Dermanger: Pandemiyê barê me pir giran kir

img
WAN - Dermangeran anîn ziman ku di pêvajoya pandemiyê de pîşeya ku herî zêde barê wê giran bû dermangerî ye û bal kişandin ser pirsgirêkên bi wan re rû bi rû dimînin. 
 
14'ê Gulanê Roja Dermangeriyê ye. Dermangeran boneya vê rojê bal kişandin ser pirsgirêkên ku bi wan re rû bi rû dimînin. 
 
ŞERT Û MERC GIRAN IN 
 
Serokê Odeya Dermangeran a Wan-Bedlîs-Colemêrgê Fîkret Baransel, diyar kir ku pîşeya ku herî zêde xebatkarên wê bi şewbê ketine dermangerî ye. Baransel, bibîr xist ku heya niha di ser 50'î re dermanger ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane û got: "Bi aşiyê re em hinekî rihet bûn. Lê hejmara pêketiyan û windayên me zêde ne. Pandemiyê di warê aborî de jî barê me giran kir. Bandorek mezin li me dermangeran kir. Di vê pêvajoyê de gelek dermanger di warê aborî de zehmetî kişandin. Di vê pêvajoyê de şertên xebatê guherîn û em mecbûr man destûrê bidin xebatkarên xwe. Yanî pandemî di her warî de barê me giran kir." 
 
TAHDE  
 
Baransel, bal kişand ser şert û mercên xebatê jî û destnîşan kir ku gelek caran bi tahdeyê re rû bi rû mane. Baransel got: "Li Tirkiyeyê rastiyek heye; tahde di qada tenduristiyê de. Em jî mexdûrên vê ne. Bi pandemiyê re mirov tengijîn û ji ber vê tahde zêde bû. Bi rihetî dikarim bibêjim ku tahdeya li hemberî dermangeran û teknîsyenan zêde bû. Pirsgirêka ku em pêşî balê bikişînin ser ev e. Tahde êdî hêdî hêdî dibe vebijêrkek. Ev yek bandorê li me dike. Hin nexweş li bendê ne em wekî bijîşkan tevbigerin." 
  
PIRSGIRÊK ZÊDE BÛN 
 
Dermanger Ersîn Karaman jî destnîşan kir ku di warê aborî de tengijîne û divê ji bo dermangeran derfetên wekî krediya taybet hebin. Karaman, diyar kir ku di pêvajoya pandemiyê de her diçe pirsgirêk zêde dibin û got: "Wekî hemû tenduristkaran dermanger jî bi hin pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Di demên ewilî de di warê peydakirina maskeyan de pirsgirêk hebûn. Li gelek cihan bi awayekî sergirtî maske hatin çêkirin. Em li hemberî van pirsgirêkan têkoşiyan. Di vê pêvajoyê de gelek hevalên me bi Covîd-19'ê ketin. Li Wanê du hevpîşeyên me jiyana xwe ji dest dan. Bi pandemiyê re welatî di warê bikaranîna dermanan de bêtir serwext bûn. Em di warê aborî de tengijîn. Krediya ku ji bo esnafan tê dayîn, divê ji bo me jî derfeteke wiha bê peydakirin. Em dermanger sûdê ji bê derfetê nagirin." 
 
