‘Cîhatê min li Sûrê çû, lê Cîhat Bager çêbû'

  • rojane
  • 09:05 6 Kanûn 2020
  • |
img
AMED - Kadriye Morgul ku kurê wê Cîhat Morgul ê 14 salî di dema qedexeya derketina kolanan a Sûrê de jiyana xwe ji dest da got: "Gava diçim Sûrê xwe nebaş hîs dikim, bi girî ji wir vedigerim." 
 
Li Sûr a Amedê, qedexeya derketina kolanan a ewil di 6'ê Îlona 2015'an de dest pê kiribû. Paşê 3 carên din jî hatibû îlankirin. Qedexeya pêncemîn jî di 2'yê Kanûna 2015'an li Taxa Cevatpaşa, Fatîhpaşa, abaoglû, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaşê hatibû îlankirin. Şerê li van taxan dest pê kiribû 103 rojan dewam kiribû. Di dema şer de ji kesên jiyana xw eji dest dabûn cenazeyê 74 kesan hatibû dîtin. Li gorî rapora Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV), ji kesên jiyana xwe ji dest dabûn 24 jê sivîl bûn. 
 
Yek ji kesên jiyana xwe ji dest dabû jî Cîhat Morgul ê 14 salî bû. Morgul, xwendekarê pola sisêyan a dibistana navîn bû û mala wan li Kuçeya Uçokê ya Taxa Fatîhpaşayê bû. Di dema çar qedexeyên ewil de malbat li mala xwe mabû, lê belê paşê polîs tên taxê wan bi zorê ji mal derdixin. 
 
CÎHAT BAGER HAT DINÊ 
 
Dayik Kadriye Morgul (43) ku piştî pênc salan zarokek kur jê re çêdibe, navê Cîhat Bager lê dike. 
 
JIYANA LI SÛRÊ 
 
Dayik Kadriye Morgul, behsa rojên li Sûrê kir. Morgul got: "Li her derê Sûrê bîranên me yên xweşik hene. Lê belê niha gava diçim Sûrê xwe nebaş hîs dikim. Bi girî vedigerim. Li her derî wê bîranên me û xeyalên me hebûn. Tim tê bîra min. Jiyaneke me ya xweş hebû, lê nehiştin. Em bi zorê derxistin. Me nedixwest em ji wir derkevin. Ez li cîranên xwe yên li Sûrê digerim. Cîranên me cîran bûn. Lê niha li vê derê cîrantî nemaye. Jiyan tune ye, li Sûrê jiyaneke me ya xweş hebû." 
 
‘3 CARAN HAT DEFINKIRIN' 
 
Morgul, destnîşan kir ku gava bi darê zorê ji Sûrê derketin tenê kincên li ser wan hebûye ûg ot: "Em tenê bi kincên li ser xwe derketin. Mala me, eşyayên me çûn. Me gelek mal guherandin. Lê binêrin, hemû hatin lê kurê min nehat. Ez kurê xwe dixwazim, lê nikarin bînin. Kurê min sê caran hat definkirin; Sûr, Dîlok û Yenîkoyê. Ma ê mirov êdî çawa wî cenazeyî bibîne. Min dixwest cara dawî wî bibînim, w, maç bikim, bêhn bikim, lê gotin wî 'bi halê wî yê herî xweşik bîne bîra xwe.'" 
 
‘JI BO ZAROKÊN XWE LI SER PÊYA ME' 
 
Morgul, anî ziman ku piştî kurê wê jiyana xwe ji dest daye derûniya wê xirab bûye û got: "Derûniya min nebaş e. Gava ez û xizmên xwe ji bo danûstendinê diçin cihekî nizanim ez ê çi bikim, tiştek nayê bîra min. Niha ji bo zarokên xwe li ser pêya me. Carinan dixwazim biçim serê çiyê û heya ji min bê dixwazim bigirim lê nikarim wê jî bikim, pir zehmet e." 
 
'SERBILIND IM' 
 
Morgul, anî ziman ku xwestiye li Sûrê bimîne û wê û kurê wê xeyalên xw epêk bianiyana, lê belê nehiştine. Morgul got: "Kurê min dixwest bixwîne. Min dixwest roja mezûn bibe wî bibînim, min dixwest zavatiya wî bibînim. Kurê min kuştin. Min nedixwest kurê min bimire. Lê rabû tevli berxwedana Sûrê bû. Pê serbilind im." 
 
