Bûldan: Wê jin AKP'ê ji meriyetê rakin

img
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, di Koma Jinê ya Parlamentoyê ya partiya xwe de axivî û wiha got: “AKP felaketa herî mezin e ku li vî welatî bi serê jinan de hatiye. Wê jin vê felaketê ji meriyetê rakin.” 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan di Koma Jinê ya Parlamentoyê de li ser rojevê nirxandin kir. Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr, Hevberdevka Partiya Çepgir a Keskan Ayşe Erdem, Cîgira Serokatiya Partiya Şoreşger Bûrcûgul Çûbûk, Hevseroka Giştî ya KESK'ê Şukran Kablan Yeşîm, Sekretera Jinê ya KESK'ê Done Gevher, Sekretera Jinê ya SES'ê Selma Atabey, Sekretera Jinê ya Egitim Senê Simge Yardim Dag, Komeleya Jiyana Nû, jinên ji Tevgera Jinê ya Demokrat, jinên ji Însiyatîfa Şişli Etfal, Dayikên Aştiyê û akademîsyena KHK'yî Sevilay Çelenk beşdarî komcivînê bûn. 
 
 
Bûldan, bi bîranîna Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) ê Amedê Vedat Aydin û Deniz Poyraz a ji aliyê faşîst Onur Gencer ve hat qetilkirin dest bi axaftina xwe kir û wiha got:  “Kesên Denizê qetil kirine, dixwazin bi qetilkirinê ser bikevin. Hişmendiya Deniz qetil kir ji kurdan, jinê û ji muxalifan re dibêjin 'terorîst' û dikin hedef. Lê em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin.” 
 
 
Bûldanê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:
 
“Li dijî destkeftiyên jinan, hebûna jinan, têkoşîna gelan desthilata AKP-MHP'ê êrişeke topyekun pêk tîne. Desthilata mêr a ji bo muxalefeta civakî bê hilweşandin her cure zextê dike dît ku; jin tu carî li dijî zextan têk naçin. Jinên li kolanan bi têkoşîna xwe serbilind disekinin bû tirsa di dilê wan de. Em ê bi rêxistinkirina jinê bêtir bi hêz bin.
 
 
Em silavên germ ji jinên li girtîgehan, ji rêhevalên xwe re dişînin. Em silavên xwe ji Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê, jinên MEBYA-DER'î, Misra Oz û hevalên wan ên dozê Bedriye Doku, Emine Şenyaşar û hemû jinên dev ji têkoşîna edaletê bernadin dişînin. Her wiha em silavên xwe ji hemû jinên li dijî betalkirina Peymana Stenbolê li berxwe didin re dişînin.
 
DI DEMA AKP'Ê DE 16 HEZAR JIN HATINE QETILKIRIN
 
Serokê Giştî yê AKP'ê di 1'ê tîrmehê de got 'têkoşîna me ya li dijî tundiya li ser jinê bi vê peymanê dest pê nekir û wê bi vekişandina ji vê peymanê jî bi dawî nebe'. Bila van gotinên ne rast ne ji me re ji alîgerên li qesrê rave bike. Desthilata AKP'ê û MHP'ê ne li dijî tundiya li ser jinê li dijî jinê di nava têkoşînê de ye. Ji dema AKP li ser îktidarê bû heta niha 16 hezar jin hatin qetilkirin. Ji ewlehiya jiyanê bigire heta ewlehiya aboriyê û mafên siyasî hemû jin ji aliyê AKP'ê ve gef li wan hatine xwarin. Ev e gelo têkoşîna wa ya têkildarî jinê?
 
JI BO KU EM NEBIN HEVKARÊ VÎ SÛCÎ...
 
Têkoşîna li dijî tundiya li jinê tê kirin li aliyekî, ji daraza wan bigirin heta bi medyaya wan û hemû saziyên wan heta ku ji destê wan tê jinan mehkûmî tundiyê dikin. Herkes dizane ku bi hewldan û têkoşîna me li meclisê 'komîsyon lêkolîna tundiya li ser jinê' hat avakirin. Lê ev komîsyon jî bi bedêla ku tundiya li ser jinê niqaş bike, ji bo ku tundiya mêr û vekişîna ji Peymana Stenbolê meşrû nîşan bide hat xebitandin. Ji bo ku em nebin hevkarên vî sûcê qirêj ê vê komîsyona ku hewl dide desthilatê ji çiravê xilas bike, em ji vê komîsyonê vekişiyan. Hevalên me ev vekişîna me bi civîneke çapemeniyê ji raya giştî re ragihandin.  AKP felaketa herî mezine ku li vî welatî hatiye serê jinan.  
 
