Bavê ku kurê wî tevlî DAIŞ’ê bû: Derbasî Tirkiyeyê bûye, dibe ku erişa xwekujiyê pêk bîne

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Fatîh Dag ku bi salane ketiye pey şopa kurê xwe Ahmet Arîf Dag ê tevlî DAIŞ’ê bûye diyar kir ku agahiyên ku kurê wî derbasî Tirkiyeyê bûye bi dest xistine. Dag, bi fikar e ku lawê wî êrişa xwekujiyê pêk bîne.
 
Fatîh Dag ê 46 salî ku li Çewlikê dijî, ji 3 salan zêdetire li kurê xwe yê tevlî DAÎŞ’ê bûye digere. Ahmet Arîf Dag ku di sala 2018’an bi gotina “ez diçim seyranê” ji malê derket û êdî venegerî malê, bi çar hevalên xwe ve tevlî DAIŞ’ê bû. Dag ku ji wê rojê ve lawê xwe digere û deriyek nameye ku lêbixe, bi hewldanên xwe di demekî nêzîk de agahiyên ku kurê wî derbasî Tirkiyeyê bûye bi dest xistine. Dag bi fikar e ku lawê wî êrişa xwekujiyê pêk bîne. Dag, endamên DAÎŞ’ê çawa mejiyê lawê wî şuştine û hewldana xwe ya bi salan vegot.
 
CIL Û BERGÊN WÎ HATIN GUHERTIN
 
Dag anî ziman ku lawê wî di sala 2013’yan de li Çewlikê ji lîseya pîşe û bazirganiyê mezûn bûye û wiha got: “Ji bo ku kurê min stajê bibîne me şand cem xizmê me F.D.’yê karê kompîtûrê dike. Piştî ku li cem vî kesî staj dît me ferq kir ku di cil û bergên wî û fikrên wî de guhertin çêbûye. Me di vê mijarê de gelek caran ew hişyar kir lê her tim ji me re digot ‘hûn kafir in’. Piştî demekê jî diçû Islah-Der’a li Beşyola Çewligê.” Dag da zanîn ku weke wan bi sedan malbatan giliyê van komeleyên ku mejiyê ciwanan dişon û ji DAIŞ’ê re dişinîn kirine û wiha axivî: “Ji ber têkildarî van komeleyan tu kirarî nehatin kirin li gel astengkirina me jî dîsa kurê min diçû û dihat vê komeleyê. Piştî demekê kurê min di sala 2017’an de hat girtin û 2 mehan di Girtîgeha Çewligê de ma." 
 
GOTIN ‘DI GIRTÎGEHÊ DE BIGIRIN’
 
Dag diyar kir ku ji ber guhertina kurê xwe bi fikar bûn, çûn bi dozger re axivîn ku kurê wî di girtîgehê de bê girtin û wiha berdewam kir: “Piştî ku kurê min ji girtîgehê hat berdan ez pê re axivîm. Ji min re got ‘min êdî zanî ka ev kî ne, ez êdî naçim cem wan'. Lê me xapand. Di 28’ê îlona 2017’an ji holê winda bû.”
 
KET PEY KURÊ XWE
 
Dag destnîşan kir piştî ku kurê wî winda bû li wî û hevalê wî Cîhat Yilmaz geriya lê li gel telefona her du kesan lê dixist jî tu bersiv negirtin û got: “Piştî ku bersiv nedan telefonên xwe ez çûm cem hevalê wan yê bi navê Abdulazîz. Wî jî got ‘3-4 rojan bisekine wê derkeve holê ka sînor derbaskirine an derbasnekirine’. Pişt re ez çûm Miduriyeta Polîsan a Çewligê. Li Şaxa TEM’ê ya maseya DAIŞ’ê rewşa kurê xwe ji wan re vegot. Li gel ku min ji wan re got telefona kurê min lê dixe jî ne ketin pey sînyala telefonê ne jî tiştekî din kirin. Min serî li dozgeriyê da dîsa tu encam bi dest nexist. Piştî ku min fêm kir lawê xwe bi vî şiklî nabînim ez bi hewldanên xwe ketim pey şopa kurê xwe.”
 
