Meclîsa Jinan a HDP’ê: Rakirina tecrîdê daxwaza jinane jî

img
ENQERE – Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, bi bîr xist ku çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê hatiye destpêkirin, di roja 70’iyan de dewam dike û got: “Rakirina tecrîdê daxwaza jinane ne jî.” 
 
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, li Navenda Giştî ya partiya derbarê rojevên jinan de civîna çapemeniyê li dar xist. Başaran, çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de zêde bûn hatiye destpêkirin bibîr xist û got: “Çalakiya greva birçîbûnê di roja 70’iyan de dewam dike. Girtiyan bedenên xwe ji birçîbûnê re razandine. Li bendêne ku hiqûq bê bi cih anîn. Ji bo ku siyaseta qeyûm, kîn û neyartiyê bi dawî bibe, hewl didin dengê xwe bigihînin rayedaran. Daxwaza rakirina tecrîdê, daxwaza jinane jî. Divê ev daxwaz tavilê bê pêşwazîkirin.” 
 
DIVÊ MAKEZAGON BÊ NÎQAŞKIRIN'
 
Başaran, di dewama axaftina xwe de bal kişand seer gotina Serokkomar Tayyîp Erdogan a "hewcehî bi destûreke nû heye" û wiha axivî: "Di hefteya borî de Erdogan gotibû ku hewceyî bi destûreke nû heye. Duh jî Serokê MHP’ê Bahçelî piştgirî da vê daxuyaniyê û got 'belê hewceyî bi destûreke nû heye.' Rast e, makezagoneke nû ji Tirkiyeyê re lazim e. Lê lazim e ku ev makezagon bi rê û rêbazên demokrasiyê bên çêkirin. Dema ku demokrasî tûnebe, fikrên cuda di nava vê makezagonê de tunebin, ev kêmasiyeke mezin e. Dema ku îktidar û tifaqa xwe werin bêjin me mekazagoneke nû nivîsiye, hûn jî piştgiriyê bidin vê yekê ev pirsgirêk mezintir e. Ji ber vê jî, beriya her tiştî divê rewşek demokratîk hebe ku ev makezagon were nîqaşkirin."
 
'PIRSGIRÊKA KURD TÊ ÎNKARKIRIN'
 
Başaran, têkildarî çareserkirina pirsgirêka Kurd jî ev nirxandin kir: "Beriya her tiştî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd lazim e ku  tecrîda giran a li ser Birêz Ocalan were rakirin. Em ê fikrên xwe li ser çareseriya pirsgirêka Kurd a di çarçoveya destûra nû de berfireh di pêşerojê de parve bikin. Îro pirsgirêka Kurd pirsgirêka herî girîng û mezin e li Tirkiyeyê. Em her tim rê û rêbazên çareseriyê tînin ser ziman. Îro bêhiqûqiyeke mezin heye. Li zindanan girtiyên siyasî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bangewaziyê dikin. Tecrîdeke giran di kesayetiya birêz Ocalan de li ser çareseriya pirsgirêka Kurd heye. Pirsgirêka Kurd tê înkarkirin. Lewma ji bo çareseriyê beriya her tiştî lazim e ev tecrîda giran li ser birêz Ocalan were rakirin. Em dixwazin ev politîkayên ku Kurdan înkar dikin û li ser asîmîlasyona Kurdan tên meşandin werin rakirin. Di pêşerojê de em ê li ser makezagona nû berfireh daxwaz û nêrînên xwe bi raya giştî re parve bikin."
 
TÊKOŞÎNA HEVPAR 
 
Başaran, diyar kir ku ewê dest ji têkoşînan jinan bernedin û wiha bilêv kri: "Berê jî me  ji bo tundî û êrîşên li ser jinan, di platformên cuda de bangawazî kiribû. Me gotibû ku divê 'Meclîs bi awayekê lezgîn kom bibe û di vê mijarê de bergiriyan bigire.' Belê divê Meclîsa bi lezgînî kom bibe û li dijî tevkujiya jinan bikeve nava tevgerê. Hêza herî mezin a ku Meclîsê bixe nava tevgerê, em jinîn. Ji ber ku îro Meclîs ji aliyê zilamên serdest ve tê birêve birin. Em li wirin. Emê weke Meclîsa Jinan a HDP'ê têkoşîna xwe li Meclîsê dewam bikin. Em ê li qadan, kolan û koçeyan û di hemû qadên jiyanê de têkoşîna xwe dewam bikin. Em bawer dikin ku emê bi ser bikevin. Ji ber vê, her jina ku li ber xwe dide, ji bo me  pir girînge. Hemû jinên dest ji têkoşîna xwe bernadin ji bo me bi nirx, hêja û girîngin. Werin em hemû bi hev re dengê xwe bilind bikin û li dijî vê siyaseta dijminane ya li ser jinan, têkoşîna xwe ya hevpar bi rêve birin."

