Tecawizî keça xwe kir, polîsan ew piştî du saetan berda

img
STENBOL - T. Kansiz ê  ji 12 saliya wê ve bi awayekî sîstematîk tecawizî keça xwe dike, piştî ku hat binçavkirin, du saet şunde hat berdan. 
 
Hat hînbûn ku li Stenbolê bavê zarokeke 14 salî bi qasî 2 salan bi awayekî sîstematîk tecawizî keça xwe kiriye. Piştî ku zarokê tiştên bi serê wê ve hatine ji dayika xwe re vegot, tecawîz derket holê. Dayik Yeter Tuyluoglû, piştî ku hîn bû hevjînê wê tecawizî keça wê kiriye, di 13 nîsanê de li qereqolê giliyê hevjînê xwe kir. Bav Kansiz ê di heman rojê de polîsan ew binçav kir, piştî ku îfadeya wî hat girtin polîsan ew berda. Balkêşe ku dosyaya hê di asta lêpirsînê de ye bi lez û bez biryara nepen jê re anîn. 
 
2 SALAN BERDEWAM KIR
 
Dayik Tûylûoglû, ji ajansa me re axivî û diyar kir ku piştî keça wê di 13’ê nîsanê de bi wê re axiviye hîn bûye ku hevjînê wê ji 12 saliya wê  ve tecawizî keça xwe dike. Tuyluoglû ya piştî ku bûyer hîn bû çû li qereqola polîsan gilî kir. Tuyluoglû, anî ziman ku keça wê birine Navênda Şopandina Zarokan (ÇÎM) û piştî li vir mûayene dibe bi pedagogan re bi awayekî bidîmen îfadeya wê hat wergirtin. 
 
Tuyluoglû, diyar kir ku beriya 8 mehan lihevkirina bi faîl re dev ji hev berdane û welayeta fermî ya her sê zarokên wê li cem wê ye û wiha got: “Piştî ku me dev ji hev berda, bi qasî 3 mehan mala me weke mala xwe bi kar anî. Piştî ku min bertek nîşan dida digot ‘Qasî ku zarokên min bi te re bin ev mal ya min e, li gor dilê xwe ez bikevimê û derkevim. Li ser vê yekê ji bo ji xwe re pergaleke nû ava bikim ji malê derketim. Dema keça min dawiya hefteyê dihat cem min digot ‘dayê min bigire cem xwe ez nikarim li wê malê bisekinim. Min jî jê re got hinek din xwe bigire, bila bavê te jî bi elime vê rewşê ez ê te bigirim cem xwe.” Tuyluoglû, diyar kir ku dema faîlê îstîsmarê dihat malê keça wê diçû odeya xwe û wiha axivî: “Min ji wî kesî re got keça min çima evqas ji te dûr ketiye, girêdayî balixbûnê û bûyerên hatin jiyîn kir. Ez jî wisa fikirîm.”
 
DI HEMAN ROJÊ DE HAT BERDAN
 
Tuyluoglû, da zanîn ku piştî tecawiz derket holê berdana faîl a ligel giliyê, ew diltirs kirine û wiha berdewam kir: “Me xwe di welatekî ku ewqas bêedalet de hîs kir. Em mecbûr man ku xwe bi xwe biparêzin. Em di vê pêvajoyê de derbasî maleke din bûn, wê êvarê faîl hat malê. Tu ewlehiya me nîne.” Tuyluoglû, bi lêv kir ku piştî vê pêvajoyê faîl bi telefonê li wan digere û tacîz û gefên xwe didomîne û wiha pê de çû: “Divê bi awayekî cidî li dozên wisa bê nêrîn. Divê hemû bergirî di serî de bên girtin.”
 
BIRYARA DÛRXISTINÊ HAT BINPÊKIRIN
 
Tuyluoglû, destnîşan kir ku piştî tacîz û gefan biryara dûrxistinê da wergirtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Faîlî biryara dûrxistinê ya min da wergirtin du caran bin pê kir û li ser vê yekê cezayê hefsa malê da faîl. Kelemçeya elektronîk beriya 3-4 rojan xistine lingê wî. Ev agahî hemû min ji xizmên wî girtin. Bergiriyên tên girtin em têrker nabînin. Ji ber dosya di asta lêpirsînê de ye hêj îdianame nehatiye amadekirin. Şûna dûrxistinê divê faîl were girtin. Beriya niha jî li gel dûrxistinê 100 metreyan nêzîkî min bûbû wê demê dikarî her tiştî bike.”
 
