Rêvebera TAJÊ Şengalî xwest Asayîşa Êzîdxan bê naskirin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêvebera TAJÊ Ferîde Şengalî, diyar kir ku ji hêla hikûmeta Iraqê ve bêdengiyeke mezin heye û got: "Em dizanin ku ev bêdengî wê bi xwe re xeteriyeke mezin bîne. Lê heya ku Asayîşa Êzîdxanê neyê naskirin em ê berxwe bidin.” 

Bertekên li dijî peymana li ser Şengalê ya di navbera Hikumeta Iraqê û Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya Federe di 9’ê Cotmeha 2020’an de hatibû îmzkirin, didomin. Piştî îmzekirina peymanê bi hezaran eskerên Iraqê derbasî Şengalê bûn. Bi van geşedanan re civaka Êzidî jî ji bo parastina herêma xwe li ber avahiyên Asayîşa Êzidxan dest bi nobetê kirin. Têkîldarî geşendanên dawî yên li Şengalê diqewimin, Rêvebera Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Ferîde Şengalî, nirxandinên girîng ji ajansa me re kirin. 
 
'DEMA ME TÊDIKOŞITA KES TUNE BÛ' 
 
Rêvebera TAJÊ Ferîde Şengalî, fermana di sala 2014'an de, li dijî gelê Şengalê pêk hatibû bibîrxist û wiha axivî: “Di demên herî zor û zehmet de kesek li Şengalê tune bû. Bi îmzekirina vê peymanê re me zanî ku wê Şengal bi xeteriyek mezin re rûbirû bimîne. Ewqas ferman anîn serê Şengalê, lê hîn jî têr nebûne. Bi vê peymanê dixwazin ku civaka Êzidî li ser rûyê cîhanê xelas bikin. Di navbera Bexda û Hewlerê de peyman hat îmzekirin. Lê ewê bi vê peymanê negihijin armanca xwe. Daxwaziyên wan dê pêk neyin. Raste vê peymanê bi xwe re xeteriyek mezin anî. Lê, li dijî wê jî berxwedana civaka Êzidî û dayikan derket holê. Civaka Êzîdî bi vê berxwedana xwe nehişt ku ew bikevin Şengalê. Di 2014'an de, hikûmeta Iraqê Şengal ter kir. Me şahidiya vê yekê kir. Dibêjin tiştek wisa tune ye, lê bi hezaran mînakên vê hene. Eskeran kincên xwe yên leşkerî avêtin û wisan ji vir derketin. Nezanin ku çawa xwe xelas bikin. Pişt re dîsa hêzên peşmergê hatin. Li gel hatina pêşmergeyan em kêfxweş bûn. Me got pêşmerge hatine û dê me biparêzin. Lê me nedizanî ku piştî 3 mehan ew jî wê me tenê bihêlin û dê me bifiroşin DAIŞ'ê. Bi hezaran peşmerge hebûn, lê yek ji wan jî, em ne parastin. Dema ku em li dijî zor û zehmetiyan têdikoşiya kesek tune bû.”
 
'BERXWEDANA MEZIN ÎSAL PÊK HAT' 
 
Şengalî, diyar kir ku wan tu salan qasî îsal civaka Êzidî ji xwe bawer neditiye û wiha got: “Em dizanîn ku peymana hatiye îmzekirin ne ji bo berjewendiyên wan ên siyasî ne. Ev peyman ji bo parastina civaka Êzidî nehatiye îmzekirin. Êdî ew jî dibînin ku civaka Êzidî hêzên xwe yên mîna YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê avakirine û rêxistinên sazî û dezgehên Şengalê çêbûne û ji ber wê jî naxwazin ku Êzidî bibin xwedî vîn û hêz. Ji ber vê yekê jî, dixwazin Şengalê xera bikin û Şengalê careke din bi xeteriyeke re rûbirû bihêlin. Dixwazin êzidiyên mayîn jî, tune bikin. Niha Hikûmeta Iraqê di nava aloziyê deye. Bila ewil aloziya di nava xwe de, çareser bikin. Di rastiyê de, naxwazin vîna êzidiyan derbikeve holê. Ji ber vê, dixwazin vê vînê bişkînin. Lê li dijî vê berxwedanek mezin îsal derket holê. Berxwedan û xwedî derketina herî mezin îsal pêk hat.”
 
'EMÊ GAV PAŞVE NE AVÊJIN’
 
Şengalî, anî ziman ku bi derketina qadan re ev peyman vala hat derxistin û wiha bilêv kir: “Ev peyman ne tenê, bi destên Iraq û PDK'ê hat îmzekirin. Di heman demê de, bi daxwaza Emerîka û Tirkiyeyê jî, hatiye amadekirin. Hêzêk mezin anîne Şengalê. Lê bila bizanin ku ew ê vala derbikevin. Dibêjin ku ew ê Şengalê ava bikin, lê ew ê ava nekin, xera bikin. Şeva ku hêzên leşkerî li Şengalê bi cih kirin şengalî gişt daketin qadan û li dijî vê sekinin. Niha ji 7 û heta 70’î salî herkes  ser piyane. Em ê nehêlin ku bikevin Asayîşa. Eger dest dirêjiyeke wisa çêbe, wê wateya êzidiyan a li Şengalê xelas bibe. Hemû cîhan berxwedana Şengalê dibîne. Ji meha Kanûnê ve heta niha, berxwedana gel bênavber didome. Heta ku ev berxwedana me digihîje serkeftinê em ê li qadan bin. Hikûmeta Iraqê vala derket. Heta ku Asayîşa Êzîdxan neyê naskirin, em ê dev ji berxwedanê bernedin.”
 
