Bi hezaran kes Denîz Poyrazê bi rê dikin

  • rojane
  • 16:47 18 Hezîran 2021
  • |
img

ÎZMÎR - Bi hezaran kesên ku li Kadîfekaleyê cenazeyê Denîz Poyrazê bi berzkirina dirûşmeya "Li dijî faşîzmê mil bi mil" berz kirin gotin, "HDP, gel e, gel li vir e." Siyasetmedarên ku di merasîma cenaze de axivîn gotin: "Em ê nehêlin alaya Denîzê bikeve erdê." 

 
Cenazeyê Denîz Poyrazê ku di êrîşa li hemberî avahiya HDP'a Îzmîrê de hat kuştin, piştî wecîbeyên olî ya li Midûriyeta Goristanan a li Taxa Tepecîk a navçeya Konakê ji aliyê malbatê û endamên partiyê ve hat girtin. 
 
Dayik Fehîme Poyraz ku li ber Midûriyeta Goristanê zêmar lewbandin got: "Çi îşkence li keça min kiribe, xwedê heman tiştî bîne serê wî jî. Çawa kezeba min şewitî, bila ya dêya wî jî bişewite. Min tu carî nifir li kesî nekirin, lê dilê min diêşe, bila yê dêya wî jî biêşe. Denîz namirin, Denîz çû, dê bi hezaran Denîz werin. Dilxweş im ku dêya Denîzê me. Ma mirov tahdeyeke wisa li jinekê dike? Faşîst. Çi heqê te li keça min hebû. Xwedê ji te re nehêle înşelleh." 
 
Paşê cenazeyê Poyrazê anîn mala wê. Li vir jî bi hezaran kesî bi dirûşmeya "Şehîd namirin", "HDP gel e, gel li vir e cenaze pêşwazî kirin." Dê û bavên Poyrazê jî di nav de bi hezaran kes ber bi Mizgefta Kadîfekaleyê ve meşiya. Li Mizgefta Kadîfekaleyê bi beşdarbûna bi hezaran kesî merasîma cenaze hat lidarxistin. 
 
Berdevkên HDK'ê Cengîz Çîçek û Esengul Demîr, Hevserokên Giştî yên HDP'ê PErvîn Bûldan û Mîthat Sancar, Serokê Giştî yê EMEP'ê Ercument Akdenîz, siyasetmedar Sirri Sakik, Hevserokê Giştî yê ESP'ê Şahîn Tumuklu, Parlementerê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn tanrikûlû, Orhan Saribal, Serokê Giştî yê TÎP'ê Erkan Baş, ŞAredarê Îzmîrê Tûnç Soyer, nûnerên Partiya Gelecekê û rêxistinên civaka sivîl jî tevli merasîmê bûn. 
 
Cenazeyê Poyrazê bi berzkirina dirûşmeyên "Denîz Poyraz nemir e", "Şehîd namirin", "Dê dewleta kujer hesab bide" anîn Goristana Kadîfekaleyê. Dayik Fehîme Poyraz ku li ser cenazeyê keça xwe qîriya got: "Keça min, keça gelê kurd e. Bi saya gelê xwe li ser pêya me." 
 
KILIÇDAROGLÛ ÇELENK ŞAND 
 
Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû, Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê Tûnç Soyer, Rêxistina Partiya Çepgir a Îzmîrê, DÎSK-Genel-Îş, KESK, Yekîtiya Karkerên Tirkiyeyê jî çelenk şandin Mizgefta Kadîfekaleyê. 
 
ÊDÎ BES E
 
Şaredarê Îzmîrê Tûnç Soyer li hewşa mizgeftê sersaxiya dayik Fehîme Poyrazê kir. Dayik Poyraz got: "Me got biratî, em hatin kuştin. Xwîn rijandin, doza çi li mazlûman dikin, êdî bes e, bila bes xwîn bê rijandin, bla zarokên me nemirin, doza çi li me dikin, êdî bes e bila ev xwîn nerijê, bila aştî çêbibe, bila keça min şehîda dawî be. Êdî bes e." 
 
EMEP: EM Ê NEHÊLIN 
 
Beriya nimêja cenaze Serokê Giştî yê EMEP'ê Ercument Akdenîz jî got: "Bila serê gelê me sax be. Hevrêya me Denîz, hevarêya me ye ku 6 gulleyan niakribû wê bikuje. Guleyên lê hatin teqandin, li me hatine etqandin." 
 
Akdenîz, di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em ê careke din em destûr aprovakasyonan, cinayetên siyasî nedin. Em bibin yek, rê li ber pergala çete û mafyayî bigirin." 
 