MA / Bariş Donmez

Sernavên din

14/05/2021
14:58 Jina hat îdiakirin ku hewl da xwe bikuje jiyana xwe ji dest da
13:39 Peyama 89 zarokan: Em ji zimanê xwe pir hez dikin
13:31 Êrişî Navenda Giştî ya HDP’ê kirin
13:10 Hevserokê MED-DER’ê yê girtî: Parastina ziman peywîra me hemûyan e
12:35 Bi malbatî amadekariya Cejna Zimanê Kurdî dikin
12:21 'Ewil xwestin çand, ziman û dîroka Kurdan tune bikin'
12:15 Li Mêrsînê nijadperestan êrişî malbateke kurd kirin: 2 birîndar
11:38 Îşkenceya polîs û nobedaran
11:07 Malbata Şenyaşar: Em ê dev doza xwe bernedin
10:43 Cotkarên Rihayê dê îsal 2 mîlyon dolum çandinî neçinin
10:29 Bi gotina ‘em dewlet in’ gefa kuştin û tecawizê xwar
10:22 Testa girtiyên ku nîşaneya koronayê bi wan re heye nayê girtin
10:21 Rêveberên PENa Kurd: Divê 15’ê Gulanê bibe roja vegera li ziman
09:05 Pirtûka ‘Teoriya Hînkirina Kurdî-Kurmancî’ derket
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 169'emîn de berdewam dike
09:05 Li endamên Weqfa Fûrkanê 3 milyon TL ceza birîn
09:04 'Divê hejmara aşiyê û testan bên zêdekirin'
09:04 Welatiyên di ser 65 salan re: Îqtidarê temenê me yê mayî rizand
09:04 Ûgûrlû: Îkîzdere û Zap wek hev in, dixwazin civakê bênefes bihêlin
09:03 Quşxane bi deynan dikele
09:03 Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tecrîda li ser tecrîdê
09:03 ‘Her ku tecrîd bidome dê krîz kûrtir bibe'
09:02 Dermanger: Pandemiyê barê me pir giran kir
09:02 Farqînî: Hemû ziman wekî şîrê dayikê helal in
09:01 Dayik: Kurdî koka me ye
09:01 Rojnameya Xwebûn dest bi weşana bidîmen dike
09:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2021'Ê
13/05/2021
20:07 238 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:13 OHD’ê li goristanê lêkolîn kir: Nêzî sed tûpên xwînê dîtin
17:03 Sedet Peker vê carê behsa Soylû kir
16:48 Komeleya Soma 301 karkerên madenê bi bîr anîn
14:59 Êrişî dêra li gundê Dîrîl ê agahî jê nayê girtin kirin
14:08 ‘Ew cejnên xweş li gundê me man’
14:02 Di qezaya trafîkê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:18 ÎSÎG: Di Nîsanê de 249 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:51 Covît-19 li Girtîgehan belav dibe: 18 girtiyên din bi corona ketin
12:25 Dadgehê Taylan Kûlaçoglû girt
12:24 Li goristana bêkesan, tûpên xwînê yên veşartî derketin holê
12:24 Doç. Dr. Ozturkmen: Baran ji 840 mîlîman daket 235 mîlîman
11:58 Polîsan li Farqînê 6 kes binçav kirin
11:58 Ji bo şewata daristanê parastina 'ne rast'
11:04 Cenazeyên li Bagokê di rewşêkê nayên naskirin de ne
11:03 F.B., ewil li Midûriyeta Polîsan a Rihayê îşkence kirin û paşê girtin
11:02 Ji Hawarê heta Cejna Zimanê Kurdî: Zimanê me hebûna me ye
10:26 Ji malbata Şenyaşar peyama Cejna Remezanê
10:12 Bûldan û Sancar peyma cejnê dan
09:58 Akar piştî windahiyên eskeran hat Şirnexê
09:57 Zanyarê Siyasî Çelkî: Tirkiye li Garê şikest û li Zap, Avaşîn û Metîna jî dişikê
09:22 Pergala Deriyê Sînor a Xabûrê têk çû
09:09 Neviyên xwe bi çîrok û mamikên Kurdî mezin dike
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 168'emîn de berdewam dike
09:07 Li Tirkiyeyê sala wan a 10'an: Êrîşên nefretê, cihêkarî, taciz, tahde...
09:06 Başarir: Mirov nikare Bahçelî û demokrasiyê deyne cem hev
09:05 Berteka jinan a ji bo operasyonan: Bila şer biqede
09:04 Her ku rêxistinbûyîn kêm dibe jin bêtir bi tenê dimînin
09:03 ‘Berpirsiyarê krîzê rêveberên welêt in'
09:02 Hevseroka KNK'ê Murad: Armanca operasyonê statuya Başûrê Kurdistanê ye
09:01 Siwêd: Tirkiye Çemê Firatê wekî amûra şerê taybet bi kar tîne
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2021'Ê
12/05/2021
21:07 232 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
19:31 Li Cizîrê tahdeya polîsan
16:11 Qatilê Pinar Kaynak hat binçavkirin
15:45 Li Kocaeliyê jinek giran birîndar bû
15:44 4 girtî li Girtîgeha Çankiriyê bi vîrûsa coronayê ketin
15:20 Sancar beşdarî civîna Ewropa bû: Pêwîstî bi helwestek hevpar heye
14:56 Ji Bûldan û Sancar daxuyaniya Fîlîstînê: Rêya çareseriyê muzakereye
13:39 Ji 78 baroyan daxuyaniya Peymana Stenbolê: Em dev jê bernadin
13:38 Derbarê Yildiz ê di bombebaranê hat kuştin de kê çi got
12:50 Ji ber tacîzê vegot ji kar hat derxistin
12:49 Malbata Ocalan ji bo cejnê serlêdana hevdîtinê kir
12:41 Malbata Şenyaşar: Her tişt li holê ye lê hiqûq û edalet nîne
12:14 Mehmet Ocalan: Em dixwazin di cejnê de hevdîtina rûbirû bikin
11:57 Kekê Kirbayir: Zîhniyeta 12’ê Îlonê berdewam dike
11:06 Taşçier: Em dikarin operasyonan bi hev re bidin sekinandin
10:27 Berdana girtiyan bi şertê ‘bikevin qawîşa alîgiran’ asteng dikin
10:26 Derûnnas Oztoprak: Tundiya dîjîtal bi polîtîkayên bêcezatiyê re didome
09:50 DAIŞ’ê êrişî pêşmergeyan kir: Pêşmergeyek jiyana xwe ji dest da
09:46 Dr. Koç: Pêşî ne li pandemiyê pêşî li muxalefetê tê girtin
09:30 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 167'emîn de berdewam dike
09:00 Baroya Wanê Komîsyona Zimanê Kurdî ava kir
09:00 Dadgehê biryar da, lê hê jî nikare biçe ser karê xwe
09:00 Li Bazara Jiyanê zextên 'mêran zêde' bûn
09:00 Ji bo cejnê kirîn lê nefirotin
09:00 33 roj in agahî ji Şîşman tune: Malbat bi fikar e
09:00 Malbatên Somayê: Em nahêlin hêvîya me bişkînin
09:00 Başaran: Jin bi parastina azadiyê re li dijî tecrîdê têdikoşin
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2021'AN
07:54 Destûr nedan cenaze bişon
11/05/2021
20:25 Îro 278 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:22 Dayika Aştiyê Kaygûsûz û 4 siyasetmedar hatin berdan
17:13 Tedawiya wî neqediya û ew birin girtîgehê
16:58 Li Girtîgeha Jinan vîrûs heye, bijîşk tune ye!
16:56 Ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekiriye gardiyanan lê daye
16:51 Li Deşta Mêrdînê dema çinînê ye: Hişkesaliyê li ceh daye
16:35 DAD û DEDEF: Komkujî berdewam dikin
15:47 NY: DAIŞ’ê li hemberî êzidiyan sûcê qirkirinê kiriye
15:40 Jinan bang kir: Em ê teslîm nebin
15:29 Parêzera girtiyê nexweş Tamboga bang li rayedaran kir
15:15 Li Xozatê bi operasyonê re şewat jî derket
15:07 Gelo Yildiz piştî ‘şopandina û gefê’ hatiye kuştin?