Jinên cîhanê ji bo Ocalan name ji CPT re şandin

  • jin
  • 12:31 15 Sibat 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Akademîsyen, siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan û hunermend jî di nav de zêdeyî 60 jinan nameyek ji CPT re şandin û ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û pêkhatina aştî û demokrasiyê bikeve nava liv û tevgerê.
 
Bi banga Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E), nameyek ji Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) re hat şandin û işaret bi kiryarên nemirovî yên li Îmraliyê li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat kirin.
 
Di nameyê de ji CPT û siyasetmedarên xwedî biryar hat xwestin ku ji Tirkiyeyê bixwazin ji bo gefa li ser Ocalan rake û hat destnîşankirin ku divê şertê danûstandinên bi Tirkiyeyê re rakirina tecrîdê û bidawîkirina dijminatiya li gelê kurd be.
 
Di nameyê de hat bibîrxistin ku  Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de bi komploya welatên NATO'yê radestî Tirkiyeyê hat kirin û Ocalan li Kurdistanê weke lîderê polîtîk ê bi milyonan mirovî tê qebûlkirin. Di nameyê de hat gotin di danûstandinên bi dewleta Tirk re muxatabiya Ocalan bi giranî hatiye qebûlkirin.
 
'BI QEDANDINA DANÛSTANDINAN RE POLÎTÎKAYA ŞER Û TECRÎDÊ KETE DEWRÊ'
 
Di nameyê de hat adiyarkirin ku rola Ocalan a di çareseriyê de, ji aliyê hikumeta Tirkiyeyê ve di dema danûstandinên navbera salên 2013-2015'an de gelek caran hatiye destnîşankirin û piştî danûstandin ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve bi rengekî yekalî hat qedandin, şerê 40 salan kete dema herî giran.
 
Di nameyê de wiha hat gotin: "Ev şerê dawî bû sedema wê yekê ku bi hezaran kes jiyana xwe ji dest bidin, bi sed hezaran mirov ji cih û warê xwe bibin, gelek bajar û bajarokên Kurdan bên hilweşandin.Ev şer di heman demê de bû sedem, Tirkiye bi êrişkarî şer li derdorê belav bike, tundiya cîhadîst, faşîst, dijminên jinan belav bibe." 
 
'HEM HIQÛQA XWE HEM JÎ YA NAVNETEWEYÎ BINPÊ DIKE'
 
Di nameyê de hat diyarkirin bi qedandina danûstandinan re dewleta bi serkêşiya hikumeta AKP'ê, Ocalan xiste nava tecrîdê, bi vê yekê re hem mafên mirovan ê navneteweyî, hem jî hiqûqa Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê binpê kiriye û wiha hat gotin: "Girtîgeha Îmraliyê qada êşkenceyê ye ku mafên mirovan û hiqûq lê hatiye betalkirin" û hate bibîrxistin ku CPT di serdana xwe ya 5'ê Tebaxa 2020'î de şert û mercên li Îmraliyê nayê qebûlkirin û li gorî pîvanên mafên mirovan nîne.
 
NÊRÎNÊN WÎ LI TEVAHIYA CÎHANÊ TÊ QEBÛLKIRIN
 
Di nameyê de işaret bi bandora fikrên Abdullah Ocalan li cîhanê hat kirin û wiha hat gotin: "Li tevahiya cîhanê bi taybetî rûspiyên civakê, akademîsyen, entellektuel, hunermend, siyasetmedar, jin, parêzvanên mafên mirovan pêşniyarên Ocalan ên ji bo demokrasiyê, ekolojî û azadiya jinê qebûl dikin. Dirûşma Ocalan ku dibêje 'heta jin azad nebe civak azad nabe' bû çavkaniyeke girîng a wêrekiyê ku jinên Kurd li dijî serweriya mêr û tundiya dewletê têbikoşin. Li Bakurê Sûriyeyê ku fikrên wî yên li ser wekheviya zayendan ji xwe re dike esas, jinan di nava şer de ji bo maf û azadiyê destketiyên dîrokî bi dest xistin."
 
BAL HATE KIŞANDIN SER GEFA DEWLETA TIRK A LI SER HERÊMÊ
 
Di nameyê de hat destnîşankirin ku Tirkiyeya di dema Erdogan û AKP'ê de hîn bêhtir bi pirsgirêk bû, veguherî dewleteke tund û otorîter a dijwar û wiha hato gotin: "Êdî ji her demê bêhtir eşkere bûye ku dewleta Tirk ne tenê li nava sînorên xwe, veguheriye hêzeke mezin a şerker li tevahiya herêmê." Di nameyê de operasyonên leşkerî yên li Tirkiye, Sûriye, Iraq, Lîbya, Ermenistan-Azerbaycan û siyaseta ku li Derya Spî şer sor dike weke mînak hate nîşandan.
 
