Rojnamevan Eliyas: Piştî serdana Tirkiyeyê DAIŞ li herêmê çalak bû

  • rojane
  • 09:01 12 Sibat 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Yasîr Eliyas diyar kir ku hikûmeta Tirkiyeyê bi ketina Şengalê dixwaze herêmê dagir bike û anî ziman ku piştî ku rayedarên Tirkiyeyê li herêmê serdan pêk anîne DAIŞ li herêmê çalak bûye û got: "Tirkiye li herêmê DAIŞ'ê li dijî gel bikar tîne. DAIŞ Tirkiye bi xwe ye. Divê hikûmeta Iraqê jî vî tiştî bibîne. Tirkiye li herêmê bi çalakkirina DAIŞ'ê gef li hikumeta Iraqê dixwe." 

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 9’ê Cotmeha 2020’an de bi Hikumeta Navendî ya Iraqê re “Peymana Şengalê” îmze kir. Bi îmzekirina vê peymanê re li li gelek deverên herêma Qendîla Başûrê Kurdistanê pêşmerge hatin bicihkirin. Bi vê yekê re tevgera li Şengalê jî zêde bû û ev tevger didome. Li dijî peymana di navbera Bexda û Hewlerê de hatiye îmzekirin, nêrazîbûn didomin. Nobeda çalakiya piştgiriyê ya ji bo Asayîşa Şengalê ku 3 meh li pey xwe hiştin berdewam dike. Her çiqas heta niha êzîdiyan gelek caran daxwazên xwe ji hikumeta Bexdayê re bi vekirî pêşkeş kiribin jî bi tu awayî erênî nehatine pejirandin. 
 
Li rex van geşedanan, Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hûlûsî Akar û Serfermandarê Giştî Yaşar Guler, di 18’ê çileya 2021'an de çûn Bexda û Hewlerê û bi Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî, Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hevdîtin pêk anîn. Piştî hevdîtinan li Bexdayê teqîn çêbû û çeteyên DAIŞ'ê girtin ser xwe. Der barê van geşedanên dawî de rojnamevan Yasîr Eliyas ji ajansa me Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
'DI HER 73 FERMANAN DE 60'AN TILIYA TIRKIYEYÊ HEYE'
 
Rojnamevan Eliyas anî ziman ku ji dîrokê ve heta niha her fermaneke ku li dijî êzîdiyan hatiye dayîn bi destê Tirkiyeyê pêk hatiye û lê tevî hemû êrişan jî êzîdiyan ji nûve vîna azad afirand û wiha axivî: "Ji dema Osmaniyan heta roja îro li ser êzidiyan ferman pêk hatine. Di dîroka me de 73'ê ferman hene ku êzîdî têde derbas bûne. Ji van 60 ferman ji bi destê dewleta Tirkiyeyê pêk hatine. Ne tenê êzîdî, ereb, ermen jî di van fermanan de derbas bûne. Di desthilatdariya Osmaniyan de kuştin, talan û qirkirin çêbûne. Dema ku em qala dewleta Tirkiyeyê dikin, ji bilî xwîn, şer û pêvçûnê pêvetir tişteke din nayê hişê me. Ji ber ku kuştin, qetilkirin û xwîn rijandin karê wan e. Fermana dawî ya ku bi destê DAIŞ'a hov li ser Şengalê pêk hat de, jî bi dest û piştgiriya Tirkiyeyê pêk hat. Ev bi awayeke eşkere hat dîtin. DAIŞ'ê daxwaziyên Tirkiyeyê pêk anîn. Ez dikarim bibêjim ku fermana dawî jî bi destê Tirkiyeyê pêk hat. Divê em xwe nexapînin. Tu caran dewleta Tirkiyeyê ji êzîdiyan re nebûye dost. Ji dijminiyê pêvetir dewleta Tirkiyeyê tiştek ji êzîdiyan re nekiriye. Niha li bakurê Kurdistanê çima êzidî tune ne? Êzidiyan ji xwe re dike armanc. Çima? Koka erdnîgariya Rojhilata Navîn êzîdî ne. Êzîdî di heman demê de koka kurdatiyê ne. Tişta ku tu nikaribî tune bikin li ser xaka xwe dîsa şîn dibe. 
 
