Xelk ji ber bihabûnê bi gazinc e û bêzar bûye

img

STENBOL – Xelk bi girankirina bihayên mîna ceryan, gaza xwezayî re ket sala 2021’an. Welatî li hember bihakirina pêdiviyên jiyanê bi gazinc in û diyar kirin ku lîreyek di berîka wan de mîna sabûnê dihele û taqeta wan nemaye ku êdî ew qayişa xwe bişidînin. 

Beriya vîrûsa koronayê (Kovîd-19) li cîhanê belav bibe, rewşa aboriya Tirkiyê ne baş bû û krîza aborî pêk dihat. Bi şewbê re krîz aborî kûrtûr bû. Îqtîdara AKP’ê muçeya kêmane 500 lîre zem kir û îqtîdar îdea dike ku di aboriyê de tu pirsgirêk nîne. Lê rûyê rewşa krîza aborî bi sala nû 2021’an re xwe baş da nîşandan. Xelk bi bihakirina ceryan, gaza xwezayî, xercên pasaport û ehliyetê û gelek tiştên din re sala nû pêşwazî kir. Xelk hatiye asta birçîbûnê û li dijî vê yekê bi gazinc e. 
 
Li Stenbolê ev yek xwe baş dide nîşandan û li vî bajarê mezin hin esnafan ji ber krîza aborî derabeyên xwe girtine û hin esnaf hatine asta ku top biavêjin. Welatiyên li Stenbolê dijîn diyar dikin ku ew bi zehmetî xwe li ser pêya digirin û nikarin debara xwe bikin û di rojên zor û dijwar de derbas dibin. Welatî dibêjin ku êdî ew taqeta wan nemaye ku navtenga xwe bişidînin. 
 
SER KRÎZÊ TÊ NIXIMANDIN 
 
Farûk Erayta (50) ê li ser dezgehê garis difiroşe û debara xwe pê dike diyar kir ku bi şewba koronayê re karê wî ber bi xerabiyê ve çûye û beşek mezin a civakî bi krîza aborî re rûbirû maye. Erayta anî ziman ku bi zemên nû re taqeta wan nemaye ku tiştekî bikirin û got: “Ev ne bes e, îqtîdar radibe û rûdinê û dibêje aboriyê baş nîşan dide. Îqtîdar ser krîza aborî diniximîne. Muçeya kêmane kirin 2 hezar û 800 lîre lê ew bikin 5 hezar lîre jî tu feydeya wê nîne. Ya girîng ew e ku însan dikaribe tiştekî bikire û debara xwe bike. Mafê kedê nîne û edalet jî nîne. Ji bo çareserkirina krîza aborî pêdivî bi guhertinek zîhniyet û pergalê heye.” 
 
‘HER ROJ SEBZE NAYÊ XWARINÊ’ 
 
Selahattîn Alçin (75) ê bi muçeyê teqewîtê debara xwe dike jî destnîşan kir ku ew ji van zemên nû bi gazinc in û got: “Ez 2 hezar û 200 lîre muçeya teqewîtê digirim. Hezar û 700 lîre jê didim heqê kirê, av, ceryan û gaza wezayî. Em bi pereyê mayîn jî hewl didin zikê xwe têr bikin. Lê têr nake. Her tişt pir biha ye. Kolîyek hêkan bûye 30 lîre. Kîloyek penêr bûye 60 lîre. Kîloyek firîngî bûye 10 lîre. Kîloyek bacanê reş bûye 9 lîre. Em ê çawa debara xwe bikin? Li bazarê sê poşet tişt nakirî 200 lîre digire. Kîloya goşt derketiye 80 lîreyî. Her roj sebze jî nayê xwarin.” 
 
ÎQTÎDAR DI NAVAL LUKSÊ DE Û KARKER JÎ DI NAVA HEJARIYÊ DE 
 
Abdulselam Ardiç ê karkerê înşatê jî destnîşan kir ku her çiqas îqtîdara AKP’ê bêje “aboriya me baş e” jî lê her kes dizane ku aboriya Tirkiyê têk çûye û wiha got: “Nemae li Stenbolê debar gelek zor e. Ji bo me serê mehê û dawiya mehê nemaye. Em diçin marketê bêyî tiştekî bikirin dizivirin malê. Sedema herî mezin a aboriyê bêedaletî ye. Serkirde û alîgir di nava jiyanek luks de dijîn û karker û feqîr jî di nava hejariyê de ne.” 
 