DI RÊXISTINÊN HUCREYÊ DE DERKET
 
Dag anî ziman ku dema li pey şopa kurê xwe digeriya bi hin malbatên din yên zarokên wan tevlî DAIŞ’ê bûn nas kirin û wiha domand: “Bi wan malbatan re em ketin nava dan û standina agahiyan. Dîsa min hewl da ku xwe bigihînim kesên li Çewligê tevlî DAÎŞ û El Nûsrayê bûne ku agahiyan ji wan bigirim. Di vê navberê de ez hîn bûm ku kurê min di nav rêxistina hucreyê de ye. Helbet ewil min nezanî ev tê çi wateyê. Hêdî hêdî hîn bûm ku rêxistinên hucreyê ew tîmên ku êrişên xwekujiyê dikinin. Van kesan ji kesên ji heman rêxistinê jî vedişêrin.”
 
DU CARAN PÊ RE KET TÊKILIYÊ
 
Dag destnîşan kir ku bi kurê xwe yê ketiye pey şopa wî re, cara ewil di 23'yê nîsana 2018’an de li ser Facebookê pê re ketiyê têkiliyê û wiha got: “Ez li bendê bûm ku kurê min bêje ez poşman im lê min dêna xwe dayê ku nêrînên xwe bi min dide qanihkirin. Piştî vê têkçûna xeyala min a qanihkirinê heta 6 mehan min bi tu awayî bi kurê xwe re têkilî nedanîn. Di kanûna 2018’an de careke din bi Facebookê bi wî re ketim têkiliyê. Ji min re got zewicî ye û wê zarokekî wan çêbibe. Min jî got piştî ku zewicî be nabe êrişkarekî xwekuj. Pişt re bi temamî têkiliyên me qût bûn.”
 
HAT TIRKIYEYÊ Û ÇÛ
 
Dag da zanîn ku beriya salek û nîvan dema li kurê xwe digeriya, bi kesên ku xwe wek “îstîxbarat” bi nav dikirin, ên xwe gihandina hevjîna wî ya ku bi hevre najîn re hevdîtinek kiriye û wiha domand: “Muhtemelen ji ber van kesan şopa kurê min winda kirine xwestine agahiyê ji me bigirin. Wan kesan got ‘herî dawî kurê we li Idlîbê hatiye dîtin lê me zewicandina piştrast nekir. Dibe ku we xapandibe’. Pişt re di encama lêkolînên min de hîn bûm ku kurê min di nîsana 2020’an de hatiye Tirkiyeyê û dîsa vegeriyaye cihê xwe. Xwestine bi ser navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê re biçin lê nikaribûne biçin, li ser vê yekê di ser Hatayê de derbasî Idlîbê bûne. Piştî demekê li wir mane derbasî cihekî bi navê ‘El Bûkemal’ ê di sînorê Suriyeyê û Iraqê de bûne.”
 
‘EZ DITIRSIM KU XWE BI TEQÎNE' 
 
Dag diyar kir ku lêgerînên xwe didomîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di demekî nêzîk de min agahiya ku kurê min careke din hatiye Tirkiyeyê bi dest xist. Kurê min di nava rêxistineke hov de cih digire. Ez bi fikar im ku kurê min li cihekî çalakiya xwekujiyê pêk bîne û zirarê bide sivîlan. Bi vê fikarê dixwazim dengê min bê bihîstin. Jiyan diyarî mirovan hatiye kirin. Mafê tu kesê tune ku vê ji mirovan bigire. Min vê gelek caran ji kurê xwe re jî got. Ez pê ne bawerim ku tiştekî wisa bike lê dîsa jî li gorî agahiyên min bi dest xistine fikarên min zêde bûne. Ez dizanim ku min kurê xwe ji aliyê zihnî ve winda kiriye lê dema êrişeke xwekujiyê pêk bîne, hin kesan bikuje ez ê aciz bibim. Ji bo ku ji vê yekê re bibim asteng tişta ji destê min tê dikim. Em bê çare ne. Gelek malbatên weke min bê çare hene.”
 