Morgul, bilêv kir ku piştî qewimînan êdî pir naxweze biçe Sûrê û got: "Ez û Cîhat her roja pêncşeman diçûn Hz. Silêman. Min jî got, hela bê halê dawî çawa ye, çûm. Lê rabûna li ser xwîna zarokên me avahî çêkirine. Canê zarokê me çû, li rabûn li wir pîknîkê dikin. Kes vê yekê qebûl nake. Pir li zora min çû. Ma qey ji Xwedê natirsin. Heger bitirsiyana tiştên werê nedikirin. Tiliya kê tê de hebe bila bê darizandin. Em êşiyan, bila tu kes neêşe. Xwedê heqê me ji wan re nehêle." 
 
MA / Eylem Akdag 

Sernavên din

09/12/2020
09:16 Aborîzan Sonmez: AKP şova qalikguhertinê dike
09:12 Li Îmraliyê hevdîtina malbatan jî hat qedexekirin
09:12 Bangawaziya ji bo grevên birçîbûnê
09:12 'Meaşê kêm herî kêm divê bibe 3 hezar û 500 TL'
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2020'AN
08/12/2020
20:17 Li Tirkiyeyê îro 211 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
18:16 Li Başûrê Kurdistanê zarokekî 12 salî hat kuştin
16:49 Testa rêveberê HDP'ê yê dibin çavan de pozîtîf derket
16:44 Jin li dijî tecrîdê meşiyan: Em deng bidin dengê girtiyan
16:37 Endamê Meclîsa HDP'ê Ercan Oguz hat binçavkirin
16:37 15 sal cezayê girtîgehê ji rojnameger Dolan re hat xwestin
15:55 Wezîr Gul, bi serokê TBB’ê Feyzîoglû re hevdîtin kir
15:54 Jin li dijî destdirêjiya Kercewsê daketin meydanan
15:52 Li Dersimê bertek: Rektor ji peywirê bigirin
15:18 Rêxistinên Tenduristiyê yên Mersînê: Baweriya gel bi hikumetê nayê
14:43 KESK 25 salî ye: Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin
14:25 Girtiyan banga xwedî derketana grevên birçîbûnê kirin
14:06 KCD’ê li Şirnexê malbat ziyaret kirin
13:50 Platforma Demokrasiyê ya Wanê: Bila tecrîd were bidawîkirin
13:32 Rapora meha Mijdarê ya ISÎG’ê: 294 karkeran jiyana xwe ji dest da
13:24 HDP, têkildarî amûrên guhdarkirinê yên li avahiya bajêr hatin dîtin wê gilî bike
13:23 Dadgehê 49 sal ceza li kesê dest dirêjî 3 zarokan kir birî
12:56 ‘Dixwazin bi raporê qeyûman rewa nîşan bidin’
12:12 Lêpirsîna avahiya li Kartalê hilweşiya temam bû
12:01 HDK: Tecrîda civakê û tecrîda Îmraliyê girêdayî hev in
11:51 Daxwaza serbest berdana girtiyê nexweşê giran Tûran red kirin
11:29 Başaran: Îqtîdar dixwaze ser bûyera Kercewsê bigire
11:09 Ji bo Hatayê pêşniyara 3 hefte girtinê
10:58 Di polîtikaya penaberan de dirûtiya NY'ê
10:46 Li Hatayê hemû servîs veguherîn lênêrîna awarte
09:33 Şêniyên Dersimê: Em ê bawerî û çanda xwe ji asîmilekirinê biparêz in
09:04 Bi hinceta 'dê çalakiyê li dar bixe' hat binçavkirin, lê ji ber 'heqaretê' ceza lê birîn
09:04 Dayikên ku ji bo yekîtiyê kitanên xwe danîn holê: Êdî bes e
09:04 Parêzvanên mafan: Em bibin dengê grevên birçîbûnê
09:04 Di bûyera kuştina bav û keçê de çeka cerdevanan hatiye şixulandin
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2020'AN
07/12/2020
22:41 Li Başûrê Kurdistanê di xwepêşandanan de 2 kes mirin
20:40 Li Şakranê koma duyem greva birçîbûnê dewr girt
19:59 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber şewbê mirin bû 15 hezar û 103
18:08 Guven: Em ê bi yêkitiyê lîstokên Osmaniyan pûç bikin
16:59 Li Girtîgeha Amedê koma 3’yemîn grevê dewr girt
16:41 ÎKK’ya TMMOB’ê ya Amedê: Daraz di bin kontrola desthilatê de ye
16:40 Wê TTB hevpîşeyen xwe yên jiyana xwe ji dest dane bi bîr bîne
16:31 ‘Ji bo şopên îşkenceyê baş bibin karûbarê edlî dereng tê kirin’
16:21 ÎKK’ya TMMOB’ê ya Amedê: Daraz di bin kontrola desthilatê de ye