'EM HELWESTA SAZIYAN MEHKÛM DIKIN'
 
Di nameyê de helwesta saziyên herêmî û navneteweyî ya dijberî îşkenceyê li ser Ocalan hat mehkûmkirin û wiha hat gotin: "Dewleta Tirk bi birîna dengê wî (Ocalan) şensê hêviya ji bo edalet û aştiyê ya paşerojê asteng dike."
 
BANGA LI JINAN
 
Di nameyê de bang li saziyên alîgirê edalet, aştî û mafên mirovan hat kirin û wiha hat gotin: "Em ji we dixwazin ku li gorî wezîfeya xwe tevbigerin" û bang li jinan hemûyan jî hate kirin. Di nameyê de herî dawî hate gotin, "Em bang li jinan hemûyan dikin ku li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabin ser piyan, ji bo bidawîbûna tecrîd û girtîmayina wî tevlî banga me bibin."
 
Jin û saziyên ku îmzeya xwe danîne binê nameyê ev in:
 
"Platforma jinê ya gelên Îranê
Eniya jinan a Rojhilat
Komîteya Platforma hiqûqê ya gelên Îranê
Neyêre ansarî, parêzer û şêwirmenda yasayî
Mawerani çalekvana mafe jinan, Germanî
Sroue GHotbi, Psikolojist, Fransa
Jamile Karimi, aktivist, Elmanya
Mitra Dervishyan, nivîskar, Ermenistan
Hajar Karimi, aktîvîsta mafên mirovan, Elmanya
Fatma Karim, aktîsta mafên mirovan, Swêd
Parvin Karimi, Swêd
Chimen Karimi, aktîvîsta mafên jinê, Hollanda
Amine Karimi, aktîvîsta mafên jinê, Swêd
Tanya Mamrostemi, aktîvîst.
Ronak Fadayi, aktîvîsta mafên jinê, Elmanya
Awat Scharifi, aktîvîst, Elmanya
Masume Sayedmuhamedi, Ekonomîst, Norwêc
Fatma Ebrahimi, aktîvîsta mafên mirovan, Belçîka
Sumeye Ahmedpanah, Belçîka
RAWA -Rêxistina jinên şoreşger a Efganistanê
RONAK- Rêxistina jinên Rojhilatî li Ewropayê
Kurye Riyah Cudeh- Seroka Forûma Yekîtiya Jin û Ciwanan, Iraq
Nur El-Huda Zaki- Koordînatora Tevgera Jinên Misrî ji bo Guhertinê, Misir
Şeza Najî- Seroka Komeleya Jinê ji bo Aştiyê, Iraq
Dr. Safiya Zaza- Hiqûqnas û ekonomîst
Erij El-Kurdi- Helbestvan û nivîskara Fîlîstînî, Seroka KOmîteya Jinê a Kombûna Ciwanan a Fîlîstîn-Lubnanê
Zahra Ahmed Muhammed- Berpirsyara Departmana Jinê ya Karker a Federasyona Sendîkayên Fîlîstînê, Şaxê Lubnanê
Îlfet Mahmud- Seroka Komeleya Jinên Fîlîstînî ya li Lubnanê
Kejal Nuri- Başûrê Kurdistanê, helbestvan, nivîskar, Hollanda
Leyla El-Tay- Alîkara Serokê Partiya Yekîtiya Suryanî û Keyaya bendava Boûchrîeh a li Çiyayê Lubnanê
Komeleya Jinên Pêşverû ya Fasê
Suad Brahma- Parêzer û aktîvîstê mafên mirovan, Fas
Zeyneb Huseyn Miruwah- Seroka Kombûna Jinê ya Demokratîk a Lubnanî
Afaf Ghattaşa- Seroka Yekîtiya Komîteyên Jinên Kedkar a Fîlîstînî
Sektora Jinê ya Partiya Rêya Demokratîk, Fas
Şamiran Mrokel- Seroka Komeleya Jinê ya Iraqê
Radiyah El-Jarbi- Seroka Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Tûnisî UNFT
Komeleya Pêşketina Jinê ya Bejahî, Fîlîstîn
Rabiha El-Farisi- Rêxistina Mafên Jinê, Lîbya
Selwa Giga- Endama Komîteya Aştî, Ewlekarî û Jinê ya Yekîtiya Efrîkayê
CODESA- Komeleya Parêzvanên Mafên Mirovan a Sehra ya li Rojavayê Sehrayê ya Dagirkirî Hanan
Mahjubi- Endama Partiya Sosyalîst, Seroka Komeleya Femmes Masarat, Tûnis
Aidah Nasrallah- Seroka Komîteya Mafên Jinê ya Lubnanê
JÎN- Saziya Jinê, Lubnan
Komeleya Çandî û Civakî ya Newroz, Lubnan
Ays¸a Husu, Hevseroka PYD'ê
Khadija Ryadi, aktîvîsta mafên jinê, Fas
Ruba Ude, Endama Koordînasyona Meşa Jinê ya Cîhanê, Fîlîstîn
Selay Ghaffar, Berdevka Partiya Piştevan a Efganistanê
CPAZ – KoordÎnasyoan têkoşînê, entegrasyon, hikumet û aştiyê
Abya Yala Feminists, Emerîka Başûr
Rita Laura Segato, Profesora Zanîngeha Brasiliayê
Catherine Walsh, Ekvatorlu activist / Hîndekara Zanîngeha Simon Bolivar
Dr. Sylvia Marcos, Profesora Teolojî ya femînîst a Zanîngeha Ibero-Amerika
Permanent Seminar of Gender and Anthropology, IIA- UNAM
Margaret Owen, parêzer, Îngilistan
Wendy Lyon, parêzera femînîst û aktîvîst, Îrlanda
Julie Ward, Parlamentera berê, Îngilistan
Debbie Bookchin, Rojnamevan, nivîskar, DYE
Meredith Tax, Nivîskar û aktîvîsta femînîst, DYE
Laura Corradi, Profesora civakî ya Zanîngeha Calabria, Îtalya
International Association of Philosophers, Îtalya" 

