Emîne Şenyaşar: Hevjînê min li ber çavê min qetil kirin

  • rojane
  • 14:43 9 Hezîran 2021
  • |
img

RIHA – Emîne Şenyaşar ku bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re li ber Edliyeya Rihayê lêgerîna xwe ya ‘Edaletê’ didomîne, ev tişt got: “We qet bihîstiye ku mirov li nexweşxaneyê hatine qetilkirin? Hevjînê min li ber çavê min qetil kirin. Nexweşxane ji bo başkirina mirovan ne ji kuştinê heye.” 

 
Emîne Şenyaşar ku 2 kurên wê û hevjînê wê ji aliyê parastvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku ji heman êrişê birîndar xelas bû, lêgerîna xwe ya “Edaletê” ya li ber Edliyeya Rihayê di roja 93’emîn de didomînin. Malbata Şenyaşar, ji ber axaftina bi Fadil Şenyaşar re ku 3 sal in li Girtîgeha Xarpêtê di hucreya yekkesî de tê girtin, îro dereng dest bi çalakiyê kir.
 
‘EV EDALET E?’
 
Emîne Şenyaşar, diyar kir ku 20 deqeyan bi kurê xwe re axiviye û bi van gotinan bal kişan ser şertên kurê xwe yên li girtîgehê: “Heyf e, 3 sal in bi tena serê xwe di odeyekê de tê girtin. Ji malbata min 3 kesan qetil kirin. Yekî jî kirine girtîgehê. We qet bihîstiye ku mirov li nexweşxaneyê hatine qetilkirin? Hevjînê min li ber çavê min qetil kirin. Serê wî pelçiqandin. Ev edalet e? Nexweşxaneyê boyax kirin û qeydên qamereyan tune kirin. Nexweşxane ji bo başkirina mirovan ne ji kuştinê heye. Kesî komkujiyek wiha nedikir. 3 meh in ez li vir rûdinim. Daxwaz dikim ku kurê min bê berdan. Em esnaf bûn, me tiştek bi kesî nekiriye. Çima gunehê me digirin. Êdî çavên min nabînin. Em nikarin vê zilmê rakin. Parlamenterî kuştina mirovan e? Çima nadarizînin.”
 
‘ZEXTA SIYASÎ RAKIN’
 
Ferît Şenyaşar jî têkildarî hevdîtina bi birayê xwe re ev tişt gotin: “Ew jî weke me bi hêvî ye. Li benda pêkanîna edaletê ye. 93 roj in em têkoşîna edaletê didin. Serokên 10 baroyan serdana me kirin. Sozê piştgiriya hiqûqî dan me. Daxwaza me ew e ku em xwe bigihînin 81 baroyan. Em ji wan piştgiriya hiqûqî bixwazin. Dozgerê dozê di bin zextê de ye. Ji ber vê naxwaze bi me re hevdîtin bike. Ev jî nîşan dide ku em mafdar in. Ji ber zextên siyasî dozger hatine asteke ku nikarin karê bikin. Em dixwazin ku ev zext rabin û edalet pêk were. Em bang li herkesê xwedî wijdan dikin ku piştevaniya me bikin.”
 
‘EDALETA KOR Û KER’
 
Li aliyê din li ser hesabê twîtterê yê Malbata Şenyaşar jî têkildarî çalakiyê ev parvekirin hat kirin: “Têkoşîna me ya edaletê di roja 93’emîn de ye… Her roj em 40 kîlometre diçin û tên. Ev zora me naçe û me nawestîne. Tişta ku me diwestîne û qehr dike, kerbûn û korbûna ji bo daxwaza me ya edaletê ye.”
 
SERDAN
 
Her wiha piştgiriyên ji bo malbata Şenyaşar jî didomin. Rêveberiya Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristî (SES) ya Amedê, parlamenterên HDP’ê Remziye Tosûn û Ayşe Surucu û Dayikên Aştiyê serdana Malbata Şenyaşar kirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar, ji kesên serdana wan kirin re serboriya xwe vegotin. 
 
Heyetên ku serdana malbatê kirin demekê bi malbatê re nobet girtin.
 