 
Ji ber wê jî ew dixwazin vê kokê nehêlin û tune bikin. Li gorî demê planên wan tên guhertin. Di sala 2007'an de li Tilezir çêbû nêzî 400 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ew jî bi destê dewleta Tirkiyeyê çêbû. Di dîrokê de heta roja me ya îro çi ferman, çi qetilkirin hatibe serê vê civakê tiliya Tirkiyeyê tê de heye. Niha li Efrînê jî heman tişt pêk tê. Ez dikarim bibêjim ku tişta ku çeteyên DAIŞ'ê li Şengalê nekirin, li Efrînê pêk anîn. Gorên êzîdiyan xerab kirin, êzîdî revandin, talan kirin. Lê ev planên wan ên ji bo qirkirinê vala derketin. Heke di vê rewşa heyî de mudexileya hêzên gerillayan çênebûya wê êzîdî bi qirkirinekî re rûbirû mabûna. Ji bilî êzîdiyan li Rojavayê Kurdistanê jî ol û baweriyên cuda jî bi xeterekeye mezin re rûbirû man. Di şexsê Şengalê de parastina êzîdiyan parastina mirovahiyê bû. Plana tunekirina êzîdiyan pûç derket. Piştî vê fermana dawî civaka êzîdî li gorî felsefeya birêz Ocalan xwe bi rêxistin kirin. Miroveke dil girtî, bi fikreke azad civakek azad kir."
 
'BAWERIYA TU KESÎ BI PDK'Ê NEMA YE' 
 
Eliyas di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser peymana Bexda û Hewlerê û destnîşan kir ku peyman li ser tunekirina êzîdiyan hatiye îmzekirin û wiha domand: "Civaka êzîdî komele û hêzên leşkerî ava kirin. Ji bilî van bawerî çêbû. Ji dîrokê ve heta niha cara yêkeme ku yek ji bo êzîdiyan xwe feda dike û êzidiyan ji qirkirinê xelas dike. Li gel vê baweriyek ji nû ve çêbû û sazî û hêzen leşkerî hatin ava kirin. Ev ji bo êzîdiyan bû hêvî. Ji wê rojê de heta roja me ya îro dixwazin ku tiştên ku fermanê de pêk ne anîn vê carê bi planên qirêj pêk bînin. PDK bûye sedemê êş kişandina êzîdiyan. Baweriya êzîdiyan bi PDK'ê nema ye. Êzîdiyan gelek zirar ditîn. Gundên êzîdiyan vala kirin, ji xaka xwe derxistin û qetil kirin. Di 2014'an de jî hêzên wan parastin nekirin û pişta xwe dan Şengalê û reviyan. Lê dîsa vegeriyan Şengalê. Di 2017'an de dema ku hizbên Iraqê li dijî Kerkûk û Şengalê operasyon çêkirin, dîsa Şengal berdan û tenê hiştin. Baweriya tu kesî ji PDK'ê nema ye. Baweriya êzîdiyan tenê bi êzîdiyan û hêzên YBŞ'ê û Asayişa Êzidxanê heye. Ev peymana ku di dawiyê de li ser Şengalê çêbûn, bi temamî li ser tunekirina êzîdiyan e. Ev peyman peyman Barzanî, Kazimî û Erdogan e. Mirov dikare vê peymanê bi vî awayî pênase bike. Ji ber ku hemû di nav de nîn in. Dixwazin di aliyê qanûnê de li ser êzîdiyan bên. Ji ber ku dema destpêkê de gelek propagandayên vê peymanê hatin kirin. Niha ev peyman, peymaneke dîrokiye. Lê dema ku ev peyman pêk hatî êzîdî di vê tifaqê de nebûn. Kesên ku peymana Şengalê çêkirin, ew bûn yên ku bûne sedemê fermanê. Hêzên Iraqî li vir hebûn û ev peyman berpirsyariya hikumeta Iraqê jî radike.Çima kesên ku bûne sedema fermanê nehatine darizandin? Di zindanên Iraqê de bi hezaran çeteyên DAIŞ'ê hene, çima heta niha yek ji van nehatiye darizandin? Peyman ne ji xizmeta êzîdiyan re ye. Bila her kes bizane ku ev peyman ji qirkirineke nû re ferman berdewam kirin e. Di êzîdiyan de xwe naskirinek çêbû ye. Ew nikarin weke berê planên xwe rehet li ser vê civakê bimeşînin. Peyman hatiye îmzekirin heta îro êzîdî hem li Şengalê û hem jî ji derveyî Şengalê li dijî peymanê li ser piyan e. Her kesî dît ku bi rêya peymanê dixwazin vîna heyî tune bikin." 
 
