Nûsrettîn Maçîn: AKP-MHP bi cenazeyên leşkeran siyaset dikin

  • rojane
  • 09:01 15 Sibat 2021
  • |
img

ENQERE – Parlamenterê HDP’ê Nûsrettîn Maçîn, bi bîr xist ku di destê PKK’ê de leşker û polis hene û ev tişt got: “Ji ber ku dixwazin careke din piştgiriya kesên nîjadperest bigirin, bi taybetî êrişî van desteserkiriyan dikin. Dema ku cenazeyên leşkeran tên AKP-MHP bi van cenazeyan siyaset dikin.”

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Nûsrettîn Maçîn, têkildarî êrişên ku di 10’ê sibatê de li dijî herêma Garê ya başûrê Kurdistanê dest pê kirin û helwesta PDK’ê ya li hemberî vê êrişî nirxandinan kir û diyar kir ku AKP-MHP dixwazin xeyalên Osmaniyan pêk binîn. Maçîn, bi bîr xist ku Iraq, Îran, Sûriye û Tİrkiye, di êrişên xwe yên li dijî kurdan de bi hev re tevdigerin û wiha got: “Tirkiye li dijî kurdan şerekî qirêj dimeşîne. Bi hevkariya AKP-MHP’ê kûrkirina dagirkeriya her çar parçeyên Kurdistanê tê armanckirin. Ev bi awayekî zelal li holê ye.”
 
‘GARÊ CIHEKÎ STRATEJÎK E’
 
Maçîn, bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li dijî başûrê Kurdistanê ku 40 sal in didomin û bi pirsa ‘çima niha Garê’ ev nirxandin kir: “Lewre cihekî stratejik ê Garê heye. Nêzî Şengal û Rojava ye. Bi vê êrişê Tirkiye dixwaze valahiyên xwe yên siyaseta derve bigire. Tişta ku xwestin ji Rojhilatê Behra Spî, Lîbya û Rojava negirtin. Tirkiye dixwaze di navbera PKK û PDK’ê gengeşî derxe û hevdîtin yekitiya neteweyî yên li Rojava hilweşîne. Di destê PKK’ê leşker û polis hene. Ji ber ku dixwazin careke din piştgiriya kesên nîjadperest bigirin, bi taybetî êrişî van desteserkiriyan dikin. Dema ku cenazeyên leşkeran tên AKP-MHP bi van cenazeyan siyaset dikin. Lê wê ev siyaset wan xelas neke.”
 
XEYALÊN OSMANIYAN
 
Di berdewamê de jî Maçîn, destnîşan kir ku AKP-MHP dixwazin nexşeya Osmaniyan zindî bikin û li pey xeyala serweriya tevahiya sînorên Mîsak-i Mîllî ne û wiha dirêjî da nirxandinên xwe: “Wê tenê di asta xeyalan de bimînin. Ji bo pêkanînê hewldanên wan hene lê weke têkçûna Osmaniya wê xeyalên wan jî têk biçin. Ji bo ji holê rakirina destkeftiyên kurdan di 5 sal in dawîn de Tirkiye gelek polîtîkayên şaş şopand. Bi DAIŞ û komên cîhadîst re tevgeriya. Hemû kesên demokrat li hemberî vê nêzikbûnê aciz in. Di vê polîtîkaya xwe de bi israr in lê ne pêkan e bi serkevin.”
 
ARMANC DAGIRKIRIN E
 
Maçîn, bal kişand ser girîngiya yekitiya kurdan a li hemberî êrişên li ser kurdan û ev tişt gotin: “Îro li Rojhilata Navîn hevsengiya hêzan diguhere. Kurd ji her demê bihêztir in. Şansekî me yê ku em 100 salên din jî bêstatu bimînin tuneye. PDK ji bo berjewendiyên xwe bi Tirkiyeyê re tevdigere. Dema ku mijar dibe kurd bêyî ferq hemû dewletên Kurdistanê dagir kirine dibin yel. Armanca Tirkiyeyê ne tenê hebûna PKK’ê ye, pêşîgirtina îhtîmala referandûmeke din e. Tê xwestin hemû Başûr bê dagirtin lê kesên Başûr bi rê ve dibin hê ne div ê ferqê de ne. Heke kurd bibin yek dê karibin hin tişta bi ser bixin. Dijderketina êrişan tenê ne bes e. Ji bo ku Parlamentoya Herêma Federa Ya Kurdistanê ji bo yekitiyê gavan bavêje divê çalakiyên girseyitir bên lidarxistin. Xebatên raya giştî ya navneteweyî yên ji bo vê yekê jî bên laztirkirin.”
 

