ÎHD: Li Garê sûcê şer hatiye kirin

  • rojane
  • 13:00 15 Sibat 2021
  • |
img
ENQERE - Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan diyar kir ku di operasyona TSK’ê ya Garê de komkujî pêk hatiye û yên jiyana xwe ji dest dane ne aliyê şer bûne û ev operasyon di asta sûcê şer de bûye. 
 
Navenda Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) têkildarî operasyona Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) a li ser devera Garê ya girêdayî Başûrê Kurdistanê ku têde 13 leşker, polîs û endamên MÎT’ê yên di destê PKK’ê de bûn jiyana xwe ji dest dan, civîna çapameniyê li dar xist. Civîn li Navenda ÎHD’ê pêk hat û Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan û rêveberên ÎHD’ê beşdarî civînê bûn. 
 
Ozturk Turkdogan di civînê de axivî û da zanîn ku ew ji ber kuştina kesên destesrkirî gelek xemgîn e û ew ji malbata miriyan re jî sersaxî dixwaze û ew yên bûne sedema kuştina wan kesan şermezar dikin û divê hesab bidin darazê. 
 
AQÛBETA VARDAR NE DIYAR E 
 
Turkdogan anî ziman ku di encama hewldanên rêxistinên mafê mirovan de berê jî kesên hatibûn destserkirin anîne û ev leşker, polîs û endamên îstîhbaratê di kontrola rêyan de ji aliyê PKK/HPG’ê de hatibûn destserkirin û 6 sal bûn dihatin ragirtin. 
 
Turkdogan derbarê kesên desteserkirî de agahî dan û got: “Di mijara aqûbeta Sedat Vardar û Ferdî Polat ên desteserkirî de nediyarî berdewam kiriye. Ferdî Polat piştî hatiye desteserkirin tavilê jiyana xwe ji dest daye. Rayedaran piştî 2 salan ji malbata wî re ragihandiye. Aqûbeta Sedat Vardar ne diyar e.” 
 
BERSIVA MALBATAN NEHATIYE DAYÎN 
 
Turkdogan bi bîr xist ku malbatên kesên desteserkirî li gel navenda giştî û şaxên ÎHD’ê û rêxistinên mafên mirovan ên din daxuyaniyan dane û got: “Di malpera komeleya me û hin malperên çapemeniyê de ew daxuyaniyên me hêj cih digirin. Bi malbatan re ji bilî civînên çapemeniyê, li Meclîsê bi partiyên siyasî re, hin wezîfedarên dewletê re hevdîtin pêk hatine. Her wiha malbat bi xwe jî bi wezîr, serokwezîr û serokkomar re hevdîtin pêk anîne û xwestine ji vê pirsgirêkê re çareserî were dîtin. ÎHD û rêxistinên din ên mafê mirovan derbarê vê mijarê de xwestin bi serokkomar, serokwezîr û wezîrê karên navweyî re hevdîtin bikin, lê ne erênî û ne jî neyînî bersiv nedane.” 
 
ÎHD’Ê ÎNÎSIYATÎF HILDA 
 
Turkdogan anî ziman ku ÎHD’ê bi malbatan re di 23’yê kanûna 2016’an de bi partiyên li Meclîsê re hevdîtin pêk aniye û wiha got: “ÎHD’ê di van hevdîtinan de diyar kiribû ku ji bo wergirtina van kesan dikare înîsiyatifê hilde ser milê xwe. Di van hevdîtinan de hevdîtina li gel HDP’ê tenê li pêşberî çapemeniyê pêk ahtiye. Ji ber xemsariya îqtîdara siyasî ev hewldan bi ser neket. Di 22’yê hezîrana 2017’an de malbatên polîs û eskeran li Şaxa ÎHD’a Amedê daxuyaniya çapemeniyê û banga hevpar kirine. Lê li gel hemû hewldanan jî di vê mijarê de tiştek nahet kirin û endam gihîşt îro.” 
 
SÛCÊ ŞER 
 
Turkdogan destnîşan kir ku divê tu êriş li dijî kesên ne aliyên şer in neyê kirin û wiha got: “Eşkere ye ku ev 13 kesên jiyana xwe ji dest dane ne aliyê şer bûne. Ev bûyerên wiha tenê ne di warê hiqûqî de mafê mirovan tê binpêkirin, di heman demê de asta sûcê şer dide nîşandan. Ji bo ewlehiya canê van kesan tu tevdîr nehatine girtin. Divê dewletê ewilî vê yekê pêk bianiya. Em banga lêpirsînek bi bandor dikin. Divê ji bo zelalkirina bûyerê lêpirsînek vekirî û serbixwe û bi bandor were birêvebirin. ÎHD’ê ji bo binpêkirinên mafan hemû amade ye ku berpirsiyarî bigire.”
 