PLANÊN JINAN ÊN ÇALAKIYÊN BI HÊZ HENE
 
Em dizanin ku Serokê Giştî yê AKP'ê 'Planên çalakiyên rizgarkirina jinê' dane destpêkirin. Lê em dizanin ku di bedêla parastina jinan de bi vê planê wê hewl bidin ku planên xwe yên qirêj û tundiya li ser jinê meşrû bikin. Ez ji vir bi bîra wan dixim. Em planên we yên çalakiyan ji qeyûmên ku we avêtin ser şaredariyan û ser Zanîngeha Bogazîçiyê dizanin. Em ji qetilkirina Dayika Taybet, Denîz Poyraz û bi hezaran jinên din ku hatin qetilkirin dizanin. Her wiha em vê planê ji îşkenceya lêgerîna tazî û ji îşkenceya bi kuçik dizanin û em ji Kod-29'ê ku bi KHK'yan we çawa jin betal hiştine baş dizanin. Li her cihê ku tundî lê heye desthilat lê ye û li her cihê ku desthilat lê ye jî tundî heye. Li dijî van polîtîkayên we yên tundiyê planên jinan ên çalakiyên bi hêz hene. 
 
LI DIJÎ PERGALA KOLEDAR JIYANEKE NÛ HEYE
 
Li dijî rêbaza jiyanê ya ku hûn li jinan ferz dikin jinên ku bê tirs dibêjin 'ji te re çi' hene. Silav ji hemû jinên ku dibêjin 'ji te re çi' Bi miliyonan jinên ku reng, gotin, îtîraz, ziman û têkoşîna xwe kirine yek hene. Li dijî îqtîdara we ya mêr qadên jinan hene. Li dijî gotina we ya Peymana Stenbolê qediya gotina jinan heta em nebêjin naqede heye. Li dijî rêxistinên we yên mafya û çete rêxistinên jinan hene. Li dijî pergala we ya koledar jiyaneke nû a ku jin pêşengiya wê dikin heye. 
 
DIVÊ DESTHILAT WERE GUHERTIN
 
Kesên ku daraz kirine wekî buroya xwe ya hiqûqê bi pakêteke nû ya darazê jin û zarok kirine hedefa xwe, di pakêta nû a darazê de ji bo ku kiryarên bûyerên destdirêjiya li zarokan û qetilkirina jinan ceza bikin şertên nû tînin. Ji bo ku kiryaran ceza nekin çi ji destê wan tê dikin. Bûyera Elmaliyê li pêş çavên me ye. Kesên ku li hember zarokan hovîtî kirine serbest hatine hiştin. Hêzên leşkerî yên dewletê ku nêzî îqtîdarê ne dema sûc dikin tên parastin. Wekî bûyera Nadîra Kadîrova, Yeldana Kahraman û Îpek Er û windakirina Gulîstan Doku ku kiryarên wan ligel delîlan nayên girtin û serbest digerin.  Herî dawî ji bo çawîşê pispor ê ku li Geverê Surmî Înce qetil kir biryara kêmkirina cezayê wî hat dayîn. Bi van polîtîkayên daraza desthilat gelek bûyer di tariyê de dimînin û nayên ronîkirin. Ji ber vê em dibêjin desthilat bi reformên ku dike nikare tu tiştî biguhere divê ku desthilat bi xwe bê guhertin. 
 
Ji sedî 80'ê yê civakê di nav xizaniyê de ye. Ji bo me jinan mijareke din a girîng jî meseleya aborî ye. Qeyraneke aborî heye. Bedela vê qeyranê jî bi giştî welat û bi taybetî jî jin didin. Ji sedî 80'yê civakê di bin sînorê birçîbûnê de ye. Gel êdî ne bi xizaniyê re bi birçîbûnê re têdikoşe. Berdela vê jî herî zêde jin didin. 
 
