Li Silopiyê revandin, li Xarpêtê kuştin, cenazeyê wî avêtin golê

img

AMED - ÎHD’ê û Xizmên Windayan, xwestin ku bersûcên Hasan Ergul ê di sala 1995’an de li Silopiyê hat revandin û piştî îtirafên îtîrafkarê JÎTEM’ê Abdulkadîr Aygan cenazeyê wî di Golu Hazarê de hatibû dîtin, bên cezakirin. 

 
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê û Xizmên Windayan, ji bo ku “Winda bên dîtin û faîl bên darizandin” çalakiya xwe ya 639’emîn a her hefteyê dewam dikin, ji ber şewba vîrûsa koronayê, li ser hesabê xwe yê medya civakî bi weşandina vîdyokê li dar xistin. Di çalakiya vê heftê de, çîroka Hasan Ergul ê di sala 1995’an de li navçeya Silopî ya Şirnexê ji aliyê kesên sivîl ve hat revandin, li bajarê Xarpêtê hat qetilkirin û dûre cenazeyê wî di Gola Hazarê de hatibû dîtin, hat vegotin.
 
Endama Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Gurbet Yavûz çîroka Ergul xwend û wiha got: “Ergul di 23’yê Gulana 1995’an de, li ber Oval Petrolê ya di kevinta navçeya Sîlopî ya Şirnexê de, li ber çavê kurê wê yê 5 salî ji aliyê kesên sivîl û bitêlvan ve hat revandin. Piştî revandinê carek din agahî jê nehat girtin.
 
‘JÎTEMÊ KUŞT’
 
Malbata Ergûl, serî li hemû rayedarên fermê da, lê tu encam bi dest nexist. Piştî îtirafên îtîrafkarê JÎTEM’ê Abdulkadîr Aygan ên di 11 Adara 2004’an de, di rojnameya Ozgur Gundemê de hatin serwîskirin, cînayet û cenazeyê Ergul derket holê. Aygan îtîraf kiribû ku Ergul birine Xarpêtê û piştî li wir dikujin, cenazeyê wî davêjin Gola Hazarê. Malbata Ergul ji bo ku cenaze bê dîtin, li derdora Gola Hazarê dest bi lêkolînan dikin. Hin şahidên li golê masîgiriyê dikin, ji malbatê re dibêjin di sala 1995’an de cenazeyê 2 zilamên tazî yên di torbeyan de dîtine. Malbata Ergul, di çarçoveya vê agahiyê de, bi navbeynkariya parêzerên xwe di 9'ê Nî’ana 2009’an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Xarpêtê dide. Li gorî agahiyên tên bi dest xistin; masîgir derbarê dîtina 2 cenazeyan de agahiyê didin Miduriyeta Polîsan a Xarpêtê. Dozger li ser vê agahiyê dikeve nava tevgerê. Wêneyê cezayan tên girtin û ji bo otopsiyê dişînin Saziya Tipa Edlî. Lê ji ber nasnameya wan nayê tespît kirin, her du cenazeyan li goristana bêkesan defin dikin. 
 
CENAZEYÊ WÎ HAT DÎTIN
 
Serdozgeriya Komarê ya Xarpêtê, dosyayên derbarê cenazeyên bêxwedî yên aydê sala 1995’an de hatibûn vekirin, yek bi yek nîşanî birayên Ergul Hadî û Arto Ergul dide. Du birayên Ergul ji wêneyan birayê xwe teşhîs dikin. Piştî mînakên DNA’yê hestiyên Hasan Ergul, ji goristana bêkesan derdixin û didin malbatê. 
 
Malbata Ergul, dûre derbarê Amîrhêz Cemal Temîzoz û Koçero Salûcî yên wê demê girtîbûn de, gilî kir. Lê tu encam bi dest nexwest û 8 bersûcên dihatin darizandin beraet kirin.”
 
Yavûz, di dawiya axaftina xwe de, dest nîşan kir ku wê têkoşîna wan a edalet û heqîqetê her tim dewam bike.
 

