Koordînasyona Girtîgeha Mêrsînê: Sepanên kêfî zêde bûne

img

MÊRSÎN - Endamê Koordînasyona Şopandinê ya Girtîgeha Mêrsînê Halîl Gungor, diyar kir ku her roja ku diçe li girtîgehan sepanên kêfî û bê hiqûqî zêde dibin. 

Koordînasyona Şopandinê ya Girtîgeha Mêrsînê, derbarê binpêkirinên mafan ên demên dawiyê de li girtîgehan pêk tên li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Mêrsînê civîna çapemeniyê li dar xist. Pêkhateyên Koordînasyonê beşdarî civîna çapemeniyê bûn. 
 
PÊKANÎNÊN KEYFÎ ZÊDE BÛNE
 
Endamê Koordînasyonê Parêzer Halîl Gungor daxuyanî da û diyar kir ku li Tirkiyeyê her roja ku diçe sepanên kêfî û bêhiqûqî zêde dibin û dixwazin bi van pêkanînan civakê bêdeng bikin û zêxtan lê bikin. Gungor da zanîn ku îdareya otorîterbûyî van pêkanînan paşguh dike û wiha got: “Li gel pirsgirêka darazê binpêkirinên mafên mirovan ên ji berê heta niha li girtîgehan hene her ku diçe zêde dibin û ev binpêkirin mafê jiyanê yê girtiyan dixe xetereyê.”
 
Gungor bi bîr xist ku girtiyan ji bo tecrîd û pêkanînên izolasyona li girtîgehan didome bi dawî bibe di 27’ê Mijdara 2020’an dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger kirin û li Girtîgeha Tarsûsê niha ji 30 girtiyan zêdetir, çalakiya ku îro ket roja 74’an didomînin.
 
Gungor destnîşan kir ku armanca wan a hatina li gel hev ew e ku binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan pêk tên tespît bikin, bişopînin, raya giştî agahdar bikin û saziyên berpirsyar hişyar bikin. Gungor anî ziman ku li ser serlêdana hin kes û malbatan çûne bi Girtîgehên Tarsûs T1, T2, T3 û Girtîgeha Jinan re hevdîtin kirine.
 
Gungor, binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Kampûs a Tarsûsê pêk tên wiha rêz kirin: 
 
“ * Hat diyar kirin ku mafê girtiyan ê revîrê tê astengkirin û îdare sewqên nexweşxaneyê taloq dike. Ji ber vê yekê rewşa girtiyên nexweş giran bûye. Dîsa di pêvajoya çalakiya greve de kontrolên tenduristiyê nehatine kirin, xureka ku têra girtiyên di çalakiya grevê de bike û xureka ku piştî çalakiyê jî ku ji bo girtiyan pêwîste nayê dayîn. 
 
* Hat diyar kirin ku girtî li qawişên ku ji aliyên şertên fizîkî netêrin tên girtin, têra girtiyan ava vexwarinê nadinê û ava didin jî qasî ku nayê vexwarin qirêj e, di pêvajoya pandemiyê de kotaya avê danîne, li gel çalakiyên grevê timik av tê birin û ava gerim nadin girtiyan.
 
* Hat diyarkirin ku girtî dema dikevin girtîgehê zextên dêrûnî li wan tên kirin, di ketina girtîgehê de bi lêdanê re rûbirû dimînin, girtiyên nû tên girtîgehê lêgerîna tazî li wan tê kirin. 
 
* Hat diyarkirin ku gardiyan her tim bi komên qelebalix li qawişan lêgerînan dikin, di lêgerînan de dolap û tiştên din tên belavkirin, tiştên kesayetî dest deynin ser, dema lêgerînan de li gor rêzikên hîjyenê tevnagerin, gardiyan lepik û galoşan bikarnaînin.
 
* Hat diyarkirin ku girtî nikarin tiştên serşok û paqijiyê pêşwazî bikin, malzemeyên paqijiyê têra wan nakin, dezenfektekirina qawişan weke nimûneyê tê kirin.
 
* Hat diyarkirin ku ji ber girtî ketine çalakiya greva birçîbûnê cezayê dîsîplînê didin wan, ev ceza her ku diçe zêdetir dibin û bûne amûrên zextê. Rayedarên girtîgehê bi taybetî piştî çalakiyên greva birçîbûnê helwesta xwe ya li dijî girtiyan hişk kiriye.
 
