Hêzên paramîliter ên girêdayî Tirkiyeyê li Girtîgeha Efrînê 2 kes kuştin

  • rojane
  • 21:19 31 Gulan 2021
  • |
img
EFRÎN - Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, diyar kir ku hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê li Girtîgeha Efrînê 1 jê jin 2 kes bi îşkenceyê kuştine. 
 
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, destnîşan kir ku hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê li Girtîgeha Efrînê welatî Kawa Umer (32) û Mewlide Nehman (60) bi îşkenceyê qetil kirine. Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahim Şêxo, anî ziman ku sûcên Tirkiye li Efrînê kiriye, li gorî pîvanên navneteweyî sûcê mirovahiyê ye. Şêxo, da zanîn ku Mewlide Niman di 30'ê Gulanê de hatiye qetilkirin. Şêxo, bibîr xist ku berpirsiyarê Zindana Rai  ji malbata Mewlide Niman pereyekî pir zêde xwestiye 
 
 
RAPORA TORA ÇALAKVANIYA EFRÎNÊ
 
Li aliyê din Tora Çalakvanên Efrînê rapora hefteyekî ya sûcên Tirkiyeyê parve kir.
 
Tora Çalakvaniya Efrînê rêzesûc û binpêkirinên ku ji aliyê komên çeteyên girêdayî Tirkiyeyê ve li dijî Kurdan li Efrînê di navbera 21 û 30`ê Gulanê de pêk hatine, wiha rêzkirin:
 
- Îşkence: 3 welatî ji aliyê komên çekdar û malbatên çeteyan ve îşkence lê hatin kirin.
 
- Revandin: 2 welatî hatin revandin.
 
- Bûyerên desteserkirinê: Mewsima 4 rezan hatin desteserkirin
 
- Şewitandina daran: 2 cih hatin şewitandin.
 
- Ferzkirina bacan: Li 3 cihan bac hatin ferzkirin.
 
- Guhertina demografîk: Siyaseta firotina erdan li bajêr bi giştî tê kirin.
 
- Herêmên Şehba, navçeyên Şera û Şêrawayê rojane têne topbarankirin.
 
- Tevliheviyê ewlehiyê li herêmê di bin kontrola Tirkiyeyê de berdewam e zêdetirî 2 teqîn pêk hatin.
 
Çekdarên qaşo “Polîsên Leşkerî” welatiyê bi navê Emîn Mihemed Henîf Şêx Ebdî (40) yê ji gundê Şêx îşkence lê kirin. Ji ber ku Şêx Ebdî qebûl nekir amûreke ku çekdarekî wê komê ji dikana wî kiriye vegerîne, ji ber wê ew çekdar êrişî Şêx Ebdî kir. Lê Şêx Ebdî hewl da xwe biparêze û rûyê çekdar di gelek cihan de birîndar kir. Piştre derdora 20 çekdaran li Şêx Ebdî kom dibin û lê dixin. Paşê dibin baregeha çekdaran û wî neçar dikin bi çekdarê ku lê xistî, li hev were.
 
- Di 19.05.2021’an de piştî ku hevsera welatiyê bi navê Şerîf Hemîd Qenber (50) ê ji gundê Gewanda yê girêdayî Recoyê nahêle çekdarekî koma “Feyleq El-Şam” pez berde nava rezê wan û wî jê diqewitîne, 3 çekdar li Şerîf Qenber kom dibin û bi çoyan lê dixin.
 
- Di 17.05.2021`an de piştî ku ciwanên gundê Eltanya yê navçeya Racoyê nehiştin keriyê pez ên malbatên çeteyan di nava zeviyên şêniyên gund de biçêrin, şivanên ji êleke alîgirî “Feyleq El-Şam” li 3 ciwanên gund xistin. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê her sê ciwanên Kurd Gîvara, Arif û Mistefa li baregeha Feyleq El-Şam di bin gefan de, dev ji mafê xwe berdan.
 
Revandin: Di 27.05.2021`an de çeteyên “Feyleq El-Şam” şêniyên bi navên Mistefa Osman (65) û Horo Ehmed (37) ên ji gundê Meydan Ekbez ê girêdayî navçeya Racoyê revandin.
 
Her du şênî bi awayekî eşkere bi çeteyan re kar dikirin û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.
 
Desteserkirin: Çeteyan mewsima 200 mêwên welatiyên bi navên Ebdurehman Reşîd û Henan Reşîd ên ji gundê Metînayê yên li nêzî gundê Meşelayê yê navçeya Şera talan kirin.
 