'LI BAŞÛR BI DEHAN WARGEHÊN TIRKIYEYÊ HENE' 
 
Eliyas destnîşan kir ku konên ku bi armanca piştgiriya Asayîşa Ezîdxan hatine vedan bi berxwedana Şengalê li dijî her êrişek dibe mertal û got:" Niha li navenda Asayîşa Şengalê konên rûmetê hatine danîn. Bi piştgiriya dayîk, zarok û kalan du mehin bênavber ev berxwedan didome. Tişta ku em niha li Şengalê dibînin wê ev  îrade rê nede planên qirêj. Ji dîrokê heta niha civaka Êzidî ji berxwedanê pêvetir tiştek din nekiriye. Ji ber ku Êzidiyanî berxwedaniye. Heta niha mane û wê bimînin jî. Serdana Tirkiyeyê ji bo Bexdayê çêbû. Hikûmeta Tirkiyeyê  rewşeke lawaz de ye û bi pirsgirîkên mezin re rû bi rû ye. Dixwazin hikûmeta Iraqê jî bixin bin xîzmeta xwe de. Rêxistinbûna Êzidiyan ne li gorî berjewendiyên Tirkiyêye. Xewn û xeyala Tirkiyeyê ew e ku herêmê dagir bike. Bi taybetî jî dixwazin ku xeta Mûsûl, Kerkûk û Helebê dagir bikin. Lê ev tenê xeyale. Hêzên ku li Şengalê heyî fermî ne. Tu hinceta dewleta Tirkiyeyê tune ye ku êrişî ser Şengalê bike. Hêza ku li Şengalê hat avakirin, di heman demê de rûmeta Iraqê parast. Pêwîste ku hikûmeta Iraqê minettarê van hêzan be. Bila Iraq weke hikumet baş bizane ku heke ku bê lîstîkên Tirkiyeyê wê ne li gorî berjewendiyên Iraqê tevbigere. Dewleta Tirkiyeyê dixwaze xeyalên xwe yên esmanî pêk bîne. Niha li başûr bi dehan wargehên Dewleta Tirkiyeyê hene. Çi karê wargeha Tirkiyeyê li nêzî êzîdiyan e? Bila Iraq destpêkê van ji xaka xwe derbixe. Çima îro bi ser êzîdiyan ve tên? Bila biçin ew wargehên li başûrê Kurdistanê hatine bicihkirin rakin."
 
'TIRKIYE LI HERÊMÊ DAIŞ'Ê ÇALAK DIKE' 
 
Rojnamevan Eliyas anî ziman ku piştî serdana Tirkiyeyê teqîna ku li Bexdayê çêbû ne rasthatinek e û wiha got: "Piştî serdanê DAIŞ li herêmê çalak bû. Piştî serdana Bexdayê, serdana malbata Barzanî kirin.Tirkiyeyê dît ku Iraq ne li gorî dilê wan tevdigere, hatin serdana malbata Barzanî kirin. Ji ber ku ew dizanin dema yek nemîne tişta ew dixwazin wê pêk bînin. Dema fermanê jî Tirkiyeyê ji Barzanî xwest ku hêzên xwe vekêşe û wan ev daxwaziya wan pêk anî. Bila neyên lîstîkên dewleta Tirkiyeyê. Dewleta Tirkiyeyê tenê li gorî berjewendiyên xwe tevdigere. Ev jî ji bo herkesî xeteriye. Ew ne ji bo rêxistinekî, yan jî civakekî tê. Heger bikevin Şengalê wê xeterî  ji bo her hêzeke Kurd be. Ji dîrokê heta niha ji bilî bikaranînê pêvetir  dostaniyeke wê çênebûye. Dixwazin van Hêzên başûr bikar bîne û bikar tîne jî mixabin. Lê li hemberî vê niha berxwedaniyek heye. Piştî van serdanan DAÎŞ li herêmê çalak bû. Li Bexdayê teqî çêbû Û her weke din li parezgeha Selehedîn êrîş pêk hatin. DAIŞ'ê gelek cihan êrîş pêk anîn. Piştî serdana wan tişta ku wan xwest pêk nehat, bi van êrîşan dixwazin bibêjin ku DAIŞ hîn destê me de ye. Ev bi  rengeke vekirî û tişteke berçave. Tirkiye li herêmê DAIŞ'ê li hemberî gel bikar tîne. DAIŞ Tirkiye bi xwe ye. Divê hikûmeta Iraqê jî vî tiştî bibîne. Tirkiye li herêmê bi çalak kirina DAIŞ'ê gef li hikûmeta Iraqê dixwe."
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

