Di salvegera 10’emîn de ji bo penaberên Sûriyê platformek hat avakirin

  • rojane
  • 09:02 28 Nîsan 2021
  • |
img
STENBOL – Rêxistinên civakî yên sivîl ji ber salvegera 10’emîn a koçberiya ji Sûriyê, Platforma Piştevaniya bi Penaberan re ava kirin. Rêxistinên sivîl dibêjin “Çavkaniya nijadperestiyê ew e ku kesê nijadperestiyê dike ye” û dixwazin ji derd û birîna penaberan re bibin derman. 
 
Li Sûriyê di sala 2011’an de şerê navxweyî dest pê kir. Piştî şer dest pê kir bi milyonan însan berê xwe da rêya penaberiyê. Vê koçberiyê rê li ber drama mirovahiyê vekir. Tê gotin ku nêzî 10 milyon însan ji war û cihê xwe bûne. Cara ewil penaberên ji Sûriyê di 29’ê nîsana sala 2011’an de derbasî Tirkiyê bûn. Hat zanîn ku di nava van 10 salan de nêzî 5 milyon penaber ji Sûriyê hatine Tirkiyê. Statûya penaberiyê nedan gelek ji van penaberan. Penaber li kampan di nava jiyana herî kambax û zor de man. Penaberên sûriyê li Tirkiyê bi sedan car ji ber zimanê cihêkariyê û polîtîkayên nijadperestiyê bi êrişan re rûbirû man. Tevî ku 10 sal di ser vê koçberiyê de derbas bû jî îqtidara Tirkiyê polîtîkayek ji bo penaberan li pêş nexist û van penaberan her tim li dijî Ewropayê wek “koz” bikar anî. 
 
Saziyên wek Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqzanên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Şopandina Koçberiyê bi wesîleya salvegera 10’emîn a koçberiya penaberên Sûriyê, Platforma Piştevaniya bi Penaberan re ava kir. 
 
Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî û rêveberê Komeleya Şopandina Koçberiyê Ahmet Baran Çelîk têkildarî sazkirina vê platformê axivîn. 
 
SEDEMÊ KOÇBERIYÊ ŞER Û BIRÇÎBÛN E 
 
Gulseren Yolerî destnîşan kir ku sedemê herî mezin ê koçberiyê şer û birçîbûn e û hêj li welatê van penaberan şer diqewime û divê ji bo şer û birçîbûnê çareserî were lipêşxistin. Yolerî anî ziman ku ji roja penaber ji Sûriyê hatine Tirkiyê nayên parastin û ji ber zimanê cihêkariyê û gotinên nefretê bi êrişên giran re rûbirû man, gelek penaber hatin kuştin û ji van kuştiyan jî gelek ji wan bi destê polîsan pêk hatin. Yolerî got ji kiryar û kujerên van êrişên nefretê û cînayetan dikin jî ji ber polîtîkaya bêcezatiyê nayên cezakirin û divê pênaber bi mafên xwe werin parastin. Yolerî destnîşan kir ku zarok û jinên penaber jî di şertên herî xerab de dijîn û bi polîtîkaya cihêkariyê re rûbirû dimînin. Yoleri da zanîn ku ji 4 milyonan zêdetir penaberên ji Sûriyê li Tirkiyê hene û ji van penaberan tenê sala par destûra xebatê dane 32 hezar penaberan. Yolerî got lazim e ku çawa di destûra bingehîn û peymanên navnetewî de hatiye nivîsandin, wisa mafê penaberan bidin wan. 
 
TIJE ÊŞ Û TRAJEDÎ YE 
 
Ahmet Baran Çelîk jî destnîşan kir ku 10 sal in bi çavê “mêvanan” li penaberên Sûriyê tê mêzekirin û polîtîkayên heta îro hemû li ser vê yekê hatin hesabkirin û birêvebirin. Çelîk got ew jî pirs dikin gelo meriv bi 10 salan dibin mêvan? Çelîk destnîşan kir ku 10 sal in penaber li Tirkiyê bi pirsgirêkan re rûbirû dijîn û ew ji kîjan aliyî ve li meseleyê dinêrin tije êş û trajediye. Çelîk got li Tirkiyê hatiye wê merheleyê beşek mezin ê civakê ji penaberan nefretê dikin û ev jî ji ber zimanê cihêkariyê pêk tê. Çelîk destnîşan kir ku armanca Platforma wan ava kiriye jî ew e ku bi penaberan re piştevaniyê bikin û pirsgirêkên penaberan bikin rojev û bikin ku bi her awayî xwedî li penaberan were derketin û bi polîtîkayên cihêkarî û êrişan re rûbirû nemînin û mafê wan were parastin. 
 
