Êzidî ji ber zordestiya eşîretê nikarin erdên xwe biajon

img
ÊLIH - Malbata Karabûlût, erdên kurdên êzidî nade wan. Êzidiyên ku di sala 1992'yan de ji ber zext û zoriyan koçber bûne, gava çûne Ewropayê bi emanetî erdên xwe dane malbata Karabûlût û niha nikarin erdên xwe bajon. Bi ser de tim bi êrîşan re rû bi rû dimînin.    
 
Kurdên êzidî yên ku ji gundê Kelhok ê navçeya Qubînê ya Êlihê, gava ji ber zext û zoriyan ji bêgavî koç kirine û çûne Ewropayê, di sala 1992'yan de li hizûra noterê erdên xwe bi emanetî dane malbata Karabûlûtê. Lê di Newroza sala 2013'an de gava Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo pêvajoya diyalogê bang kiribû, ew jî vegeriyabûn gundê xwe û xwestibûn erdê xwe bajon. Lê ji ber ku malbata Karabûlûtê çav berdaye erdê wan, wan jî serî li Dadgeha Hiqûqê ya 2'yan a Êlihê dabû. 
 
ERDÊN WAN XESP KIRINE 
 
Piştî 8 salan dadgehê biryar daye ku malbata Karabûlûtê dev ji erdên wan berde. Lê belê malbata Karabûlûtê guh li biryara dadegehê nake û erdê wan nade wan. Her wiha ev eşîreta navbirî bi ser de 4 caran êrîş biriye ser wan û tahde li wan kiriye. 
 
Kurdê êzidî Nedîm Erkîş û 5 kesên pê re, di 17'ê Kanûna 2019'an de li navenda bajêr bi êrîşa malbata Karabûlûtê re rû bi rû mabûn. Piştî vê êzidî ji bêgavî cardin berê xwe dabûn Almanyayê. 
 
Di Kanûna 2020'an de cardin vegeriyane gund û vê carê jî bi êrîşan û gefan re rû bi rû mane. Malbatên ku nêzî 3 meh in li Êlihê li otêlekê dimînin, ji bo êrîş neyê ser wan hewl didin ku di nezareta cendirmeyan de erdê xwe bajon. Lê belê vê carê jî ji ber gefên eşîretê traktor bi dest wan nakave ku erdên xwe bajon. 
 
Nedîm Erkîş, diyar kir ku ji bo ku erdên xwe bajon 3 meh berê cardin hatine gund, lê belê malbata Karabûlûtê dest daniye ser erdê wan û ji ber vê nikarin erdê xwe bajon. 
 
‘XETA ME YA SOR E' 
 
Erkîş, bilêv kir ku li gor edeta êzidiyan erd nayên firotin û got: "Gorên me li wir in. Ev xeta me ya sor e. Em ê erdên xwe bi îcare jî nedin kesî. Em dixwazin erdên xwe bajon. Lê astengiyan datînin ber me."
 
Erkîş, diyar kir ku wesayît û amûrên ku ji bo ajotina erd tînin jî kesên ku erdên wan xespkirine nahêlin wan bi kar bînin û got: "Wesyaîtên çandiniyê yên ku em kirê dikin, ji ber gefên wan em nikarin wan bişixulînin. Ji traktorê bigire heya bi gelek amûr û alavên din ên çandiniyê. Nahêlin em wan bibin nav erd. Em çûn cem kê, gotin eşîret nahêle. Lê em ê bi hawayekî hel bikin. Em ê çandiniyê bikin." 
 
LI OTÊLÊ DIMÎNIN 
 
Erkîş, anî ziman ku biryara dadgehê niha li Dadgeha Bilind e û got: "Bihêlin em li ser axa xwe bijîn. Em çend sal berê koçber bûn. Lê piştî pêvajoya aştiyê em hatin. Em doza ên xwe dikin. Em tiştekî zêde naxwazin. Em êzidî êdî naxwazin ji wir koçî wir bikin. Bû du car e em tên, lê ji dêvla gundê xwe em ji bêgavî li otêlê dimînin." 
 
