Parêzerê girtiyê 83 salî Ozkan: Girtîgeh bûye îşkencexane

  • rojane
  • 13:22 30 Gulan 2021
  • |
img

AMED - Parêzerê girtiyê nexweş ê 83 salî Mehmet Emîn Ozkan, Serdar Çelebî, destnîşan kir ku pêwist e êdî Ozkan serbest bê berdan û serlêdanên  ATK’ê êdî bûye wekî îşkenceyê. 

Girtiyê nexweş ê 83 salî Mehmet Emîn Ozkan, tevî temenê xwe yê mezin û nexweşên zêde li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtî ye û nayê berdan. Mehmet Emin Ozkan, di dîrokên 17, 18, 19, 20 û 24'ê Gulanê de 5 caran rakirin nexweşxaneyê. Dema Ozkan rakirin nexweşxaneyê destê wî kelepçe kirin û birin nexweşxaneyê. Herî dawî dema dibirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazi Yaşargilê dîmenên ku destê wî kelepçekirî hatibûn wewandin. Bêyî ku Ozkan derman bikin dîsa ew şandibûn girtîgehê. Ozkan niha tevî nexweşiyên xwe û temenê mezin girtî ye û nayê berdan. Di 25'ê Gulanê de cara 6’emîn Ozkan rakiribûn nexweşxaneyê û destê wî bi ranza nexweşxaneyê ve kelepçe kiribûn. Piştî derman dabûnê dîsa şandibûn nexweşxaneyê. 
 
Ozkan ê 83 salî û 25 sal in girtî ye, heta niha 5 caran qeydana dil derbas kir. 4 caran anjioü bû. Ji ber nayê dermankirin û nayê berdan nexweşiyên dil, tansiyon, guatr, hestî, gurçik û roüviyan pêre çêbûne. Dîsa roj bi roj kîloyan dide û zeîf dibe. Ji ber nexweşî û kalbûna xwe êdî nikarde bi tena serê xwe pêdiviyên xwe pêk bîne. Ji ber ku Ozkan nikare bi tena serê xwe bijî, hevalê wî yê Odeyê Ahmet Guneş xizmeta wî dike. 
 
CARA DUYEMÎN DOSYA VEKIRIN 
 
Ozkan, di sala 1996'an de li Mêrsinê hatibû binçavkirin. Ji kuştina General Bahyita Aydin ê di 22'ê Cotmeha 1993'an de li navçeya Lîceya Amedê hatibû kuştin berpirsiyar hatibû girtin. Pişti doz li Ozkan hat vekirin, ji kuştina Bahtiyar Aydin hat girtin û cezayê heta heta lê hat birîn. Di sala 2013'an de rojek beriya ku doza kuştina Bahtiyar Aydin dem di ser re derbas bibe, dozger dosya dozê ji nûve vekir. Dozgerê Komarê yê Amedê îdeanameyek nû amade kir. Wê demê dozger anî ziman ku bûyer ji aliyê JİTEM'ê ve pêk hatiye. Dozer der barê Fermandarê Alaya Cendirmeyan Albay Eşref Hatipoglu û Teyben Tunay Yanardag de bi sucdariya "Bi zanebûn kuştiye" "Gel teşwîkî îsyanê kiriye" "Li ser curumê bandor kiriye" cezayê muebbetê û 24 sal ceza xwest. Li ser vê yekê parêzerê Ozkan li şûna Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM), serî li 7’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê dan. Parêzeran xwest înfaza Ozkan bê rawestandin û Ozkan bê berdan. Dadgehê daxwaza parêzeran qebûl kir û biryar da ku li benda encama doza Lîceyê ku li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmirê tê dîtin rawestin. 
Di 7'ê Kanûna 2018'an de Danişina dozê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmirê hat dîtin. Heyeta dadgehê biryar da ku Teymen Tunay Yanardag ji ber jiyana xwe ji dest daye ji dosyayê bê derxistin. Dîsa heyeta dadgehê biryar da ku Fermandarê Alaya Cendirmeyan a Alayê Eşref Hatipoglu beraet bike. 
 
