Tahdeya cinsî: Armanc hilweşandina berxwedana civakî ye

  • rojane
  • 09:01 12 Sibat 2021
  • |
img

STENBOL - Gelek jin di binçavan de bi tahdeya cinsî re rû bi rû dimînin. Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, ev yek nirxand. Keskîn, destnîşan kir ku kiryarên ku tevahiya wan esker, polîs, cerdevan û gardiyan in, yek ji wan jî nayê cezakirin û bi vî awayî tê xwestin ku berxwedana civakiyî ya bi pêşengiya jinê bê hilweşandin. 

Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, ji bo piştgiriya di warê hiqûqî de ya ji bo jinên ku bi taciz, tecawiz û tahdeya dewletê re rû bi rû dimînin, di sala 1997'an de Buroya Alîkariya Hiqûqî ya Li Dijî Taciz û Tecawizê vekiribû. Buro, 23 sal li pey xwe hiştin û heya niha alîkariya 800 jinî kiriye. 
 
NIKARIBÛN BÎNIN ZIMAN 
 
Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, taciz, tecawiz û lêgerîna tazî ku jin di dema binçavan de pê re rû bi rû dimînin, nirxand. 
 
Keskîn, bilêv kir ku gava wan buro vekiriye, tiştên ku li girtîgehan hatine serê jinan tomar kirine û piştî demekê nexasim ji bajarên herêmê gelek kesan serî li wan daye. Keskîn, diyar kir ku di salên 1990'î de gava li herêmê hevdîtin bi jinan re kirine, jinan ji wan re gotiye eskeran "tiştên pir xirab" kirine, lê belê nikaribûne aşkere bibêjin ka çi kirine. 
 
Keskîn, destnîşan kir ku êdî mirov dikarin derbarê tahdeya cinsî de biaxifin û got: "Ji roja ku me dest pê kiriye heya niha, 800 jin û jinên trans serlêdan kirin. Lê ev hejmar tu carî rastiyê nade der. Tahdeya cinsî, tahdya herî dijwar e. Gelek jin şerm dikin, xwe xirab hîs dikin. Ji ber ku difikirin wê bi tenê bimînin, nabêjin. Jixwe bilêvkirin ne wisa rihet e. Em civakeke feodal in, ku bi hikmên darazî hatiye nixumandin." 
  
Keskîn, anî ziman ku rêbaza lêgerîna tazî û tahdeya cinsî ji zû de tê bikaranîn. Keskîn, diyar kir ku jinên ku berê nikaribûn tiştên dihatin serê wan bibêjin, di salên dawî de bi qewîbûna bîrbiriya lêgerîna mafan êdî bilêv dikin. 
 
ARMANC TÊKŞIKANDINA MUQAWEMETA CIVAKÎ YE 
 
Keskîn, anî ziman ku armanca van rêbazan ew e ku di ser jinê re civak bê tirsandin û tepisandin û got: "Bi tahdeya cinsî ya li jinan tê kirin, tê xwestin muqawemetiya berxwedana civakî bê têkşikandin û hilweşandin. Bi vî awayî dixwazin muqawemetiya jinên ku pêşengiya bûyerên civakî dikin hilweşînin û pêşî li ber berxwedanê bigirin." 
 
KESEK JÎ NEHAT CEZAKIRIN 
 
Keskîn, anî ziman ku ji bo binpêkirina mafên jinên serî li buroyê dane gilî kirine û belgeyên tahdeya cinsî peyda kirine. Keskîn got: "Lê belê dadgeh ji bo tahdeya cinsî raporên Saziya Tiba Edlî qebûl dikin. Saziya Tiba Edlî jî saziyeke dewletê ye. Em di vî warî de bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû dimînin. Tew rapor hebin jî ceza li kriyaran nabirin. Heya niha me çi doz kiribe, di yekê de jî ceza li kiryarên taciza cinsî an jî kiryarê tecawizê nehatine birîn. Lê em li DMME'yê di gelek dozan de bi ser ketine." 
 