Sernavên din

19/02/2021
09:42 Li Îzmîrê jinek hat kuştin
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 85'emîn de ye
09:23 Kazan: Ne qanûnûneke bingehîn a nû, dixwazin rejîma sultaniyê ava bikin
09:23 Sarisaç: Çavkaniya bêedaletiyê tecrîd e
09:22 Xwendekarên Zanîngehê: Bûlû nikare bi îradeya xwe îstifa bike
09:21 ‘Ji bo em bibin dengê girtiyan divê em bibin yek'
09:20 SES: Dive hesasiyeta ji jiyanê esas bê girtin
09:20 Ji bo biçe li ber HDP'ê rûnê pere teklîfî wî kirin
09:20 Aktivîsta mafên jinan Thîele: Şikandina tecrîdê peywirek e
09:19 'Divê em dev ji aştî û hezkirinê bernedin'
09:18 Girtî ye û 11 sal in platîn di lingê wî de ye
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2021'AN
08:38 Betali bû sedema întîhara muzîkarekî
18/02/2021
21:16 83 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:09 Hevserokê HDP’a Kerboranê yê berê hat girtin
16:36 Bûldan: Li dijî faşîzmê pêwîstî bi hevpariyê heye
16:31 Doza kuştina ciwanê ji Sûriyê hat taloqkirin
16:05 Du xwendekarên hatibûn revandin hatin dîtin
15:54 Dayikên Aştiyê: Pêkanîna aştiyê bi rakirian tecrîdê mimkin e
15:19 Sancar: Divê em li dijî şer têkoşîna aştiyê ya hevpar ava bikin
15:15 Li Enqereyê ji sê xwendekaran agahî nayê wergirtin
14:48 DFG'ê rojnamevan Kiliç li ser gora wî ew bibîr anî
14:43 Projeya li ser Kaniyên Mûnzûrê hat betalkirin
14:34 Ji Demîrtaş daxuyaniya Garê: Ne HDP divê îqtidar hesab bide gel
14:29 HDP’ê rapora zemê aşkere kir: 4 hezar û 801 kesan ji ber qeyrana aborî întîxar kir
13:50 Rojnamevan Kaya: Hevsengî çep zîvirî
13:46 Belgefîlma Nû Jîn carek din tê darizandin
13:36 Çalakiya xelkê Şengalê didome
13:28 Li Dîlokê jinek hat qetilkirin
13:22 328 rêxistinên civakî zanîngeha xweser xwestin
13:03 Nobeta akademîsyenan a li dijî Rektorê Qeyûm didome
12:51 Gergerlîoglû: Operasyona li Garê neserketî ye
12:48 AYM'ê biryar da ku tazminata manevî bidin rojnameger Kural
12:34 Dozger ji efserê Dîlek Kaya kuşt re cezayê muebbetê xwest
12:19 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:53 DEMDER ava bû: Dem, dema hînbûna kurdî ye
10:05 Li Amedê dubare berf bariya
09:58 Li Antalyayê jinek hat qetilkirin
09:52 13 jinên li Aydinê hatin binçavkirin hatin berdan
09:51 2 cerdevanên jinekê tacîz kiribûn hatin berdan
09:31 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 84'emîn de ye
09:18 Dengbêj Selahattîn: Bila ciwan guh bidin kilaman
09:17 Qeyûm pandemî kir hincet û xebatên jinan da sekinandin
09:17 AA'yê kort û koncalên taxên Geverê nedît
09:16 'Qedexekirina ziman zirarê dide yekpareyiya hiş û hîsî'
09:16 Di 19 salên AKP'ê de 7 hezar û 455 jin hatine kuştin
09:16 Ji bo debara xwe bikin gûzan dişikînin
09:15 Hunermend: Şikandina tecrîdê şert û peywirek e
09:04 Ji bo zarokan dest bi kursa kurdî dikin
09:03 Jiyanên nîvcomayî: Şerm
09:02 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2021'AN