MA / Omer Çelik
 

Sernavên din

08/02/2021
09:03 Nûnerên rêxistinên çapemeniyê: Divê Dîndar Karataş serbest were berdan
09:03 ‘Polîsan xwest milên min bişkînin’
09:03 ‘Divê li dijî tecrîd û binpêkirinên mafan berteka civakî li pêş bikevin’
09:03 Porf. Sulikowski: Li Bogazîçiyê ne terorîzm berxwedan heye
09:03 Bîlmez: Neçûna CPT’iyê ya Îmraliyê kêmasiyek mezin e
09:01 26 sal in li hestiyê keça xwe digere
09:01 Qeyûmê Mêrdînê pere dane burokrat, endamên darazê, operasyon û AKP’iyan
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2021'AN
07/02/2021
20:58 Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Unal hat girtin
20:57 112 kesên din jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
20:56 Li Erdexanê jinek hat qetilkirin
17:56 Eskeran ciwanê 20 salî birîndar kir
16:14 HDP wê sibe starta kampanyeya “Ji bo her kesî edalet” bide
16:05 83 rêxistinên civakî piştgirî dan Zanîngeha Bogazîçî
15:49 Li Omeryan liv û tevgera eskerî dewam dike
15:16 Kesên hatin binçavkirin: Daxuyaniya Walî bê bingeh e
13:43 Xwendekara Mîmar Sînan Bûldag hat binçavkirin
13:13 Endamê Meclîsa Ciwanên HDP'ê Unal hat binçavkirin
11:52 Qeyûmê Amedê îhale dan şîrketên Konya û Enqereyê
10:08 Li Sûrê cenazeyek hat dîtin
09:27 Prz. Çîçek: Girtî bi baweriya azadiya fîzîkî ya Ocalan ketine grevê
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 73'yemîn de didome
09:04 5 sal in li cenazeyê Hacera xwe digere
09:03 Doza Qeyûmê Mêrdînê: Gava Yaman çûye tenê 1 TL di qaseyê de hiştiye
09:02 Hejmara ewil a Rojnameya Zarokan Solfasol derket
09:02 Jina ku ji bo zanistê têkoşiya: Marie Curie
09:02 Gulum: Êrîşên li ser HDP'ê nîşaneya bêçaretiya AKP'ê ye
09:01 Egîtîm Sen: Ne dersa bijarte, perwerdehiya bi zimanê zikmakî
09:01 ‘Daxwaza rakirina tecrîda li Îmraliyê hiqûqî ye’
09:01 Jinên pêşengiya meha Xizir dikin: Duayên me ji bo aştiyê ne
09:01 Rojnameger Karataş dertê pêşberî dadger: Em ê rojnamegeriyê nedin darizandin
09:00 Pereyê ji bo daweta xwe kom kiriye dide kirê
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2021'AN
06/02/2021
19:24 108 kes mirin, 7 hezar û 897 kes jî bi Covîd-19'ê ketin
18:42 Hevseroka HDP'a Sûltangaziyê Zadsan hat girtin
17:17 4 kesên li Licê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:16 Komîsyona ÎHD: Girtiyên nexweş ne xistin teqwîma derzîkirinê
17:11 6 kesên li Semsûrê hatibûn kuştin hatin veşartin
14:50 ÎHD'ê faîlên Ayşenûr Şîmşekê pirsî
14:48 Hêj 12 salî bû binçav kirin û winda kirin
14:42 Li gorî rêjeya nifûsê derzîkirina herî kêm li bajarên herêmê tê kirin
14:11 88 rojnameger girtî ne
46 rojnameger hatin darizandin
14:08 'Bila girtiyê nexweş Abî yê rewşa wî giran dibe bê berdan’
13:38 4’emîn Konserên Amîda wê îşev bê weşandin
13:31 37 salin li heviya hatina bavê xwe ye
13:20 Li Şirnexê sîxur hat dîtin
12:54 Paylan: Dema avakirina pergaleke nû ya aboriyê hatiye
12:53 2 endamên HDP'ê yên Meclîsa Bajar a Mûşê ji peywirê dûr xistin
11:35 Li dijî zordariya li ser girtiyên Kurd ên Rojhilat kampanya haştagê