MA / Ferhat Çelîk 
 
 

Sernavên din

30/04/2021
12:16 Heso Îbrahîm: Şengal venagere berî 2014’an
12:16 Ozsoy: Bi operasyona Metîna, Avaşîn û Zapê gav bi gav dagir dikin
11:21 Cerdevan bi mînîbusan şandin operasyona Lîcê
11:15 Seyarfiroş: Em bi birçîtiyê re rûbirû hatin hiştin
10:44 Rayedarên girtîgehê derman nadin girtiyê nexweş
10:02 ‘Heta mafê karkeran neyê dayîn aramî pêş nakeve'
09:00 Greva birçîbûnê di roja 155'emîn de dewam dike
09:00 Esnafên Cizîrê: Em ê di van 17 rojan de çi bixwîn?
09:00 'Têkoşîna civakî dikare ji daxwazên girtiyan re bibe bersiv’
09:00 Li Deşta Pirsûsê cotkarî veguheriye ezyetê
09:00 ‘Jinên bi tundiyê re rûbirû dimînin, ji ber zextên civakî xwe bêdeng dikin’
09:00 5 sal in neçûye hevdîtina lawê xwe
09:00 Kelemçeya elektronîk a xerabe 11 rojan di lingê wê de ma
09:00 Sûra şaredariya AKP’î çêkir rê li ber hezîna axê vekir
09:00 Her demsal hilberînên organîk
09:00 Çakas: Polîtîkayên ewlekariyê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde dikin
09:00 ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2021'AN
08:51 Dîroka bi dawîbûna Peymana Stenbolê di Rojnameya Fermî de hat weşandin
29/04/2021
23:50 Li Şirnexê tevgerek zêde ya leşkerî pêk tê
20:46 Hevserokê MED-DER'ê û 11 siyasetmedar hatin girtin
19:52 Ji Kovîd-19'ê 339 kesên din jî mirin
19:42 Qedexeya giştî ya ji bo derketina derve dest pê kir
18:29 Dîroka danişîna Doza Kobanê guherî
18:09 Çalakgerê greva birçîbûnê Oz li Farqînê hat veşartin
16:53 1’ê Gulanê li Kadikoyê hat pîrozkirin
16:52 Polîsan daxuyaniya HDP’ê asteng kirin
16:34 Malbata Şîşman: Bila ji me re bêjin saxe yan miriye?
16:31 Li Lîcê operasyona eskerî
16:23 Parêzerên Demîrtaş têkildarî biryara Dadgeha Bilind daxuyanî dan
16:03 Li ODTU’yê kampus li xwendekaran hat qedexe kirin
15:40 Kesê zarokekê tacîz kir hat binçavkirin
15:39 Karkerên Kurd ên mala wan hilweşandin li derve man
15:34 Li Erxeniyê gundekî kirin qarantînayê
14:54 Li Mereşê bersûcê îstîsmarê hat binçavkirin
14:17 Jina penaber a sancoya welîdînî dikişîne li pêş îdareya koçê tê rawestandin
14:08 Rihayiyan ‘girtina giştî’ nirxandin: Armanc ne em in turîzm e
14:05 Li Wanê pîrozbahiya 1’ê Gulanê asteng kirin
13:55 Dadgeha Bilind cezayê Demîrtaş erê kir
13:26 Şahidan polisê ku Efe pelçiqand derewandin: Xiza wî 70-80 kilometre bû
13:22 Gunay: Ocalan hemû beşan vedixwîne cîdiyetê
12:53 Operasyona eskerî li Şirnex û Colemêrgê dest pê kir
12:47 Li Enqerê mudaxileyî daxuyaniya 1’ê Gulanê kirin
12:46 Ûca pirsgirêkên cotkarên mexdûr bir rojeva meclisê
12:33 Eskeran gule berdan gundiyekî û bi awayekê birîndar lêxistin
12:20 Di pandemiyê de 800 milyar dolar windahiya dahata jinan çêbûye
11:38 Li Taksîmê qûrbaniyên 1’ê Gulanê tên bibîranîn
11:17 Ciwanê li Qeyseriyê hat qetilkirin li Cizîrê hat veşartin
11:12 Li Bûrdûrê jinek hat qetilkirin
11:07 Emîne Şenyaşar çû seredana kurê xwe yê li girtîgehê
11:03 Teqwiyeya OSO ji bo TSK’ê kirin
10:35 Li Sûrê, avahiyên bênasname yên hatin avakirin derketin holê