Sernavên din

19/02/2021
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 85'emîn de ye
09:23 Kazan: Ne qanûnûneke bingehîn a nû, dixwazin rejîma sultaniyê ava bikin
09:23 Sarisaç: Çavkaniya bêedaletiyê tecrîd e
09:22 Xwendekarên Zanîngehê: Bûlû nikare bi îradeya xwe îstifa bike
09:21 ‘Ji bo em bibin dengê girtiyan divê em bibin yek'
09:20 SES: Dive hesasiyeta ji jiyanê esas bê girtin
09:20 Ji bo biçe li ber HDP'ê rûnê pere teklîfî wî kirin
09:20 Aktivîsta mafên jinan Thîele: Şikandina tecrîdê peywirek e
09:19 'Divê em dev ji aştî û hezkirinê bernedin'
09:18 Girtî ye û 11 sal in platîn di lingê wî de ye
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2021'AN
08:38 Betali bû sedema întîhara muzîkarekî
18/02/2021
21:16 83 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:09 Hevserokê HDP’a Kerboranê yê berê hat girtin
16:36 Bûldan: Li dijî faşîzmê pêwîstî bi hevpariyê heye
16:31 Doza kuştina ciwanê ji Sûriyê hat taloqkirin
16:05 Du xwendekarên hatibûn revandin hatin dîtin
15:54 Dayikên Aştiyê: Pêkanîna aştiyê bi rakirian tecrîdê mimkin e
15:19 Sancar: Divê em li dijî şer têkoşîna aştiyê ya hevpar ava bikin
15:15 Li Enqereyê ji sê xwendekaran agahî nayê wergirtin
14:48 DFG'ê rojnamevan Kiliç li ser gora wî ew bibîr anî
14:43 Projeya li ser Kaniyên Mûnzûrê hat betalkirin
14:34 Ji Demîrtaş daxuyaniya Garê: Ne HDP divê îqtidar hesab bide gel
14:29 HDP’ê rapora zemê aşkere kir: 4 hezar û 801 kesan ji ber qeyrana aborî întîxar kir
13:50 Rojnamevan Kaya: Hevsengî çep zîvirî
13:46 Belgefîlma Nû Jîn carek din tê darizandin
13:36 Çalakiya xelkê Şengalê didome
13:28 Li Dîlokê jinek hat qetilkirin
13:22 328 rêxistinên civakî zanîngeha xweser xwestin
13:03 Nobeta akademîsyenan a li dijî Rektorê Qeyûm didome
12:51 Gergerlîoglû: Operasyona li Garê neserketî ye
12:48 AYM'ê biryar da ku tazminata manevî bidin rojnameger Kural
12:34 Dozger ji efserê Dîlek Kaya kuşt re cezayê muebbetê xwest
12:19 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:53 DEMDER ava bû: Dem, dema hînbûna kurdî ye
10:05 Li Amedê dubare berf bariya
09:58 Li Antalyayê jinek hat qetilkirin
09:52 13 jinên li Aydinê hatin binçavkirin hatin berdan
09:51 2 cerdevanên jinekê tacîz kiribûn hatin berdan
09:31 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 84'emîn de ye
09:18 Dengbêj Selahattîn: Bila ciwan guh bidin kilaman
09:17 Qeyûm pandemî kir hincet û xebatên jinan da sekinandin
09:17 AA'yê kort û koncalên taxên Geverê nedît
09:16 'Qedexekirina ziman zirarê dide yekpareyiya hiş û hîsî'
09:16 Di 19 salên AKP'ê de 7 hezar û 455 jin hatine kuştin
09:16 Ji bo debara xwe bikin gûzan dişikînin
09:15 Hunermend: Şikandina tecrîdê şert û peywirek e
09:04 Ji bo zarokan dest bi kursa kurdî dikin
09:03 Jiyanên nîvcomayî: Şerm
09:02 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2021'AN
08:03 Li Bûrsayê bijîşkekî, li Çewlîkê jî ciwanekî întîhar kir