*Hat diyarkirin ku xwarin û avê kêm didin girtiyan, tiştên ku ji qantînê dikirin gelek biha ne, bê qalîte ne. Rayedarên girtîgehê ji vê yekê re an bêdeng dimînin an jî bi bihabûnê dixwazin girtiyan ji aliyê aboriyê ve aciz bikin.
 
* Hat diyarkirin ku ajanda, lênûsk û tiştên weke van bi awayekî kêyfî nadin girtiyan, ajanda û pirtûkên didin jî an kapaxên wan diçirînin û didin an jî dereng û bi sînordar didin, derbarê tiştên ku nadin wan jî tu agahiyê nadin û nizanin çi li wan tiştan tê.
 
* Hat diyarkirin ku rojnameyên Yenî Yaşam û Evrenselê nadin girtiyan û di nava qawişan de axaftin û name şandin hatiye astengkirin.”
 

Sernavên din

12/02/2021
09:01 'Girtî di qawîşa karantînayê de bi şewbê dikevin'
09:01 Hem cezayê hepsa malê birîn, hem jî şertê îmzeavêtinê danîn ber wê
09:01 Rojnamevan Eliyas: Piştî serdana Tirkiyeyê DAIŞ li herêmê çalak bû
09:00 ROJEVA 12'Ê SIBATA 2021'AN
08:50 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 78'an de berdewam dike
11/02/2021
21:15 Li Dersimê 12 pezkovî kuştine
20:12 Îro 94 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:02 Welatiyê 65 salî Yildiz girtin
17:33 Bayindir: Heke tecrîd neşikê wê polîtîkayên heyî bidomin
16:36 Komîsyona ÎHD’ê ya Jinan: Lêgerîna tazî îşkence ye
16:03 HDP’ê ji bo sûriyeyiyên hatine revandin Lêkolîna Meclisê xwest
15:58 Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Dersimê: Em bi hev re bihêz dibin
15:51 Ozguneş: Ji pergala birêz Ocalan ditirsin
15:32 Berberoglû dîsa bû parlamenter
15:30 Sancar: Dijderketina tecrîdê parastina aştiyê ye
15:12 Doza rojnamevan Aydin hat taloqkirin
14:52 Zilamek li Hatayê hevjîna xwe kuşt
14:52 ÎHD'a Amedê 'Rapora Binpêkirina Mafên Mirovan a Sala 2020'an eşkere kir
14:41 Operasyona Garê li binkeya PDK'ê tê koordînekirin
13:54 'Tecrîd sûcê mirovahiyê ye'
13:53 Eskeran welatiyê 65 salî binçav kirin
13:52 Xwendekar dê mijara îşkeneyê bibin darazê
13:36 Yuksekdag ji doza ‘Heqaret li Serokkomar kiriye’ hat beraetkirin
13:30 Hîndekaran astengî nas nekirin: Em ê nirxên xwe biparêzin
13:22 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
13:06 Çîçek hat berdan
12:10 Kampa polîs, esker û endamên MÎT’ê lê tên ragirtin hat bombebarankirin!
11:49 HDP çû serdana DEVA’yê: Pêdivî bi hêza yekîtiyê heye
11:46 Fîncanci: Daxwazên girtiyan mafên mirovanî ne
11:27 Hiqûqnas: Ji bo ku tecrîd bê bidawîkirin têkoşîneke giştî şert e
10:42 'Hûn nikarin roja me tarî bikin'
10:20 Hem di hefsa malê de ye hem jî divê biçe qereqolê îmzeyê!
09:18 Çalakiya grevê di roja 77'an de berdewam dike
09:15 Dayikên girtiyan: Em bi zarokên xwe re ne, wê bi ser bikevin
09:01 Bi roj etar e, bi şev nivîskar e
09:01 Nerazîbûna ji bo biryara derbarê Somayê de: Edaletê di bin hezazê de hiştin
09:01 Ji malbata Halît Oral piştgiriya ji bo girtiyan
09:01 Tê gotin ku serê Gokçe Kûrbanê hatiye jêkirin
09:01 Çawîşê ku zarokê 18 mehî kuşt, xwe avêt bextê 'komployê'
09:01 Rojnamevan: Gel bi fikrên Ocalan azad dibin
09:01 ‘Divê deriye aştiyê bi Îmraliyê bê vekirin’
09:01 Welatî ji fatureyên ceyranê yên hurgîlî di wan de tunene bi gazind in
09:01 Karataş ê hat berdan: Ne dozger bû qey te digot edîtor e
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2021'AN
10/02/2021
23:54 Li Garê 2 esker mirin
20:49 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 27 hezar û 93