Li gel vê yekê dîsa Ozkan nehat berdan. Tevî ku tenduristiya Ozkan xerabû û gelek caran ew rakirin nexweşxaneyê jî înfaza Ozkan ranewestandin. Di sala 2015'an de Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazi Yaşargilê der barê Ozkan de rapor amade kir. Heyeta nexweşxaneyê anî ziman ku ji sedî 87’ê laşê wî fonsiyonên xwe winda kirine û rapora "Nikare li girtîgehê bimîne" da Ozkan. Lê dîsa Ozkan nehat berdan. Ozkan ku tevî nexweşiyên xwe nehat berdan, gelek caran rakirin nexweşxaneyê. Di sala 2019'an de parêzeran dîsa serî li Nexweşxaneyê da. Vê carê Lijneya Tenduristiyê der barê Ozkan de rapora "Dikare li girtigehê bibîne." Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel di 10'ê Kanûna 2020’an de, pêşniyarname da wezaretê. Xwest der barê rewşa Ozkan de raporek bê amadekirin. Li ser vê yekê Ozkan dîsa birin Nexweşxaneya Yaşargîlê. Nexweşxaneye teşisa gelek nexweşiyan danî. Lê başkêş e lijneye anî ziman ku Ozkan dikare bi tena serê xwe li girtîgehê bimîne. Heyetê di encama raporê de parast ku nexweşî li pêş fonsiyonên bedenê ne pirsgirêk in. 
Parêzeran heta niha 6 caran rapor ji Saziya Tipa Edlî (ATK) xwestin. Heyetê di 6 raporan de îdea kirin ku Ozkan dikare bi tena serê xwe girtî bimîne û qusûr di girtina Ozkan de nedîtin. 
 
PARÊZER: EV REWŞ NAYÊ VEGOTIN
 
Parêzerê Mehmet Emîn Ozkan Serdar Çelebî, anî ziman ku bi vegotina hiqûqê rewşa Ozkan nayê vegotin û wiha got: "Dozgerê Komarê yê Amedê di îdeanameya nû de anî ziman ku tu eleqeya Ozkan û sûîkastê bi hev tune ye. Ev îdeaname ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin. Lê dîsa nehat berdan. Lê piştre dadgehek din diyar kir ku delîl ne rast in û biryar red kir. Li Tirkiye gelek kêliyên torî yên dîrokê hene. Heta niha ev kêliyên tarî yên dîrka Tirkiye nehatine ronikirin. Divê ev kêliyên dîroka tarî bên ronikirin. Tu delila ku bibe sedem Ozkan girtî bê darizanin tune ye. Tu sedema girtina Ozkan tune. Lê dîsa Ozkan 25 salin girtî ye. Hemû alem vê yekê zane. Lê dîsa Ozkan nayê berdan." 
 
LI DERVÊ WÎCDAN E 
 
Çelelî bal kişand ser dîmenên ku destê Ozkan kelepçe kirî ye û wî dibin nexweşxaneyê û wiha got: "Van dîmenan wîcdanê me êşand. Em dosyo dozê û raporên ATK'ê dinin aliyekî. Lê hem temenê wî pir mezin e û hem gelek nexweşi pêre hene. Dema em temen û nexweşiyên wî li ber çavan bigirin divê Ozkan bê berdan. Niha dosya di destê 7’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê de vekirî ye. Dîsa erka efûyê ya "Serokomar heye." 
 
Çelebî herî dawî da zanîn ku tevî serî li ATK’ê dane jî dîsa Ozkan nayê berdan û wiha bi dawî kir: "Ji bo Ozkan êdî serlêdana ATK'ê vegeriya ye îşkenceyê. Ozkan êdî naxwaze serî li ATK'ê bide. Me dîsa serî li 7’emîn Dadgeha Cezayên Giran da. Lê hemû daxwazên me red kirin. 
 
