‘Rojeva derbarê mafên heywanan de hewldaneke nûkirina makyajê ye'

  • rojane
  • 09:04 23 Çile 2021
  • |
img

ENQERE - Parlementera CHP'ê Gulîzar Bîçer Karaca, diyar kir ku îqtidara rojeva Qanûna Mafên Heywanan ji xwe re kiriye malzemeya hilbijartinê û Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaşê jî ji bo vê got: "Hewldana nûkirina makyajê." 

 
Serokwekîlê Koma AKP'ê Mûhammet Emîn Akbaşoglû di daxuyaniya xwe ya dawî de got: "Xebatên derbarê mafên heywanan de hatin kirin. Çend hefte şûn de em ê qanûna wê çêbikin." Lê belê bi salan e îqtidar çêkirina Qanûna Mafên Heywanan taloq dike. 
 
Hemû partî di sala 2011'an de pêşnûmaya qanûna navbirî çêkiribûn û li hev kiribûn û berpêşî Serokatiya Meclîsê kiribûn. Lê belê ji ber kêmasiyên wê hebûn gelekî hatibû nîqaşkirin û ji sala 2014'an ve heya niha hatiye sekinandin. Ji bo vê di sala 2019'an de Komîsyona Mafên Heywanan a Meclîsê hat avakirin. Di nav komîsyonê de hemû partî hene û xebatên qanûna navbirî temam kirine û raporeke 55 rûpelî amade kirine.  
 
Endama Komîsyona Şopandina Binpêkirinên Mafên Heywanan Parlementera CHP'ê ya Denîzliyê Gulîzar Bîçer Karaca, diyar kir ku îqtidarê derbarê amadekariyên qanûnê de serî li dîtina muxalefetê nedaye û got: "Di amadekarina raporê de em jî hebûn. Me pir rica kir ku di merhaleya amadekarina vê qanûnê de dîtina me jî esas bê girtin. Lê mixabin esas negirtin. Raporek heye ku hemû partiyan bi yekdengî qebûl kiriye. Di vê raporê de 55 xalên derbarê qanûna mafên heywanan hene. Hêvîdar im pêşniyarên tê de giş bên nirxandin." 
 
JI BO HILBIJARTINÊ YE 
 
Karaca, bilêv kir ku kengî qanûna mafên heywanan bibe rojev, piştî wê hilbijartinek çêdibe û got: "Beriya hilbijartina 24'ê Hezîranê qanûna mafên heywanan kiribûn rojev. Dû re hilbijartina 24'ê Hezîranê çêbû. Piştî vê gava Birêz bînalî yildirim bûbû namzetê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ev yek cardin bûbû rojev û komîsyon hat avakirin. Ne rast e di ser dostên me yên ku em bi hev re heman ekosîstemê parve dikin, diyaset bê kirin. Çi çax hêza civakî ya AKP'ê qels dibe, ji bo cardin piştgirî bê dayîn qanûna mafên heywanan bi kar tîne. Hêvîdar im nebe malzemeyeke siyasetê. Hilbijartina pêşwext divê, lê divê ev di ser qanûna mafên heywanan re neyê kirin." 
 
NÛKIRINA MAKYAJÊ 
 
Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş ku derbarê Qanûna Mafên Heywanan de teklîfa qanûnê kiribû, anî ziman ku di mewzûata cezayî de ku îqtidar cardin li ser disekine, muameleya xirab a li dijî heywanan tune ye. Beştaş, destnîşan kir ku divê ji ber muameleya xirab a li heywanan tê kirin cezayên giran bên birîn. 
 
Beştaş, destnîşan kir ku îqtidar teklîfên qanûnan û pêşniyazpirsên derbarê mafên heywanan de esas nagire û got: "Berê jî çend caran hatibû gotin dê di vî warî de hin gav bên avêtin, lê tenê gotin, nekirin. Niha îqtidar cardin wekî ku pir bi mafên heywanan re eleqedar e, tevdigere. Heger bera jî xwedî li wan derketa, di 19 salên îqtidara xwe de ger hin tişt bikira. Heger xwedî li wan derketa, wê teklîfên me yên qanûnê têxista rojeva desteyê. Ji bo li ser pêyan bisekine, pêdiviya wê bi hin makyajan heye. Tişta niha carin ji bo heywanan tîne zimên, tenê hewldana nûkirina makyajê ye. Her wiha ji ber ku em bi naveroka guherandina qanûna ku behs dikin nizanin, em nizanin bê ka yên gavên baş bên avêtin an na. Helbet gava tiştekî baş be û bê meclîsê em ê piştgiriyê bidinê." 
 