'BÊDENGIYEKE MEZIN HEYE' 
 
Rêvebera TAJÊ Ferîde Şengalî, di dawiya axaftina xwe de bang hestiyariyê kir û got: “Dixwazin ku derdora Asayîşa Êzîdxan dorbêç bikin. Lê ji ber tirsa gel nikarin nêzî Asayîşê bibin. Hikûmeta Iraqê niha bêdeng e. Di nava Bexdayê de, girseyiyên mezin çêbûne û di navbera wan girseyan û hikûmetê de pirsgirikên mezin hene. Em dizanin ku ev bêdengî wê bi xwe re xeteriyeke mezin bîne. Daxwaziya me ew e ku em weke civaka Êzidî li Şengalê bên nas kirin û xweseriya xwe bi dest bixin. Heta ku ji destê me were em ê tebikoşin. Bangawaziya me li tevahiya cîhanê ew ku li dijî vê bêhiqûqiyê deng bidin berxwedana civaka Êzidî.” 
 
MA/Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

08/01/2021
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2021'AN
07/01/2021
20:43 194 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:42 Li Kobaniyê gel kujerê jinekê darizand
16:57 Bertekên li dijî ‘rektorê qeyûm' nasekinin
15:44 Polîsan bîranîna Sakîne Cansiz asteng kir!
15:34 Birîna Ceyranê ya VEDAŞ’ê jina 72 salî bê oksijen hişt
15:21 Komkujiya Parîsê: Wê jin edaletê pêk bînin
15:12 Boriya avê ya MARSÛ’yê teqiya û esnafan perîşan kir
15:05 Hevşaredarê Êlihê nehat berdan
14:45 Serokê lijneya weşanê ya Weşanxaneya Zanîngeha Bogazîçiyê îstîfa kir
14:25 Li Edeneyê 2 ciwan hatin berdan
14:11 Hejmara 18’an a Kovara Dilopê derket
14:07 Fîdan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
14:03 KESK: Em li cem pêkhatiyên Bogazîçî ne
14:01 Ji DBP’ê banga tevlîbûna daxuyaniya yekitiya netewî
13:52 Ji derçûyên Bogazîçiyê kampanyaya îmzeyê
13:51 Ji xebatkarên tenduristiyê çalakiya rûniştinê
13:50 Îddîanameya ‘Lêpirsîna Kobanê’ hat qebûlkirin
13:40 HDP’ê serdana taxa ku ceyranê wê hatibû birîn kir
13:34 Jinan ji bo 9'ê Çileyê bang kirin: Em ê tu carî efû nekin
13:04 Ji HDP’ê pêşniyarqanûn: Bila amûrên paqijiyê ji jinan re bêpere bên dabînkirin
13:03 Trump qebûl kir: Wê derbasbûyineke bipergalî çêbe
12:50 Aykol: Bi serdegirtina avahiya Kongreyê cîhanê hişyar dike
12:28 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:03 Li Çewligê muzîkjenek hat kuştin
11:42 90 rojin hêj lêpirsîna 4 rojnamegeran bi dawî nebûye
11:42 Li Washingtonê 52 kes hatin binçavkirin
11:33 Aloziya li Amerîkayê di çapemeniya cîhanê de deng veda
11:32 Nûçeya Sakîne Cansiz hat sansurkirin
11:22 Helbestkar Ahmet Tellî beraet kir
11:16 Çekdarên PDK’ê daran dibirin
11:15 Li Esenlerê jinek hat kuştin
11:01 ATK: Aleyna Çakir hatiye kuştin
09:22 Greva birçîbûnê di roja 42'emîn de dewam dike
09:05 Ji ber nîşeyên derbarê pirtûkekê de cezayê hucreyê lê birîn
09:05 'Em naxwazin fikara pêşerojê li me peyda bibe'
09:05 Di 4 salan de tenê du 2 caran kurê xwe yê girtî û nexweş dîtiye
09:05 Polîs navê kesên ku diçin HDP'ê qeyd dikin
09:05 Beyoglû yê ku bi destê YSK'ê bû şaredar, erdên Rezanê parsêl bi parsêl difiroşe
09:05 Ji ber şewbê esntrumanên xwe firotin
09:05 Li ber HES'a ku tê xwestin li Çemê Zorê bê çêkirin rabûn
09:05 Bûyera înfazê ya li Çardêranê şandin DMME'yê
09:05 ‘Metîn Goktepe remza azadiya çapemeniyê ye'
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2021'AN
07:58 VEDAŞ'ê ceyrana taxê qût kir
06/01/2021
22:51 Li Cizîrê dayîkek 50'î salî hat binçavkirin