Sernavên din

08/02/2021
09:03 Nûnerên rêxistinên çapemeniyê: Divê Dîndar Karataş serbest were berdan
09:03 ‘Polîsan xwest milên min bişkînin’
09:03 ‘Divê li dijî tecrîd û binpêkirinên mafan berteka civakî li pêş bikevin’
09:03 Porf. Sulikowski: Li Bogazîçiyê ne terorîzm berxwedan heye
09:03 Bîlmez: Neçûna CPT’iyê ya Îmraliyê kêmasiyek mezin e
09:01 26 sal in li hestiyê keça xwe digere
09:01 Qeyûmê Mêrdînê pere dane burokrat, endamên darazê, operasyon û AKP’iyan
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2021'AN
07/02/2021
20:58 Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Unal hat girtin
20:57 112 kesên din jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
20:56 Li Erdexanê jinek hat qetilkirin
17:56 Eskeran ciwanê 20 salî birîndar kir
16:14 HDP wê sibe starta kampanyeya “Ji bo her kesî edalet” bide
16:05 83 rêxistinên civakî piştgirî dan Zanîngeha Bogazîçî
15:49 Li Omeryan liv û tevgera eskerî dewam dike
15:16 Kesên hatin binçavkirin: Daxuyaniya Walî bê bingeh e
13:43 Xwendekara Mîmar Sînan Bûldag hat binçavkirin
13:13 Endamê Meclîsa Ciwanên HDP'ê Unal hat binçavkirin
11:52 Qeyûmê Amedê îhale dan şîrketên Konya û Enqereyê
10:08 Li Sûrê cenazeyek hat dîtin
09:27 Prz. Çîçek: Girtî bi baweriya azadiya fîzîkî ya Ocalan ketine grevê
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 73'yemîn de didome
09:04 5 sal in li cenazeyê Hacera xwe digere
09:03 Doza Qeyûmê Mêrdînê: Gava Yaman çûye tenê 1 TL di qaseyê de hiştiye
09:02 Hejmara ewil a Rojnameya Zarokan Solfasol derket
09:02 Jina ku ji bo zanistê têkoşiya: Marie Curie
09:02 Gulum: Êrîşên li ser HDP'ê nîşaneya bêçaretiya AKP'ê ye
09:01 Egîtîm Sen: Ne dersa bijarte, perwerdehiya bi zimanê zikmakî
09:01 ‘Daxwaza rakirina tecrîda li Îmraliyê hiqûqî ye’
09:01 Jinên pêşengiya meha Xizir dikin: Duayên me ji bo aştiyê ne
09:01 Rojnameger Karataş dertê pêşberî dadger: Em ê rojnamegeriyê nedin darizandin
09:00 Pereyê ji bo daweta xwe kom kiriye dide kirê
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2021'AN
06/02/2021
19:24 108 kes mirin, 7 hezar û 897 kes jî bi Covîd-19'ê ketin
18:42 Hevseroka HDP'a Sûltangaziyê Zadsan hat girtin
17:17 4 kesên li Licê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:16 Komîsyona ÎHD: Girtiyên nexweş ne xistin teqwîma derzîkirinê
17:11 6 kesên li Semsûrê hatibûn kuştin hatin veşartin
14:50 ÎHD'ê faîlên Ayşenûr Şîmşekê pirsî
14:48 Hêj 12 salî bû binçav kirin û winda kirin
14:42 Li gorî rêjeya nifûsê derzîkirina herî kêm li bajarên herêmê tê kirin
14:11 88 rojnameger girtî ne
46 rojnameger hatin darizandin
14:08 'Bila girtiyê nexweş Abî yê rewşa wî giran dibe bê berdan’
13:38 4’emîn Konserên Amîda wê îşev bê weşandin
13:31 37 salin li heviya hatina bavê xwe ye
13:20 Li Şirnexê sîxur hat dîtin
12:54 Paylan: Dema avakirina pergaleke nû ya aboriyê hatiye
12:53 2 endamên HDP'ê yên Meclîsa Bajar a Mûşê ji peywirê dûr xistin
11:35 Li dijî zordariya li ser girtiyên Kurd ên Rojhilat kampanya haştagê