MA / Dîren Yûrtsever

Sernavên din

27/01/2021
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2021'AN
26/01/2021
21:46 Şenoglû: Dê têkoşîna me dewam bike
20:09 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 25 hezar û 344
16:45 Gokhan Guneş: Tazîkirî îşkence li min kirin
16:25 Rêya Wan û Miksê hefteyeke girtî ye
16:16 Li şûna ceyranê deterjanê dan penaberên sûriyeyî
16:13 Nîşankirina malên elewiyan hat protestokirin
16:06 ‘Li zindanan grev heye, bibe deng û hevrê’
15:59 Di operasyona Licê de leşker mînîbusên sivîl bi kar tînin
15:54 Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû tehliye bû
15:49 KCD, TJA, DBP û HDP’ê serdana Kercews û Heskîfê kir
15:36 Kaja Kallas bû yekemîn serokwezîra jin a Estonyayê
15:21 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
14:42 Kolberên di bin aşûtê de mabûn hatin veşartin
14:39 Parlementer Koçyîgît lêgerîna tazî ji Wezîr Gul pirsî
14:37 Li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê tedawî bipere ye
14:28 Kamaç: PÎA'yê xwe di wîcdanê gel de ava kiriye
13:47 Buldan: Yekane rêya têkçûna DAIŞ'ê ya yekîtiya têkoşîna gelan e
13:44 Hillary Clînton wê berxwedana YPJ’ê bike rêze fîlm
13:41 TJA û HDP'ê li Şirnexê serdana malbatên girtiyan kirin
13:08 Berdevkê Koalîsyonê Marotto rizgarkirina Kobanê pîroz kir
12:59 Hevserokê HDP’ê yê di bin çavan de: Ne posterên Ocalan, serdegirtin derveyî qanûnan e
12:48 Serlêdana hevdîtina ji bo Ocalan careke din hat redkirin
12:05 Li Îdirê jinek hat qetil kirin
11:48 Li Îranê 4 zilaman jinek qetil kir
11:39 Piştî qedexeyê li Bagokê tevgera helîkopteran çêbû û binçavkirina des pê kir
11:18 Li Amedê endama MYK’a HDP’ê hat binçavkirin
11:06 Dadgeha Bilind du sal in dosya girtî lêkolîn nake
10:48 Li Gumgumê operasyona leşkerî dest pê kir
10:37 Leşkerekî amedî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:09 Hevseroka KNK'ê Zeynep Mûrad: Ji bo dagirkirina xaka Kurdistanê amadekariyên mezin hene
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê koma 13’emîn dewr girt
09:11 Ji bo heqê xwarinê fatûreyeke 11 hezar TL'yî şandine mala girtî
09:08 Mexdûrên erdhejê: Birînên me necebirandin
09:07 Cîgirê qeyûm keça xwe kir şêwirmend
09:07 Hefteyê 4 jin ji ber tahdeyê serî li Rosayê didin
09:06 Bajarê ku kuçe, kolan, çiya, zozan û mêrgên wê qedexekirî
09:05 Yerlîkaya: Di warê derzîkirinê de jî pêvajoyeke nepêbawer tê birêvebirin
09:05 Genç: KCD, hêviya jiyana bi hev re ye
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:38 Malbatan piştî 8 rojan cenazeyên kolberan ji bin aşûtê derxistin
08:13 Gokhan Guneş hat berdan
25/01/2021
20:14 137 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:59 Malbatan xwe gihand cenazeyê kolberekî ku di bin aşûtê de mabû
16:53 Li Rihayê bav û kur hatin binçavkirin
16:46 Dayik Guneş: Dewlet cihê kurê min dizane
16:35 Li Licê 27 kes hatin girtin
16:31 Zaroka ku bi awayekî guman mir gilî kiriye ku êrîşa zayendî lê hatiye kirin