MA / Cengîz Ozbasar

Sernavên din

03/06/2021
16:43 Di lêpirsîna MEBYA-DER’ê de hejmara girtiyan derket 11’an
16:42 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
16:40 Ji HDP’ê serdana piştgiriya elewiyan
16:15 Li Siwêregê qezaya trafîqê pêk hat û 5 kesan jiyana xwe ji dest da
15:39 Rêvebera Komeleya Rosayê: Tenê ne ez, komele jî tê darizandin
15:35 Karsazên kurd li ser gora xwe hatin bibîranîn: Kujer diyar in bila hesap bê pirsîn
14:24 Beştaş pirsgirêkên girtiyên nexweş bir rojeva meclisê
14:02 HDP’ê Yenî Şafakê derewand
13:32 Pitik Elîf a nexweşa SMA’yê jiyana xwe ji dest da
13:20 Ji girtîgehê bi destûr derket, li dayika xwe da
13:16 ÎSÎG: Di meha gulanê 232 karkeran jiyana xwe ji dest dane
13:00 Doza rojnamevan Gok hat lidarxistin: Ji bo mutalayê dosye ji dozger re hat şandin
12:45 Li Bedlîsê şer dijwar bû: Cerdevanekî din jiyana xwe ji dest da
12:41 Di meha gulanê de 17 jin hatine kuştin
12:36 Li Sêwazê 9 kesan di qezaya trafîqê de jiyana xwe ji dest da
11:50 TUÎK’ê enflasyonê daxist
11:42 Malbata Şenyaşar: Kesên komkujî pêkanîne bidarizînin
11:21 Li Herêma Federe ya Kurdistanê modela Îsraîlê: Tirkiye erdê herêmê dikire
10:23 Di belavkirina kartol û pîvazan de jî nelirêtî kirine
10:08 Rojnamevan Gumuş qala binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Bafrayê kir
09:22 Hasan Saltik jiyana xwe ji dest da
09:14 Hevseroka MED-DER'ê: Ji bo parastina ziman em tev li mîtîngê bibin
09:03 Banga ji bo mîtînga ziman a Wanê
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 189'an de berdewam dike
09:03 Serdana gel û esnafan bû mijara fezlekeyê
09:03 25 sal in bi tûzik û pirpara Hewselê debara xwe dike
09:03 Qedexe û operasyonan tu dever ji mêşan re nehiştine
09:03 Penaberê ku cihekî wî yê mayînê tune ye, li parkan radizê
09:03 Piştî 20 salan li herêma Bilbilê çandînî hat kirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2021'AN
02/06/2021
23:12 Li 10 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve
19:56 112 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:50 Li Wanê welatiyek li mala xwe mirî hat dîtin
16:43 Zarokê 12 salî ku wêneyê avahiya HDP’ê girt, hat binçavkirin
16:34 Bersûcê cînayetê xwest zarokên wî ji ewladiyê bên redkirin
16:33 Beştaş: Hûn îradeya ku wê welat ji pergala mafyatîk rizgar bike tecrîd dikin
16:05 Ji bo rojnameger Ayşe Kara 10 sal ceza hat xwestin
15:49 Tora Ziman û Çanda Kurdî ji bo tevlîbûna mîtîngên ziman bang kir
15:49 Meclîsa Jinan a HDP’a Colemêrgê: ‘Rûspî’ dixwazin ser bûyera êrişa zayendî bigirin
15:30 Ji 3 bajaran çûn serdana Malbata Şenyaşar
15:12 Mehmet Ayvalitaş hat bibîranîn
14:12 Zilamê ku tundî li hevjîna xwe kir hat girtin
14:12 128 milyar nikare bê pirsîn
13:53 Li Wanê kuştina biguman a jinekê
13:13 Di doza “Birêz Ocalan” de ji Leyla Guven re ceza hat xwestin
12:58 Emîne Şenyaşar: Êdî Edliyeya Rihayê bûye weke mala me
12:51 Li Bedlîsê leşkerek û cerdevanek hatin kuştin
12:47 Ew çû lê helbestên wî man
12:27 Melîk û Ayyildiz li ser gorên xwe hatin bibîranîn