PERGALA WAN PERGALA XIZANIYÊ YE
 
Em di rojên borî de bi meclisa xwe ya jinan ve li Bûrsayê bûn û em bi jinên li zeviyên fasûliyan dixebitîn re hatin gelhev. Li vê derê jinên ku karkeriya demsalî dikin gotin, 'ger li warê me kar hebûye ez bi mehan li vir nedixebitîn' ev jî xizaniya ku li jinan hatiye ferzkirin nîşan dide. Disa jinên kedkarên malê keda wan nayê dîtin. Li gel van hemû pirsgirêkan desthilat bi dewlemendkirina kesên li derdora xwe mijûl e. Pergala wan pergala xizaniyê ye.
 
DÊ GEL DEBARA XWE BI ÇI BIKE?
 
Wê hilberînerên titûnê çawa evqas bacê bidin? Em li ser navê wan ji vir dipirsin. Firotina titûnê qedexe kirin û em nizanin ku wê kî vê titûnê bistîne. Tu çareserî jî tune ye. Li Semsûrê, Licê û gelek cihên din hilberînerên titûnê bertek nîşan didin. Ji ber qanûna ku derxistin wê hilberînerên titûnê êdî nema karibin tûtinê biçînin. Ji sedî 70'ê kesên li Semsûrê bi hilberîna titûnê debara xwe dikin. Ger ku ev qedexe bidome dê jiyana wan jî raweste. Her wiha kedkarên li zeviyên titûnê dixebitin ji sedî 80'yê wan jin in. Bi vê qedexeyê re xizanî dê zêdetir bandorê li ser jinên kedkar bike. Dê gel debara xwe bi çi bike û çi bixwe? Divê çareserî bê dîtin.
 
HEMÛ LÊÇÛN JI BERÎKA WELATIYAN DERDIKEVE
 
Xwarina ku bixin sêniyê êdî nemaye. Rêjima 'yek kesî' demên borî tedbîrên teserûfê aşkera kir lê bêlê qet behsa teserûfa qesr û seltenata xwe nekir. Lêçûnên salekî yên qesrê 2.8 milyar dolar e û ferdên ku li qesrê dijîn ji bo welatiyan pêşniyarên teserûfê dikin û dibejin 'xwarina sêniyên xwe biçûk bikin'. Lê belê êdî rewşa welatiyan nîne ku teserûfê bikin. Li ser çopan xwarinê kom dikin, ji bazaran bermayiyan kom dikin û wisa debara xwe dikin. Lê belê qesra bi seltenat qet teserûfê nake, di mûçeyên ku didin SMO'yê û pereyên ku didin şêr teserûf nayên kirin. Hemû lêçûn jî ji berîka welatiyan derdikeve. 
 
ÊDÎ KES JI DEREWAN BAWER NAKE
 
Êdi çav berdana mitbaxa welatiyan. Mûçeyan zêde nakin lê fatûreyên wek gaza xwezayî, ceyran û avê zêde dikin. Êdî welatî nikarin şorbeyekê jî bikêlînin. Rejîma qesrê tu carî jê têr nabe û ji ber vê sedemê jî li vî welatî qeyrana aborî, xizanî û bêkarî heye. Ji tiştên ku ew didizin, 5 welat dikarin xwe têr bikin. Gelê me û jinên li vî welatî dijîn wan tiştan baş dizanin. Rejîma yek kesî jî baş dizane ku dê êdî têk biçe. Bi derewan dixwaze ser piyan bimîne û welatiyan bixapîne. Qaşo li Ewropayê derzî bê perê ne û bi 100 dolar an jî 50 euro derzî tê kirin. Kesên ku li vir baş dizanin ku heke li Ewropayê derzî bi pere be dê li vir herî kêm serê derziyê 150 Euro ji welatiyan bihata xwestin. Ji xwe perê derziyê ji bihabûna tiştan û dahatan derdixin. Nikarin derziyan bifiroşîn hewl didin ku derewên xwe bifroşin. Lê divê bizanin ku êdî kes ji wan derewan bawer nake. 
 