'LÎREYEK DI BERÎKA ME DE MÎNA SABÛNÊ DIHELE’ 
 
Mehmet Sedat Yildirim (38) ê esnaf ku bi mehane kar nekiriye destnîşan kir ku aboriya welat serûbin bûye û wiha got: “Şertên jiyana esnaf, karker û kedkaran her ku diçe nebaş dibe. Rewşa welat qet nebaş e. Feqîr û belengaz di rewşek zor de ne. Sala par niakaribûn maskeyan li xelkê belav bikin. Rewşa karkeran diyar e. Muçeya kêmane kirin 2 hezar û 800 lîre. A rast divê ne wisa bûya. Zatê li Qesrê divê vî muçeyî bikira 3 hezar û 500 lîre da ku karkeran dikaribûya nefesê bigirin. Bila bizanibin ku însan hene. Rejîma koletiyê ji roja roj ve didome. Ji dewlemendan tiştek nabe lê belê lîreyek di berîka esnafan de mîna sabûnê dihele. Welatî ji ber şidandina qayîşê bêtaqet bûne.” 
 
'AKP NIKARE TIRKIYÊ BIRÊVE BIBE’ 
 
Zeynep Şîmşek a li şirketek taybet jî karê muhasebeyê dike jî anî ziman ku di hilberînê de bizdandinbûyîn, têrnekirina desteka ji bo berhemdar û zêdebûn îthalafê krîza li welat roj bi roj kûr dike. Şîmşek da zanîn ku feqîr her ku diçe feqîrtir dibe û dewlemend jî her ku diçe dewlemendtir dibe û AKP nikare Tirkiyê birêve bibe. 
 
