Hevseroka KNK'ê Murad: Pilanên li ser Şengalê rê li ber metirsiyê vedike

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka KNK'ê Zeyneb Murad derbarê geşedanên herî dawî de nirxandinên girîng kirin û wiha got: "Di navbera sînorê Rojava û Şengalê de 2 hezar û 500 leşker hatine bicihkirin, ev pêşî li metirsiyê vedike" 
 
Piştî ku “Peymana Şengalê” di 9'ê Cotmeha 2020'an de di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat îmzekirin, li dijî civaka êzidî gef û zext jî zêde bûn. Di 10'ê adarê de hikûmeta Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo ku hêzên Asayîşa Êzidxanê ji Şengalê derbikevin wext da Rêberiya Xweser a Şengalê. Li dijî êrişeke gengaz e jî Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi awayeke lezgîn civiya û li navenda Şengalê meşeke girseyî li dar xist. Piştî vê meşê her kesî berê xwe da Hewlêr û Bexdayê. Her çiqas ji bo demekî herdû aliyan bêdengiya xwe parastibe jî di navbera Rêveberiya Xweser û herdû aliyan de hevdîtin pêk hatin. Di daxuyaniya herî dawî de a ku bi pêkhateyên Şengalê bi awayeke hevpar hat dayîn de hat gotin ku hikûmeta Iraqê heta 1'ê nîsanê wext daye Asayîşê û ew ê li dijî vê biryarê li qadan bin. Di pêkanîna “Peymana Şengalê” de Hewlêr û Bexda bi israr in û mijara mereqê ye ku wê li dijî êrişeke gengaz e kurd helwesteke çawa nîşan bidin. Derbarê naveroka “Peymana Şengalê” û amadekariyên ji bo pêkanîna peymanê Hevseroka Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) Zeyneb Murad ji Ajansa me Mezopotamyayê (MA) re axivî û  nirxandinên girîng kirin. 
 
'BI VÊ PEYMANÊ DIXWAZIN ÊZIDIYAN JI ŞENGALÊ DERBIXIN' 
 
Hevseroka KNK'ê Zeyneb Murad destnîşan kir ku kesên ku ji DAIŞ'ê reviyan û çûn nikarin careke din qala parastina civaka êzidî bikin û wiha axivî: "Di 9'ê cotmeha 2020'an de di navbera Bexda û Hewlerê de peymana Şengalê hat îmzekirin. Her kes baş dizane ku ew peyman ji derveyî vîna civaka êzidiyan hat îmzekirin. Bêyî vîna Şengalê dîsa dixwazin ku li ser qedera wan biryar bidin. Ew hêzên ku Şengal teslîmî DAIŞ'ê kirin û ew komkujî, qirkirin pêk anîn û reviyan dixwazin îro careke din bikevin Şengalê. Dîsa dixwazin beyî vîna êzidî lîstokên xwe yên qirêj li ser Şengalê bimeşînin. Em dikarîn bibêjin ev peyman li ser esasê tifaqeka siyasî hatiye îmzekirin. Bi plan û daxwazên dewleta Tirkiyeyê ev peyman hatiye erêkirin. Bi riya vê peymanê dixwazin ku di Şengalê de êzidiyan jê derbixin. Dixwazin careke din civaka êzidî bi qirkirinekî re rûbirû bimîne. Çimkî em hemû dizanin piştî fermana 74'emîn de civaka êzidî rabû ser piyan û hêzên xwe yên parastinê ava kirin. Keç û xortên êzidî îro parastina axa xwe û gelê xwe dikin. Îro bi van peymanan dixwazin ku careke din êzidiyan bixin ber metirsiya qirkirinê. Çimkî hem êzidî bi xwe dizanin û hem jî em weke gelê kurd bi giştî û tevahî cîhanê êdî dizane ku kes nikare civaka êzidî biparêze. Loma civaka êzidî vê peymanê weke fermaneke nû şîrove dike. Jixwe daxwaziya dewleta Tirkiyeyê ew e ku bi taybet axa Êzidxanê dagir bike. Çima? Çimkî Şengal cihekê pir girîng û stratejîk e. Ji aliyê erdnîgariyê ve pir girînge. Ji ber vê dewleta Tirkiyeyê Şengalê ji xwe re weke metirsiyekî dibîne. Loma dixwaze roj bi roj planên xwe yên cuda bixe dewrê.” 
 
