Li Sûrê avahiyên dîrokî tên xerakirin

  • rojane
  • 09:06 8 Tîrmeh 2021
  • |
img

AMED - Li navçeya dîrokî ya Sûrê avahiyên dîrokî tên xerakirin. Odeya Avahîsazan destnîşan kir ku bi vî awayî dê tevna dîrokî bi temamî ji holê bê rakirin. 

Li navçeya Sûr a Amedê, piştî qedexeya derketina derve ya di 2'yê Kanûna 2015'an de hatibû îlankirin, avahî yeko yek tên xerakirin. Di warê fermî de hê jî qedexeya li 6 taxên navçeyê didome û li van navçeyan heya niha gelek avahiyên tescîlkirî hatine rûxandin. Hê jî dêr û mizgeftên dîrokî di nav de, gelek avahî tên xerakirin û li şûna wan avahiyên ne li gor tevna dîrokî ya navçeyê tên çêkirin.
 
AVAHIYÊN TESCÎLKIRΠ
 
Ji xeynî vê li taxên ku neketine ber qedexeyê jî bi hinceta "kavil" in gelek avahî tên xerakirin. Hat diyarkirin ku qeyûmê Şaredariya Sûrê bi hinceta "ji bo ewleyî û asayîşa navçeyê talûke ne" biryara xerakirina 63 avahiyan daye. Li gor Odeya Avahîsazan a Şaxa Amedê, di nav van avahiyan de avahiyên tescîlkirî û avahiyên divê bên parastin jî hene. 
 
KEVIRÊN AVAHIYAN DIFIROŞIN 
 
Her wiha kevirên avahiyên tên xerakirin jî tên firotin. Kevirên avahiyên dîrokî bi qamyonan ji navçeyê tên derxistin. Berê çendî ku bertek hatibûn nîşandan jî, dîsa tu tevdîr nehatine girtin. 
 
Hevserokê Odeya Avahîsazan a Şaxa Amedê Ferît Kahraman, anî ziman ku li Taxa Ziya Gokalpê di nav avahiyên hatine xerakirin de hin avahiyên tescîlkirî jî hene.
 
Kahraman, bilêv kir ku şaredariyê ewilî ji xwediyê milkan re îxtara "talûkeyê ji holê rake" şandine û ji bo vê jî 30 roj muhlet dan wan. Kahraman, da zanîn ku heger xwediyê milkan di nav 30 rojî de tiştekî nekin dê şaredarî dest bi xerakirinê bike û got: "Mesref jî ji xwediyê milk dixwazin. Heya niha derbarê xerakirina avahiyên tescîlkirî de biryareke rûxandinê nehatiye aşkerekirin. Lê ji ber ku karê dikin karekî bêkontrol e, avahiyên tescîlkirî jî nesîb ji vê rûxandinê girtine." 
 
AMADEKARÎ JI BO ERDOGAN
 
Kahraman, destnîşan kir ku hin sedemên kavilbûna van 63 avahiyan hene ku tê payîn dê bên xerakirin. Kahraman, sedemên kavilbûnê bi vî awayî rêz kirin; piştî şerê li navçeyê mirov terka malê xwe kirin, piştî koçberiyê dizî zêde bû, ceryan û av hatin qutkirin û ji bo parastina avahiyan tu tevdîr nehatin girtin... 
 
Kahraman, anî ziman ku sererastkirina derdorê ya ku 5 sal in nehatiye kirin, ev hefteyeke tê çêkirin. Kahraman, bilêv kir ku ji ber ku dê roja înê Serokkomar Tayyîp Erdogan bê bajêr, ev sererastkirin tê kirin û xebatên tên kirin jî bûne cihê texrîbatên mezin. 
 
KEVIRÊN TÊN FIROTIN 
 
Kahraman ji bo kevirên avahiyan ên tên firotin jî got: "A rast berê jî, derbarê vê de gelek nûçe hatin çêkirin. Keviran li cihekî berhev dikin û paşê bi traktoran tên barkirin û wan difiroşin. Heger bêjin na ne wisa ye, nexwe ev kevir diçin ku, bi destê kê tê kirin û li ko tên komkirin?" 
 
