Cenazeyê Ayşe Bayram nadin malbatê

  • rojane
  • 09:01 12 Sibat 2021
  • |
img

AMED – Cenazeyê Ayşe Bayram nadin malbatê. Bi hinceta ku "dê û bavên wê tune ne" testa DNA'yê nayê kirin û nayê zanîn bê ka cenazeyê Bayramê li ku derê hatiye definkirin. Bayram, sal û nîvek berê li Şirnexê di êrîşeke hewayî de jiyana xwe ji dest dabû. 

Ayşe Bayrama HPG'yî di 23'yê Cotmeha 2019'an de li herêmeke Bêşebab a Şirnexê di êrîşeke hewayî de tevî 7 hevalên xwe jiyana xwe ji dest dabû. Sal û nîvek derbas bûye, hîn jî cenazeyê Bayramê radestî malbatê nehatiye kirin. Bi hinceta ku dê û bavên Bayramê ne sax in, testa DNA'yê jî nayê kirin û ji ber vê cenaze nadin malbatê. 
 
Gava malbata Bayram pê dihesin keça wan jiyana xwe ji dest daye, di 24'ê Mijdara 2019'an de ji Amedê diçe Şirnexê. Li vê derê serî li dozgeriyê dide û dixwaze cenaze wergire. Lê belê ji wan re tê gotin ku cenaze hefteyek berê li Şirnexê hatiye definkirin. Dozgerî, cihê gorê ji malbatê re negotiye. Piştî ku malbat israr dike, vê carê tê gotin ku bûyer li Bêşebabê çêbûye û dosye li dozgeriya navçeyê ye. Malbat jî diçe Dozgeriya Bêşebabê. Polîsên li dozgeriyê, ji wan re dibêje ji kesên ku di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dane, yek jê Ayşe Bayram e, lê belê dozger jî bereksê vê gotiye "cenazeyekî wiha tune ye." Her wiha dozgeriyê daxwaza xwişk û birayên Bayramê ya ji bo testa DAN'yê jî bi hinceta "dê û bavên wê tune ne" qebûl nekiriye. 
 
ŞERÊ DERÛNΠ
 
Xwişk Miyaser Yildirim a 40 salî, anî ziman ku sal û nîvek e ji bo cenazeyê xwişka xwe wergirin tevdigerin û ji bo testa DNA'yê du caran daxwazname dane Dozgeriya Bêşebabê. Yildirim, destnîşan kir ku dozgeriyê her du daxwazanemyên wan jî red kiriye û got: "Me a sisêyan şand Dozgeriya Pasûrê û şemiya borî me telefonî dozgeriyê kir, lê belê gotin 'Dosyeya Ayşeyê ji Bêşebabê nehatiye.' Me jî got madem ji bo DNA'yê xwînê ji me nagirin, nexwe bila biçin gorên dê û bavên me vekin. Em ji bo her duyan jî hazir in. Lê bersivê nadin me. Şerekî derûnî didin meşandin." 
 
‘BILA CENAZEYÊ ME BIDIN' 
 
Xwişk Byaram ku got "Heger edalet hebûya, wê şerekî werê psîkolojîk tune bûna" û got: "Li me werê hatiye ku tu dibêjî qey ruh di bedenên me de nemaye. Dê û bavên me tune ne. Cenazeyê xwişka me di destê dewletê de ye. Em cenazeyê xwişka xwe dixwazin. Bila cenazeyên me bidin me." 
 
Ayşe Bayram di sala 1994'an de li gundê Textê yê Pasûrê hatiye dinê. Heft xwişk û bira ne. Ayşe biçûka malê ye. Gava du salî bûye bavê wê û gava 7 salî bûye jî dêya wê jiyana xwe ji dest daye. Ayşe li Amedê li cem xizmên xwe dibistana navîn û lîse xwendiye û di sala 2014'an de li çûye Zanîngeha Îbrahîm Çeçen a Agiriyê û dest bi Beşa Civaknasiyê kiriye. Tenê du mehan li zanîngehê maye û di heman salê de tevli HPG'ê bûye. 