16:13 Li Mûglayê jinek hat qetilkirin
16:06 Li Eskîşehîrê bi ser qawişa girtiyên ketine çalakiya greva birçîbûnê de girtin
15:39 Li Êlihê dayika sê zarokan Menîce Îş hat girtin
15:23 Ji rêxistinkirina terîqetan re bertek: Gelê Dersîmê wê serî netewîne
15:22 Ji daxuyaniya li dijî destdirêjiyê re astengî: Rojnameger hatin dûrxistin
15:06 Kampanya qerta piştevaniya bi girtiyan re
14:13 DÎB: Îqtîdar di derewan de sînoran nas nake
14:11 Li Meclisê hevdîtinên budçeyê dest pê kirin
13:47 Wêzîrê Karên Derve yê Almanyayê: Ji bo Tirkiyeyê em ê danêkirinan binirxinîn
13:21 Ûca: Gelo çima nûçeyên tecawîzê hatin qedexekirin?
13:18 408 girtî ji Sêrtê sewqî Êlihê hatin kirin
13:12 Ji ber dubarebûnê doza Rojnameger Parlak red bû
13:03 Jinan li Êlihê bang kirin: Em ê destûra niximandina bûyerê nedin
12:53 Deklarasyona Mafê Jinan a 2020’an: Em zêdetir bi biryarin
12:23 Du karkerên di bin hezanê de man jiyana xwe ji dest dan
12:04 Li Girtîgeha Gebzeyê binpêkirinên mafan zêde dibin
12:03 Li Şengalê meşa piştgiriya asayîşê destpê kir
11:42 Ji rayedaran daxuyaniya Kercewsê: Dest ji faîlan berdan, ketin dû nûçeyê
11:10 Koma sêyemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
10:58 Hevdîtinên butçeya 2021’an dest pê dikin
09:51 Hêzên Îranê kolberê bavê 3 zarokan kuştin
09:24 Nûçeya destdirêjiya li Kercewsê hat astengkirin
09:08 HDP’ê ser û guhê kampa penaberên Sûriyê da hev
09:08 Misircî newêrin biçin Nexweşxaneya Dewletê!
09:07 Bîrdal: Tecrîd pirsgirêka mafê mirovan e
09:07 ‘Êdî bes e ji zilma VEDAŞ’ê re’
09:06 Di ser hilweşandina Goristana Xerzanê de sê sal derbas bûn: Dest ji vê zilmê berdin
09:04 Erdemol: Ji YE biryara danekirinê derkeve wê Tirkiye gelek tiştan winda bike
09:04 Karkerên Atlas Globalê ji bo mafê xwe di çalakiyê de ne
09:04 Di pandemiyê de penabertî zehmet e
09:04 Roportaj dayîn jî, kirin sedema girtinê
09:00 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2020'AN
06/12/2020
19:28 Li Tirkiyê 195 kesên din jî mirin
18:30 Girtiyên li Duzceyê bang li raya giştî kirin
17:45 Li sêgoşeya Licê, Pasûr û Dara Hênê operasyona eskerî
16:59 Polîsan zarokek bi lêdanê binçav kirin
16:49 3 karkerên dibin qalibên betonê de man birîndar bûn
15:56 Ligel ku şer bi dawî bû jî, nobeta alê dewam dike
14:59 Zarokek serdevkî avêtin erdê, destê wî paşve kelepçekirî binçav kirin
14:25 Pitika di nava zeviya şewitî de ma, jiyana xwe ji dest da
12:28 Meclîsa Ciwanên HDP'ê: Em xwedî berxwedana girtiyan derkevin
11:43 Li Amedê xebatkareke din ê tenduristiyê jiyana xwe ji dest da
09:07 Bavê du girtiyan: Berî ku girtî dest bi rojiya mirinê bikin daxwazên wan qebûl bikin
09:07 Du hefte ye haya wê ji hevjînê wê yê bi Covîd-19'ê ketiye tune ye
09:06 Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê: Tevdîreke giştî ya ji bo 14 rojan divê
09:05 Li Dersimê hejmara kesên bi şewbê dikevin zêde dibe
09:05 ‘Cîhatê min li Sûrê çû, lê Cîhat Bager çêbû'
09:03 Qedexe ji bo wan birçîbûnî ye
09:01 Ûgûrlû: Xwedîderketina li grevên birçîbûnê xwedîderketina li azadiya civakê ye
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2020'AN
05/12/2020
21:10 Sebahat Tûncel jî dê dest bi greva birçîbûnê bike
19:39 196 kes mirin, 31 hezar û 896 kes jî pê ketin
19:00 Girtiyên di gerva birçîbûnê de ji bo 'têkoşîna bi hev re' bang kirin
17:10 Girtiyê nexweş Mehmet Yavûz serbest berdin
17:08 Binpêkirinên mafan ên piştî greva birçîbûnê yên li Girtîgeha Rihayê