MA / Fethî Balaman 

Sernavên din

11/02/2021
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2021'AN
10/02/2021
23:54 Li Garê 2 esker mirin
20:49 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 27 hezar û 93
17:35 Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê hat damezrandin
16:53 Bayindir: Ev sedsal wê bibe sedsala gelê Kurd
16:09 Dr. Gokalp hat berdan
16:02 Bernameya kampanya ‘ji bo jinan edalet’ diyar bû
15:50 Ji Zanîngeha Galatasarayê piştevaniya ji bo Bogazîçiyê
15:49 Bi hezaran dar kirin qurbana înşaetê
15:29 Danişîna Dr. Gokalp dest pê kir
15:03 Meclîsa Jinan a HDP’ê kampanya ‘Ji bo Jinan Edalet’ da destpêkirin
14:08 Jinan bertek nîşanî astengiya polîsan da: Em ê ji bo girtiyan qîr bikin
13:54 5 xwendekar bi hinceta nivîsandinên li ser dîwaran hatin binçavkirin
13:34 Çalakiya akademîsyenên Bogazîçiyê didome
13:26 9 sal ceza li Hevseroka HDP’a Rezanê ya berê hat birîn
13:06 Wê jin di 5’ê adarê de li Kadikoyê bin
12:52 Meha 64’emîn a 10’ê Cotmehê: Me edalet nedît
12:11 Zema nan amedî bi hêrs kirin
12:11 Kerestecîoglû: Rejîma qeyûm pirsgirêka me hemûyan e
11:27 Girtiya nexweş Tenzîle Acar bi nexweşîna jana zirav ket
11:22 Li Geliyê Teyarê operasyona leşkeri dest pê kir
11:06 Piştî 20 salan DMME’yê Tirkiyeyê mehkûm kir
10:17 Hevşaredar 8 meh in di hefsa malê de ne: Li holê îdianame nîne
09:49 5 welatên YE’yê: Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê bi ser neketiye
09:35 Koma 16'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:10 Mehmet Ocalan: Gotin 'Em ê biqedînin, nehêlin', lê fikirên wî li seranserê cîhanê belav bûn
09:09 Dayikên Laçikspî: Divê deriyên Îmraliyê vebin
09:08 'Li Behra Reş zemîna cinayetê tê amadekirin'
09:07 Piştgiriya Neîll û Cox ji bo berxwedana Bogazîçiyê: Bi hêz û sebr bin
09:06 Tarim Orkam-Sen: Em dikarin 60 hezar darî bi xelasê bixin
09:06 Hunermend: Greva birçîbûnê têkoşîna rûmeta mirovahiyê ye
09:05 Diyanetê xwest, qeyûm jî qebûl kir: Wê bi 22 milyonan du qurs bên çêkirin
09:04 Çima Ocalan kirin armanc?
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2021'AN
09/02/2021
19:20 98 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:29 Nûçegihanê me Karataş ji girtîgehê derket
16:57 Hiqûqnasan bertek nîşanî lêgerîna tazî dan
16:34 Danişîna zilamê faîlê îstîsmara zayendî hat taloqkirin
15:56 Birîna ciwanê ku eskeran ew birîndar kir giran e
15:38 Meclîs Jinan a HDP'ê li Şirnexê kampanya ‘Destpêkê Edalet’ da destpêkirin
15:15 11 sal şunde derbarê kuştina Mehmet Ûytûn ê 16 mehî de doz hat vekirin
14:43 BMG: Pergala qesrê her ku digevize têk diçe
14:23 Nûçegihanê me Dîndar Karataş hat berdan
14:15 Malbatê cenazeyê Leyla Kaya ji goristana Kilyosê wergirt
14:08 Polisan mudaxaleya bîranîna li Cizîrê kir
13:57 HDP dê li dijî tecrîdê li 3 bajaran meşê li dar bixe
13:53 Ji parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê
13:33 ‘Daxwaza girtiyan daxwaza me ye’
13:09 Ji HDP’ê pêşniyarqanûna rakirina YOK’ê
13:01 Rojnamevan Kamer cara duyemîn hat beraetkirin