TUNDIYA ZILAM LI HER DERÊ YE
 
Tuyluoglû, anî ziman ku ji ber bergiriyên ku meqamên edlî nagirin her roj zilam jinan qetil dikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Faîl dixwazin ser dozê bi vî şiklî bigirin. Dixwazin îstîsmarê meşrû bikin û serê wê bigirin. Ez demildest edaletê dixwazim, bila doz ev qas dirêj nebin û bersûc demildest bên cezakirin."
 
MA / Rojîn Altay
 

Sernavên din

12/05/2021
09:00 Baroya Wanê Komîsyona Zimanê Kurdî ava kir
09:00 Dadgehê biryar da, lê hê jî nikare biçe ser karê xwe
09:00 Li Bazara Jiyanê zextên 'mêran zêde' bûn
09:00 Ji bo cejnê kirîn lê nefirotin
09:00 33 roj in agahî ji Şîşman tune: Malbat bi fikar e
09:00 Malbatên Somayê: Em nahêlin hêvîya me bişkînin
09:00 Başaran: Jin bi parastina azadiyê re li dijî tecrîdê têdikoşin
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2021'AN
07:54 Destûr nedan cenaze bişon
11/05/2021
20:25 Îro 278 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:22 Dayika Aştiyê Kaygûsûz û 4 siyasetmedar hatin berdan
17:13 Tedawiya wî neqediya û ew birin girtîgehê
16:58 Li Girtîgeha Jinan vîrûs heye, bijîşk tune ye!
16:56 Ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekiriye gardiyanan lê daye
16:51 Li Deşta Mêrdînê dema çinînê ye: Hişkesaliyê li ceh daye
16:35 DAD û DEDEF: Komkujî berdewam dikin
15:47 NY: DAIŞ’ê li hemberî êzidiyan sûcê qirkirinê kiriye
15:40 Jinan bang kir: Em ê teslîm nebin
15:29 Parêzera girtiyê nexweş Tamboga bang li rayedaran kir
15:15 Li Xozatê bi operasyonê re şewat jî derket
15:07 Gelo Yildiz piştî ‘şopandina û gefê’ hatiye kuştin?
15:05 Banga greva birçîbûnê li Wezareta Dadê hat kirin: Dawî li tecrîdê bînin
14:37 ÎHD û TÎHV: Êrîşên li ser Gazzeyê bi dawî bikin
12:49 Herbo: Li Şengalê derd hebûna êzidiyan e
12:48 Jinên HDP’yî derketin ser sûrên Amedê: Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin
11:41 Di rojên qedexe de wêneyê xizanî û dewlemendiyê
11:36 Malbata Şenyaşar: Ji zilmê re bêdeng nemînin
11:18 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Cerdevanan tev li operasyona Zapê dikin
10:58 Li Sûrên Topkapiyê jinan çalakî li dar xist
10:36 Gelo Gurbet Uren hat kuştin?
09:31 Êdî zebeşan bi zûlan difiroşin
09:31 Koma 34'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:12 Rojnameger Altan: Tirkiye bi pilaneke navneteweyî êrişî Başûr dike
09:08 Temeneke di rêya aştiyê de: Sîmanperî Akyildiz
09:07 Girtiyê bi tenê di odeyekê de dimîne bi Covîd-19'ê ket
09:07 Esnafên halê: Camêro li qesrê kêf kêfa wî ye, lê milet perîşan e
09:06 Jinên wanî: Em xwedî li kurdî derkevin
09:06 Berî ku mal veguherin 'hêlîna tahdeyê' bila tevdîr bên girtin
09:04 Tenê şorbe û nanê tisî dixwin
09:04 Parêzer Çîftçî: Di doza Kobanê de şopa darizandineke adil tune ye
09:04 Bîlançoya êrişên li dijî kurdî: 17 êriş û 5 kuştin
09:00 ROJEVA 11'Ê GULANA 2021'AN
08:32 Eskerekî TSK'ê li Idlibê jiyana xwe ji dest da
10/05/2021
23:44 Guh li bergiriyên koronayê nekirin, bi konwoyê li nav bajêr geriyan
20:42 282 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:30 ‘Peykerên’ qeyûm bûn mijara pêkenok û bertekan