DEV JI MAFÊN XWE YÊN HIQÛQÎ BERNEDIN 
 
Keskîn, destnîşan kir ku Tirkiye îmze daniye bin gelek peymanên navneteweyî, lê belê dijî van peymanan tevdigere û got: "Jinên mexdûr, divê jibîr nekin ku mafên wan ên qanûnî hene û teqez divê gilî bikin. Tu bikî nekî baweriya wan bi daraz nayê, lê dîsa jî bila serî lê bidin. Ji lewra daraz, tenê ne hiqûqa navxweyî ye. Derfetên ji bo serlêdana hiqûqa navneteweyî jî heye. Dixwazim jin serî netewînin û sûdê ji mafên hiqûqî bigirin." 
 
MA / Semra Tûran 

Sernavên din

16/02/2021
14:49 Şandeya Yekîtiya Neteweyî li Nisêbînê dest bi gera li Mêrdînê kir
14:31 Ji ber pere ji bavê xwe yê girtî re şandiye di bin çavan de ye
14:18 Derbarê rojnamevan Sancili û Kizilkaya de lêpirsîn
14:07 Ji Rojnameger Çoban re ceza hat xwestin
14:02 Sancar: Operasyona Garê komkujî ye
13:46 Gulistan Şaylemez berî ku bê qetilkirin serî li emniyetê daye
13:29 DFG: Cezayên doza Ozgur Gundemê nayên qebûlkirin
13:17 Walitiyê Şirnexê der barê teqîna Cizîrê de daxuyanî da
12:49 Ji bo rojnameger Bariştiran ceza xwestin
12:34 Li Dersimê ciwanek mirî hat dîtin
12:29 Li gundek Amedê koronaya bi mutasyonî hat tespîtkirin
12:03 Komîsyona 21’ê Sibatê: Em ji bo statûya zimanê kurdî kampanya îmzeyan didin destpêkirin
11:38 Doza serdegirtina Ozgur Gundem taloq bû
11:12 Huseyîn Ozcan ê bav û pîrika xwe kuşt hat girtin
10:48 Li Girtîgeha Duzceyê gardiyanan bi ser qawişan de girtin
10:24 Gergerlîoglû: Ewlehiya canê min bi gefan re rûbirû maye
09:56 Piştî 130 derbarê wan de dozname hat amadekirin
09:03 Jinên sosyalîst: Ji bo maf û azadiyan divê tecrîd bê rakirin
09:03 Ciwanên ku ji kurdî dûr ketine, dengbêjî bala wan nakişîne
09:03 Stenbolî: Erdogan Tirkiyeyê perîşan kiriye
09:03 'Dewlet dibêje bila esnafên biçûk bimire, ê mezin bijîn'
09:03 Xizmê girtî Bakir: Bila daxwazên wan bên qebûlkirin
09:03 Unal ê ku hat berdan: Helwesta me têkoşîn e
09:03 Ozmen ê êzidî ku nikare biçe gundê xwe: Ez ê bêdeng nemînim
09:03 Xeyala wan ew e ku rojek amûrên muzîkê ji bo xwe bikirin
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2021'AN
08:38 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 82'yan de ye
08:07 Hevseroka HDP'ê ya Qersê Subaşi hat girtin
15/02/2021
23:27 Li Hewlêrê teqîn
21:32 Li Cizîrê teqîneke dijwar
21:04 Li hember deriyê Edliyeya Amedê jinek hat kuştin
20:56 91 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:12 Li Stenbolê şermezarkirina 15'ê Sibatê: Em ê tecrîdê bişikînin
16:54 Li Rihayê jinek hat kuştin
16:05 Wezareta Karên Hundir: Li 40 bajaran 718 kes hatin binçavkirin
16:04 Li Êlihê 3 kesên din jî hatin berdan
15:47 Di 22’emîn salvegera komploye de ji Ocalan re azadî xwestin
15:04 Li Amedê protestoya 15’ê Sibatê
15:00 Qursên Quranê derveyî qedexê hatin hiştin
14:53 Serokê TUÎK’ê Şîrîn ji peywirê hat girtin
14:50 Hat xwestin Velî Yildiz were berdan
14:44 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Heta tecrîd bi dawî nebe demokratîkbûn nepêkan e
14:39 Zilamê ku tundî li endezyar Tosûn kiribû li ser bertekên zêde hat binçav kirin
14:20 Guven: Ne ji ber em sûçdar in, ji ber em Kurd in dadgeh vê biryarê dide
14:08 Li Êlihê polisan bi ser avahiyên HDP’ê de girt