Sernavên din

12/05/2021
09:00 Baroya Wanê Komîsyona Zimanê Kurdî ava kir
09:00 Dadgehê biryar da, lê hê jî nikare biçe ser karê xwe
09:00 Li Bazara Jiyanê zextên 'mêran zêde' bûn
09:00 Ji bo cejnê kirîn lê nefirotin
09:00 33 roj in agahî ji Şîşman tune: Malbat bi fikar e
09:00 Malbatên Somayê: Em nahêlin hêvîya me bişkînin
09:00 Başaran: Jin bi parastina azadiyê re li dijî tecrîdê têdikoşin
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2021'AN
07:54 Destûr nedan cenaze bişon
11/05/2021
20:25 Îro 278 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:22 Dayika Aştiyê Kaygûsûz û 4 siyasetmedar hatin berdan
17:13 Tedawiya wî neqediya û ew birin girtîgehê
16:58 Li Girtîgeha Jinan vîrûs heye, bijîşk tune ye!
16:56 Ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekiriye gardiyanan lê daye
16:51 Li Deşta Mêrdînê dema çinînê ye: Hişkesaliyê li ceh daye
16:35 DAD û DEDEF: Komkujî berdewam dikin
15:47 NY: DAIŞ’ê li hemberî êzidiyan sûcê qirkirinê kiriye
15:40 Jinan bang kir: Em ê teslîm nebin
15:29 Parêzera girtiyê nexweş Tamboga bang li rayedaran kir
15:15 Li Xozatê bi operasyonê re şewat jî derket
15:07 Gelo Yildiz piştî ‘şopandina û gefê’ hatiye kuştin?
15:05 Banga greva birçîbûnê li Wezareta Dadê hat kirin: Dawî li tecrîdê bînin
14:37 ÎHD û TÎHV: Êrîşên li ser Gazzeyê bi dawî bikin
12:49 Herbo: Li Şengalê derd hebûna êzidiyan e
12:48 Jinên HDP’yî derketin ser sûrên Amedê: Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin
11:41 Di rojên qedexe de wêneyê xizanî û dewlemendiyê
11:36 Malbata Şenyaşar: Ji zilmê re bêdeng nemînin
11:18 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Cerdevanan tev li operasyona Zapê dikin
10:58 Li Sûrên Topkapiyê jinan çalakî li dar xist
10:36 Gelo Gurbet Uren hat kuştin?
09:31 Êdî zebeşan bi zûlan difiroşin
09:31 Koma 34'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:12 Rojnameger Altan: Tirkiye bi pilaneke navneteweyî êrişî Başûr dike
09:08 Temeneke di rêya aştiyê de: Sîmanperî Akyildiz
09:07 Girtiyê bi tenê di odeyekê de dimîne bi Covîd-19'ê ket
09:07 Esnafên halê: Camêro li qesrê kêf kêfa wî ye, lê milet perîşan e
09:06 Jinên wanî: Em xwedî li kurdî derkevin
09:06 Berî ku mal veguherin 'hêlîna tahdeyê' bila tevdîr bên girtin
09:04 Tenê şorbe û nanê tisî dixwin
09:04 Parêzer Çîftçî: Di doza Kobanê de şopa darizandineke adil tune ye
09:04 Bîlançoya êrişên li dijî kurdî: 17 êriş û 5 kuştin
09:00 ROJEVA 11'Ê GULANA 2021'AN
08:32 Eskerekî TSK'ê li Idlibê jiyana xwe ji dest da
10/05/2021
23:44 Guh li bergiriyên koronayê nekirin, bi konwoyê li nav bajêr geriyan
20:42 282 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:30 ‘Peykerên’ qeyûm bûn mijara pêkenok û bertekan
16:18 Jina berasteng a zîhnî di qefesê de mirî hat dîtin
15:57 ‘Polîtîkayên îqtidarê rewşa astengdaran girantir dike’
13:41 Cenazeyê dayika Arslan hat veşartin
13:40 ÎHD:Şîşman ê bi birîndarî hat binçavkirin 31 rojin li ku derê ye?
