Xwendekarên di bin çavan de îşkence li wan hatiye kirin: Em ê paşde gav navêjin

img
ENQERE – Xwendekarên ku ji ber çalakiya xwe yapiştgiriya çalakiya xwendekarên Bogazîçiyê hatibûn binçavkirin û di bin çavan de îşkence li wan hatibû kirin ev tişt gotin: “Em ê paşde gav navêjin”.
 
Xwendekarên ku li Enqerê piştgirî dabûn çalakiya xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê ya li dijî tayînkirina rektorê qeyûm Melîh Bûlû yê AKP’î hatibûn binçavkirin. Polisan, di bin çavan de tundî li xwendekaran kiribûn û wan di îşkenceyê re derbas kiribûn. Xwendekarên ku hatin berdan serboriyên xwe yên di bin çavan de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegotin. 
 
HÊZA PIŞTEVANIYÊ 
 
Xwendekar Dogûş Ozdemîr ku polisan 2 diranên wî şikandine, diyar kir ku polisan piştî ku destê wî bi pişt wî ve kelemçe kirine wî li erdê dirêj kirine û bi pêhînan lê xistine û wiha got: “Di pêhînan 3 an jî 4’an de diranê min şikiyan. Niha pozê min werimandiye ez bi zorê bêhn didim û digirim. Ji berk u leva min jî çirandî ye nikarim xwarinê bixwim. Ez ê kêfxweşiya polisan a ji ber îşkenceya li me qet ji bîr nekim. Li gel ku ez bi ser hişê xwe ve çûm jî bi saetan min dan sekinandin. Hejmara zêdebûna polisan tirsa lêgerîna heq, edalet û azadiyê ye. Me careke din hêza berxwedan û piştevaniyê dît û nîşan da. Divê berxwedan ne tenê heta qewirandina qeyûm heta hilweşandina textê desthilatan bidome û qet tavîz neyên dayîn.”
 
‘DITIRSIN’
 
Xwendekara Zeynep Ulger jî ku hatibû binçavkirin û îşkence lê hatibû kirin, da zanîn ku beriya bên qadê polisan êrişî wan kiriye û ev tişt gotin: “Ne li bendê bûn ku ewqas xwendekar bên. Me got em ê bên qadê û gotina xwe bibêjin. Ji ber ku tirsiyan hemû Kizilayê dorpêç kirin. Ji ber ku di dorpêçê de îşkence hebû nexwestin çapemenî dîmenan bikişîne. Me li erdê dirêj kirin û destê me bi pişt ve kelemçe kirin. Piştre bi pêhînan li medan. Hin hevalên me ji ser hişê xwe ve çûn. Pêl sere hevalêkî me kirin û berçavka wî di ser çavê wî de şikandin. Li nexweşxanê jî xwestin destê me kelemçe bikin. Poliseke jin ji min re got, ‘Tu nikarî xwe ji polisê dewletê re gur bikî’ û porê min kaş kir û li serê min da. Ji ber ku em mafdar bûn ji îşkenceya polisan netirsiyan. Em ê dîsa bi heman berxwedanî bidomînin. Em natirsin û bi wêrekiya xwe li vir in. Ên ditirsin ew in. Em ê li tu derî qeyûman nehêlin. Heta çûna qeyûman em ê li ber xwe bidin. Ew ê biçin em ê li vir bin.”
 
‘EM TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN’
 
Xwendekar Erturk Soysal jî ev tişt vegotin: “Li laşê gelek hevalên me şopên îşkenceyê hene. Em ê bi torên xwe yên piştevaniyê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî rektorên qeyûm û êrişên ku li akademiyê tên kirin berdewam bikin. Em bang li hemû hevalên xwe yên xwendekar dikin ku piştevaniya komên me bikin û têkoşînê mezin bikin.”
 

