’emîn salvegera windakirina Demîr û Akîpa de, em carek din bang li desthilatdariyê û meqamên edlî dikin ku erka xwe bi cih bînin. Kesên Demîr û Akîpa binçav kirin, îşkence kirin û dûre qetilkirin, bes biparêzin. Em dixwazin ku hûn wan bi awayekê adîlane ceza bikin.”
 

Sernavên din

09/12/2020
09:16 Aborîzan Sonmez: AKP şova qalikguhertinê dike
09:12 Li Îmraliyê hevdîtina malbatan jî hat qedexekirin
09:12 Bangawaziya ji bo grevên birçîbûnê
09:12 'Meaşê kêm herî kêm divê bibe 3 hezar û 500 TL'
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2020'AN
08/12/2020
20:17 Li Tirkiyeyê îro 211 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
18:16 Li Başûrê Kurdistanê zarokekî 12 salî hat kuştin
16:49 Testa rêveberê HDP'ê yê dibin çavan de pozîtîf derket
16:44 Jin li dijî tecrîdê meşiyan: Em deng bidin dengê girtiyan
16:37 Endamê Meclîsa HDP'ê Ercan Oguz hat binçavkirin
16:37 15 sal cezayê girtîgehê ji rojnameger Dolan re hat xwestin
15:55 Wezîr Gul, bi serokê TBB’ê Feyzîoglû re hevdîtin kir
15:54 Jin li dijî destdirêjiya Kercewsê daketin meydanan
15:52 Li Dersimê bertek: Rektor ji peywirê bigirin
15:18 Rêxistinên Tenduristiyê yên Mersînê: Baweriya gel bi hikumetê nayê
14:43 KESK 25 salî ye: Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin
14:25 Girtiyan banga xwedî derketana grevên birçîbûnê kirin
14:06 KCD’ê li Şirnexê malbat ziyaret kirin
13:50 Platforma Demokrasiyê ya Wanê: Bila tecrîd were bidawîkirin
13:32 Rapora meha Mijdarê ya ISÎG’ê: 294 karkeran jiyana xwe ji dest da
13:24 HDP, têkildarî amûrên guhdarkirinê yên li avahiya bajêr hatin dîtin wê gilî bike
13:23 Dadgehê 49 sal ceza li kesê dest dirêjî 3 zarokan kir birî
12:56 ‘Dixwazin bi raporê qeyûman rewa nîşan bidin’
12:12 Lêpirsîna avahiya li Kartalê hilweşiya temam bû
12:01 HDK: Tecrîda civakê û tecrîda Îmraliyê girêdayî hev in
11:51 Daxwaza serbest berdana girtiyê nexweşê giran Tûran red kirin
11:29 Başaran: Îqtîdar dixwaze ser bûyera Kercewsê bigire
11:09 Ji bo Hatayê pêşniyara 3 hefte girtinê
10:58 Di polîtikaya penaberan de dirûtiya NY'ê
10:46 Li Hatayê hemû servîs veguherîn lênêrîna awarte
09:33 Şêniyên Dersimê: Em ê bawerî û çanda xwe ji asîmilekirinê biparêz in
09:04 Bi hinceta 'dê çalakiyê li dar bixe' hat binçavkirin, lê ji ber 'heqaretê' ceza lê birîn
09:04 Dayikên ku ji bo yekîtiyê kitanên xwe danîn holê: Êdî bes e
09:04 Parêzvanên mafan: Em bibin dengê grevên birçîbûnê
09:04 Di bûyera kuştina bav û keçê de çeka cerdevanan hatiye şixulandin
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2020'AN
07/12/2020
22:41 Li Başûrê Kurdistanê di xwepêşandanan de 2 kes mirin
20:40 Li Şakranê koma duyem greva birçîbûnê dewr girt
19:59 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber şewbê mirin bû 15 hezar û 103
18:08 Guven: Em ê bi yêkitiyê lîstokên Osmaniyan pûç bikin
16:59 Li Girtîgeha Amedê koma 3’yemîn grevê dewr girt
16:41 ÎKK’ya TMMOB’ê ya Amedê: Daraz di bin kontrola desthilatê de ye
16:40 Wê TTB hevpîşeyen xwe yên jiyana xwe ji dest dane bi bîr bîne
16:31 ‘Ji bo şopên îşkenceyê baş bibin karûbarê edlî dereng tê kirin’
16:21 ÎKK’ya TMMOB’ê ya Amedê: Daraz di bin kontrola desthilatê de ye
16:13 Li Mûglayê jinek hat qetilkirin
16:06 Li Eskîşehîrê bi ser qawişa girtiyên ketine çalakiya greva birçîbûnê de girtin
15:39 Li Êlihê dayika sê zarokan Menîce Îş hat girtin
15:23 Ji rêxistinkirina terîqetan re bertek: Gelê Dersîmê wê serî netewîne
15:22 Ji daxuyaniya li dijî destdirêjiyê re astengî: Rojnameger hatin dûrxistin
15:06 Kampanya qerta piştevaniya bi girtiyan re
14:13 DÎB: Îqtîdar di derewan de sînoran nas nake
14:11 Li Meclisê hevdîtinên budçeyê dest pê kirin
13:47 Wêzîrê Karên Derve yê Almanyayê: Ji bo Tirkiyeyê em ê danêkirinan binirxinîn
13:21 Ûca: Gelo çima nûçeyên tecawîzê hatin qedexekirin?