EM Ê BI JINAN RE PÊŞ BIKEVIN
 
Em rêxistinbûna xwe mezin dikin û têkoşîna xwe mezin dikin. Em ê li dijî derew, talan û dizîtiyê têkoşîna xwe bi bawerî bidomîn. Em ê bi jinan re bi hêz bibin û pêş bikevin. Em ê muxalîfbûna demokratîk a jinan ber bi îqtîdarê ve bibin. Ji ber vê sedemê em rêxistinbûna xwe mezin dikin. Ji bo vê jî em di çarçoveya kampanyaya 'Ji bo jinan edalet' hevdîtinên xwe yên 'Ji xizaniya jinê re na' li qadan pêk tînin. Li gelek herêman em bi jinan re hatin cem hev. Li kargeh, atolye, tax, zevî û li zozanan bi jinan re hatin cem hev. Me hêza xwe parvekir û daxwazên wan guhdar kir. Divê ev pergala mêr ji holê rabe û divê em rewş biguhere. Guherîn dê bi hêza me, têkoşîn û yekitiya me pêk bê. Ji ber vê sedemê heke jin xwedî li siyaseta jinan derkeve dê parastina destkeftiyên jinan ewqas watedar be. 
 
SIYASETA DEMOKRATÎK TÊ DARIZANDIN
 
Bi girtina HDP'ê dixwazin hêza jinê ya siyasetê têk bibin, tasfiye bikin û bêdeng bikin. Niha pêşberî me Doza Kobanê heye û dixwazin bi vê hincetê HDP'ê bigirin. Lê her kes dibîne ku di vê pêvajoya darizandinê de ne jin, zîhniyeta serdest a mêr tê darizandin. Em baş dizanin ku muxalefeda demokratîk, têkoşîna jinê û siyaseta demokratîk li vir tê darizandin. Ji ber ku HDP li dijî her cûreyên cudakariyê li vî welatî têkoşîna hiqûqê dide û partiyeke ji gel e. Ji ber ku HDP, têkoşîna heqîqet û edaletê dide meşandin. Li hemberî şer têkoşîna aştiyê dide meşandin. Kes nikare fikra jiyana nû ya HDP’ê têk bibe an jî bide rawestandin. 
 
Em dizanin ku hikûmet ligel rant, mirin, şer, siyaseta qirêj, şîdet kedxwariyê welatiyên ku îtaetê bike dixwaze. Welatê ku bê HDP dixwaze. Bi girtina HDP'ê dixwazin siyaseta jinan, muxalefeta demokratîk binax bike. Em jî ji wan re dibêjin hûn nikarin wan tiştan xeyal jî bikin. Em li hemberî zilmê serî natewînin. Em jin dê li hemberî sûcên ku pêk tên jiyana wekhev û bi cesaret pêk bînin. Meşa bi milyonan jinan dê taritiyê ji holê rake. 
 
Li dijî tecrîdê niha li girtîgehan grevên birçîbûnê heye. Têkoşîna ku li girtîgehan tê kirin ji bo vê civakê ye. Heke tecrîd bê şikandin dê bêedaletî, mirin û şer jî dê holê rabin. Ji ber vê sedemê jî divê em li dijî tecrîdê bi hev re têbikoşin. Şikandina tecrîdê jî dê bi têkoşîna jinan pêk bê. 
 
Divê îro bêtir destkeftiyên jinan bê parastin, niha dem dema xwedîderketin û parastina destkeftiyan e. Rêgeza temsîliyeta wekhev, pergala hevserokatiyê, meclîsê jinan, koma jinan a parlamentoyê, temsîliyeta jinan û sazî û dezgehên ku di bin banê şaredariyên me de dixebitin ew tişt bi têkoşîn û siyaseta jinan pêk hat. Hêza jinê dê wî welatî ji faşîzmê rizgar bike. Li hemberî hevkariya çete-mafya-siyaset-medyayê tifaqa jinê bi ser keve. Azadî û wekhevî jî ya me ye.” 
 
Civîn bi berzikirina dirûşmeya "Jin jiyan azadi" bi dawî bû. 