08:03 Li Bûrsayê bijîşkekî, li Çewlîkê jî ciwanekî întîhar kir
17/02/2021
21:31 86 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:20 Li Şirnexê 25 kes hatin berdan
17:15 Girtiyê ku gelek hestiyên wî şikestî ne xwe derp kiriye!
17:01 Xebata yekîtiya neteweyî li Mehsert û Stewrê hat birêvebirin
16:39 Li Wanê 15 rojên din jî çalakî û şahî hatin qedexekirin
16:22 Bijîşkê ku muayeneya kelemçekirî red kiriye bi gefa cendirmeyan re rûbirû maye
16:12 Ji bo Roja Zimanê Zikmakî daxuyaniya hevpar dan
15:35 Sancar: Em îtîfaqa edaletê ya li dijî zilmê ava bikin
15:35 Ji Ûca ji bo îqtidarê: Hûnê têk biçin
15:25 Li Amedê biryara zemkirina nan paş ve hat kişandin
15:24 Îmîr: Di şexsê Ocalan de Rojhilata Navîn di taritiyê de ye
15:06 Di qada xizmeta tenduristî û civakî de tundiya li ser jinan zêde bûye
15:01 Bi çalakiya rûniştinê bal kişandin ser greva birçîbûnê
14:53 Jinan bi tilîliyan polisan şeremzar kir
14:38 Partiyên siyasî: Hefsên malê diyarbûna tecrîda Îmraliyê ye
14:03 Axaftina bi Kurdî her diçe kêm dibe
13:58 Beştaş: Îqtidarê xwest ser sûcê xwe bigire lê nikare bigire
13:38 Temel sûc hesibandina nedayîna nûçeyên magazînê ji Gul pirsî
13:37 ESP ve SGDF: Sîxurî li endamê me tê ferzkirin
12:50 Hevserokên HDP'ê yên Êlihê hatin berdan
12:31 Çîvîroglu: Bi hatina Biden re piştgiriya siyaseta Tirkiyeyê bi dawî bû
12:30 Li Sêrtê 7 kes hatin berdan
12:18 Parlamenterê PDK’ê ji ber koronayê wefat kir
10:59 CFWIJ: Rojnamegerên girtî berdin
10:56 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 83'emîn de ye
10:56 Li wargeha şengaliyan şewat derket
10:20 Kujerê Gulistan Şaylemez hat girtin
10:16 Nivîskar Zîbechî: Ramanên Ocalan li pêşiya demê ne
10:04 Ozbudun: Divê muxalefet li ser rêgezên hevpar deklarasyonê biweşîne
09:50 Parêzerên rojnamevanan: Sûc nedîtine cih dane şîroveyan
09:06 Tiştên li dû rojnamevan Kiliç man
09:06 Redkarê wijdanî Bektaş: Li Tirkiyeyê şer bi mîlîtarîzmê tê kirin
09:06 Kîn û rika wan a ji bo Ozgur Gundemê neqediyaye: Gelek doz, bi salan ceza
09:06 'Dengbêjî, şopa dîrokî ya jiyana kurdî ye'
09:06 Çima li bajarên herêmê rêjeya derzîkirinê kêm e?
09:06 Esnafên jin: Ne pandemî, wê birçîbûnî me bikuje
09:06 Girtiyê ket greva birçîbûnê 11 roj ceza kirin
09:06 Plakeya wesayîta ku pê endama HDP'ê revandin 'sexte' ye
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2021'Ê
16/02/2021
20:32 90 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:39 Google ADS reklama bi kurdî red kir
16:43 Roja danişîna doza 5 rojnamegerên li Wane diyar bû
16:28 68 jinan tevî parastin xwestin jî dîsa hatin kuştin
16:20 Li Geverê çalakiya komploya 15’ê Sibatê
16:16 Serlêdana daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
15:42 Polîsan mudaxileyî jinên zanîngehê kir
15:21 Li Mûşê 2 jin hatin girtin
15:17 7 hezar û 80 TL cezayê pere li seroka TTB’ê birîn