13:18 408 girtî ji Sêrtê sewqî Êlihê hatin kirin
13:12 Ji ber dubarebûnê doza Rojnameger Parlak red bû
13:03 Jinan li Êlihê bang kirin: Em ê destûra niximandina bûyerê nedin
12:53 Deklarasyona Mafê Jinan a 2020’an: Em zêdetir bi biryarin
12:23 Du karkerên di bin hezanê de man jiyana xwe ji dest dan
12:04 Li Girtîgeha Gebzeyê binpêkirinên mafan zêde dibin
12:03 Li Şengalê meşa piştgiriya asayîşê destpê kir
11:42 Ji rayedaran daxuyaniya Kercewsê: Dest ji faîlan berdan, ketin dû nûçeyê
11:10 Koma sêyemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
10:58 Hevdîtinên butçeya 2021’an dest pê dikin
09:51 Hêzên Îranê kolberê bavê 3 zarokan kuştin
09:24 Nûçeya destdirêjiya li Kercewsê hat astengkirin
09:08 HDP’ê ser û guhê kampa penaberên Sûriyê da hev
09:08 Misircî newêrin biçin Nexweşxaneya Dewletê!
09:07 Bîrdal: Tecrîd pirsgirêka mafê mirovan e
09:07 ‘Êdî bes e ji zilma VEDAŞ’ê re’
09:06 Di ser hilweşandina Goristana Xerzanê de sê sal derbas bûn: Dest ji vê zilmê berdin
09:04 Erdemol: Ji YE biryara danekirinê derkeve wê Tirkiye gelek tiştan winda bike
09:04 Karkerên Atlas Globalê ji bo mafê xwe di çalakiyê de ne
09:04 Di pandemiyê de penabertî zehmet e
09:04 Roportaj dayîn jî, kirin sedema girtinê
09:00 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2020'AN
06/12/2020
19:28 Li Tirkiyê 195 kesên din jî mirin
18:30 Girtiyên li Duzceyê bang li raya giştî kirin
17:45 Li sêgoşeya Licê, Pasûr û Dara Hênê operasyona eskerî
16:59 Polîsan zarokek bi lêdanê binçav kirin
16:49 3 karkerên dibin qalibên betonê de man birîndar bûn
15:56 Ligel ku şer bi dawî bû jî, nobeta alê dewam dike
14:59 Zarokek serdevkî avêtin erdê, destê wî paşve kelepçekirî binçav kirin
14:25 Pitika di nava zeviya şewitî de ma, jiyana xwe ji dest da
12:28 Meclîsa Ciwanên HDP'ê: Em xwedî berxwedana girtiyan derkevin
11:43 Li Amedê xebatkareke din ê tenduristiyê jiyana xwe ji dest da
09:07 Bavê du girtiyan: Berî ku girtî dest bi rojiya mirinê bikin daxwazên wan qebûl bikin
09:07 Du hefte ye haya wê ji hevjînê wê yê bi Covîd-19'ê ketiye tune ye
09:06 Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê: Tevdîreke giştî ya ji bo 14 rojan divê
09:05 Li Dersimê hejmara kesên bi şewbê dikevin zêde dibe
09:05 ‘Cîhatê min li Sûrê çû, lê Cîhat Bager çêbû'
09:03 Qedexe ji bo wan birçîbûnî ye
09:01 Ûgûrlû: Xwedîderketina li grevên birçîbûnê xwedîderketina li azadiya civakê ye
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2020'AN
05/12/2020
21:10 Sebahat Tûncel jî dê dest bi greva birçîbûnê bike
19:39 196 kes mirin, 31 hezar û 896 kes jî pê ketin
19:00 Girtiyên di gerva birçîbûnê de ji bo 'têkoşîna bi hev re' bang kirin
17:10 Girtiyê nexweş Mehmet Yavûz serbest berdin
17:08 Binpêkirinên mafan ên piştî greva birçîbûnê yên li Girtîgeha Rihayê