- Malbatên çeteyan mewsima reza welatiyê bi navê Mihemed Şikrî yê ji bajarokê Racoyê talan kir ku li Efrînê dimîne.
 
- Malbatên çeteyên “Cehbe El-Şamiye” mewsima rez a welatiyê bi navê Mistefa Xelîl ê ji Mabatayê ya li nêzî gundê Qenterê talan kir.
 
- Çekdarên koma “El-Emşat” zeviya welatiyê bi navê Mistefa Hesen Îbiş (ku bi Çîlo tê naskirin û niha li Tirkiye dimîne) ya li gund Qermitliq ê navçeya Şiyê desteser kir.
 
Qutkirin û hilkirina daran: Çeteyên Lîwa Semerqend ên girêdayî Tirkiyeyê çarşemê anku 26.05.2021`an agir bi darên merx ên li nêzî gundê Hec Hesna yê Şiyê xistin. Ji ber wê rûberên fireh ji daristana li çiyayê gundê Hec Hesna şewitîn.
 
Ferzkirina bacan: Çekdarên El-Hemzat bi serkêşiya çeteyê bi navê Abdullah Helawa 3 hezar dolar wek bac li şêniyên gund Birc Abdalo yê navçeya Şêrawayê ferz kirin ku piraniya wê êzidî ne.
 
Şêniyên ku bac lê hatin ferzkirin ev in: Kanîwar Enewr Elo, Elî Ketlo, Hemîd Kilaho, Umer Delo Hesen. Hêjeyî bibîrxistinê ye ku çeteyê bi navê Abdullah gelek sûc li dijî Kurdan pêk anîne û ew tengav kirine.
 
- Çekdarên Sultan Murad bi serkêşiya çeteyê bi navê Ferhan berpirsê ewlehiyê yê gundê Xelîlaka yê navçeya Bilbilê şêniyên gund neçar dikin ku li hemberî her kartoneke çiloyê rezan ku dibin sûka Hal a li bajarê Efrînê 2 hezar û lîreyên Sûriyê bidin.
 
Berpirsê ewlehiyê yê çekdarên Ehfad El-Resûl ên ku gundê Hesen Dêra yê navçeya Bilbilê kontrol dikin, ciwanên Kurd neçar dikin ku di patozan de û berhevkirina hilberînan de bê destheq kar bikin. Her kesê vê yekê red dike, yan lê dixin yan jî wî bi dan û standina bi Rêveberiya Xweser re tawanbar dikin.
 
Guhertina demografîk: Tirkiye piştgiriya hin simsarên Ereb û Kurd ên li Efrînê dimînin kir da ku şêniyên Efrînê yên koçber bûne teşwîq bikin ku milkên xwe bifiroşin.
 
Tirkiye ferman daye wan simsaran ku pêwîst e milkên hemû kesên li derveyî bajêr in bi çi rêbazî dibe bila bibe û heta di bin gefan de desteser bikin. Bi rastî jî gelek şêniyên Efrînê yên koçber ên li gelek herêmên Şehba, Heleb û hinek dewletên Ewropayê dimînin gotin ku xizmên wan ên li Efrînê mane bi wan re der barê vê mijarê de axivîne û bi simsaran re pêwendî danîne.
 
Bûyerên li Şehbayê: Di 25.05.2021`an de Tirkiyeyê û çeteyên wê agir berdan zeviyên gundê Basilê, derdora gundê Soxenekê yê navçeya Şêrawayê ya kantona Efrînê dagirkirî. Ji ber wê agir ber fireh bûye û rûberên mezin şewitîn ku heta niha hîna venemirî ye. Bi zanabûn dewleta Tirk a dagirker her sal agir bi zeviyên gundên li nêzî herêmên dagirkirî yên li navçeyên Şera, Şêrawa û kantona Şehbayê dixe.
 
- Di 25.05.2020`an de eskerên TSK'ê derdora bajarokê Til Rifetê û gundê Bêloniye bi çekên giran topbaran kirin û di encamê de zirar bi milkên şêniyan çêbû.
 
- Di 27.05.2021`an de eskerên TSK'ê gundên li nêzî rêya Til Rifetê yê kantona Şehbayê û gundên Birqasê û Miyasê yên li navçeya Şêrawayê topbaran kirin û tu agahî der barê ziyanan de nehatin bidestxistin.
 
- Di 29.05.2021`an de eskerên TSK'ê û çeteyên wê gundên Bendava Şehba û Mişêrfe yên kantona Şehbayê bi çekên giran topbaran kirin lê tu agahî derbarê ziyanan de nehatin bidestxistin.
 