17:35 Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê hat damezrandin
16:53 Bayindir: Ev sedsal wê bibe sedsala gelê Kurd
16:09 Dr. Gokalp hat berdan
16:02 Bernameya kampanya ‘ji bo jinan edalet’ diyar bû
15:50 Ji Zanîngeha Galatasarayê piştevaniya ji bo Bogazîçiyê
15:49 Bi hezaran dar kirin qurbana înşaetê
15:29 Danişîna Dr. Gokalp dest pê kir
15:03 Meclîsa Jinan a HDP’ê kampanya ‘Ji bo Jinan Edalet’ da destpêkirin
14:08 Jinan bertek nîşanî astengiya polîsan da: Em ê ji bo girtiyan qîr bikin
13:54 5 xwendekar bi hinceta nivîsandinên li ser dîwaran hatin binçavkirin
13:34 Çalakiya akademîsyenên Bogazîçiyê didome
13:26 9 sal ceza li Hevseroka HDP’a Rezanê ya berê hat birîn
13:06 Wê jin di 5’ê adarê de li Kadikoyê bin
12:52 Meha 64’emîn a 10’ê Cotmehê: Me edalet nedît
12:11 Zema nan amedî bi hêrs kirin
12:11 Kerestecîoglû: Rejîma qeyûm pirsgirêka me hemûyan e
11:27 Girtiya nexweş Tenzîle Acar bi nexweşîna jana zirav ket
11:22 Li Geliyê Teyarê operasyona leşkeri dest pê kir
11:06 Piştî 20 salan DMME’yê Tirkiyeyê mehkûm kir
10:17 Hevşaredar 8 meh in di hefsa malê de ne: Li holê îdianame nîne
09:49 5 welatên YE’yê: Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê bi ser neketiye
09:35 Koma 16'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:10 Mehmet Ocalan: Gotin 'Em ê biqedînin, nehêlin', lê fikirên wî li seranserê cîhanê belav bûn
09:09 Dayikên Laçikspî: Divê deriyên Îmraliyê vebin
09:08 'Li Behra Reş zemîna cinayetê tê amadekirin'
09:07 Piştgiriya Neîll û Cox ji bo berxwedana Bogazîçiyê: Bi hêz û sebr bin
09:06 Tarim Orkam-Sen: Em dikarin 60 hezar darî bi xelasê bixin
09:06 Hunermend: Greva birçîbûnê têkoşîna rûmeta mirovahiyê ye
09:05 Diyanetê xwest, qeyûm jî qebûl kir: Wê bi 22 milyonan du qurs bên çêkirin
09:04 Çima Ocalan kirin armanc?
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2021'AN
09/02/2021
19:20 98 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:29 Nûçegihanê me Karataş ji girtîgehê derket
16:57 Hiqûqnasan bertek nîşanî lêgerîna tazî dan
16:34 Danişîna zilamê faîlê îstîsmara zayendî hat taloqkirin
15:56 Birîna ciwanê ku eskeran ew birîndar kir giran e
15:38 Meclîs Jinan a HDP'ê li Şirnexê kampanya ‘Destpêkê Edalet’ da destpêkirin
15:15 11 sal şunde derbarê kuştina Mehmet Ûytûn ê 16 mehî de doz hat vekirin
14:43 BMG: Pergala qesrê her ku digevize têk diçe
14:23 Nûçegihanê me Dîndar Karataş hat berdan
14:15 Malbatê cenazeyê Leyla Kaya ji goristana Kilyosê wergirt
14:08 Polisan mudaxaleya bîranîna li Cizîrê kir
13:57 HDP dê li dijî tecrîdê li 3 bajaran meşê li dar bixe
13:53 Ji parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê
13:33 ‘Daxwaza girtiyan daxwaza me ye’
13:09 Ji HDP’ê pêşniyarqanûna rakirina YOK’ê
13:01 Rojnamevan Kamer cara duyemîn hat beraetkirin
12:57 Bersûcê komkujiya Pirsûsê ‘peydakerê bombeya hatibû bikaranîn’ nas nekir
12:55 Akademîsyenên Bogazîçiyê carek din pişta xwe dan rektoriyê
11:47 Endamê meclîsa şaredariyê yê HDP’î hat binçavkirin
10:48 Malbata Arslan ji bo cenazeyê li Sûrê hat dîtin serî li dozgeriyê da
10:41 Jinên siyasetmedar: Li dijî tecrîdê têkoşîneke giştî şert e
10:27 Saziyên jinan ji aliyê zilaman ve tên birêvebirin!
10:25 7 girtiyan xwestin ji Girtîgeha Şirnexê biçin Îmraliyê