Sernavên din

13/07/2021
11:13 Malbata Şenyaşar: Kesên dixwazin bibin şahid bila werin
10:32 Dr. Yerlîkaya: Divê bi zimanê dayikê kampanyaya derzîkirinê were destpêkirin
10:21 Pergala Edaletê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa tê birêvebirin?
09:53 Li Çinarê taxekê kirin qarantînayê
09:50 Li Alîagayê cînayeta kar
09:35 Ji bo demkî ava gundê Zîlan hat berdan lê li 7 gundan bêavî didome
09:06 Îdianameya cinayeta Hantaş: Dozger xwest 25 sal ceza li polîs bê birîn
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 229'an de berdewam dike
09:06 'Jin bi têkoşîna xwe ji bo cîhanê dibin mînak'
09:06 Dê ji bo cezayê kesê ku Koç birîndar kir serî li îstinafê bidin
09:06 Şahidê 14'ê Tîrmehê: Xeleka teslîmiyetê perçe perçe kir
09:06 Gardiyan ji xizma girtî re got: Em hem dadger hem jî dozger in
09:06 Kana keviran gundiyan bêzar kiriye
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
12/07/2021
21:26 49 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine
20:57 Li Bestayê şewat
17:30 DAD’ê serdana DÎAY-DER’ê kir
17:02 Êrişkarên nijadperest hem berdan hem diparêzin
16:38 Xerakirina peyarêya kolana hunerê esnafan mexdûr dike
15:59 Dirûşmeya ‘Qers Ya Me Ye’ bû sûc
15:55 Doza Pinar Guntekîn dest pê kir
15:42 Li Sîlîvriyê mîqdareke kêm avê didin qawişan
14:45 Hatîmogûllari: HDP fikra rizgariya hevpar e
14:16 Nivîskar û rewşenbîrên kurd banga yekitiyê kirin
14:00 Ji HDP’ê bo muxalefetê: Karê me bi yên ku çareserkirina pirsgirêka kurd neparêze re nîne
12:48 Pirsa 'Kî we organîze dike?" ji cotkarên titûnê pirsîn
12:08 Dozgerê nû jî randevû neda malbata Şenyaşar
11:50 TÎHV: Ji 10 kesan 4 kes îşkenceya zayendî lê hatiye kirin
11:41 Parêzerên Ocalan carek din serî li dozgeriyê dan
11:40 Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji zarokên xwe bernedin
11:29 10 cotkarên titûnê ku kapîtalîstên tirşikçî şermezar kirin hatin girtin
11:01 Ji bo polisên ku mil û diranê Demîr şikandin biryara neşopandinê hat dayîn
10:58 Li Girtîgeha Antalya ya Tîpa S îşkence heye lê rapor nîne!
10:23 Ji DAD'ê daxuyaniya Geliya Zîlan: Xwebûna me di tengasiyê de ye
10:14 Girtiyê nexweş Huseyîn Îdîg jiyana xwe ji dest da
10:11 Êrişkarê ku bi ser merasîmê de girt yek jê zarok 2 kesan kuşt
10:03 ATK’ê Ozkan şand girtîgehê: Delîl têr nakin
09:12 Birîna ku sedsal in xwîn jê tê: Geliyê Zîlan
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 228'an de berdewam dike
09:03 AYM’ê dosyeya Surme Înce ji esasê xistiye ber lêpirsîne
09:03 Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek dest bi qeydên zimanê kurdî kir
09:03 Li dijî sepanên DEDAŞ’ê bang li EPDK’ê kir ku lêkolînê bike
09:03 Hem gund bêav hiştine hem jî gefa cezakirinê li gundiyan xwarin e
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2021'AN
11/07/2021
23:25 Hevserokê HDP'a Colemêrgê hat berdan
21:34 Ciwanê ji ber nebûna avê bi xeniqandinê re rûbirû mabû jiyana xwe ji dest da
21:11 Baroyên Îzmîr, Edene û Mêrsînê kongreyên xwe li dar xistin
20:56 Ji ber koronayê 37 kesan jiyana xwe ji dest da
20:11 HDP'ê li Erdexanê serdana gel kir