BANGA JI BO PKK Û HIKUMETÊ 
 
Turkdogan bang li PKK’ê kir heke desteserkirî di destê wan de hebin divê serbest berdin. Turkdogan bang li rayedarên hikumetê jî kir ku lêpirsînek serbixwe bide destpêkirin û derbarê berpirsiyarên ku vî sûcî kirine de jî werin darizandin û hesab ji wan were pirsîn. 
 
BANGA ÇARESERIYÊ 
 
Turkdogan anî ziman ku heta kêşeya kurd bi rêyên demokratîk neyê çareserkirin dê bûyerên bi vî rengî berdewam bikin û ew wek parêzvanên mafê mirovan her tim ji bo parastina aştiyê û dijberiya xwe şer amade ne û dê her mafê mirovan biparêz in. 
 

Sernavên din

19/02/2021
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 85'emîn de ye
09:23 Kazan: Ne qanûnûneke bingehîn a nû, dixwazin rejîma sultaniyê ava bikin
09:23 Sarisaç: Çavkaniya bêedaletiyê tecrîd e
09:22 Xwendekarên Zanîngehê: Bûlû nikare bi îradeya xwe îstifa bike
09:21 ‘Ji bo em bibin dengê girtiyan divê em bibin yek'
09:20 SES: Dive hesasiyeta ji jiyanê esas bê girtin
09:20 Ji bo biçe li ber HDP'ê rûnê pere teklîfî wî kirin
09:20 Aktivîsta mafên jinan Thîele: Şikandina tecrîdê peywirek e
09:19 'Divê em dev ji aştî û hezkirinê bernedin'
09:18 Girtî ye û 11 sal in platîn di lingê wî de ye
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2021'AN
08:38 Betali bû sedema întîhara muzîkarekî
18/02/2021
21:16 83 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:09 Hevserokê HDP’a Kerboranê yê berê hat girtin
16:36 Bûldan: Li dijî faşîzmê pêwîstî bi hevpariyê heye
16:31 Doza kuştina ciwanê ji Sûriyê hat taloqkirin
16:05 Du xwendekarên hatibûn revandin hatin dîtin
15:54 Dayikên Aştiyê: Pêkanîna aştiyê bi rakirian tecrîdê mimkin e
15:19 Sancar: Divê em li dijî şer têkoşîna aştiyê ya hevpar ava bikin
15:15 Li Enqereyê ji sê xwendekaran agahî nayê wergirtin
14:48 DFG'ê rojnamevan Kiliç li ser gora wî ew bibîr anî
14:43 Projeya li ser Kaniyên Mûnzûrê hat betalkirin
14:34 Ji Demîrtaş daxuyaniya Garê: Ne HDP divê îqtidar hesab bide gel
14:29 HDP’ê rapora zemê aşkere kir: 4 hezar û 801 kesan ji ber qeyrana aborî întîxar kir
13:50 Rojnamevan Kaya: Hevsengî çep zîvirî
13:46 Belgefîlma Nû Jîn carek din tê darizandin
13:36 Çalakiya xelkê Şengalê didome
13:28 Li Dîlokê jinek hat qetilkirin
13:22 328 rêxistinên civakî zanîngeha xweser xwestin
13:03 Nobeta akademîsyenan a li dijî Rektorê Qeyûm didome
12:51 Gergerlîoglû: Operasyona li Garê neserketî ye
12:48 AYM'ê biryar da ku tazminata manevî bidin rojnameger Kural
12:34 Dozger ji efserê Dîlek Kaya kuşt re cezayê muebbetê xwest
12:19 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:53 DEMDER ava bû: Dem, dema hînbûna kurdî ye
10:05 Li Amedê dubare berf bariya
09:58 Li Antalyayê jinek hat qetilkirin
09:52 13 jinên li Aydinê hatin binçavkirin hatin berdan
09:51 2 cerdevanên jinekê tacîz kiribûn hatin berdan
09:31 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 84'emîn de ye
09:18 Dengbêj Selahattîn: Bila ciwan guh bidin kilaman
09:17 Qeyûm pandemî kir hincet û xebatên jinan da sekinandin
09:17 AA'yê kort û koncalên taxên Geverê nedît
09:16 'Qedexekirina ziman zirarê dide yekpareyiya hiş û hîsî'
09:16 Di 19 salên AKP'ê de 7 hezar û 455 jin hatine kuştin
