Girtiyê nexweş Ozkan: Destên min tim kelemçekirî ne, qet nayên derxistin

  • rojane
  • 14:15 31 Gulan 2021
  • |
img
 
AMED - Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, li girtîgehê hevdîtin bi girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan re kir. Ozkan diyar kiriye ku rewşa wî nebaş e û gotiye: "Destê min tim kelemçekirî ne." 
 
Li Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkanê 83 salî, ji 17'ê Gulanê heya niha 6 caran rakirina nexeşxaneyê. Di 25'ê Gulanê de li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê dîmenên Ozkan ên bi awayekî kelemçekirî hatibûn parvekirin û raya giştî bertekek mezin nîşan dabû. 
 
Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, îro çû Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê cem Ozkan. Beşatş, diyar kir ku 20 deqeyan bi Ozkan re axiviye.
 
Beştaş, anî ziman ku rewşa Ozkan giran e û got: "Rewşa wî eynî wekî kesekî di beşa awarte de be. Halê wî, wekî halên dawî yên beriya mirinê bû." 
 
TIM KELEMÇEKIRÎ YE 
 
Beştaş, diyar kir ku gardiyanan Ozkan bi sendeleyeya biteker anîne revîrê û li wir hevdîtin bi Ozkan re kiriye. Beştaş, anî ziman ku ji ber pandemiyê li cihekî camkirî, bi telefonê bi hev re axivîne. Beştaş, destnîşan kir ku rewşa Ozkan qet nebaş e, bi zorê diaxivî û ji bo rewşa Ozkan ev tişt gotin: "Got, bi rojan e dermanan dixwe. Dermanên dixwe jî giran in. Car heye ji ber van dermanan famkorî dibe û wî tim dibin revîrê. Ozkan got, destên wî tim kelemçekirî ne, kelemçe qet nayên vekirin û li revîrê jî destên wî bi nivînê ve tên kelemçekirin." 
 
‘MIN BI ÇAVÊN XWE DÎT' 
 
Beştaş, anî ziman ku piştî di dema hevdîtinê de bi çavê xwe dîtiye, baş fêm kiriye ku nûçeyên derbarê Ozkan de nerast in û got: "Ji ber ku rewşa wî pir xirab bû, min nexwest zorê bidimê. Got, dê îro wî bibin nexweşxaneyê. Got, gava wî birine nexweşxaneyê dermanên wî hatine guherandin û îro çend caran tansiyona wî hatiye kontrolkirin. Ji bo derbarê wî de hin salixan bigirim, min bi qasî 20 deqeyî pê re xeber da. Bi sendelyeya biteker wî anîbûn. Lê dîsa jî nikaribû bisekine. Eynî wekî kesên di rewşa awarte de be. Halê wî wekî halên dawî yên beriya mirinê bûn. Bi zorê diaxivî. Hevalek wî li cem wî ye û ew heval pê re eleqedar dibe. Lê nizanim navê wî hevalî çi ye. Hevalê wî alîkariya wî dike, lê got nikare serê xwe bişo. Got, nikare xwarinê jî bixwe û ji ber vê bêtir nerihet dibe. Helbet wî nikaribû baş rave bike, lê tişta min fêm kir û hîn bûm bûm ev e." 
 
‘DIÊŞIYA' 
 
Beştaş got: "A rast ez bi xwe jî pir êşiyam. Lê min nexwest bidim der. Gava behsa rewşa xwe dikir, hewl dida tîk bisekine. Wekî hezm nedikir, lê di warê ruhî de diêşiya. Jixwe ji liv û tevgerên wî jî dihat fêmkirin ku diêşiya. Hestiyar bû. Gelek caran destên xwe ber bi serê xwe ve bir. Berî hevdîtin biqede bi 5 deqeyan gava min jê re got, 'Bi hêviya ku em li derve hev du bibînin', destê xwe li ba kir, wekî bibêje hêviya wî tune ye." 
 