'ÊZIDÎ NAXWAZIN VÎNA XWE TESLÎMÎ KESÊN DIN BIKIN'
 
Murad di berdewamê de anî ziman ku li dijî Peymana Şengalê bertekên gel her ku diçin zêde dibin û wiha domand: "Lê ji hêla hikûmeta herêmê ve qebûlkirina van planan nayê qebûlkirin. Lê partiyên siyasî yên herêmê her çiqas ne anîn ser ziman jî ew bi xwe dibêjin 'Em ne li gel vê tifaqê û peymanê ne û ev peyman derî li metirsiyeke mezin vedike'. Ev xetere îro ne tenê li ser Şengalê bi tevahî li ser Başûrê Kurdistanê ye. Çimkî her kes dizane ku planên dewleta Tirkiyeyê ne tenê yek e. Me dît li ser xaka Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê çawa êrişên xwe berdewam kirin. Li Efrînê dagirkerî heye û di cihên din de dagirkeriya xwe didomîne. Îro li ser Şengalê disekine. Loma em dibêjin ev peyman bi xwe re xetereyeke mezin wê bîne. Her çend ev 6 meh e li ser civaka êzidî şerekî derûnî bê meşandin jî ew li dijî vê yekê li qadan in. Êzidî naxwazin ku vîna xwe teslîmî kesên din bikin. Ew ê nekevin ber xeteriya dubarekirina fermaneke nû. Loma ew bi israr in û ji roja destpêkê heta îro li qadan in. Bi çalakiyên cuda li dijî vê peymanê disekinin. Li her çar perçeyên Kurdistanê jî li dijî vê peymanê bertek hene. Kesek qebûl nake ku careke din civaka êzidî bi fermaneke din re rûbirû bimîne.” 
 
'JI BO GUHERTINA DEMOGRAFIYA ŞENGALÊ AMADEKARÎ HENE' 
 
Murad bal kişand ser xetereya peymanê wiha got: “Heke ku peymanê pêk bînin wê pêşiya xeteriyeke mezin bê vekirin. Îro careke din amadekarî heye ku hêzên weke DAIŞ'ê bikevin Şengalê. Ji bo damizirandina rêveberiyeke ji bo Şengal dixwazin di destpêkê de Asayîşê desteser bikin. Ew hêzên ku nikaribûn parastina civaka êzidî bikin, wê çawa careke din vegerin û çawa ew li bendê ne ku baweriya civaka êzidî bi van hêzan were? Ev xetere ye. Loma em dibînin ku civaka êzidî bi hemû hêza xwe bi israre ku asayîşa xwe teslîmî keseke din neke. Xort û keçên êzidî bi xwe dikarin ku parastina ax û civaka xwe bikin. Diyar e ku beriya vê Peymanê hêzên hikûmeta Kurdistanê û hikûmeta Iraqê nêzikî 2 hezar û 500 leşker li derdora derveyî Şengalê bi cih kirine. Di navbera sînorê Rojava û Şengalê de hatine bicihkirin. Niha amadekarî tên kirin û wextek hatiye xwestin ku hêzên Asayîşa Êzîdxanê derbikeve. Ji xwe ev demeke dirêje hem ji aliyên dewletên mezin û hem jî ji aliyê dewletên herêmî ve lîstokên qirêj tên amadekirin. Hewl didin ku van pilanan bixin meriyetê. Ji her aliyekî de em dibînin ku hewledanên wan hene. Jixwe di serî de dewleta Tirkiyeyê dixwaze pilanên xwe li ser civaka êzidî bide meşandin. Ji bo guhertina demografiya Şengalê amadekarî tên kirin. Ev bi xwe xeteriyeke pir mezin bi xwe re tîne. Dewleteke tirk çawa ku li Efrînê xebatên guhertina demografiyê meşandin, dixwazin heman polîtîkayê li ser Şengalê jî bidin meşandin. Loma em dibêjin di roja me ya îro de li dijî van pilanan û hewledanan helwesteke rêxistinî pêwîst e. Ne tenê ji bo Şengalê ji bo hemû pêkhatiyên Kurdistanê sekneke berxwederî girîng e. Ev pilan wê tenê bi Şengalê sînordar nebe û wê pilaneke berfireh bixin meriyetê. Loma divê bi lez û bez rê li vê xeteriyê bê girtin."
 