13:40 Li gel berfê jî Akademîsyenan careke din pişta xwe da rektoriyê
13:26 Kayayê ku bi KHK’ê hatibû îxrackirin bi merasîma dewletê hat veşartin
13:25 Polîsan li Colemêrgê 8 kes binçav kirin
13:25 Karkerê ji qata 8’an ket jiyana xwe ji dest da
13:20 Tirkiyeya ji bo eskerên xwe tiştek nekir, ji bo eskerê îsraîlê bû qasid
13:00 ÎHD: Li Garê sûcê şer hatiye kirin
12:47 Li gelek bajaran polisan bi ser malan de girtin: 45 kes hatin binçavkirin
12:31 Jinên cîhanê ji bo Ocalan name ji CPT re şandin
12:08 Heso Îbrahîm: Li derdora Şengalê tevgera leşkerî zêde bûye
12:08 TJA: Heta tecrîd neyê hilweşandin azadî nayê
11:30 Di doza Ozgur Gundemê de 21 sal ceza hat birîn
10:51 Mêran li Manisa 2 jin kuştin
10:36 Li Şirnexê 10 kes hatin binçavkirin
10:29 Polîsan tecawizî wê kir û xwişka wê derb kirin
10:19 Li Bazîdê 13 kes hatin binçavkirin
10:00 Polîsê di operasyona Garê de jiyana xwe ji dest daye berê hatiye îxrackirin
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 81'an de ye
09:01 Remza aştî û evînê: Sêva Mêxekrêj
09:01 Vîna Ocalan banga têkoşînê ye
09:01 Nûsrettîn Maçîn: AKP-MHP bi cenazeyên leşkeran siyaset dikin
09:00 Bulbul: Baweriya elewîtiyê rêûresmê xwe ji xwezayê digire
09:00 Leyla Guven: Wê bi qebûlkirina daxwazên girtiyan civak aram bibe
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2021'AN
14/02/2021
23:13 Li Wanê 15’ê Sibatê hat şermezarkirin
22:00 Ji kesên li Dîlokê hatibûn binçavkirin 11 jê hatin berdan
19:13 Li Êlihê 4 kes hatin berdan
18:59 Derbarê Kaya û Gergerlîoglû de lêpirsîn Garê dan destpêkirin
17:31 HDP: Divê îqtîdar ji bo operasyona Garê hesab bide
17:25 Kaya: Heqîqet evqas tên berovajîkirin
16:41 Akademîsyenên Oxfordê: Qeyûm jahrkirina demokrasiyê ye
16:13 Walî navê polîs û eskerên li Garê jiyana xwe ji dest dan aşkere kir
15:42 Platforma Demokratîk: Tev li şermezarkirina 15'ê sibate bibin
14:57 Yaylali: Operasyona Garê komkujî ye
14:56 Polîsan li Wanê 27 kes binçav kirin
14:55 Karsazekî xebatkara xwe ya jin a endezyar derp kir
12:36 Li Amedê operasyona medya civakî: 7 binçavkirin
12:35 Li Aydinê jinên HDP’î hatin binçavkirin
12:24 Cerdevanan êrişî êzidiyê ku xwest vegere gundê xwe kirin
11:36 Leşker û polisên di destê HPG’ê de di Operasyona Garê de jiyana xwe ji dest dan
11:06 Li Samsûnê zilamekî jinek kuşt
11:03 Polisan li Êlihê 7 kes binçav kirin
10:42 Turkdogan: Ji bo makeqanûna Demokratîk divê tecrîd rabe
09:37 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 80'yan de ye
09:10 MED-DER: Em kurdî bigihînin zarokan
09:09 Daristanên mayî yên Stenbolê jî dixin ber îmarê
09:09 Rewşa girtiya ku bi weremê ketiye xirab dibe
09:08 Piştî 2 salan teşxîskirina polîsên îşkencekar dest pê kir
09:07 ‘Ocalan bi berxwedana li zindanê komplo pûç kir'
09:06 'Em ê bi bedena xwe li dor zindanan bibin xelek'
09:06 Dengbêjî jiyana wî ya tarî ronî dike
09:06 Rojnivîska Berxwedana Kobanê: Ji çavên fermandarekî
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBATA 2021'AN
13/02/2021
20:43 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 27 hezar û 377
16:38 Şaredarê Stenbolê yê berê Kadîr Topbaş wefat kir
16:21 Êrişî şaredarê AKP’yî hat kirin