10:46 Zilamê Sureyya Buyuk kuşt hat girtin
09:59 Bi fermana Erdogan li Helebê zanîngeh tê vekirin
09:58 Şêrko Kanîwar: Ji bo zarokên vî welatî bê muzîk nemînin alîkariya Zarok Ma’yê bikin
09:31 Eliyas: Pêşîlêgirtina fermanek din di dest me de ye
09:30 Bi destûra Erdogan rektor tayînî 11 zanîngehan kirin
09:17 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 72'an de didome
09:17 Êzidî ji ber zordestiya eşîretê nikarin erdên xwe biajon
09:16 Li kesên tevli meşa yekîtiyê bûbûn 41 hezar TL ceza hat birîn
09:16 Qeyûm îhaleyan dide şîrketên bajarên din
09:13 Hevjîna Mehmet Tûnç: Em ê serî netewînin
09:13 Romana nû ya nivîskar Hacay Yilmaz derçû
09:12 Rewşa darazê di mirineke gumanbar de ye
09:12 'Bi qedexeyan ser binpêkirinên mafan tê girtin'
09:11 Eksîk: Bi tecrîdê hêviya ji bo aştiyê tê tunekirin
09:10 Seyla Benhabîb: AKP, mafê xwerêvebirinê yê zanîngehan bin pê dike
09:10 Xebatên xwe bi koma xwendinê didomînin
09:09 Li gel şertên dijwar jî ew kevneşopiya koçeriyê didomînin
09:08 Weşanên Avesta 3 jê werger 5 pirtûkên nû çap kir
09:00 ROJEVA 6'Ê SIBATA 2021'AN
08:52 Polîsan 2 jinên ku li Îzmire binçav kirin tazî kirin
08:40 30 kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
05/02/2021
19:56 110 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
17:03 Xwendekarên Hacettepeyê piştgirî dan xwendekarên Bogazîçiyê
16:29 Li Wanê di qezaya trafîkê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:12 HDP: Em ê têkoşîn û piştevaniya xwe bidomînin
16:06 Dozger ji Demîrtaş re ceza xwest
16:05 Ji ber mirina gumanbar a jinekê kesek hat binçavkirin
16:04 Polîsan li Enqereyê mudaxileyî çalakiya Bogazîçiyê kir
15:32 OHD û TUHAY-DER: Mafên girtiyan tên binpêkirin
15:05 Foza Yûsiv: DAÎŞ û Tirkiye ji Şoreşa Jinê ditirsin
14:59 Dozgeriyê derbarê hedef nîşandana HDP'ê de biryara neşopandinê da
14:58 Xwendekarên Enqerê: Çavên me wê li asîman, azadiyê be
14:45 Demîrtaş: Darbe li siyasetê hat kirin em û li pêşberî hiqûqê hesab bipirsin
14:14 Li Îzmîrê ‘Hevdîtinên kar û nan’ didomin
14:13 Li Bedlîsê sercerdevan hatin binçavkirin
14:03 Akademîsyenên ODTU piştgirî dan Bogazîçî
13:24 Akademîsyenan carek din pişta xwe dan rektoriyê
13:06 Nûçegihana me Rojîn Altay hat berdan
13:06 Di salekê de160 ciwan hatin revandin: Kesên nepen kî ne?
13:05 Melek Îpek: Keçên min edî bêtir aram in
13:04 HDP: Bêhiqûqiyên li Cizîrê pêk hatine bila bên lêkolînkirin
12:48 Rejîma Îranê 3 kolberên din jî birîndar kir
12:33 Eskeran di operasyona Liceyê de 13 welatî binçav kirin
12:02 HDP çû serdana CHP’ê
12:00 Dozgerê Enqereyê li Ahmet Şik lêpirsîn vekir
11:42 Chomsky piştgirî da xwendekarên Bogazîçiyê: Berxwedana wan wêrek û bi rûmet e
10:51 Li Girtîgeha Turkoglû serê girtiyan şikandin
10:41 Dadgeha herêmî îşkence red kir wî jî serî li AYM'ê da
10:25 'Di 2017'an de faşîzma postalê û di 2021'an de jî faşîzma kelepçeyê'
10:25 Îdianameya derbarê 33 jinan de ji paragrafekê pêk tê
10:14 Ozsoy: CPT'î wê şopdarê Îmraliyê be