11:57 Sûcek din nedîtin, bi beyanên ‘şahidê veşarî’ Kûrkût û Gok ‘sûcdar’ nîşan dan!
11:57 Mêran li Stenbol, Îzmîr û Samsûnê tundî li jinê kir
11:32 Ji KNK’ê serdana partiyên siyasî: Divê parlamento li dijî êrişan li hev bicive
11:31 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:13 7 rêxistinên civakî: Bi lez dawî li dagirkeriya Tirkiye bînin
10:51 Kamaç: Astengkirina partiya me têkildarî statûya kurdan e
10:33 Gola Buyere ku baweriya elewîtiyê ronî dike
09:32 ‘Rakirina tecrîdê tê wateya azadbûna civakê’
09:31 51 parlamenterên Iraqê dijî operasyona Tirkiye derketin
09:26 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 188'an de berdewam dike
09:06 Amed li benda mitînga ziman e
09:06 Kesên ku ji bo kana mermeran govên wan hatin xerakirin: Ev gund ê me ye
09:06 Kargoyên girtiyan nadin wan, nameyên wan tên sansûrkirin
09:06 Li Rihayê ji sedî 30'yê zad kêm bûye
09:06 Tûyên Baxçeyê Hewselê li bazarên bajêr in
09:06 Hinceta girtina Keserê HDP'î: Bajarê wî nêzî sînor e, dibe ku bireve!
09:05 Eleqeyeke mezin ji bo Gulçîçeka Dilan: Çapa 3'yan di rê de ye
09:05 'Ji bo kurdî li pêş bikeve divê zimanê bazaran bi kurdî be'
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2021'AN
08:37 Di şerê li Bedlisê de 5 leşker birîndar bûn
01/06/2021
20:45 Hesinên dora gora Tahîr Elçî hatin dizîn
20:40 129 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:07 Li Licê operasyona leşkerî dest pê kir
17:04 Li Newala Qoriyê liv û tevgera eskerî
16:59 Ciwanên HDP’î seredana malbata Şenyaşar kirin
16:23 Welatiyek li ber Meclîsê hewl da întîhar bike
16:17 EGEÇEP: Kesên ku li Wanê gule li gel reşandin divê ji peywirê bên girtin
16:16 Hat îdiakirin ku li Rihayê ciwanekî xwe kuştiye
15:59 Li Farqînê 500 donim erdê neçinandî şewitî
15:55 Meclîsa Jinan a HDP’ê serdana jinên ku tûtinê datînin kir
15:44 'Tirkiye îslamîstên radîkal li Efrînê bi cih dike’
15:33 Dozger xwest rojnamevan Karakaş were cezakirin
14:56 CFWIJ: Di meha Gulanê de tundî li 70 rojnamevanên jin hat kirin
14:42 Dayika Dîlan Toptaş ji salona dadgehê derxistin
14:38 Sancar: Di serdema Soylû de kiryar diyar in lê nayên darizandin
14:32 Danîşana hevşaredar Kûtlû hat dîtin
13:43 Daxwaza girtina tecawizkar Mûsa Orhan hat redkirin
13:16 Eskerek bi awayekê biguman mir
13:04 Hunermend Yilmaz Çelîk hat beraetkirin
12:52 Komîsyona Kedê ya HDP’ê: Li Tirkiyeyê 20 milyon mirov di bin sînorên birçîbûnê de ne
12:51 Komeleya Starê piştgirî da jinên gundê Şêxanê
12:09 Îpekyuz qedexeya silava kurdî ji Wezîrê Edaletê pirsî
12:03 Polîsan daxuyaniya SES’ê ya li ber edliyeyê asteng kirin
11:53 Hejmara Newaya Jin a meha Hezîranê derket
11:47 Malbata Şenyaşar: Dinyayê bihîst lê dozger ker û kor e
11:43 DBP’ê bertek nîşanî ‘lîsteya sor’ da
11:36 Li Hesekê teqîn pêk hat
11:29 Hewlêr û Bexdayê bertek nîşanî birîna daran dan
11:25 Li navçeya Rezan zilamekî li jinekê da
11:10 Hejmara 15’emîn a pêveka jinê ya Yenî Yaşamê derket
10:59 Danişîna Mûsa Orhan ê tecawîzkar dest pê kir