16/02/2021
14:49 Şandeya Yekîtiya Neteweyî li Nisêbînê dest bi gera li Mêrdînê kir
14:31 Ji ber pere ji bavê xwe yê girtî re şandiye di bin çavan de ye
14:18 Derbarê rojnamevan Sancili û Kizilkaya de lêpirsîn
14:07 Ji Rojnameger Çoban re ceza hat xwestin
14:02 Sancar: Operasyona Garê komkujî ye
13:46 Gulistan Şaylemez berî ku bê qetilkirin serî li emniyetê daye
13:29 DFG: Cezayên doza Ozgur Gundemê nayên qebûlkirin
13:17 Walitiyê Şirnexê der barê teqîna Cizîrê de daxuyanî da
12:49 Ji bo rojnameger Bariştiran ceza xwestin
12:34 Li Dersimê ciwanek mirî hat dîtin
12:29 Li gundek Amedê koronaya bi mutasyonî hat tespîtkirin
12:03 Komîsyona 21’ê Sibatê: Em ji bo statûya zimanê kurdî kampanya îmzeyan didin destpêkirin
11:38 Doza serdegirtina Ozgur Gundem taloq bû
11:12 Huseyîn Ozcan ê bav û pîrika xwe kuşt hat girtin
10:48 Li Girtîgeha Duzceyê gardiyanan bi ser qawişan de girtin
10:24 Gergerlîoglû: Ewlehiya canê min bi gefan re rûbirû maye
09:56 Piştî 130 derbarê wan de dozname hat amadekirin
09:03 Jinên sosyalîst: Ji bo maf û azadiyan divê tecrîd bê rakirin
09:03 Ciwanên ku ji kurdî dûr ketine, dengbêjî bala wan nakişîne
09:03 Stenbolî: Erdogan Tirkiyeyê perîşan kiriye
09:03 'Dewlet dibêje bila esnafên biçûk bimire, ê mezin bijîn'
09:03 Xizmê girtî Bakir: Bila daxwazên wan bên qebûlkirin
09:03 Unal ê ku hat berdan: Helwesta me têkoşîn e
09:03 Ozmen ê êzidî ku nikare biçe gundê xwe: Ez ê bêdeng nemînim
09:03 Xeyala wan ew e ku rojek amûrên muzîkê ji bo xwe bikirin
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2021'AN
08:38 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 82'yan de ye
08:07 Hevseroka HDP'ê ya Qersê Subaşi hat girtin
15/02/2021
23:27 Li Hewlêrê teqîn
21:32 Li Cizîrê teqîneke dijwar
21:04 Li hember deriyê Edliyeya Amedê jinek hat kuştin
20:56 91 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:12 Li Stenbolê şermezarkirina 15'ê Sibatê: Em ê tecrîdê bişikînin
16:54 Li Rihayê jinek hat kuştin
16:05 Wezareta Karên Hundir: Li 40 bajaran 718 kes hatin binçavkirin
16:04 Li Êlihê 3 kesên din jî hatin berdan
15:47 Di 22’emîn salvegera komploye de ji Ocalan re azadî xwestin
15:04 Li Amedê protestoya 15’ê Sibatê
15:00 Qursên Quranê derveyî qedexê hatin hiştin
14:53 Serokê TUÎK’ê Şîrîn ji peywirê hat girtin
14:50 Hat xwestin Velî Yildiz were berdan
14:44 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Heta tecrîd bi dawî nebe demokratîkbûn nepêkan e
14:39 Zilamê ku tundî li endezyar Tosûn kiribû li ser bertekên zêde hat binçav kirin
14:20 Guven: Ne ji ber em sûçdar in, ji ber em Kurd in dadgeh vê biryarê dide
14:08 Li Êlihê polisan bi ser avahiyên HDP’ê de girt
13:40 Li gel berfê jî Akademîsyenan careke din pişta xwe da rektoriyê
13:26 Kayayê ku bi KHK’ê hatibû îxrackirin bi merasîma dewletê hat veşartin
13:25 Polîsan li Colemêrgê 8 kes binçav kirin
13:25 Karkerê ji qata 8’an ket jiyana xwe ji dest da