MA / Ergîn Çaglar
 

Sernavên din

03/06/2021
16:42 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
16:40 Ji HDP’ê serdana piştgiriya elewiyan
16:15 Li Siwêregê qezaya trafîqê pêk hat û 5 kesan jiyana xwe ji dest da
15:39 Rêvebera Komeleya Rosayê: Tenê ne ez, komele jî tê darizandin
15:35 Karsazên kurd li ser gora xwe hatin bibîranîn: Kujer diyar in bila hesap bê pirsîn
14:24 Beştaş pirsgirêkên girtiyên nexweş bir rojeva meclisê
14:02 HDP’ê Yenî Şafakê derewand
13:32 Pitik Elîf a nexweşa SMA’yê jiyana xwe ji dest da
13:20 Ji girtîgehê bi destûr derket, li dayika xwe da
13:16 ÎSÎG: Di meha gulanê 232 karkeran jiyana xwe ji dest dane
13:00 Doza rojnamevan Gok hat lidarxistin: Ji bo mutalayê dosye ji dozger re hat şandin
12:45 Li Bedlîsê şer dijwar bû: Cerdevanekî din jiyana xwe ji dest da
12:41 Di meha gulanê de 17 jin hatine kuştin
12:36 Li Sêwazê 9 kesan di qezaya trafîqê de jiyana xwe ji dest da
11:50 TUÎK’ê enflasyonê daxist
11:42 Malbata Şenyaşar: Kesên komkujî pêkanîne bidarizînin
11:21 Li Herêma Federe ya Kurdistanê modela Îsraîlê: Tirkiye erdê herêmê dikire
10:23 Di belavkirina kartol û pîvazan de jî nelirêtî kirine
10:08 Rojnamevan Gumuş qala binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Bafrayê kir
09:22 Hasan Saltik jiyana xwe ji dest da
09:14 Hevseroka MED-DER'ê: Ji bo parastina ziman em tev li mîtîngê bibin
09:03 Banga ji bo mîtînga ziman a Wanê
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 189'an de berdewam dike
09:03 Serdana gel û esnafan bû mijara fezlekeyê
09:03 25 sal in bi tûzik û pirpara Hewselê debara xwe dike
09:03 Qedexe û operasyonan tu dever ji mêşan re nehiştine
09:03 Penaberê ku cihekî wî yê mayînê tune ye, li parkan radizê
09:03 Piştî 20 salan li herêma Bilbilê çandînî hat kirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2021'AN
02/06/2021
23:12 Li 10 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve
19:56 112 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:50 Li Wanê welatiyek li mala xwe mirî hat dîtin
16:43 Zarokê 12 salî ku wêneyê avahiya HDP’ê girt, hat binçavkirin
16:34 Bersûcê cînayetê xwest zarokên wî ji ewladiyê bên redkirin
16:33 Beştaş: Hûn îradeya ku wê welat ji pergala mafyatîk rizgar bike tecrîd dikin
16:05 Ji bo rojnameger Ayşe Kara 10 sal ceza hat xwestin
15:49 Tora Ziman û Çanda Kurdî ji bo tevlîbûna mîtîngên ziman bang kir
15:49 Meclîsa Jinan a HDP’a Colemêrgê: ‘Rûspî’ dixwazin ser bûyera êrişa zayendî bigirin
15:30 Ji 3 bajaran çûn serdana Malbata Şenyaşar
15:12 Mehmet Ayvalitaş hat bibîranîn
14:12 Zilamê ku tundî li hevjîna xwe kir hat girtin
14:12 128 milyar nikare bê pirsîn
13:53 Li Wanê kuştina biguman a jinekê
13:13 Di doza “Birêz Ocalan” de ji Leyla Guven re ceza hat xwestin
12:58 Emîne Şenyaşar: Êdî Edliyeya Rihayê bûye weke mala me
12:51 Li Bedlîsê leşkerek û cerdevanek hatin kuştin
12:47 Ew çû lê helbestên wî man
12:27 Melîk û Ayyildiz li ser gorên xwe hatin bibîranîn
11:57 Sûcek din nedîtin, bi beyanên ‘şahidê veşarî’ Kûrkût û Gok ‘sûcdar’ nîşan dan!