'DIVÊ CAREKE DIN LI BERÇAVAN DERBAS BIKIN' 
 
Murad anî ziman ku Asayîşa Êzidxanê bi rihê xwe yê cewherî di heman demê de rûmeta hêzên Iraqê jî parast û got: “Şengaliyan tu caran hêzeke biyanî li ser xwe qebûl nekiriye. Bi taybetî jî ev peymana ku di navbera Bexda û Hewlêrê de hatiye îmzekirin, êzidî weke fermaneke nû û xetereyeke mezin dibînin. Gelê herêmê bi çalakiyên xwe dide xuyakirin ku dagirkerî li ser Şengalê nayê qebûlkirin. Naxwazin ku tu kes vîna wan bişkîne. Beyî vîna xwe ew keseke din qebûl nakin. Ji ber wê em dibêjin ev Peyman nayê qebûlkirin. Em wisa dibînin ku wê Şengalî li ber xwe bidin. Em dibînin ku pêkanîna vê Peymanê wê derî li şerekî mezin veke. Pêwîste careke din bi taybetî hikûmeta Iraqê vê peymanê li ber çavan re derbas bikin. Çimkî civaka êzidî ne wek civakek berê ye. Niha jiyaneke nû ava kirin e. Îro ciwanên êzidî parastina xwe dikin. Ne tenê parastina Êzidxanê, wan di heman demê de parastina xaka Iraqê kirin."
 
'TEVAHIYA MIROVAHIYÊ JI PARASTINA CIVAKA ÊZIDÎ BERPIRSYAR E'
 
Murad diyar kir ku rabûna li dijî qirkirina êzîdiyan berpiryariya her kurdekî ye û wiha got: “Weke KNK’ê me tu caran êrişên li ser xaka Kurdistanê qebûl nekirin. Her wiha bi taybetî jî em dibêjin êrişên li ser Şengalê nayên qebûlkirin. Di vê çarçoveyê de xebatên me jî tên birêvebirin. Ev pilan ji hêla hêzên Kurdistanî ve dikarin bên xerakirin. Ev berpirsyariyeke civaka navnetewî ye jî. Ew fermana ku herî dawî li ser Şengalê pêk hat bêhurmetiya li dijî mirovahiyê bû. Ev ji bo mirovahiyê rûreşiyek bû. Loma tevahiya mirovahiyê îro ji parastina vê civakê berpirsyar e. Divê îro hemû pêkhateyên kurd piştgiriyê bidin Şengalê. Xwedî derketina berxwedana Şengalê erk û berpirsyariya her kurdekî ye. Dibe ku zirareke mezin bigihîje her kurdekî jî."
 
'BIHÊLIN BILA ŞENGALÊ ÊZIDÎ BI RÊ VE BIBIN’ 
 
Murad destnîşan kir ku pêwîste Şengal ji Şengaliyan re bê hiştin û vê bang kir: “Heke qirkirinek nû pêk were Bexda û Hewlêr jê berpirsyar in. Çimkî parastina Şengalê di destê herdû aliyan de bû. Parastina vê civakê erk û berpirsiyariya wan bû. Loma em dibêjin ji her kuştinekî berpirsyar in. Bila ev civak xwe bi xwe parastina xwe bike. Bila rêveberiya xwe bi xwe bi rê ve bibe. Çimkî tu kes wan bi qasî wan nas nake. Li ser axa Iraqê de xetereyek mezin heye. Rewşa aramî û asayîşê baş bi cih nebûye. Ji ber wê em dibêjin ku heger vê peymanê pêk bînin wê Tirkiye bigihîje miraza xwe. Ji hemû hêzên azadîxwez re bangawaziya me ew e ku bêdeng nemînin. Her saziyeke sîyasî, rêxistinên ereban ji vê Peymanê narazî ne û nerazîbûnên xwe anîne ziman. Loma em dibêjîn îro roj roja helwestê ye. Divê li dijî vê pilanê her kes helwesta xwe eşkere bike. Bi taybetî bangawaziya me ji jinan heye ku nehêlin xaka Şengalê û mirovahî bikeve xetereyê. Nehêlin ku rûmeta jinan bikeve xetereyê. Em dibêjin civaka êzidî bi xêra Asayîşa Êzîdxan û hêza YBŞ û YJŞ'ê li ser piyan e.  Em bangê li Bexda û Hewlerê jî dikin ku neyên van lîstîkan û bihêlin ku êzidî Şengalê bi rê ve bibin. "
 