Sernavên din

08/02/2021
09:03 Nûnerên rêxistinên çapemeniyê: Divê Dîndar Karataş serbest were berdan
09:03 ‘Polîsan xwest milên min bişkînin’
09:03 ‘Divê li dijî tecrîd û binpêkirinên mafan berteka civakî li pêş bikevin’
09:03 Porf. Sulikowski: Li Bogazîçiyê ne terorîzm berxwedan heye
09:03 Bîlmez: Neçûna CPT’iyê ya Îmraliyê kêmasiyek mezin e
09:01 26 sal in li hestiyê keça xwe digere
09:01 Qeyûmê Mêrdînê pere dane burokrat, endamên darazê, operasyon û AKP’iyan
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2021'AN
07/02/2021
20:58 Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Unal hat girtin
20:57 112 kesên din jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
20:56 Li Erdexanê jinek hat qetilkirin
17:56 Eskeran ciwanê 20 salî birîndar kir
16:14 HDP wê sibe starta kampanyeya “Ji bo her kesî edalet” bide
16:05 83 rêxistinên civakî piştgirî dan Zanîngeha Bogazîçî
15:49 Li Omeryan liv û tevgera eskerî dewam dike
15:16 Kesên hatin binçavkirin: Daxuyaniya Walî bê bingeh e
13:43 Xwendekara Mîmar Sînan Bûldag hat binçavkirin
13:13 Endamê Meclîsa Ciwanên HDP'ê Unal hat binçavkirin
11:52 Qeyûmê Amedê îhale dan şîrketên Konya û Enqereyê
10:08 Li Sûrê cenazeyek hat dîtin
09:27 Prz. Çîçek: Girtî bi baweriya azadiya fîzîkî ya Ocalan ketine grevê
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 73'yemîn de didome
09:04 5 sal in li cenazeyê Hacera xwe digere
09:03 Doza Qeyûmê Mêrdînê: Gava Yaman çûye tenê 1 TL di qaseyê de hiştiye
09:02 Hejmara ewil a Rojnameya Zarokan Solfasol derket
09:02 Jina ku ji bo zanistê têkoşiya: Marie Curie
09:02 Gulum: Êrîşên li ser HDP'ê nîşaneya bêçaretiya AKP'ê ye
09:01 Egîtîm Sen: Ne dersa bijarte, perwerdehiya bi zimanê zikmakî
09:01 ‘Daxwaza rakirina tecrîda li Îmraliyê hiqûqî ye’
09:01 Jinên pêşengiya meha Xizir dikin: Duayên me ji bo aştiyê ne
09:01 Rojnameger Karataş dertê pêşberî dadger: Em ê rojnamegeriyê nedin darizandin
09:00 Pereyê ji bo daweta xwe kom kiriye dide kirê
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2021'AN
06/02/2021
19:24 108 kes mirin, 7 hezar û 897 kes jî bi Covîd-19'ê ketin
18:42 Hevseroka HDP'a Sûltangaziyê Zadsan hat girtin
17:17 4 kesên li Licê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:16 Komîsyona ÎHD: Girtiyên nexweş ne xistin teqwîma derzîkirinê
17:11 6 kesên li Semsûrê hatibûn kuştin hatin veşartin
14:50 ÎHD'ê faîlên Ayşenûr Şîmşekê pirsî
14:48 Hêj 12 salî bû binçav kirin û winda kirin
14:42 Li gorî rêjeya nifûsê derzîkirina herî kêm li bajarên herêmê tê kirin
14:11 88 rojnameger girtî ne
46 rojnameger hatin darizandin
14:08 'Bila girtiyê nexweş Abî yê rewşa wî giran dibe bê berdan’
13:38 4’emîn Konserên Amîda wê îşev bê weşandin
13:31 37 salin li heviya hatina bavê xwe ye
13:20 Li Şirnexê sîxur hat dîtin
12:54 Paylan: Dema avakirina pergaleke nû ya aboriyê hatiye
12:53 2 endamên HDP'ê yên Meclîsa Bajar a Mûşê ji peywirê dûr xistin
11:35 Li dijî zordariya li ser girtiyên Kurd ên Rojhilat kampanya haştagê