Sernavên din

16/02/2021
14:49 Şandeya Yekîtiya Neteweyî li Nisêbînê dest bi gera li Mêrdînê kir
14:31 Ji ber pere ji bavê xwe yê girtî re şandiye di bin çavan de ye
14:18 Derbarê rojnamevan Sancili û Kizilkaya de lêpirsîn
14:07 Ji Rojnameger Çoban re ceza hat xwestin
14:02 Sancar: Operasyona Garê komkujî ye
13:46 Gulistan Şaylemez berî ku bê qetilkirin serî li emniyetê daye
13:29 DFG: Cezayên doza Ozgur Gundemê nayên qebûlkirin
13:17 Walitiyê Şirnexê der barê teqîna Cizîrê de daxuyanî da
12:49 Ji bo rojnameger Bariştiran ceza xwestin
12:34 Li Dersimê ciwanek mirî hat dîtin
12:29 Li gundek Amedê koronaya bi mutasyonî hat tespîtkirin
12:03 Komîsyona 21’ê Sibatê: Em ji bo statûya zimanê kurdî kampanya îmzeyan didin destpêkirin
11:38 Doza serdegirtina Ozgur Gundem taloq bû
11:12 Huseyîn Ozcan ê bav û pîrika xwe kuşt hat girtin
10:48 Li Girtîgeha Duzceyê gardiyanan bi ser qawişan de girtin
10:24 Gergerlîoglû: Ewlehiya canê min bi gefan re rûbirû maye
09:56 Piştî 130 derbarê wan de dozname hat amadekirin
09:03 Jinên sosyalîst: Ji bo maf û azadiyan divê tecrîd bê rakirin
09:03 Ciwanên ku ji kurdî dûr ketine, dengbêjî bala wan nakişîne
09:03 Stenbolî: Erdogan Tirkiyeyê perîşan kiriye
09:03 'Dewlet dibêje bila esnafên biçûk bimire, ê mezin bijîn'
09:03 Xizmê girtî Bakir: Bila daxwazên wan bên qebûlkirin
09:03 Unal ê ku hat berdan: Helwesta me têkoşîn e
09:03 Ozmen ê êzidî ku nikare biçe gundê xwe: Ez ê bêdeng nemînim
09:03 Xeyala wan ew e ku rojek amûrên muzîkê ji bo xwe bikirin
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2021'AN
08:38 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 82'yan de ye
08:07 Hevseroka HDP'ê ya Qersê Subaşi hat girtin
15/02/2021
23:27 Li Hewlêrê teqîn
21:32 Li Cizîrê teqîneke dijwar
21:04 Li hember deriyê Edliyeya Amedê jinek hat kuştin
20:56 91 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:12 Li Stenbolê şermezarkirina 15'ê Sibatê: Em ê tecrîdê bişikînin
16:54 Li Rihayê jinek hat kuştin
16:05 Wezareta Karên Hundir: Li 40 bajaran 718 kes hatin binçavkirin
16:04 Li Êlihê 3 kesên din jî hatin berdan
15:47 Di 22’emîn salvegera komploye de ji Ocalan re azadî xwestin
15:04 Li Amedê protestoya 15’ê Sibatê
15:00 Qursên Quranê derveyî qedexê hatin hiştin
14:53 Serokê TUÎK’ê Şîrîn ji peywirê hat girtin
14:50 Hat xwestin Velî Yildiz were berdan
14:44 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Heta tecrîd bi dawî nebe demokratîkbûn nepêkan e
14:39 Zilamê ku tundî li endezyar Tosûn kiribû li ser bertekên zêde hat binçav kirin
14:20 Guven: Ne ji ber em sûçdar in, ji ber em Kurd in dadgeh vê biryarê dide
14:08 Li Êlihê polisan bi ser avahiyên HDP’ê de girt
13:40 Li gel berfê jî Akademîsyenan careke din pişta xwe da rektoriyê
13:26 Kayayê ku bi KHK’ê hatibû îxrackirin bi merasîma dewletê hat veşartin
13:25 Polîsan li Colemêrgê 8 kes binçav kirin
13:25 Karkerê ji qata 8’an ket jiyana xwe ji dest da