17/02/2021
21:31 86 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:20 Li Şirnexê 25 kes hatin berdan
17:15 Girtiyê ku gelek hestiyên wî şikestî ne xwe derp kiriye!
17:01 Xebata yekîtiya neteweyî li Mehsert û Stewrê hat birêvebirin
16:39 Li Wanê 15 rojên din jî çalakî û şahî hatin qedexekirin
16:22 Bijîşkê ku muayeneya kelemçekirî red kiriye bi gefa cendirmeyan re rûbirû maye
16:12 Ji bo Roja Zimanê Zikmakî daxuyaniya hevpar dan
15:35 Sancar: Em îtîfaqa edaletê ya li dijî zilmê ava bikin
15:35 Ji Ûca ji bo îqtidarê: Hûnê têk biçin
15:25 Li Amedê biryara zemkirina nan paş ve hat kişandin
15:24 Îmîr: Di şexsê Ocalan de Rojhilata Navîn di taritiyê de ye
15:06 Di qada xizmeta tenduristî û civakî de tundiya li ser jinan zêde bûye
15:01 Bi çalakiya rûniştinê bal kişandin ser greva birçîbûnê
14:53 Jinan bi tilîliyan polisan şeremzar kir
14:38 Partiyên siyasî: Hefsên malê diyarbûna tecrîda Îmraliyê ye
14:03 Axaftina bi Kurdî her diçe kêm dibe
13:58 Beştaş: Îqtidarê xwest ser sûcê xwe bigire lê nikare bigire
13:38 Temel sûc hesibandina nedayîna nûçeyên magazînê ji Gul pirsî
13:37 ESP ve SGDF: Sîxurî li endamê me tê ferzkirin
12:50 Hevserokên HDP'ê yên Êlihê hatin berdan
12:31 Çîvîroglu: Bi hatina Biden re piştgiriya siyaseta Tirkiyeyê bi dawî bû
12:30 Li Sêrtê 7 kes hatin berdan
12:18 Parlamenterê PDK’ê ji ber koronayê wefat kir
10:59 CFWIJ: Rojnamegerên girtî berdin
10:56 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 83'emîn de ye
10:56 Li wargeha şengaliyan şewat derket
10:20 Kujerê Gulistan Şaylemez hat girtin
10:16 Nivîskar Zîbechî: Ramanên Ocalan li pêşiya demê ne
10:04 Ozbudun: Divê muxalefet li ser rêgezên hevpar deklarasyonê biweşîne
09:50 Parêzerên rojnamevanan: Sûc nedîtine cih dane şîroveyan
09:06 Tiştên li dû rojnamevan Kiliç man
09:06 Redkarê wijdanî Bektaş: Li Tirkiyeyê şer bi mîlîtarîzmê tê kirin
09:06 Kîn û rika wan a ji bo Ozgur Gundemê neqediyaye: Gelek doz, bi salan ceza
09:06 'Dengbêjî, şopa dîrokî ya jiyana kurdî ye'
09:06 Çima li bajarên herêmê rêjeya derzîkirinê kêm e?
09:06 Esnafên jin: Ne pandemî, wê birçîbûnî me bikuje
09:06 Girtiyê ket greva birçîbûnê 11 roj ceza kirin
09:06 Plakeya wesayîta ku pê endama HDP'ê revandin 'sexte' ye
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2021'Ê
16/02/2021
20:32 90 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:39 Google ADS reklama bi kurdî red kir
16:43 Roja danişîna doza 5 rojnamegerên li Wane diyar bû
16:28 68 jinan tevî parastin xwestin jî dîsa hatin kuştin
16:20 Li Geverê çalakiya komploya 15’ê Sibatê
16:16 Serlêdana daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
15:42 Polîsan mudaxileyî jinên zanîngehê kir
15:21 Li Mûşê 2 jin hatin girtin
15:17 7 hezar û 80 TL cezayê pere li seroka TTB’ê birîn
14:49 Şandeya Yekîtiya Neteweyî li Nisêbînê dest bi gera li Mêrdînê kir