10:46 Zilamê Sureyya Buyuk kuşt hat girtin
09:59 Bi fermana Erdogan li Helebê zanîngeh tê vekirin
09:58 Şêrko Kanîwar: Ji bo zarokên vî welatî bê muzîk nemînin alîkariya Zarok Ma’yê bikin
09:31 Eliyas: Pêşîlêgirtina fermanek din di dest me de ye
09:30 Bi destûra Erdogan rektor tayînî 11 zanîngehan kirin
09:17 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 72'an de didome
09:17 Êzidî ji ber zordestiya eşîretê nikarin erdên xwe biajon
09:16 Li kesên tevli meşa yekîtiyê bûbûn 41 hezar TL ceza hat birîn
09:16 Qeyûm îhaleyan dide şîrketên bajarên din
09:13 Hevjîna Mehmet Tûnç: Em ê serî netewînin
09:13 Romana nû ya nivîskar Hacay Yilmaz derçû
09:12 Rewşa darazê di mirineke gumanbar de ye
09:12 'Bi qedexeyan ser binpêkirinên mafan tê girtin'
09:11 Eksîk: Bi tecrîdê hêviya ji bo aştiyê tê tunekirin
09:10 Seyla Benhabîb: AKP, mafê xwerêvebirinê yê zanîngehan bin pê dike
09:10 Xebatên xwe bi koma xwendinê didomînin
09:09 Li gel şertên dijwar jî ew kevneşopiya koçeriyê didomînin
09:08 Weşanên Avesta 3 jê werger 5 pirtûkên nû çap kir
09:00 ROJEVA 6'Ê SIBATA 2021'AN
08:52 Polîsan 2 jinên ku li Îzmire binçav kirin tazî kirin
08:40 30 kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
05/02/2021
19:56 110 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
17:03 Xwendekarên Hacettepeyê piştgirî dan xwendekarên Bogazîçiyê
16:29 Li Wanê di qezaya trafîkê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:12 HDP: Em ê têkoşîn û piştevaniya xwe bidomînin
16:06 Dozger ji Demîrtaş re ceza xwest
16:05 Ji ber mirina gumanbar a jinekê kesek hat binçavkirin
16:04 Polîsan li Enqereyê mudaxileyî çalakiya Bogazîçiyê kir
15:32 OHD û TUHAY-DER: Mafên girtiyan tên binpêkirin
15:05 Foza Yûsiv: DAÎŞ û Tirkiye ji Şoreşa Jinê ditirsin
14:59 Dozgeriyê derbarê hedef nîşandana HDP'ê de biryara neşopandinê da
14:58 Xwendekarên Enqerê: Çavên me wê li asîman, azadiyê be
14:45 Demîrtaş: Darbe li siyasetê hat kirin em û li pêşberî hiqûqê hesab bipirsin
14:14 Li Îzmîrê ‘Hevdîtinên kar û nan’ didomin
14:13 Li Bedlîsê sercerdevan hatin binçavkirin
14:03 Akademîsyenên ODTU piştgirî dan Bogazîçî
13:24 Akademîsyenan carek din pişta xwe dan rektoriyê
13:06 Nûçegihana me Rojîn Altay hat berdan
13:06 Di salekê de160 ciwan hatin revandin: Kesên nepen kî ne?
13:05 Melek Îpek: Keçên min edî bêtir aram in
13:04 HDP: Bêhiqûqiyên li Cizîrê pêk hatine bila bên lêkolînkirin
12:48 Rejîma Îranê 3 kolberên din jî birîndar kir
12:33 Eskeran di operasyona Liceyê de 13 welatî binçav kirin
12:02 HDP çû serdana CHP’ê
12:00 Dozgerê Enqereyê li Ahmet Şik lêpirsîn vekir
11:42 Chomsky piştgirî da xwendekarên Bogazîçiyê: Berxwedana wan wêrek û bi rûmet e
10:51 Li Girtîgeha Turkoglû serê girtiyan şikandin
10:41 Dadgeha herêmî îşkence red kir wî jî serî li AYM'ê da
10:25 'Di 2017'an de faşîzma postalê û di 2021'an de jî faşîzma kelepçeyê'
10:25 Îdianameya derbarê 33 jinan de ji paragrafekê pêk tê
10:14 Ozsoy: CPT'î wê şopdarê Îmraliyê be