13:20 Tirkiyeya ji bo eskerên xwe tiştek nekir, ji bo eskerê îsraîlê bû qasid
13:00 ÎHD: Li Garê sûcê şer hatiye kirin
12:47 Li gelek bajaran polisan bi ser malan de girtin: 45 kes hatin binçavkirin
12:31 Jinên cîhanê ji bo Ocalan name ji CPT re şandin
12:08 Heso Îbrahîm: Li derdora Şengalê tevgera leşkerî zêde bûye
12:08 TJA: Heta tecrîd neyê hilweşandin azadî nayê
11:30 Di doza Ozgur Gundemê de 21 sal ceza hat birîn
10:51 Mêran li Manisa 2 jin kuştin
10:36 Li Şirnexê 10 kes hatin binçavkirin
10:29 Polîsan tecawizî wê kir û xwişka wê derb kirin
10:19 Li Bazîdê 13 kes hatin binçavkirin
10:00 Polîsê di operasyona Garê de jiyana xwe ji dest daye berê hatiye îxrackirin
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 81'an de ye
09:01 Remza aştî û evînê: Sêva Mêxekrêj
09:01 Vîna Ocalan banga têkoşînê ye
09:01 Nûsrettîn Maçîn: AKP-MHP bi cenazeyên leşkeran siyaset dikin
09:00 Bulbul: Baweriya elewîtiyê rêûresmê xwe ji xwezayê digire
09:00 Leyla Guven: Wê bi qebûlkirina daxwazên girtiyan civak aram bibe
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2021'AN
14/02/2021
23:13 Li Wanê 15’ê Sibatê hat şermezarkirin
22:00 Ji kesên li Dîlokê hatibûn binçavkirin 11 jê hatin berdan
19:13 Li Êlihê 4 kes hatin berdan
18:59 Derbarê Kaya û Gergerlîoglû de lêpirsîn Garê dan destpêkirin
17:31 HDP: Divê îqtîdar ji bo operasyona Garê hesab bide
17:25 Kaya: Heqîqet evqas tên berovajîkirin
16:41 Akademîsyenên Oxfordê: Qeyûm jahrkirina demokrasiyê ye
16:13 Walî navê polîs û eskerên li Garê jiyana xwe ji dest dan aşkere kir
15:42 Platforma Demokratîk: Tev li şermezarkirina 15'ê sibate bibin
14:57 Yaylali: Operasyona Garê komkujî ye
14:56 Polîsan li Wanê 27 kes binçav kirin
14:55 Karsazekî xebatkara xwe ya jin a endezyar derp kir
12:36 Li Amedê operasyona medya civakî: 7 binçavkirin
12:35 Li Aydinê jinên HDP’î hatin binçavkirin
12:24 Cerdevanan êrişî êzidiyê ku xwest vegere gundê xwe kirin
11:36 Leşker û polisên di destê HPG’ê de di Operasyona Garê de jiyana xwe ji dest dan
11:06 Li Samsûnê zilamekî jinek kuşt
11:03 Polisan li Êlihê 7 kes binçav kirin
10:42 Turkdogan: Ji bo makeqanûna Demokratîk divê tecrîd rabe
09:37 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 80'yan de ye
09:10 MED-DER: Em kurdî bigihînin zarokan
09:09 Daristanên mayî yên Stenbolê jî dixin ber îmarê
09:09 Rewşa girtiya ku bi weremê ketiye xirab dibe
09:08 Piştî 2 salan teşxîskirina polîsên îşkencekar dest pê kir
09:07 ‘Ocalan bi berxwedana li zindanê komplo pûç kir'
09:06 'Em ê bi bedena xwe li dor zindanan bibin xelek'
09:06 Dengbêjî jiyana wî ya tarî ronî dike
09:06 Rojnivîska Berxwedana Kobanê: Ji çavên fermandarekî
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBATA 2021'AN
13/02/2021
20:43 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 27 hezar û 377
16:38 Şaredarê Stenbolê yê berê Kadîr Topbaş wefat kir
16:21 Êrişî şaredarê AKP’yî hat kirin