POLÎTÎKAYÊN RÛXANDINÊ 
 
Kahraman, destnîşan kir ku divê rûxandina li bajêr bi dawî bibe û got: "Divê tevna dîrokî bê parastin û rehabîlîtekirin. Divê xebatên restorasyonê zûzûka bên kirin. Ji bo malbatên koç kirine cardin vegerin malên xwe, divê xebatên rehabîlîtasyonê zûzûka bên kirin. Divê bê dîtin rûxandin bi kêrî tiştekî nayê. Divê dev ji polîtîkayên rûxandinê berdin û ji nû ve bên restorekirin." 
 
MA / Gokhan Altay 

Sernavên din

13/07/2021
11:13 Malbata Şenyaşar: Kesên dixwazin bibin şahid bila werin
10:32 Dr. Yerlîkaya: Divê bi zimanê dayikê kampanyaya derzîkirinê were destpêkirin
10:21 Pergala Edaletê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa tê birêvebirin?
09:53 Li Çinarê taxekê kirin qarantînayê
09:50 Li Alîagayê cînayeta kar
09:35 Ji bo demkî ava gundê Zîlan hat berdan lê li 7 gundan bêavî didome
09:06 Îdianameya cinayeta Hantaş: Dozger xwest 25 sal ceza li polîs bê birîn
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 229'an de berdewam dike
09:06 'Jin bi têkoşîna xwe ji bo cîhanê dibin mînak'
09:06 Dê ji bo cezayê kesê ku Koç birîndar kir serî li îstinafê bidin
09:06 Şahidê 14'ê Tîrmehê: Xeleka teslîmiyetê perçe perçe kir
09:06 Gardiyan ji xizma girtî re got: Em hem dadger hem jî dozger in
09:06 Kana keviran gundiyan bêzar kiriye
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
12/07/2021
21:26 49 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine
20:57 Li Bestayê şewat
17:30 DAD’ê serdana DÎAY-DER’ê kir
17:02 Êrişkarên nijadperest hem berdan hem diparêzin
16:38 Xerakirina peyarêya kolana hunerê esnafan mexdûr dike
15:59 Dirûşmeya ‘Qers Ya Me Ye’ bû sûc
15:55 Doza Pinar Guntekîn dest pê kir
15:42 Li Sîlîvriyê mîqdareke kêm avê didin qawişan
14:45 Hatîmogûllari: HDP fikra rizgariya hevpar e
14:16 Nivîskar û rewşenbîrên kurd banga yekitiyê kirin
14:00 Ji HDP’ê bo muxalefetê: Karê me bi yên ku çareserkirina pirsgirêka kurd neparêze re nîne
12:48 Pirsa 'Kî we organîze dike?" ji cotkarên titûnê pirsîn
12:08 Dozgerê nû jî randevû neda malbata Şenyaşar
11:50 TÎHV: Ji 10 kesan 4 kes îşkenceya zayendî lê hatiye kirin
11:41 Parêzerên Ocalan carek din serî li dozgeriyê dan
11:40 Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji zarokên xwe bernedin
11:29 10 cotkarên titûnê ku kapîtalîstên tirşikçî şermezar kirin hatin girtin
11:01 Ji bo polisên ku mil û diranê Demîr şikandin biryara neşopandinê hat dayîn
10:58 Li Girtîgeha Antalya ya Tîpa S îşkence heye lê rapor nîne!
10:23 Ji DAD'ê daxuyaniya Geliya Zîlan: Xwebûna me di tengasiyê de ye
10:14 Girtiyê nexweş Huseyîn Îdîg jiyana xwe ji dest da
10:11 Êrişkarê ku bi ser merasîmê de girt yek jê zarok 2 kesan kuşt
10:03 ATK’ê Ozkan şand girtîgehê: Delîl têr nakin
09:12 Birîna ku sedsal in xwîn jê tê: Geliyê Zîlan
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 228'an de berdewam dike
09:03 AYM’ê dosyeya Surme Înce ji esasê xistiye ber lêpirsîne
09:03 Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek dest bi qeydên zimanê kurdî kir
09:03 Li dijî sepanên DEDAŞ’ê bang li EPDK’ê kir ku lêkolînê bike
09:03 Hem gund bêav hiştine hem jî gefa cezakirinê li gundiyan xwarin e
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2021'AN
11/07/2021
23:25 Hevserokê HDP'a Colemêrgê hat berdan