16:11 4 fezleke pêşkêşî meclisê hatin kirin
16:11 HDK û pêkhateyên wê: Şenoglû serbest berdin
15:57 Kalê 70 salî yê maşîneya zirxî lê qelibî bi ser hişê xwe ve hat
15:50 Kanar: Serdegirtina HDP'ê li dijî AYM'ê ye
15:10 DAD’ê ajansa me ziyaret kir
15:08 ‘Hêza yekitiyê dê tecrîdê bişkîne'
13:57 ÎHD: Tanboga û Guler serbest berdin
13:29 Siyasetmedarên kurd Taniş û Denîz hatin bîranîn
13:17 Ew qas erebeyên zirxî bi kîve diçin?
12:54 Ji meşa piştevaniyê ya Guvenê re daxwaza ceza
12:53 TUHAY-DER: Daxwazên girtiyan pêk bînin
12:45 Ji bo qeyûm û burokratên îthalê torpîla meaş
12:17 Ji DÎB’ê biryara konferansa demokrasiyê
11:15 Li Çewlikê resmê xizaniyê
11:04 Danişîna rojnameger Suren hat taloqkirin
11:00 78 girtiyan xwest sewqî Îmraliyê bibin
10:53 ‘Zanîngeha Jinan’ wê newekheviyan kûrtir bike'
10:20 Li Esenyûrtê mirinek bi guman
10:17 DAIŞ'ê qetilkirina hevserokên jin girt ser xwe
09:34 Siyasetmedarê Kurd Metîn Adûgît hat definkirin
09:34 Çalakiya greva birçîbûnê du meh li pey xwe hiştin
09:11 Di bûyerên revandinê de tenê reng û marqeya wesayîtan guherî
09:10 ‘Stenbol dengê wan dibihîze lê Serokkomar na
09:10 Kurkçu: Tecrîdkirina Ocalan li hemû civakê belav dibe
09:04 Penaberên ceyrana wan hatiye birîn: Ji ber tunebûna êzingan em kincan dişewitînin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2021'AN
24/01/2021
21:08 Hejmara miriyên Kovid-19’ê 25 hezaran derbas bûn
16:27 Leşkerê pêl mayinê kir jiyana xwe ji dest da
16:25 Faîlê tecawizê hat girtin
15:35 Katircioglû: Nîşa serkeftinê li dijî desthilata ku jana dayikan bi kar tîne ye
15:27 ÎHD û Baroya Amedê: Biryara DMME’yê bi cih bînin
14:26 Midurê Polisan soza radestkirina Guneş da malbata wî
13:55 Avci: Wêneyê Esenyûrtê yên beriya 6 mehan e
13:37 Ji bo kolberên di bin aşûtê de xebatên lêgerînê dest pê kirin
13:17 Cenazeyê Adûgît ji bo otopsiyê birin Erziromê
12:59 Li Wanê kesek binçav kirin
11:58 Bi banga HDP'ê nûnerên 160 rêxistinên sivîl li hev civiyan
11:49 Ji bo Serhedê hişyariya cemed û aşûtê
11:39 Hevserokên HDP’a Esenyûrtê hatin berdan
10:56 Polisan bi ser avahiyê HDP’ê ya Esenyûrtê de girtin
10:55 Di rapora leşkerê kurd de gumana ‘cînayetê’
09:28 'Di şexsê parêzeran de civak tê tepisandin'
09:27 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 59’emîn de berdewam dike
09:26 Li Şirnexê 15 herêm heta salekê hatin qedexekirin
09:25 Paylan: Heya pirsgirêka kurd çareser nebe dê aborî baş nebe
09:24 'Bi cezayê hepsa malê muxalifan ji civakê dûr dixin'
09:23 Halê çandinî û sewalvaniyê ne tu hal e: Bila qedexekirina mêrgan bê betalkirin
09:21 Biryara derbarê cezakirina rojnamevan de: Weşanên dijî dewletê
09:20 ‘Divê îşkenceya tecrîdê ya Îmraliyê bi dawî bibe'
09:08 Di tapo kadastroyê de derbarê 4 hezar û 628 kesî de lêpirsîna bertîlstendinê
09:07 '20 sal in em li bendê ne ku dê derî lê bikeve û wê bavê min bê'
09:04 'Em vê hişmendiya qedexekir û neqanûnî şermezar dikin'