Tevliheviya ewlehiyê li herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de: Di 24.05.2021’an de motorsîklêtek bombebarkirî li Cerablusê yê gundewarên rojhilatê Helebê teqiya û di encamê de 3 sivîl hatin kuştin.
 
-Di 15.05.2021`an de bombeyeke bi erebeyeke li paş avahiya Şîn a li ser rêya Racoyê ya bajarê Efrînê teqiya û di encamê de gelek kes birîndar bûn û hatin kuştin.
 
 

Sernavên din

03/06/2021
16:43 Di lêpirsîna MEBYA-DER’ê de hejmara girtiyan derket 11’an
16:42 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
16:40 Ji HDP’ê serdana piştgiriya elewiyan
16:15 Li Siwêregê qezaya trafîqê pêk hat û 5 kesan jiyana xwe ji dest da
15:39 Rêvebera Komeleya Rosayê: Tenê ne ez, komele jî tê darizandin
15:35 Karsazên kurd li ser gora xwe hatin bibîranîn: Kujer diyar in bila hesap bê pirsîn
14:24 Beştaş pirsgirêkên girtiyên nexweş bir rojeva meclisê
14:02 HDP’ê Yenî Şafakê derewand
13:32 Pitik Elîf a nexweşa SMA’yê jiyana xwe ji dest da
13:20 Ji girtîgehê bi destûr derket, li dayika xwe da
13:16 ÎSÎG: Di meha gulanê 232 karkeran jiyana xwe ji dest dane
13:00 Doza rojnamevan Gok hat lidarxistin: Ji bo mutalayê dosye ji dozger re hat şandin
12:45 Li Bedlîsê şer dijwar bû: Cerdevanekî din jiyana xwe ji dest da
12:41 Di meha gulanê de 17 jin hatine kuştin
12:36 Li Sêwazê 9 kesan di qezaya trafîqê de jiyana xwe ji dest da
11:50 TUÎK’ê enflasyonê daxist
11:42 Malbata Şenyaşar: Kesên komkujî pêkanîne bidarizînin
11:21 Li Herêma Federe ya Kurdistanê modela Îsraîlê: Tirkiye erdê herêmê dikire
10:23 Di belavkirina kartol û pîvazan de jî nelirêtî kirine
10:08 Rojnamevan Gumuş qala binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Bafrayê kir
09:22 Hasan Saltik jiyana xwe ji dest da
09:14 Hevseroka MED-DER'ê: Ji bo parastina ziman em tev li mîtîngê bibin
09:03 Banga ji bo mîtînga ziman a Wanê
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 189'an de berdewam dike
09:03 Serdana gel û esnafan bû mijara fezlekeyê
09:03 25 sal in bi tûzik û pirpara Hewselê debara xwe dike
09:03 Qedexe û operasyonan tu dever ji mêşan re nehiştine
09:03 Penaberê ku cihekî wî yê mayînê tune ye, li parkan radizê
09:03 Piştî 20 salan li herêma Bilbilê çandînî hat kirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2021'AN
02/06/2021
23:12 Li 10 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve
19:56 112 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:50 Li Wanê welatiyek li mala xwe mirî hat dîtin
16:43 Zarokê 12 salî ku wêneyê avahiya HDP’ê girt, hat binçavkirin
16:34 Bersûcê cînayetê xwest zarokên wî ji ewladiyê bên redkirin
16:33 Beştaş: Hûn îradeya ku wê welat ji pergala mafyatîk rizgar bike tecrîd dikin
16:05 Ji bo rojnameger Ayşe Kara 10 sal ceza hat xwestin
15:49 Tora Ziman û Çanda Kurdî ji bo tevlîbûna mîtîngên ziman bang kir
15:49 Meclîsa Jinan a HDP’a Colemêrgê: ‘Rûspî’ dixwazin ser bûyera êrişa zayendî bigirin
15:30 Ji 3 bajaran çûn serdana Malbata Şenyaşar
15:12 Mehmet Ayvalitaş hat bibîranîn
14:12 Zilamê ku tundî li hevjîna xwe kir hat girtin
14:12 128 milyar nikare bê pirsîn
13:53 Li Wanê kuştina biguman a jinekê
13:13 Di doza “Birêz Ocalan” de ji Leyla Guven re ceza hat xwestin