PARTIYA ÇEP: LI DIJÎ FAŞÎZMÊ MIL BI MIL 
 
Endama Desteya Serokên Partia Çepê Îlknûr Başer jî got: "Ên xwişka me Denîzê kuştin, îqtidar e ku dixwaze pergala mafyayî û talanê bidomîne. Em ê li hemberî kesên Denîz Poyrazê kuştin û HDP'ê dikin hedef mil bidin milê hev du û têkoşîna xwe bidomînin. Li dijî faşîzmê mil bi mil." 
 
HDK: AZADÎ EVÎNA GELÊ KURD E
 
Hevberdevkê HDP'ê Cengîz Çîçek jî got: "Em tim serbilind bin. Ev şer, şerê me demokrasîxwazan û şerê pergala rant û dizîyê ye. Ê ku pêl tetikê kiriye helbet kujer e. Lê gotinek me heye ji bo kesên dixwazin Gladîoya xwe di şerê Sûriyeyê de li dijî têkoşîna gelê kurd xurt bikin heye: Heger tetikêşên we, kontrgerîllayên we hebin, ê gelê kurd jî evîna wî ya ji bo azadiyê heye. Em ê bi hev re bibin ehvrêyê Denîzê û dê têkoşîna me ya rêxistinbûyî bi ser bikeve." 
 
SANCAR: PLANA ALOZIYÊ 
 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar jî bi kurdî sersaxiya girseyê kir ûg ot: "Xwişka me Denîz bi awayekî hovane hat kuştin. Ev cinayet, ev êrîş, ev komkujî bi awayekî aşkere hat kirin. Li hemberî me pergaleke çete û mafyayî heye. Ê ku vê pergalê li ser pêya dihêle dijminatiya li hemberî gelê kurd, demokrasî û azadiyê ye. Ên ku gelê kurd, nûnerên gelê kurd û hêzên demokrasiyê hedef nîşan didin, zemîna vê yekê amade kirine. Berpirsiyarê vê îqtidar e. Kî bibêje ev bûyereke takekesî ye, ew şirîkê vê cinayetê ye. Li holê plana aloziyeke rêxistinbûyî heye." 
 
TEQEZ EM Ê BI SER BIKEVIN
 
Sancar di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji bo hêzên demokrasiyê bêdeng bikin, êrîşê dibin ser kurdan û HDP'ê. Di siyasetê de nikaribûn bikin, li dadgehan nikaribûn bikin. Lê tetikêşên xwe yên dest bixwîn dixin dewrê. Em li ser pêyan e. Em ê têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin. Xwişka min Denîz, em soz didin te, teqez em ê xeyalên te pêk bînin. Teqez em ê bi ser bikevin." 
 
BULDAN: EM Ê NEHÊLIN ALAYA DENÎZ BIKEVE 
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê PErvîn Bûldan jî malavayiya hemû kesên hatine kir û diyar kir ku dê ev pêşitevanî pêşerojê diyar bike û dirûvekî bide siyaseta demokratîk a Tirkiyeyê. Bûldan got: "Îro êşa me giran e, em ê gavekî din hevaleke xwe ya ciwan verê bikin. Em careke din soz didin ku em ê mîrateya hevrêya xwe Denîzê û alaya wê bilind bikin. Qethiyen em ê nehêlin, alaya wê bikeve erdê, em soz didin."
 
NE PROVAKASYON E 
 
Bûldan di berdewamiya axaftina xwe de got: "Duh li Îzmîrê, komkujiyeke pir nemerdane pêk hat. Kesên wê komkujiyê plan kirin û xistin dewrê, divê baş zanibin ku ev ne komkujiyeke ku bi destê kesekî tenê hatibe kirin. Tiliya hin hêzan tê de heye. Ji xwe ji twîttên wî, ji wêneyên wî û peyamên wî em vê fêm dikin û dibînin. Lê îro bêyî ku ev yek bê lêkolînkirin bê ka kî li pişta wî ye, demildest wî girtin." 
 
Bûldan, diyar kir ku zûzûka girtina kujer nîşan dide ku ev bi tenê nehatiye kirin û got: "Ev karekî organîekirî û plankirî ye. BIla kes ji me re nebêje provakasyon e û vê çîrokê ji me re nebêje. Ev ne provakasyon e, rasterast operasyon û komkujiyek e ku li hemberî HDP û gelê kurd hatiye kirin." 
 
Bûldan di dawiya axaftina xwe de de got: "Lê em ê demokrasî û azadiyê û edaletê bînin vî welatî. Em careke din li vir soz didin Denîzê ku em ê azadî û edaletê bînin." 
 
SOYER: EV GULE LI ME HEMÛYAN HATIYE TEQANDIN  
 
Herî dawî jî Şaredarê Îzmîrê Tûnç Soyer got: "Ev gule tenê li HDP'ê û kurdan nehatiye teqandin, li hem hemûyan, li biratiya me û yekîtiya me hatiye teqandin. Em ê enmirin, em ê bi hev re Tirkiyeyeke xweşik ava bikin. Bila serê me gişan sax be." 
 