MA / Zeynep Dûrgût 
 

Sernavên din

30/03/2021
09:15 'Îqtidar bi çavê dijminan li girtiyên siyasî dinêre'
09:14 'Îstixbarat' dev ji malbata Sunbul bernade!
09:10 Amedî: Partiya me li ku be, em li wir in, nikarin pêşiya me bigirin
09:08 Biraziyê Midûrê Weqfan li Sûrê bi kevirên diziyê avahiyek 'qaçax' çêkiriye
09:08 Rêyên bi 352 milyonan hatibûn çêkirin, cardin dan ber îhaleyê
09:05 Geliyê Hêtma, cihê dîmenên bêhempa ye
09:03 Malbat yeqîn nake ku Ergun xwe kuştibe: Ji ber zilmê reviya, cenazeyê wî dan me
09:02 Hevseroka KNK'ê Murad: Pilanên li ser Şengalê rê li ber metirsiyê vedike
09:00 ROJEVA 30'YÊ ADARA 2021'AN
29/03/2021
21:55 32 hezar û 404 kes bi Covîd-19'ê ketin, 154 kes jî mirin
17:03 Encamnameya Meclîsa Jinan a HDP’ê: Werin em hemû bi hev re jiyana nû ava bikin
16:36 Derbarê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Bayindir de doz hat vekirin
16:27 Meclîsa Jinan a HDP’ê serdana jinên Partiya DEVA’yê kir
16:26 Serdanên ‘Nobeta Edaletê’ ya HDP’ê didomin
16:23 ‘Em ê destûrê nedin ku hûn me mehkûmê mirinê bikin’
16:21 Paylan: Ayvatoglû rûyê nelirêtiyê yê tê dîtine
16:05 Jina ku hevjînê wê xwest wê bikuje birîndar bû
15:56 ‘Îşkenceya biceyranê’ ji Soylû pirsîn
15:55 Karkerên xwestin li karê xwe vegerên hatin binçavkirin
15:02 Ji ber giliyê Yildiz ê di êrişê cih girtibû, îfade da
14:36 Gergerlîoglû: We ez hilbijartim, min jî berxwedan hilbijart
14:06 Banga tevlîbûnê ya doza helîkopterê: Em ne sûcdar in rojnameger in
13:58 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
13:41 Li Qempa Holê li dijî DAIŞ’ê operasyon
13:06 Faîlên cînayeta Mûhammedê 8 salî tehliye bûn
12:41 Dozger xwest berpirsên Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê werin beraetkirin
11:57 Birayê parlamenterê AKP’ê giliyê Ferît Şenyaşar kir!
11:06 Gundên Geliyê Tiyarê hefteyeke bê ceyran in
10:53 Malbata 10’ê Cotmehê li ser medya civakî çalakî pêk anî
09:37 Dostên Yildirim: Ji bo ziman û wêjeya kurdî xebat kir
09:34 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 123'yemîn de dewam dike
09:00 Ferit Şenyaşar: ‘Bêedaletî’ me areste dike
09:00 Hunermed Çat ku derket ser dika Newroza Amedê: Bandorker bû
09:00 Keyatî veguherîne buroyên îcrayê!
09:00 Gelo vekişandina ji Peymana Stenbolê soza hilbijartinê ye?
09:00 ROJEVA 29'Ê ADARA 2021'AN
28/03/2021
21:29 153 kesên din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
21:22 Demîrtaş ji malbata Kadrî Yildirim re sersaxî xwest
20:32 Şik balyeyên pereyên ku tê angaştkirin ên şewirmendê AKP’î ye parve kir
19:31 Li Tekîrdagê jinek hat qetilkirin
19:17 Ebdî bang li ENKS û PYNK'ê kir ku li diyalogê vegerin
17:07 Bi hezaran şengalî meşiyan: Ji rewşeke rû bide hikûmet berpirsyar e
16:40 Ji Dayikên Aştiyê piştgiriya Malbata Şenyaşar: Bila dayik negirîn
16:07 MED-DER’ê kongreya xwe pêk anî
15:26 Kesên di 28’ê Adarê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn
14:25 Li Perava Yenîkapiyê cenazeyê jinekê hat dîtin
14:25 Pira Gelan: Qîrîna malbata Şenyeşar bibihîsin
13:46 Ayvatoglû yê AKP’î cardin hat binçavkirin