12:58 Emîne Şenyaşar: Êdî Edliyeya Rihayê bûye weke mala me
12:51 Li Bedlîsê leşkerek û cerdevanek hatin kuştin
12:47 Ew çû lê helbestên wî man
12:27 Melîk û Ayyildiz li ser gorên xwe hatin bibîranîn
11:57 Sûcek din nedîtin, bi beyanên ‘şahidê veşarî’ Kûrkût û Gok ‘sûcdar’ nîşan dan!
11:57 Mêran li Stenbol, Îzmîr û Samsûnê tundî li jinê kir
11:32 Ji KNK’ê serdana partiyên siyasî: Divê parlamento li dijî êrişan li hev bicive
11:31 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:13 7 rêxistinên civakî: Bi lez dawî li dagirkeriya Tirkiye bînin
10:51 Kamaç: Astengkirina partiya me têkildarî statûya kurdan e
10:33 Gola Buyere ku baweriya elewîtiyê ronî dike
09:32 ‘Rakirina tecrîdê tê wateya azadbûna civakê’
09:31 51 parlamenterên Iraqê dijî operasyona Tirkiye derketin
09:26 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 188'an de berdewam dike
09:06 Amed li benda mitînga ziman e
09:06 Kesên ku ji bo kana mermeran govên wan hatin xerakirin: Ev gund ê me ye
09:06 Kargoyên girtiyan nadin wan, nameyên wan tên sansûrkirin
09:06 Li Rihayê ji sedî 30'yê zad kêm bûye
09:06 Tûyên Baxçeyê Hewselê li bazarên bajêr in
09:06 Hinceta girtina Keserê HDP'î: Bajarê wî nêzî sînor e, dibe ku bireve!
09:05 Eleqeyeke mezin ji bo Gulçîçeka Dilan: Çapa 3'yan di rê de ye
09:05 'Ji bo kurdî li pêş bikeve divê zimanê bazaran bi kurdî be'
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2021'AN
08:37 Di şerê li Bedlisê de 5 leşker birîndar bûn
01/06/2021
20:45 Hesinên dora gora Tahîr Elçî hatin dizîn
20:40 129 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:07 Li Licê operasyona leşkerî dest pê kir
17:04 Li Newala Qoriyê liv û tevgera eskerî
16:59 Ciwanên HDP’î seredana malbata Şenyaşar kirin
16:23 Welatiyek li ber Meclîsê hewl da întîhar bike
16:17 EGEÇEP: Kesên ku li Wanê gule li gel reşandin divê ji peywirê bên girtin
16:16 Hat îdiakirin ku li Rihayê ciwanekî xwe kuştiye
15:59 Li Farqînê 500 donim erdê neçinandî şewitî
15:55 Meclîsa Jinan a HDP’ê serdana jinên ku tûtinê datînin kir
15:44 'Tirkiye îslamîstên radîkal li Efrînê bi cih dike’
15:33 Dozger xwest rojnamevan Karakaş were cezakirin
14:56 CFWIJ: Di meha Gulanê de tundî li 70 rojnamevanên jin hat kirin
14:42 Dayika Dîlan Toptaş ji salona dadgehê derxistin
14:38 Sancar: Di serdema Soylû de kiryar diyar in lê nayên darizandin
14:32 Danîşana hevşaredar Kûtlû hat dîtin
13:43 Daxwaza girtina tecawizkar Mûsa Orhan hat redkirin
13:16 Eskerek bi awayekê biguman mir
13:04 Hunermend Yilmaz Çelîk hat beraetkirin
12:52 Komîsyona Kedê ya HDP’ê: Li Tirkiyeyê 20 milyon mirov di bin sînorên birçîbûnê de ne
12:51 Komeleya Starê piştgirî da jinên gundê Şêxanê
12:09 Îpekyuz qedexeya silava kurdî ji Wezîrê Edaletê pirsî
12:03 Polîsan daxuyaniya SES’ê ya li ber edliyeyê asteng kirin
11:53 Hejmara Newaya Jin a meha Hezîranê derket
11:47 Malbata Şenyaşar: Dinyayê bihîst lê dozger ker û kor e
11:43 DBP’ê bertek nîşanî ‘lîsteya sor’ da
11:36 Li Hesekê teqîn pêk hat
11:29 Hewlêr û Bexdayê bertek nîşanî birîna daran dan
11:25 Li navçeya Rezan zilamekî li jinekê da
11:10 Hejmara 15’emîn a pêveka jinê ya Yenî Yaşamê derket
10:59 Danişîna Mûsa Orhan ê tecawîzkar dest pê kir