Pişttî axaftinan nimêja cenazeyê Poyrazê hat kirin. Dê cenazeyê Poyrazê li Goristana Kaynaklar a navçeya Bûcayê bê definkirin. 
 

Sernavên din

19/06/2021
10:37 Jin: Em kujerê Denîz nas dikin
10:35 Şêniyên Amedê: Faîlê êrişa li Îzmîrê Erdogan, Soylû û Bahçelî ne
10:11 Li gundê Denîz Poyraz jî wext bihûrî lê zext qet neqediyan
10:04 Deynên qeyûm astengiyek mezin e li ber xizmeta gel
09:41 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 205'emîn de berdewam dike
09:01 Dadgeha Bilind cezayê li Demîrel hatibû birîn xera kir
09:01 Bavê jina ku gotin biqeza miriye: Keça min hat kuştin
09:00 Endamê Heyeta Aştiyê ya li Hewlêrê hat astengkirin: PDK îxanetê dike
09:00 Daxwaza taloqkirina înfaza girtiyê nexweş ê 81 salî hat redkirin
09:00 Fiyet pir biha bûn, her kes diqilqile
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2021'AN
18/06/2021
21:10 Îro 59 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:03 Denîz Poyraz bi qurnefîlan hat definkirin
17:14 Malbatên Girtiyan: Dest ji zilma li zarokên me berdin
16:50 Di ser êrişê re 30 saet derbas bûn: Erdogan û Soylû hêj daxuyanî nedane
16:47 Bi hezaran kes Denîz Poyrazê bi rê dikin
16:27 Baroya Dîlokê: Em ê piştevaniya Malbata Şenyaşar bikin
16:22 Kujer ji bo destê xwe bişo qat bi qat geriyaye
16:20 Li gelek navendan êriş hat şermezarkirin: Denîzek çû wê bi hezaran Denîz rabin
15:54 Gefa 'birîna mûçeyê' li pêşmergeyên çek danîbûn xwarin
15:40 Binê pira ku qeyûm vala hişt bû navenda hişbirê
15:39 Wêneyê Denîz Poyraz bi Keleha Wanê ve kirin
15:36 GOÇ-DER: Êriş li dijî hiqûqa penaberan e
15:32 4’emîn Pakêta Darazê ya AKP'ê pêşkêşî meclisê hat kirin
15:27 Ajokarê teqsiyê yê kujer bir ber HDP'ê: Me her tim ew dibir pêş HDP’ê
15:05 Namzetê MHP’ê yê dewletê xapand jî di nav de 14 kes hatin girtin
14:57 Yuksekdag: Ev bûye weka doza komkujiyê
Kişanak: Denîz ala têkoşîna azadiya jinan e
14:50 CHP û Partiya Gelecekê serdana HDP'ê kirin
14:24 Li Amedê ji rêxistinên sivîl daxuyaniya hevpar: Divê herkes li dijî cinayetê xwedî helwest be
14:24 Şandeya KCD û DBP’ê li Dersimê ye: Em li dijî tecrîdê bi hev re têbikoşin
14:07 Berteka navneteweyî ya li dijî êrişa ser HDP’ê
13:53 Leşkeran bi ser konên koçeran de girtin: Hûn ji vir neçin em ê konên we bişewitînin
13:52 Wêne û gul danîn cihê ku Poyraz lê hat qetilkirin
13:45 HDP’ê girêdana kujerê Poyraz a bi SADAT’ê re pirsî
13:44 Ahmet Turk: Wê ev îqtidar Tirkiyê ber bi şerê navxweyî ve bibe
13:00 Sebahat Tûncel: Kesên Denîz qetil kirin û kesên banga girtina HDP’ê kirin heman kes in
12:39 Sancar û Bûldan hatin avahiya HDP’a Îzmîrê
12:36 Demîrtaş ji bo Poyraz daxuyanî da: Em kiryaran nas dikin
12:33 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:24 Kujerê Denîz Poyraz hat girtin
12:23 Dîmenek nû yê kujer Gencer derket holê: Bi lepik e û serê xwe xwar kiriye
12:12 Siyasetmedarên jin ên girtî qetilkirina Poyraz nalet kirin
11:58 Malbata Şenyaşar nobeta xwe ya ‘edaletê’ veguhest Dîlokê
11:45 Raportorê AYM’ê xwest îdianameya girtina HDP’ê were qebûlkirin
11:41 Diyaloga di navbera polîs û kujer Gencer de: Navê te çiye kekê min
11:39 Polîsan qeydên kamereyan jê birin
11:24 ‘Tarîtiya ku Berkîn qetil kir, pêşeroja Denîz Poyraz dizî’