16:18 Jina berasteng a zîhnî di qefesê de mirî hat dîtin
15:57 ‘Polîtîkayên îqtidarê rewşa astengdaran girantir dike’
13:41 Cenazeyê dayika Arslan hat veşartin
13:40 ÎHD:Şîşman ê bi birîndarî hat binçavkirin 31 rojin li ku derê ye?
13:11 Piştî veqetandina polisan texrîbata li Koşka Mala Ezîzan derket holê
13:02 Malbata Şenyaşar: Wezareta Dadê tu li ku yî?
12:31 HDP’ê bi boneya Roja Dayikan ji girtiyên jin re qert şand
11:52 Hunermenda dengê berxwedanê: Hozan Mizgîn
11:22 Dayika Aştiyê Akyildiz jiyana xwe ji dest da
11:02 Faîl dîsa nas e: Hevjîna xwe kuşt, zarokê xwe giran birîndar kir
09:21 'Dînê Nisêbînê' mamoste Aslan jiyana xwe ji dest da
09:20 Dayika Mehmet Arslan jiyana xwe ji dest da
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 165'emîn de dewam dike
09:03 ‘Divê tevahiya civakê xwedî li greva birçîbûnê derkeve’
09:03 Leşkerê berê Yaylali: Armanca operasyonan tevahiya kurdan e
09:03 Qedexeya giştî barê jinan girantir kir: Sê karan bi hev re dike
09:02 Şertê ‘qawîşa serbixweyan’ danîn pêşiya berdana girtiyan
09:02 Pîroglû: Divê astengdar ji bo têkoşînê bikevin tevgerê
09:02 Serokê Giştî yê PÎA’yê Kamaç: Operasyon ne çareserî ne
09:02 DÎSK: Karker ji ber bêtevdîriyan jiyana xwe ji dest didin
09:01 10 sal di ser Peymana Stenbolê re derbas bûn: Vekişîna ji Peymanê xetere ye
09:01 Şêniyên Xaçortê: Bi avêtina bombeyên gazê me ceza dikin
09:00 Ji ber bihabûna êm û kayê sewalkarî diqede
09:00 Qeyûm deynên bacên xwe bi neguhêzbarên şaredariyê dide
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2021'AN
09/05/2021
21:19 283 kesên din ji koronayê mirin
20:59 Li Mûşê zaroka 16 salî biguman jiyana xwe ji dest da
17:13 Ciwanê winda bû di bombebaranê de jiyana xwe ji dest da
16:41 Kepçe ketin Newala Qesaba û dest bi kolandinê kirin
16:05 Ji ber kavilên kana kevir newal tije bû
16:04 Karkerek di bendavê de xeniqî
15:19 Eskeran îşkence li penaberan kirin
14:47 Cezayê hucreyê li girtiya ku binpêkirinên mafan vegot birîn
14:05 Li Mêrsînê îdîaya mamosteyekî întîhar kir
13:32 Bûldan, Roja Dayikan li Qada Galatasarayê pîroz kir
13:04 Nameya HDP’ê nedan Gergerlîoglû
12:19 Roja ku edalet pêk bê, dê wê rojê Roja Dayikan pîroz bike
11:29 Rojnameger Elo: DYA, dixwaze paşve vegere cihên ku Suriyeyê berdane
11:25 Sozên xwe negirtin, dosyeya Cemîl Kirbayir bi hinceta demboriyê girtin
10:57 Dayika Ayşe Gokkan: Xelata wê ya herî mezin têkoşîna wê ye
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 164'emîn de dewam dike
09:04 Behsa tora tiryakê ya li Nisêbînê kir: Hedef malbatên welatparêz in
09:04 Gotina 'li taxa me dawet heye' wekî şîfreya rêxistinê hat hesibandin
09:04 'Ne pîrozkirin, bila hesab bê dayîn'
09:03 Di 15 saliya xwe de bi kesekî 45 salî re hat zewicandin: Pir zor bû
09:03 Pîvaz li nav erd riziyan
09:03 Berteka esnafên Wan a ji bo qedexeya dawî
09:02 Girtî bi kirareke îdarî cara dudoyan tên cezakirin
09:02 Meaşê mamosteyê biheq 50 TL ye
09:01 Dayik bi têkoşînê li ser pêyan e
09:01 Bi hinceta 'rojiya mirinê' ceza li girtî birîn
09:01 Hiqûqnasên jin nepêkanîna qanûnê rexne kirin
09:00 Roja bigihên zarokên xwe, dê ew roj Roja Dayikan be!