09:16 Ji bo debara xwe bikin gûzan dişikînin
09:15 Hunermend: Şikandina tecrîdê şert û peywirek e
09:04 Ji bo zarokan dest bi kursa kurdî dikin
09:03 Jiyanên nîvcomayî: Şerm
09:02 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2021'AN
08:03 Li Bûrsayê bijîşkekî, li Çewlîkê jî ciwanekî întîhar kir
17/02/2021
21:31 86 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:20 Li Şirnexê 25 kes hatin berdan
17:15 Girtiyê ku gelek hestiyên wî şikestî ne xwe derp kiriye!
17:01 Xebata yekîtiya neteweyî li Mehsert û Stewrê hat birêvebirin
16:39 Li Wanê 15 rojên din jî çalakî û şahî hatin qedexekirin
16:22 Bijîşkê ku muayeneya kelemçekirî red kiriye bi gefa cendirmeyan re rûbirû maye
16:12 Ji bo Roja Zimanê Zikmakî daxuyaniya hevpar dan
15:35 Sancar: Em îtîfaqa edaletê ya li dijî zilmê ava bikin
15:35 Ji Ûca ji bo îqtidarê: Hûnê têk biçin
15:25 Li Amedê biryara zemkirina nan paş ve hat kişandin
15:24 Îmîr: Di şexsê Ocalan de Rojhilata Navîn di taritiyê de ye
15:06 Di qada xizmeta tenduristî û civakî de tundiya li ser jinan zêde bûye
15:01 Bi çalakiya rûniştinê bal kişandin ser greva birçîbûnê
14:53 Jinan bi tilîliyan polisan şeremzar kir
14:38 Partiyên siyasî: Hefsên malê diyarbûna tecrîda Îmraliyê ye
14:03 Axaftina bi Kurdî her diçe kêm dibe
13:58 Beştaş: Îqtidarê xwest ser sûcê xwe bigire lê nikare bigire
13:38 Temel sûc hesibandina nedayîna nûçeyên magazînê ji Gul pirsî
13:37 ESP ve SGDF: Sîxurî li endamê me tê ferzkirin
12:50 Hevserokên HDP'ê yên Êlihê hatin berdan
12:31 Çîvîroglu: Bi hatina Biden re piştgiriya siyaseta Tirkiyeyê bi dawî bû
12:30 Li Sêrtê 7 kes hatin berdan
12:18 Parlamenterê PDK’ê ji ber koronayê wefat kir
10:59 CFWIJ: Rojnamegerên girtî berdin
10:56 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 83'emîn de ye
10:56 Li wargeha şengaliyan şewat derket
10:20 Kujerê Gulistan Şaylemez hat girtin
10:16 Nivîskar Zîbechî: Ramanên Ocalan li pêşiya demê ne
10:04 Ozbudun: Divê muxalefet li ser rêgezên hevpar deklarasyonê biweşîne
09:50 Parêzerên rojnamevanan: Sûc nedîtine cih dane şîroveyan
09:06 Tiştên li dû rojnamevan Kiliç man
09:06 Redkarê wijdanî Bektaş: Li Tirkiyeyê şer bi mîlîtarîzmê tê kirin
09:06 Kîn û rika wan a ji bo Ozgur Gundemê neqediyaye: Gelek doz, bi salan ceza
09:06 'Dengbêjî, şopa dîrokî ya jiyana kurdî ye'
09:06 Çima li bajarên herêmê rêjeya derzîkirinê kêm e?
09:06 Esnafên jin: Ne pandemî, wê birçîbûnî me bikuje
09:06 Girtiyê ket greva birçîbûnê 11 roj ceza kirin
09:06 Plakeya wesayîta ku pê endama HDP'ê revandin 'sexte' ye
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2021'Ê
16/02/2021
20:32 90 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:39 Google ADS reklama bi kurdî red kir
16:43 Roja danişîna doza 5 rojnamegerên li Wane diyar bû
16:28 68 jinan tevî parastin xwestin jî dîsa hatin kuştin
16:20 Li Geverê çalakiya komploya 15’ê Sibatê
16:16 Serlêdana daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
15:42 Polîsan mudaxileyî jinên zanîngehê kir
15:21 Li Mûşê 2 jin hatin girtin
15:17 7 hezar û 80 TL cezayê pere li seroka TTB’ê birîn
14:49 Şandeya Yekîtiya Neteweyî li Nisêbînê dest bi gera li Mêrdînê kir