11:12 Hat îdiakirin ku jinek li Rêzanê bi guleya polîsan birîndar bûye
10:51 Kenanoglû: Bi xwedî derketina HDP’ê êriş dikarin bên astengkirin
10:42 Polîsan zavayê ku cilên netewî li xwe kiribû binçav kirin
10:35 Kujerê Denîz Poyraz sewqî edliyê kirin
10:27 Ji 12 rêxistinên hiqûqê daxuyanî: Em qatilên Denîz nas dikin!
10:02 Nûnerên rêxistinên sivîl û siyasî: Berpirsyarê êrişa li Îzmîrê îqtidar e
09:51 Denîz Poyraz wê li Buca were definkirin
09:50 Dayik û bavê Deniz Poyraz: Ew Deniza me hemûyan e
09:04 Dayikên Aştiyê bang li PDK’ê kirin: Li şûna Erdogan bi Kurdan re hereket bikin
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 204'emîn de berdewam dike
09:04 Ji ber fiyetê êm û kaya heywanên xwe difiroşin
09:04 Guven: Ger em li hundir û hûn jî li derve, em dengê xwe bilind bikin em ê tecrîdê bişikînin
09:04 Li Amedê mêşvanan jî nesîb ji hişkesaliyê girt
09:04 Dayikan bang li Barzanî kir: Ên dimirin kurd in
09:04 Cihoka 3 hezar salî bûye sergo!
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2021'AN
17/06/2021
23:11 Karkerê ket ber makîneya xercê jiyana xwe ji dest da
22:51 Cenazeyê Poyrazê ji ATK'ê wergirtin
22:06 Rapora vekolanê ya cihê bûyerê: Denîz Poyraz bi 6 gulleyan hatiye kuştin
21:12 Dê cenazeyê Poyrazê sibê li Kadîfekaleyê bisipêrin axê
21:03 62 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:38 Midûriyeta polîsan mehek berê ruxseta çekê daye kujer
19:21 Bûldan li Îzmîrê pirsî: Qesda we ya ji 'ev rojên we yên baş in' ev bû?
18:22 Qatil piştî Denîz Poyraz kuşt wêneyê wê parve kir
18:00 Wêneyên avahiya HDP'ê yên piştî êrîşê
18:00 Ji bo piştevaniyê herikên ber HDP’ê
17:43 Sancar: Civîna me hebû komkujî hatibû plankirin
17:07 TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê: Em ê hesabê vê komkujiyê bipirsin
16:59 Qedexeya li Wanê hat dirêjkirin
16:53 Li Amedê li dijî tecrîdê çalakî: Heya Ocalan azad nebe em ê bitêkoşin
16:49 ÎHD û TÎHV: Êrîş di avahiyên ku ‘tên parastin’ de pêk tên
16:23 Bersûcên gule berdan Denîz, kesên gotin ‘400 wekîlan bidin in’
16:22 Piştî daxuyaniyên Erdogan û Bahçelî êriş pêk hat
16:14 Bertek nîşanî êrişa li Îzmîrê dan: HDP gel e, wê bêdeng nebe
16:06 BMG’ê banga parastina HDP’ê kir
16:04 Ji ber êrişa li Îzmîrê Doza Kobanê taloqî sibê bû
15:39 Berê jî nijadperestan bi ser mala Poyraz ve girtiye û xwestine wê bikujin!
15:15 Di Doza Kobanê de parêzer û beşdarvan hatin astengkirin
15:01 Kiliçdaroglû û Babacan êriş şermezar kirin
14:51 Cenazeyê Poyraz rakirin ATK’ê
14:38 Bertekên li dijî êrişa li ser HDP’ê: Êriş li dijî hemû siyasetê ye
14:33 Endamê MYK’a HDP’ê: Provaya cînayetên siyasî hat kirin
14:20 Çepnî: Wezîrê Karên Navxweyî êrîş organize kir
14:06 Navê êrişkarê ku Denîz Poyraz qetil kir eşkere bû
13:58 Dayika Denîz Poyraz: Denîzek çû wê hezar Denîz werin
13:31 Li Amedê kesek hat girtin
13:27 Emîne Şenyaşar Gok’ê AKP’î ku çû serdana dozger şermzar kir
13:05 HDP: Ê ku partiya me hedef nîşan dide desthilatdarî ye
12:13 Dayikekê keça xwe ya 2 salî kuşt
12:12 Kûbîlay: Heke heqîqet tê xwestin divê Davûtogl û Ala bên guhdarkirin
12:11 Êrişkarê ku ket avahiya HDP’a Îzmîrê, xebatkara partiyê qetil kir
12:00 Rojnameger Oktay Candemîr derket pêşberî dadgehê
12:00 Dayikên Aştiyê serdana Malbata Şenyaşar kirin