20:02 Girtina meleyan a ji ber xutbeya kurdî hat şermezarkirin
19:51 Hevserokê HDP'a Colemêrgê hat binçavkirin
19:44 Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê hatin bibîranîn
16:48 HDP’iyan qeza kir: 7 kes birîndar bûn
16:27 Girtî: Yekane rêya serkeftinê berxwedan e
16:14 Temel: Em ê bi xeta sêyemîn têbikoşin
14:48 ÎHD bi girtiyên ku îşkence li wan hat kirin re hevdîtin kir
14:38 Rojnamevan Başlangiç krîza dil derbas kir
14:37 Girtî greva birçîbûne ya bidorveger derdixin 15 rojan
14:06 Dayika Aştiyê Tûnç jiyana xwe ji dest da
13:15 Hatîp Dîcle: Erdogan bi zextên Ergenekon û MHP'ê pêvajoyê bi dawî kir
11:59 Bi çeka cerdevanan mirina biguman a jinekê
11:33 Yekitiya Platformên KHK’iyan: Meleyan berdin
11:33 Wê di doza Pinar Gultekîn de malbata Avci jî were darizandin
11:32 Malbata Şenyaşar çalakiya xwe di roja 125’emîn de domand
10:26 Cotkarên li Dêrikê: DEDAŞ hem ceza dike hem desteka me desteser dike
09:20 TTB'ê hişyar kir: Dibe ku di payizê de pîkek nû rû bide
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 227'an de berdewam dike
09:01 Malbatên girtiyan: Kê ev heq daye wan ku zarokên me îşkence dikin?
09:01 Agirê li Marmarîsê di 4 saetan de, yê li Dara Hênê di 5 rojan de hat tefandin
09:00 Ava paqij bi dest wan nakeve
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08:06 Dolmîşa penaberan qeza kir: 12 kes mirin û 20 kes birîndar bûn
10/07/2021
23:34 Vekirina Zarok MA'yê bi konserekê hat pîrozkirin
23:20 Daxuyaniya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya derbarê alîkariyên NY'yê de
22:44 5 hezar û 530 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
21:02 Alî Îsmaîl Korkmaz hat bibîranîn
20:24 Ji Lozanê ber bi Cenevreyê ve dimeşin
19:55 Têkildarî tahdeya li Girtîgeha Antalyayê serî li ÎHD'ê dan
18:49 Dayikên Aştiyê: Bila tecrîd bê rakirin
17:11 ‘Li hemberî polîtîkayên li dijî xweza û civakê bisekinin’
17:01 Kongreya OHD'ê: Bila tecrîd bi dawî bibe û Ocalan muxatab bê girtin
16:50 Endamên Înisiyatîfa Malbatên Pirsûsê hatin berdan
16:30 Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hat binçavkirin
16:26 Banga berdana girtiyê nexweş Çakal kirin
16:11 Zarokê ku ji bo hênîkbûnê ket qenala avê rakirin nexweşxaneyê
16:04 Decathlona ku cih neda kurdî şermezar kirin
15:57 Malbatên Pirsûsê: Em ê bibin yek deng û serbikevin
15:42 Dayikên Şemiyê bal kişandin ser doza ku jê tên darizandin
15:42 Banga berdana girtiyê nexweş Tamboga
15:16 Ji Girtîgeha Ceyhanê 4 girtî sewq kirin
14:59 Daxwaza taloqkirina înfaza girtiyê nexweş kirin
14:38 Doznameya doza girtinê ji HDP’ê re hat ragihandin
14:22 Rêyên ku nehatibûn temamkirin li Îdirê jiyanê tevizandin
14:17 Ji bo Çetîn û Înter merasîma oxirkirinê hat lidarxistin
13:31 Mudaxaleyî kesên ku xwestin ji bo Pirsûsê bimeşin kirin: 6 binçavkirin
12:56 Biryara girtina meleyan beriya îfade girtinê hat dayîn
12:43 Xizmên windayan aqûbeta rêveberê DEP'ê Yildirim pirsîn
12:37 'Em HDP ne, li her derê ne'
11:56 Li Konyayê êrişî malbata kurd kirin: Em we li vir nadin jiyîn
11:35 Vedat Aydin hat bibîranîn: Em ê xeyalên wî pêk bînin