13:11 Piştî veqetandina polisan texrîbata li Koşka Mala Ezîzan derket holê
13:02 Malbata Şenyaşar: Wezareta Dadê tu li ku yî?
12:31 HDP’ê bi boneya Roja Dayikan ji girtiyên jin re qert şand
11:52 Hunermenda dengê berxwedanê: Hozan Mizgîn
11:22 Dayika Aştiyê Akyildiz jiyana xwe ji dest da
11:02 Faîl dîsa nas e: Hevjîna xwe kuşt, zarokê xwe giran birîndar kir
09:21 'Dînê Nisêbînê' mamoste Aslan jiyana xwe ji dest da
09:20 Dayika Mehmet Arslan jiyana xwe ji dest da
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 165'emîn de dewam dike
09:03 ‘Divê tevahiya civakê xwedî li greva birçîbûnê derkeve’
09:03 Leşkerê berê Yaylali: Armanca operasyonan tevahiya kurdan e
09:03 Qedexeya giştî barê jinan girantir kir: Sê karan bi hev re dike
09:02 Şertê ‘qawîşa serbixweyan’ danîn pêşiya berdana girtiyan
09:02 Pîroglû: Divê astengdar ji bo têkoşînê bikevin tevgerê
09:02 Serokê Giştî yê PÎA’yê Kamaç: Operasyon ne çareserî ne
09:02 DÎSK: Karker ji ber bêtevdîriyan jiyana xwe ji dest didin
09:01 10 sal di ser Peymana Stenbolê re derbas bûn: Vekişîna ji Peymanê xetere ye
09:01 Şêniyên Xaçortê: Bi avêtina bombeyên gazê me ceza dikin
09:00 Ji ber bihabûna êm û kayê sewalkarî diqede
09:00 Qeyûm deynên bacên xwe bi neguhêzbarên şaredariyê dide
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2021'AN
09/05/2021
21:19 283 kesên din ji koronayê mirin
20:59 Li Mûşê zaroka 16 salî biguman jiyana xwe ji dest da
17:13 Ciwanê winda bû di bombebaranê de jiyana xwe ji dest da
16:41 Kepçe ketin Newala Qesaba û dest bi kolandinê kirin
16:05 Ji ber kavilên kana kevir newal tije bû
16:04 Karkerek di bendavê de xeniqî
15:19 Eskeran îşkence li penaberan kirin
14:47 Cezayê hucreyê li girtiya ku binpêkirinên mafan vegot birîn
14:05 Li Mêrsînê îdîaya mamosteyekî întîhar kir
13:32 Bûldan, Roja Dayikan li Qada Galatasarayê pîroz kir
13:04 Nameya HDP’ê nedan Gergerlîoglû
12:19 Roja ku edalet pêk bê, dê wê rojê Roja Dayikan pîroz bike
11:29 Rojnameger Elo: DYA, dixwaze paşve vegere cihên ku Suriyeyê berdane
11:25 Sozên xwe negirtin, dosyeya Cemîl Kirbayir bi hinceta demboriyê girtin
10:57 Dayika Ayşe Gokkan: Xelata wê ya herî mezin têkoşîna wê ye
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 164'emîn de dewam dike
09:04 Behsa tora tiryakê ya li Nisêbînê kir: Hedef malbatên welatparêz in
09:04 Gotina 'li taxa me dawet heye' wekî şîfreya rêxistinê hat hesibandin
09:04 'Ne pîrozkirin, bila hesab bê dayîn'
09:03 Di 15 saliya xwe de bi kesekî 45 salî re hat zewicandin: Pir zor bû
09:03 Pîvaz li nav erd riziyan
09:03 Berteka esnafên Wan a ji bo qedexeya dawî
09:02 Girtî bi kirareke îdarî cara dudoyan tên cezakirin
09:02 Meaşê mamosteyê biheq 50 TL ye
09:01 Dayik bi têkoşînê li ser pêyan e
09:01 Bi hinceta 'rojiya mirinê' ceza li girtî birîn
09:01 Hiqûqnasên jin nepêkanîna qanûnê rexne kirin
09:00 Roja bigihên zarokên xwe, dê ew roj Roja Dayikan be!