 

Sernavên din

12/06/2021
09:01 Term: Çîroka pevçûna Qanaxî û Ûsikîyan
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 198'emîn de dewam dike
09:01 'Divê em berxwedana girtiyan mezin bikin'
09:01 Ji ber hişkesaliyê berên wan qels bûne
09:01 28 sal in kiryarên rojnamevan Karaagar nehatine dîtin
09:01 Di şert û mercên dijwar de dixebitin
09:01 Li serê her kuçeyekê Amedê zarokên tên xebitandin hene
09:01 'Heya xizanî hebe, dê pêşî li ber karkeriya zarokan neyê girtin'
09:01 Welatiyên Mexmûrê: Bêdengiya NY'yê nayê qebûlkirin
09:01 Jinan dest bi amadekariyên mîtînga Stenbolê kirin
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2021'AN
08:48 Şewata li Kerboranê dewam dike
08:47 Eskerekî din mir
08:42 Motosikleta polîsan li zarokan qelibî: Yek jê giran 4 birîndar
11/06/2021
23:27 CÎK: Hevkariya kurdan a bi dagirkeran re heram e
19:56 Îro 69 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:54 Endamê HDP'ê yê hatibû binçavkirin hat berdan
19:25 Dayika Aştiyê Muhteber Bor jiyana xwe ji dest da
16:55 Şandeya Şopandina Çalakiya Greva Birçîbûnê: Bila binpêkirinên mafan bi dawî bibin
16:41 ‘Rejîma tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin’
16:40 Hevşaredarê Wanê Avci bi şertê kontrola edlî hat berdan
16:15 Polîsan destûr neda nimêja cenaze bê kirin!
16:12 Şandeya KCD û DBP'ê serdana esnafên Şirnexê kir
15:50 Li Cizîrê kesek hat binçavkirin
15:27 ‘Divê girtîgeh ji bo venêrîna şandeyên serbixwe werin vekirin’
15:23 Banga rakirina tecrîdê li Wezareta Dadê kirin
15:23 Piştî daxwaza dozger darizandina parlamenterê HDP'î sekini
15:01 TOHAV û OHD’ê serdana Malbata Şenyaşar kirin
14:50 Li qûntara Cûdî banga xwedî derketina li xwezaya Kurdistanê kirin
14:49 ‘Her kes dizane kî mafya ye’
14:48 Berdevkê Artêşa Iraqê: Ya ku tê jiyîn dagirkeriyek mezin e
14:34 Ciwanên ku têkiliya dewlet-mafyayê teşhîr kirin hatin binçavkirin
14:26 ‘Şewatên li heremê bi zanebûn tên derxistin?’
14:25 Baroya Amedê: Di 8 salan de 494 zarokên karker mirin
14:10 Li Pasûrê paletiya kurmê hevrîşimê nehat kirin
13:39 ÎSÎG: Di 8 salan de herî kêm 513 zarok li ser kar jiyana xwe ji dest dan
13:23 Têkiliyên ‘dewleta kûr’ û PKD’ê yên bi hevre dîsa ket rojevê
13:08 Di Festîvala Filman a Navnetewî de navê ‘Kurdistan’ sansûr kirin!
12:43 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:42 Turkdogan: Windabûneke maf tune ye pêvajoya AYM’ê didome
12:25 Ahmet Turk: Divê birêz Barzanî gotinên xwe ji bîr neke
11:47 Mirina leşkerekî din a gumanbar
11:19 Avci û yên pêre sewqî edliyê kirin
10:53 Bayindir: AKP di êrişên li dijî kurdan de PDK’ê bikar tîne
10:11 Li Colemêrgê serdegirtina malan: 4 jinên HDP'î hatin binçavkirin
09:56 ÎHD, wê têkildarî biryara AYM’ê ya Cizîrê daxuyaniyê bide
09:42 Hêceta redkirina doza ‘Jêrzemînên Cizirê’ hat weşandin
09:40 22 sal û 3 meh cezayê li Guven hatibû birin hat erêkirin
09:09 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 197'emîn de dewam dike
09:08 Têkiliya 'berjewendiyan' a Tirkiye û PDK'ê