10:46 Zilamê Sureyya Buyuk kuşt hat girtin
09:59 Bi fermana Erdogan li Helebê zanîngeh tê vekirin
09:58 Şêrko Kanîwar: Ji bo zarokên vî welatî bê muzîk nemînin alîkariya Zarok Ma’yê bikin
09:31 Eliyas: Pêşîlêgirtina fermanek din di dest me de ye
09:30 Bi destûra Erdogan rektor tayînî 11 zanîngehan kirin
09:17 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 72'an de didome
09:17 Êzidî ji ber zordestiya eşîretê nikarin erdên xwe biajon
09:16 Li kesên tevli meşa yekîtiyê bûbûn 41 hezar TL ceza hat birîn
09:16 Qeyûm îhaleyan dide şîrketên bajarên din
09:13 Hevjîna Mehmet Tûnç: Em ê serî netewînin
09:13 Romana nû ya nivîskar Hacay Yilmaz derçû
09:12 Rewşa darazê di mirineke gumanbar de ye
09:12 'Bi qedexeyan ser binpêkirinên mafan tê girtin'
09:11 Eksîk: Bi tecrîdê hêviya ji bo aştiyê tê tunekirin
09:10 Seyla Benhabîb: AKP, mafê xwerêvebirinê yê zanîngehan bin pê dike
09:10 Xebatên xwe bi koma xwendinê didomînin
09:09 Li gel şertên dijwar jî ew kevneşopiya koçeriyê didomînin
09:08 Weşanên Avesta 3 jê werger 5 pirtûkên nû çap kir
09:00 ROJEVA 6'Ê SIBATA 2021'AN
08:52 Polîsan 2 jinên ku li Îzmire binçav kirin tazî kirin
08:40 30 kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
05/02/2021
19:56 110 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
17:03 Xwendekarên Hacettepeyê piştgirî dan xwendekarên Bogazîçiyê
16:29 Li Wanê di qezaya trafîkê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:12 HDP: Em ê têkoşîn û piştevaniya xwe bidomînin
16:06 Dozger ji Demîrtaş re ceza xwest
16:05 Ji ber mirina gumanbar a jinekê kesek hat binçavkirin
16:04 Polîsan li Enqereyê mudaxileyî çalakiya Bogazîçiyê kir
15:32 OHD û TUHAY-DER: Mafên girtiyan tên binpêkirin
15:05 Foza Yûsiv: DAÎŞ û Tirkiye ji Şoreşa Jinê ditirsin
14:59 Dozgeriyê derbarê hedef nîşandana HDP'ê de biryara neşopandinê da
14:58 Xwendekarên Enqerê: Çavên me wê li asîman, azadiyê be
14:45 Demîrtaş: Darbe li siyasetê hat kirin em û li pêşberî hiqûqê hesab bipirsin
14:14 Li Îzmîrê ‘Hevdîtinên kar û nan’ didomin
14:13 Li Bedlîsê sercerdevan hatin binçavkirin
14:03 Akademîsyenên ODTU piştgirî dan Bogazîçî
13:24 Akademîsyenan carek din pişta xwe dan rektoriyê
13:06 Nûçegihana me Rojîn Altay hat berdan
13:06 Di salekê de160 ciwan hatin revandin: Kesên nepen kî ne?
13:05 Melek Îpek: Keçên min edî bêtir aram in
13:04 HDP: Bêhiqûqiyên li Cizîrê pêk hatine bila bên lêkolînkirin
12:48 Rejîma Îranê 3 kolberên din jî birîndar kir
12:33 Eskeran di operasyona Liceyê de 13 welatî binçav kirin
12:02 HDP çû serdana CHP’ê
12:00 Dozgerê Enqereyê li Ahmet Şik lêpirsîn vekir
11:42 Chomsky piştgirî da xwendekarên Bogazîçiyê: Berxwedana wan wêrek û bi rûmet e
10:51 Li Girtîgeha Turkoglû serê girtiyan şikandin
10:41 Dadgeha herêmî îşkence red kir wî jî serî li AYM'ê da
10:25 'Di 2017'an de faşîzma postalê û di 2021'an de jî faşîzma kelepçeyê'
10:25 Îdianameya derbarê 33 jinan de ji paragrafekê pêk tê
10:14 Ozsoy: CPT'î wê şopdarê Îmraliyê be