21:34 Ciwanê ji ber nebûna avê bi xeniqandinê re rûbirû mabû jiyana xwe ji dest da
21:11 Baroyên Îzmîr, Edene û Mêrsînê kongreyên xwe li dar xistin
20:56 Ji ber koronayê 37 kesan jiyana xwe ji dest da
20:11 HDP'ê li Erdexanê serdana gel kir
20:02 Girtina meleyan a ji ber xutbeya kurdî hat şermezarkirin
19:51 Hevserokê HDP'a Colemêrgê hat binçavkirin
19:44 Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê hatin bibîranîn
16:48 HDP’iyan qeza kir: 7 kes birîndar bûn
16:27 Girtî: Yekane rêya serkeftinê berxwedan e
16:14 Temel: Em ê bi xeta sêyemîn têbikoşin
14:48 ÎHD bi girtiyên ku îşkence li wan hat kirin re hevdîtin kir
14:38 Rojnamevan Başlangiç krîza dil derbas kir
14:37 Girtî greva birçîbûne ya bidorveger derdixin 15 rojan
14:06 Dayika Aştiyê Tûnç jiyana xwe ji dest da
13:15 Hatîp Dîcle: Erdogan bi zextên Ergenekon û MHP'ê pêvajoyê bi dawî kir
11:59 Bi çeka cerdevanan mirina biguman a jinekê
11:33 Yekitiya Platformên KHK’iyan: Meleyan berdin
11:33 Wê di doza Pinar Gultekîn de malbata Avci jî were darizandin
11:32 Malbata Şenyaşar çalakiya xwe di roja 125’emîn de domand
10:26 Cotkarên li Dêrikê: DEDAŞ hem ceza dike hem desteka me desteser dike
09:20 TTB'ê hişyar kir: Dibe ku di payizê de pîkek nû rû bide
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 227'an de berdewam dike
09:01 Malbatên girtiyan: Kê ev heq daye wan ku zarokên me îşkence dikin?
09:01 Agirê li Marmarîsê di 4 saetan de, yê li Dara Hênê di 5 rojan de hat tefandin
09:00 Ava paqij bi dest wan nakeve
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08:06 Dolmîşa penaberan qeza kir: 12 kes mirin û 20 kes birîndar bûn
10/07/2021
23:34 Vekirina Zarok MA'yê bi konserekê hat pîrozkirin
23:20 Daxuyaniya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya derbarê alîkariyên NY'yê de
22:44 5 hezar û 530 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
21:02 Alî Îsmaîl Korkmaz hat bibîranîn
20:24 Ji Lozanê ber bi Cenevreyê ve dimeşin
19:55 Têkildarî tahdeya li Girtîgeha Antalyayê serî li ÎHD'ê dan
18:49 Dayikên Aştiyê: Bila tecrîd bê rakirin
17:11 ‘Li hemberî polîtîkayên li dijî xweza û civakê bisekinin’
17:01 Kongreya OHD'ê: Bila tecrîd bi dawî bibe û Ocalan muxatab bê girtin
16:50 Endamên Înisiyatîfa Malbatên Pirsûsê hatin berdan
16:30 Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hat binçavkirin
16:26 Banga berdana girtiyê nexweş Çakal kirin
16:11 Zarokê ku ji bo hênîkbûnê ket qenala avê rakirin nexweşxaneyê
16:04 Decathlona ku cih neda kurdî şermezar kirin
15:57 Malbatên Pirsûsê: Em ê bibin yek deng û serbikevin
15:42 Dayikên Şemiyê bal kişandin ser doza ku jê tên darizandin
15:42 Banga berdana girtiyê nexweş Tamboga
15:16 Ji Girtîgeha Ceyhanê 4 girtî sewq kirin
14:59 Daxwaza taloqkirina înfaza girtiyê nexweş kirin
14:38 Doznameya doza girtinê ji HDP’ê re hat ragihandin
14:22 Rêyên ku nehatibûn temamkirin li Îdirê jiyanê tevizandin
14:17 Ji bo Çetîn û Înter merasîma oxirkirinê hat lidarxistin
13:31 Mudaxaleyî kesên ku xwestin ji bo Pirsûsê bimeşin kirin: 6 binçavkirin
12:56 Biryara girtina meleyan beriya îfade girtinê hat dayîn
12:43 Xizmên windayan aqûbeta rêveberê DEP'ê Yildirim pirsîn
12:37 'Em HDP ne, li her derê ne'
11:56 Li Konyayê êrişî malbata kurd kirin: Em we li vir nadin jiyîn
11:35 Vedat Aydin hat bibîranîn: Em ê xeyalên wî pêk bînin