11:57 Mêran li Stenbol, Îzmîr û Samsûnê tundî li jinê kir
11:32 Ji KNK’ê serdana partiyên siyasî: Divê parlamento li dijî êrişan li hev bicive
11:31 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:13 7 rêxistinên civakî: Bi lez dawî li dagirkeriya Tirkiye bînin
10:51 Kamaç: Astengkirina partiya me têkildarî statûya kurdan e
10:33 Gola Buyere ku baweriya elewîtiyê ronî dike
09:32 ‘Rakirina tecrîdê tê wateya azadbûna civakê’
09:31 51 parlamenterên Iraqê dijî operasyona Tirkiye derketin
09:26 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 188'an de berdewam dike
09:06 Amed li benda mitînga ziman e
09:06 Kesên ku ji bo kana mermeran govên wan hatin xerakirin: Ev gund ê me ye
09:06 Kargoyên girtiyan nadin wan, nameyên wan tên sansûrkirin
09:06 Li Rihayê ji sedî 30'yê zad kêm bûye
09:06 Tûyên Baxçeyê Hewselê li bazarên bajêr in
09:06 Hinceta girtina Keserê HDP'î: Bajarê wî nêzî sînor e, dibe ku bireve!
09:05 Eleqeyeke mezin ji bo Gulçîçeka Dilan: Çapa 3'yan di rê de ye
09:05 'Ji bo kurdî li pêş bikeve divê zimanê bazaran bi kurdî be'
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2021'AN
08:37 Di şerê li Bedlisê de 5 leşker birîndar bûn
01/06/2021
20:45 Hesinên dora gora Tahîr Elçî hatin dizîn
20:40 129 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:07 Li Licê operasyona leşkerî dest pê kir
17:04 Li Newala Qoriyê liv û tevgera eskerî
16:59 Ciwanên HDP’î seredana malbata Şenyaşar kirin
16:23 Welatiyek li ber Meclîsê hewl da întîhar bike
16:17 EGEÇEP: Kesên ku li Wanê gule li gel reşandin divê ji peywirê bên girtin
16:16 Hat îdiakirin ku li Rihayê ciwanekî xwe kuştiye
15:59 Li Farqînê 500 donim erdê neçinandî şewitî
15:55 Meclîsa Jinan a HDP’ê serdana jinên ku tûtinê datînin kir
15:44 'Tirkiye îslamîstên radîkal li Efrînê bi cih dike’
15:33 Dozger xwest rojnamevan Karakaş were cezakirin
14:56 CFWIJ: Di meha Gulanê de tundî li 70 rojnamevanên jin hat kirin
14:42 Dayika Dîlan Toptaş ji salona dadgehê derxistin
14:38 Sancar: Di serdema Soylû de kiryar diyar in lê nayên darizandin
14:32 Danîşana hevşaredar Kûtlû hat dîtin
13:43 Daxwaza girtina tecawizkar Mûsa Orhan hat redkirin
13:16 Eskerek bi awayekê biguman mir
13:04 Hunermend Yilmaz Çelîk hat beraetkirin
12:52 Komîsyona Kedê ya HDP’ê: Li Tirkiyeyê 20 milyon mirov di bin sînorên birçîbûnê de ne
12:51 Komeleya Starê piştgirî da jinên gundê Şêxanê
12:09 Îpekyuz qedexeya silava kurdî ji Wezîrê Edaletê pirsî
12:03 Polîsan daxuyaniya SES’ê ya li ber edliyeyê asteng kirin
11:53 Hejmara Newaya Jin a meha Hezîranê derket
11:47 Malbata Şenyaşar: Dinyayê bihîst lê dozger ker û kor e
11:43 DBP’ê bertek nîşanî ‘lîsteya sor’ da
11:36 Li Hesekê teqîn pêk hat
11:29 Hewlêr û Bexdayê bertek nîşanî birîna daran dan
11:25 Li navçeya Rezan zilamekî li jinekê da
11:10 Hejmara 15’emîn a pêveka jinê ya Yenî Yaşamê derket
10:59 Danişîna Mûsa Orhan ê tecawîzkar dest pê kir
10:42 Xizaniya Jinê: Li welatê nan jinan hewceyî nan kirine