13:20 Tirkiyeya ji bo eskerên xwe tiştek nekir, ji bo eskerê îsraîlê bû qasid
13:00 ÎHD: Li Garê sûcê şer hatiye kirin
12:47 Li gelek bajaran polisan bi ser malan de girtin: 45 kes hatin binçavkirin
12:31 Jinên cîhanê ji bo Ocalan name ji CPT re şandin
12:08 Heso Îbrahîm: Li derdora Şengalê tevgera leşkerî zêde bûye
12:08 TJA: Heta tecrîd neyê hilweşandin azadî nayê
11:30 Di doza Ozgur Gundemê de 21 sal ceza hat birîn
10:51 Mêran li Manisa 2 jin kuştin
10:36 Li Şirnexê 10 kes hatin binçavkirin
10:29 Polîsan tecawizî wê kir û xwişka wê derb kirin
10:19 Li Bazîdê 13 kes hatin binçavkirin
10:00 Polîsê di operasyona Garê de jiyana xwe ji dest daye berê hatiye îxrackirin
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 81'an de ye
09:01 Remza aştî û evînê: Sêva Mêxekrêj
09:01 Vîna Ocalan banga têkoşînê ye
09:01 Nûsrettîn Maçîn: AKP-MHP bi cenazeyên leşkeran siyaset dikin
09:00 Bulbul: Baweriya elewîtiyê rêûresmê xwe ji xwezayê digire
09:00 Leyla Guven: Wê bi qebûlkirina daxwazên girtiyan civak aram bibe
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2021'AN
14/02/2021
23:13 Li Wanê 15’ê Sibatê hat şermezarkirin
22:00 Ji kesên li Dîlokê hatibûn binçavkirin 11 jê hatin berdan
19:13 Li Êlihê 4 kes hatin berdan
18:59 Derbarê Kaya û Gergerlîoglû de lêpirsîn Garê dan destpêkirin
17:31 HDP: Divê îqtîdar ji bo operasyona Garê hesab bide
17:25 Kaya: Heqîqet evqas tên berovajîkirin
16:41 Akademîsyenên Oxfordê: Qeyûm jahrkirina demokrasiyê ye
16:13 Walî navê polîs û eskerên li Garê jiyana xwe ji dest dan aşkere kir
15:42 Platforma Demokratîk: Tev li şermezarkirina 15'ê sibate bibin
14:57 Yaylali: Operasyona Garê komkujî ye
14:56 Polîsan li Wanê 27 kes binçav kirin
14:55 Karsazekî xebatkara xwe ya jin a endezyar derp kir
12:36 Li Amedê operasyona medya civakî: 7 binçavkirin
12:35 Li Aydinê jinên HDP’î hatin binçavkirin
12:24 Cerdevanan êrişî êzidiyê ku xwest vegere gundê xwe kirin
11:36 Leşker û polisên di destê HPG’ê de di Operasyona Garê de jiyana xwe ji dest dan
11:06 Li Samsûnê zilamekî jinek kuşt
11:03 Polisan li Êlihê 7 kes binçav kirin
10:42 Turkdogan: Ji bo makeqanûna Demokratîk divê tecrîd rabe
09:37 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 80'yan de ye
09:10 MED-DER: Em kurdî bigihînin zarokan
09:09 Daristanên mayî yên Stenbolê jî dixin ber îmarê
09:09 Rewşa girtiya ku bi weremê ketiye xirab dibe
09:08 Piştî 2 salan teşxîskirina polîsên îşkencekar dest pê kir
09:07 ‘Ocalan bi berxwedana li zindanê komplo pûç kir'
09:06 'Em ê bi bedena xwe li dor zindanan bibin xelek'
09:06 Dengbêjî jiyana wî ya tarî ronî dike
09:06 Rojnivîska Berxwedana Kobanê: Ji çavên fermandarekî
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBATA 2021'AN
13/02/2021
20:43 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 27 hezar û 377
16:38 Şaredarê Stenbolê yê berê Kadîr Topbaş wefat kir
16:21 Êrişî şaredarê AKP’yî hat kirin