09:08 ‘Armanca pakêta darazê ya 4'emîn bi temamî tecrîdkirina girtiyan e'
09:07 Ji ber bihabûna kirêya zozanan koçer ji sewalvaniyê sar bûne
09:06 Jinên ku li Hewselê 14 saetan dixebitin doza keda xwe dikin
09:06 Naxwazin bibin karkerên demsalî
09:05 Antolojiya Dengbêjên Botanê derket
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2021'AN
10/06/2021
23:08 Li Cizîrê 4 kes hatin girtin
23:04 Bertek nîşanî Barzanî da: Dîktator
21:46 Hêzên taybet ên PDK'ê êrîş birin ser noqteyên HPG'ê
20:20 96 kes ji ber Covîd-19'ê mirin û 6 hezar û 408 kesên din jî pê ketin
18:39 Nivîskar û rojnamevanên bi kurdî dinivîsinin hatin xelatkirin
17:22 Kemalbay: Erdogan henekên xwe bi gel dike
16:57 Şewata li Pîranê didome
16:57 Îfadeyên Hevşaredarê Wanê Avci û kesên pê re temam bû
16:47 Doza ku HDP’î jê tên razandin taloq bû
16:40 Wezîr di vekirina kana zêran de hawîrdorparêz hedef girt
15:47 Li Cûdî agir vemirî lê birîna daran didome
15:46 Di Lijneya Giştî ya HDK’ê de destnîşankirina têkoşîna yekgirtî
15:00 Sancar: Gladyoya Taybet bi polîtîkayên şerê topyekûn kûrtir bû
14:42 Platforma Komeleyên Herêmî li dijî operasyonan banga yekitiyê kirin
14:35 Du rojan wê çalakî li dijî talankirina xwezayê û operasyonan bên lidarxistin
14:23 Doza rojnamevan Rûşen Takva hat taloqkirin
14:15 Dede: Îdianameya HDP’ê ji raya giştî vedişêrin
14:14 Li Mêrdînê, çalakiya rûniştinê ya li dijî tecrîdê
13:57 Kongreya HDK’ê: Mifteya azadiyê li Îmraliyê ye
13:41 HDP’iyan giliya AKP’iyên ku gefên kuştinê li wan xwarin kirin
13:37 Bi ser mala hevjina xwe ku pê re li ber berdanê ye de girt û kesekî kuşt
13:23 Dozgerê dixwaze HDP bê girtin: Min ji bo 451 kesan qedexeya siyasî xwest
12:59 PDK’ê 3 nûnerên PYD’ê binçav kirin
12:54 Mûrat Karayilan: Erdogan heyetek şand cem PKK’ê
12:42 Komkujiya 10’ê Cotmehê di meha 68’emîn de ye: Bila hemû faîl bên darizandin
12:37 Li seranserê dinyayê hejmara zarokên karker gihîşt 160 milyonan
12:26 Serlêdanên ji bo pêşbirka Rojnamevaniyê ya Mûsa Anter dest pê kirin
12:06 Wê hîmê projeya ku xwezayê texrîb bike wezîr deynin
12:05 Malbata Şenyaşar: Em dozgerek bi cesaret dixwazin
11:47 Îdîanameya HDP’ê nedan parêzeran: Fermana serdozger heye
11:46 Civata Giştî ya HDK’ê dest pê kir
11:35 Hejmara 20'an a Kovara Dilopê derket
11:33 Li Farqînê di salekê de 20 bûyerên întiharê pêk hatin
11:09 Pêşmergeyê berê: PDK ji dewleta tirk re nokertiyê dike
10:22 Stranbêj: Ji bo çareseriyê hewcehî bi piştevaniyeke kolektîf heye
09:55 Bi Hevşaredar Avci re 4 kesên din jî di bin çavan de ne
09:10 Nanê xwe ji kevir derdixin
09:06 Tahdeya polîs û notirvanan heye, lê kesê bê darizandin tune ye
09:06 Koma 40'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:06 Ciwanê sîxurtî lê hat ferzkirin ji Soylû pirsî: Îja tiştên hatin serê me çi bûn?
09:06 Parêzer Çakas: Girtî di pergala tenduristiyê de jî tên tecrîdkirin
09:06 Ocalan: Tiştên diqewimin operasyona gladioya taybet a li hemberî gladioya xweser e
09:04 Banga alîkariyê ji bo tedawiya Mûstafa
09:04 Jinên çûn zozanan dest bi haziriyên zivistanê kirin