22:00 Li Basayê mirineke biguman
20:04 Hejmara kesên ku ji ber Covîd-19'ê mirin bû 22 hezar û 70
17:16 Jinan li dijî îstîsmarê banga seferberiya civakî kir
17:12 TJA'yê her şeş jinên siyasetmedar bi bîr anî
16:53 Tuncel: Dewlet siyasetmedarê kurd wek dijmin dibîne
16:47 Li Amedê 2 jê parêzer 3 kes mirî hatin dîtin
16:34 Li Edenê Meclîsa CiwanênYekgirtî hat avakirin
16:16 Ûca: Gelo Komkujiya Parîsê ji aliyê MÎT’ê ve hatiye kirin?
16:16 Xwendekarên ODTU piştgirî dan xwendekarên Bogazîçî
16:04 Hiqûqnasan tundiya li hemberî xwendekaran şermezar kir
15:31 Ji bo daxuyaniya yekîtiya neteweyî bang hat kirin
15:11 Sancar: Em ê bi berxwedanê sala 2021’an bikin sala avakirina înşayê
15:02 Rapora ÎHD ya zarokan: Şewba vîrûsê newekhevî zêde kir
14:54 Li Wanê 6 siyasetmedarên jin hatin bibîranîn
14:36 Ji TUAY-DER’ê berteka tecrîdê: Qanûnan pêk bînin
14:35 Dadgehê ji bo kuştina Dînk, biryara girtina 2 erkdarên îstîxbarê da
14:19 Jinên KESK’î: Ji bo parastina jiyanê em ê li qadan bin
14:19 37 sal in girtî ye û tenduristiya wî nebaş dibe
14:11 CPJ: Rojnameger Mehmet Aslan zû berdin
14:01 Xwendekarên Bogazîçiyê: Lêgerîna tazî îşkence ye
13:39 Ji bo kelemçeya deriyê Bogazîçiyê lêpirsîn hat destpêkirin
13:07 Gergerlîoglû: Xwendekaran di lêgerîna tazî re derbas kirin
12:42 Polîsan nehişt Keskîn bi xwendekarên binçavkirî re hevdîtinê bike
12:23 Li Qubînê ji ber lihevnekirina erd reveberê HDP'ê hat kuştin
12:05 HDP: Em piştgiriyê didin xwendekarên Bogazîçiyê
12:01 Ji DÎB’ê daxuyaniya tayînkirina rektor: Ji 12’ê Îlonê ve cara ewil e
11:54 Parêzerên Z.N. giliya astengiya hevdîtina pê re kirin
11:05 Li Dîlokê 11 siyasetmedar hatin berdan
10:55 Ji Kav banga greva birçîbûnê: Divê civak mil bide girtiyan
10:31 NûJINHA’yê dest bi weşanê kir
10:31 Hamzaoglu: Divê em li dijî sedemên qeyranê têbikoşin
09:58 Walîtiya Stenbolê protestoyên Bogazîçiyê qedexe kir
09:27 8 Meh şûnde rapora otopsiyê gihişt malbatê
09:26 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 41'emîn de berdewam dike
09:08 20 sal in xaniyan çêdike, lê hîn di xaniyê bikirê de ye
09:08 Serokatiya Meclîsê tespîta 'sûcê şer' ya NY'yê, wekî 'fikira şexsî' hesiband
09:07 Li Wanê xetereya aşûtê: Divê tûnelên berfê bên çêkirin
09:06 ‘Bila daxwazên rewa û mafdar ên girtiyan bên qebûlkirin'
09:06 Esnafên Amedê: Em perîşan bûne!
09:03 Çaralan: Êdî di têkiliyên Tirkiye û DYA de dê zor derkeve pêş
09:03 Berteka li dijî nebicîkirina tîpên kurdî: Zîhniyeta AKP’ê û qeyûm heman zîhniyet e
09:03 Malbata girtî: DAIŞ'î xistin beşa girtiyên siyasî
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:48 Operasyonên binçavkirinê li dijî xwendekarên Bogazîçiyê didomin
00:04 Rojnamevan jî di nav de 18 jin hatin berdan
05/01/2021
22:55 Li Colemêrgê 5 herêm hatin qedexekirin
21:23 TGS: Hevpîşeyên me berdin
20:22 194 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:16 Komîsyona Girtîgehan: Li girtîgehan îşkence didome
15:39 ‘Astengiya li pêş aştiyê tecrîd e’
14:49 Dayika Gulistan Dokû: We çi bi keça min kir?
14:30 Pirsa ku saleke tê kirin: Gulîstan Dokû li ku de rê ye?
13:55 Li Stenbolê pankartên ‘seferberiya mor’
13:32 Li ser gorê wan sê jinên siyasetmedar bi bîr anîn: Em soza we pêk tînin