MA / Îdrîs Sayilgan 
 

Sernavên din

08/01/2021
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2021'AN
07/01/2021
20:43 194 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:42 Li Kobaniyê gel kujerê jinekê darizand
16:57 Bertekên li dijî ‘rektorê qeyûm' nasekinin
15:44 Polîsan bîranîna Sakîne Cansiz asteng kir!
15:34 Birîna Ceyranê ya VEDAŞ’ê jina 72 salî bê oksijen hişt
15:21 Komkujiya Parîsê: Wê jin edaletê pêk bînin
15:12 Boriya avê ya MARSÛ’yê teqiya û esnafan perîşan kir
15:05 Hevşaredarê Êlihê nehat berdan
14:45 Serokê lijneya weşanê ya Weşanxaneya Zanîngeha Bogazîçiyê îstîfa kir
14:25 Li Edeneyê 2 ciwan hatin berdan
14:11 Hejmara 18’an a Kovara Dilopê derket
14:07 Fîdan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
14:03 KESK: Em li cem pêkhatiyên Bogazîçî ne
14:01 Ji DBP’ê banga tevlîbûna daxuyaniya yekitiya netewî
13:52 Ji derçûyên Bogazîçiyê kampanyaya îmzeyê
13:51 Ji xebatkarên tenduristiyê çalakiya rûniştinê
13:50 Îddîanameya ‘Lêpirsîna Kobanê’ hat qebûlkirin
13:40 HDP’ê serdana taxa ku ceyranê wê hatibû birîn kir
13:34 Jinan ji bo 9'ê Çileyê bang kirin: Em ê tu carî efû nekin
13:04 Ji HDP’ê pêşniyarqanûn: Bila amûrên paqijiyê ji jinan re bêpere bên dabînkirin
13:03 Trump qebûl kir: Wê derbasbûyineke bipergalî çêbe
12:50 Aykol: Bi serdegirtina avahiya Kongreyê cîhanê hişyar dike
12:28 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:03 Li Çewligê muzîkjenek hat kuştin
11:42 90 rojin hêj lêpirsîna 4 rojnamegeran bi dawî nebûye
11:42 Li Washingtonê 52 kes hatin binçavkirin
11:33 Aloziya li Amerîkayê di çapemeniya cîhanê de deng veda
11:32 Nûçeya Sakîne Cansiz hat sansurkirin
11:22 Helbestkar Ahmet Tellî beraet kir
11:16 Çekdarên PDK’ê daran dibirin
11:15 Li Esenlerê jinek hat kuştin
11:01 ATK: Aleyna Çakir hatiye kuştin
09:22 Greva birçîbûnê di roja 42'emîn de dewam dike
09:05 Ji ber nîşeyên derbarê pirtûkekê de cezayê hucreyê lê birîn
09:05 'Em naxwazin fikara pêşerojê li me peyda bibe'
09:05 Di 4 salan de tenê du 2 caran kurê xwe yê girtî û nexweş dîtiye
09:05 Polîs navê kesên ku diçin HDP'ê qeyd dikin
09:05 Beyoglû yê ku bi destê YSK'ê bû şaredar, erdên Rezanê parsêl bi parsêl difiroşe
09:05 Ji ber şewbê esntrumanên xwe firotin
09:05 Li ber HES'a ku tê xwestin li Çemê Zorê bê çêkirin rabûn
09:05 Bûyera înfazê ya li Çardêranê şandin DMME'yê
09:05 ‘Metîn Goktepe remza azadiya çapemeniyê ye'
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2021'AN
07:58 VEDAŞ'ê ceyrana taxê qût kir
06/01/2021
22:51 Li Cizîrê dayîkek 50'î salî hat binçavkirin
22:00 Li Basayê mirineke biguman
20:04 Hejmara kesên ku ji ber Covîd-19'ê mirin bû 22 hezar û 70
17:16 Jinan li dijî îstîsmarê banga seferberiya civakî kir
17:12 TJA'yê her şeş jinên siyasetmedar bi bîr anî
16:53 Tuncel: Dewlet siyasetmedarê kurd wek dijmin dibîne
16:47 Li Amedê 2 jê parêzer 3 kes mirî hatin dîtin
16:34 Li Edenê Meclîsa CiwanênYekgirtî hat avakirin
16:16 Ûca: Gelo Komkujiya Parîsê ji aliyê MÎT’ê ve hatiye kirin?
16:16 Xwendekarên ODTU piştgirî dan xwendekarên Bogazîçî
16:04 Hiqûqnasan tundiya li hemberî xwendekaran şermezar kir
15:31 Ji bo daxuyaniya yekîtiya neteweyî bang hat kirin
15:11 Sancar: Em ê bi berxwedanê sala 2021’an bikin sala avakirina înşayê
15:02 Rapora ÎHD ya zarokan: Şewba vîrûsê newekhevî zêde kir
14:54 Li Wanê 6 siyasetmedarên jin hatin bibîranîn
14:36 Ji TUAY-DER’ê berteka tecrîdê: Qanûnan pêk bînin
14:35 Dadgehê ji bo kuştina Dînk, biryara girtina 2 erkdarên îstîxbarê da
14:19 Jinên KESK’î: Ji bo parastina jiyanê em ê li qadan bin
14:19 37 sal in girtî ye û tenduristiya wî nebaş dibe
14:11 CPJ: Rojnameger Mehmet Aslan zû berdin
14:01 Xwendekarên Bogazîçiyê: Lêgerîna tazî îşkence ye
13:39 Ji bo kelemçeya deriyê Bogazîçiyê lêpirsîn hat destpêkirin
13:07 Gergerlîoglû: Xwendekaran di lêgerîna tazî re derbas kirin
12:42 Polîsan nehişt Keskîn bi xwendekarên binçavkirî re hevdîtinê bike
12:23 Li Qubînê ji ber lihevnekirina erd reveberê HDP'ê hat kuştin
12:05 HDP: Em piştgiriyê didin xwendekarên Bogazîçiyê
12:01 Ji DÎB’ê daxuyaniya tayînkirina rektor: Ji 12’ê Îlonê ve cara ewil e
11:54 Parêzerên Z.N. giliya astengiya hevdîtina pê re kirin
11:05 Li Dîlokê 11 siyasetmedar hatin berdan
10:55 Ji Kav banga greva birçîbûnê: Divê civak mil bide girtiyan
10:31 NûJINHA’yê dest bi weşanê kir
10:31 Hamzaoglu: Divê em li dijî sedemên qeyranê têbikoşin
09:58 Walîtiya Stenbolê protestoyên Bogazîçiyê qedexe kir
09:27 8 Meh şûnde rapora otopsiyê gihişt malbatê
09:26 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 41'emîn de berdewam dike
09:08 20 sal in xaniyan çêdike, lê hîn di xaniyê bikirê de ye
09:08 Serokatiya Meclîsê tespîta 'sûcê şer' ya NY'yê, wekî 'fikira şexsî' hesiband
09:07 Li Wanê xetereya aşûtê: Divê tûnelên berfê bên çêkirin
09:06 ‘Bila daxwazên rewa û mafdar ên girtiyan bên qebûlkirin'
09:06 Esnafên Amedê: Em perîşan bûne!
09:03 Çaralan: Êdî di têkiliyên Tirkiye û DYA de dê zor derkeve pêş
09:03 Berteka li dijî nebicîkirina tîpên kurdî: Zîhniyeta AKP’ê û qeyûm heman zîhniyet e
09:03 Malbata girtî: DAIŞ'î xistin beşa girtiyên siyasî
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:48 Operasyonên binçavkirinê li dijî xwendekarên Bogazîçiyê didomin
00:04 Rojnamevan jî di nav de 18 jin hatin berdan
05/01/2021
22:55 Li Colemêrgê 5 herêm hatin qedexekirin
21:23 TGS: Hevpîşeyên me berdin
20:22 194 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:16 Komîsyona Girtîgehan: Li girtîgehan îşkence didome
15:39 ‘Astengiya li pêş aştiyê tecrîd e’
14:49 Dayika Gulistan Dokû: We çi bi keça min kir?
14:30 Pirsa ku saleke tê kirin: Gulîstan Dokû li ku de rê ye?
13:55 Li Stenbolê pankartên ‘seferberiya mor’
13:32 Li ser gorê wan sê jinên siyasetmedar bi bîr anîn: Em soza we pêk tînin