13:27 Civîna Meclîsa HDP’ê: Li dijî girtinê dê nexşerê bê diyarkirin
13:23 Faîl Diyar e: Bila Engîn Ceylan bê girtin
12:43 Nivîskarê Kurd Keremê Seyad jiyana xwe ji dest da
12:43 Penaberê Kurd ê girtin şermezar kir dawî li jiyana xwe anî
12:16 Malbata Şenyaşar: Sûcdar wekîl û malbata wî ye
11:25 Ji 10 kolberên dibin çavan de agahî nayê girtin
11:05 PDK’ê rêya 53 gundên Biradost girt
10:39 Cara 4’emîn depoya avê teqiya: Mal dibin avê de man
10:37 ‘Îmralî dê pirsgirêkê çareser bike'
10:37 Gef li dayika zaroka wê hat îstîsmarkirin tên xwarin
09:12 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 122'emîn de dewam dike
09:11 Piştî fesixkirina Peymana Stenbolê tiştên tên meraqkirin
09:09 Lojmanên edliyeyê bûne lojmanên tiryakkêşan
09:08 Destê qeyûman ji vê pirê nabe: Di 4 salan de du caran dan ber îhaleyê
09:06 Ji bo tenduristiya civakê pêşî divê tenduristiya jinê baş be!
09:04 Agiriyê xistine çi halî!
09:03 Keşîşxaneya Deyr Yaqûbê hildiweşe!
09:01 Birayê Aliçê berasteng ê hat kuştin: Ma ev edalet e?
09:00 ROJEVA 28'Ê ADARA 2021'Ê
27/03/2021
20:54 Li Hezexê qeza: 4 kes mirin
20:29 30 hezar û 21 kes bi Covîd-19'ê ketin
16:52 Endamên KESK'ê bang li AKP’ê kirin
16:34 ÎHD: Biryara der sînor kirina penaberê Sûriyeyî Sulo bi talûkeye
16:16 Encamnameya 'Hevditina Heq, Edalet û Wîcdan': Ji bo edaletê têkoşîna hevpar
15:51 Xwendekarên Bogazîçiyê banga mezinkirina têkoşînê kirin
15:33 ‘Nobeta Edaletê’ ya Gergerlîoglû didome
15:29 Kadrî Yildirim li Amedê hat definkirin
15:08 ÎHD: Em ji bo mafê jiyanê yê girtiyan rayedaran vedixwînin peywîrê
14:15 Nûçegihanê me Cemîl Ûgûr hêjayî ‘Xelata Taybet a Jurî’ a Metîn Goktepe hat dîtin
14:07 Dayikên Şemiyê: Em dozlêbûyî nîn in, em dozdar in
13:50 Jinên şirnexî Emîne Şenyaşar ziyaret kirin
13:30 Heta ku bi Ocalan re hevdîtin pêk neyê, girtî dernakevin hevdîtina telefonê
13:19 'Girtiya nexweş a 75 salî Fatma Guler berdin’
12:45 Di îdianameya karkeran de ‘nijadperestî’ hat derxistin!
12:44 Jinên HDP’î bi Seroka AKPM’ê re Peymana Stenbolê axivîn
12:44 Dadgehê 99 sal ceza li 12 siyasetmedaran birî
12:32 Buldan: Em natirsin, cesareta me heye
12:19 ‘Cenazeyê Tokçû yê ji zinaran hatibû avêtin bidin malbatê’
12:18 Şandeya ‘Hevdîtinên Ji Bo Kar û Nan’: Me ji Behra Reş hêz wergirt
12:07 Li Ceyhanê gelek kes hatin binçavkirin
11:07 47 xwendekarên di binçavan de hatin berdan
10:13 Ji bo KADES bi Kurdî xizmetê bide serî li wezaretê dan
09:57 Jina ciwan a ducanî hat kuştin
09:57 Temel: Bi tecrîdkirina Ocalan Tirkiyeyê davêjin bîrek bê binî
09:00 Koma 25'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:00 15 sal in kiryarên bûyerên 28'ê Adarê nehatine cezakirin
09:00 Ocalan: Ev ne hevdîtin e, provakasyon e
09:00 Şer û penaberî goristana bêkesan' mezin dike
09:00 Di sir û seqema Enqereyê de 13 saetan dixebitin: Em nikarin debara xwe bikin
09:00 Li jinên ku 8'ê Adarê pîroz kirin ceza birîn
09:00 Qeyûm milyon xerc kirin, lê ji kort û koncalan xalî nabe
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2021'AN