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 154'emîn de ye
09:00 ‘Têkbirina faşîzmê bixwedî derketina greva birçîbûnê mimkin e’
09:00 Li Sêrtê 200 cenazeyên aydê bêkesan 24 saetan bi MOBESE’yê tê temaşekirin
09:00 ‘Bila beriya dar werin birîn, doz bi dawî bibe’
09:00 Xelkê Amedê ji ber qedexeya ji binî ve bi gazinc in
09:00 ‘Jin bi destê darazê teşwîqî kuştinê tên kirin’
09:00 AYM 5 sal in li dosyeya malbata Yaşar nenihêriye
09:00 Karkerên li pîşesaziyê: Em bi nanoziko dixebitin
09:00 Karkerên bêkar ku 1’ê Gulanê pêşwazî dikin: Bila Kod-29 were betalkirin
09:00 Keleha ji serdema romayiyan maye bi tunebûnê re rûbirû maye
09:00 Çerkezoglû: Tevî şertên giran jî em ê 1’ê Gulanê pîroz bikin
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2021'AN
28/04/2021
23:49 Li Rihayê du bira di qenala avê de fetisîn
23:29 MSB: Leşkerek din jî mir
21:46 Li Kayseriyê ciwanek kurd hat kuştin
20:53 Ji Kovîd-19'ê 341 kesên din jî mirin
20:09 Li Pulurê piştî operasyonê şewat derket
17:09 Rapora ÎHD’ê ya Girtîgehên Marmarayê: hezar û 233 binpêkirinên mafan
16:43 ÎHD’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:53 Rêxistina HDP’ê ya Îzmîr’ê bangî malbatên li pêşiya wê rûniştine kir
15:21 Cerdevanê ku wesayîtê lê da jiyana xwe ji dest da
15:15 Hewldana ji bo Roboskî Edalet: Ji bo tu komkujiyê demborî nabe
15:15 Hat xwestin ku mirinên li girtîgehan bên lêkolînkirin
15:01 Ferît Şenyaşar: Dozgerek bi cesaret ê dosyayê veke tuneye
14:33 Kesên di 1’ê Gulana sala 1977’an de hatibûn qetilkirin bi qurnefîlan bi bîr anîn
14:30 Amed wê 1’ê Gulanê li Qada Deriyê Çiyê pîroz bike
14:05 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:00 Li çar navçeyan tecrîd şermezar kirin
14:00 Pirtûka ‘Hemû Berhemên Mûsa Anter’ bi çapa taybet derket
13:40 Li gel biryara dûrxistinê jî hat kuştin
13:37 Li Çelê 5 kes hatin binçavkirin
13:15 Ceyrana cotkarên Wêranşarê birîn
13:04 Guzel serdegirtina şînê pirs kir
12:52 Li Sûriye û Iraqê meseya bazarê ya dijberî kurdan
12:36 Adler: Me xwest em têkoşîna li dijî Erdogan dîtbar bikin
12:14 Li Iraqê mirinên jinan weke ‘întîharê’ qeyd dikin
12:05 Li dijî kana keviran kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
11:49 Li Amedê 11 kes 3 roj in dibin çavan de ne
11:30 Malbata Şenyaşar: Zilma li me hat kirin dibe belgefîlm
11:03 Zarokê ku traktor lê qelibî jiyana xwe ji dest da
10:56 Komisyona 21’ê Sibatê: Em dixwazin sala 2021’an bibe sala zimanê kurdî
10:55 Biryara binçavkirina 22 kesan hat dayîn
10:54 Akdenîz: Doza Kobanê çavtirsandina hemû mûxalefetê ye
10:24 ‘Em ê di 1’ê Gulanê de li dijî sermayeyê li qadan bin’
10:20 ‘Tundî bi demê re rê li ber rizîbûna civakê vedike’
09:02 ‘Em daristan û axa xwe ji dewletê diparêzin’
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 153'yemîn de ye
09:02 Di salvegera 10’emîn de ji bo penaberên Sûriyê platformek hat avakirin
09:02 Penaberê afgan: Dixwazin min bişînin şerê li welatê min