12:57 Bersûcê komkujiya Pirsûsê ‘peydakerê bombeya hatibû bikaranîn’ nas nekir
12:55 Akademîsyenên Bogazîçiyê carek din pişta xwe dan rektoriyê
11:47 Endamê meclîsa şaredariyê yê HDP’î hat binçavkirin
10:48 Malbata Arslan ji bo cenazeyê li Sûrê hat dîtin serî li dozgeriyê da
10:41 Jinên siyasetmedar: Li dijî tecrîdê têkoşîneke giştî şert e
10:27 Saziyên jinan ji aliyê zilaman ve tên birêvebirin!
10:25 7 girtiyan xwestin ji Girtîgeha Şirnexê biçin Îmraliyê
10:11 3 sal in Tirkiye rapora GREVÎO’yê wernagerîne
09:47 Dr. Gokalp, sibê derdikeve peşberî dadger
09:37 Di çalakiyên şermezarkirina Melîh Bulu de 563 xwendekar hatin binçavkirin
09:06 ‘Deng bidin qîrîna li girtîgehan’
09:06 Malbat: Em li cem xizmên xwe yên girtî ne
09:06 Navenda Hêvî ya Mexmûrê li benda alîkariyê ye
09:06 Hevserokê Şaxa SES'ê Guldîken: Li herêmê rêjeya derzîkirinê kêm e
09:06 Qeyûm di salekê de li heman cihî 3 caran dar çandine û rakirine
09:06 Cîgirê qeyûma careke din keça xwe kir karmend
09:06 Li Agiriyê kesên raya xwe dane AKP'ê: Savci golê avêt me
09:06 Kesê ku HDP û ÎHD'ê hedef nîşandabû, dozgeriyê ew parast
09:06 Bi beyanên 'şahidê nepen' îdianame hat amadekirin
09:06 Kelerima îsal bû para heywanan
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2021'AN
08:18 Greva birçîbûnê di roja 75'emîn de ye
08:04 Girtî: Gardiyanan bi dijwarî êrîşî me kirin û serê min li erdê xistin
07:44 Nivîskara Evrenselê Ayşen Şahin piştî îfade da hat berdan
07:36 33 kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
08/02/2021
20:54 Îro 8 hezar û 103 kes bi Covîd-19'ê ketin
17:10 Dadgehê derbarê 29 siyasetmedaran de biryara dewama girtinê da
16:54 Meclîsa Jinan a KESK’a Amedê: Em ê qet serê xwe netewînin
16:32 Turk: Ji bo aştî û demokrasiyê Ocalan xwedî rolek girîng e
16:00 Daxuyaniya BMG’ê polîsan asteng kir
15:52 KESK’ê xwest kedkarên îxrackirî vegerin ser karê xwe
15:42 Hejmara 11’emîn a Kovara Zrîngê derket
15:19 Li Dersimê ‘qedexeya walitiyê’ hat şermezarkirin
14:58 Li Şirnexê sînevîzyona komploya 15’ê Sibatê hat nîşandan
14:51 Koordînasyona Girtîgeha Mêrsînê: Sepanên kêfî zêde bûne
14:36 Hevserokên Giştî yên HDP’ê: Em dest bi seferberiya edaletê dikin
14:30 Xwestin Dr. Gokalp serbest were berdan
14:21 ÎSÎG’ê rapora meha çile eşkere kir: 199 karkeran jiyana xwe ji dest dane
13:35 Zilamê Gonca Akbûlût qetil kir hat girtin
13:24 HDP’ê kampanya ‘Destpêkê Edalet’ da destpêkirin: Ji bo me edaleta rastî lazim e
13:24 Li Licê binçavkirina 9 kesan hat dirêjkirin
12:54 HDP kampanyeya xwe ya 'Destpêkê Edalet' aşker kir
12:46 Akademîsyenan careke din pişta xwe da rektoriyê
12:37 SKB 8’ê Adarê bi greva jinan pêşwazî dike
12:06 Bernameya kampanya ‘Destpêkê Edalet’ a HDP’ê dest pê dike
12:05 Ji nivîskaran piştgiriya xwendekarên Bogazîçiyê : Em li cem berxwedanê ne
11:55 Li Amanosan dest bi operasyona eskerî hat kirin
11:43 Ji STO'yên li Amedê daxuyaniya greva birçîbûnê
10:25 Ahmet Şik: Ciwan axa mirî radikin
09:16 Greva birçîbûnê di roja 74'emîn de ye