Şaredariya MHP’ê û CHP’ê ji taxên kurdan re xizmetguzariyê nakin

  • rojane
  • 09:03 30 Tebax 2021
  • |
img

MANÎSA - Li navçeya Tûrgûtlû ya Manîsayê kurd ji ber nasnameya xwe bi cihêkariyê re rûbirû dimînin û şaredariyên MHP’ê û CHP’ê xizmetê ji wan re nakin. 

Di salên 1990’î de bi hezaran gund hatin şewitandin û valakirin. Kurdan ji neçarî koçî bajarên rojavayê Tirkiyê kirin. Zext û cihêkariya li hember kurdan li van bajaran jî berdewam dike. Li taxên Ataturk û Mustafa Kemal ên navçeya Tûrgûtlû ya Manîsayê gelek kurd hene. Nêzî 30 salî ye kurd li van taxan dijîn û xwedî nifûsek zêde ne. Tê gotin ku ji sedî 90’ê van taxan kurd in. 
 
Kurd li van taxan bi salan ji ber nasnameya xwe bi polîtîkaya cihêkariyê re rûbirû man û xizmetguzarî ji bo wan nehat kirin. Di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adara sala 2019’an de hilbijêrên kurd ji ber “Tifaqa Demokrasiyê” dengên xwe dan CHP’ê û bi vî awayî namzetê CHP’ê bi ser ket û şaredariyê ji MHP’ê sitend. Lê belê her çiqas kurdan destek da CHP’ê û bi xêra kurdan CHP bi ser ketibe jî lê xizmetguzariya ji bo welatiyên kurd nayê kirin û şaredariya CHP’ê dibêje ku şaredariya bajarê mezin xizmetê bike. 
 
‘DIXWAZIN KURDAN CEZA BIKIN’ 
 
Şêniyên taxan destnîşan dikin ku ji ber wan destekê daye CHP’ê, Şaredariya Bajarê Mezin a Manîsayê ya MHP’î cihêkariyê li wan dike û bi nedayîna xizmetguzariyê wan ceza dike. Welatî dibêjin her çiqas salek berê kolandina ji bo kanalîzasyonê û gaza xwezayî hatibe destpêkirin jî lê hêj nehatiye qedandin û peyarê û kuçe û cadeyên wan nayên çêkirin. Welatî tînin ziman her çiqas wan gelek carî serî li Şaredariya Tûrgûtlû ya CHP’î dabe jî lê şaredarî ji wan re dibêje xizmetguzarî di kontrola şaredariya bajarê mezin de ye û îdia dike ku tiştek ji destê wê nayê. 
 
‘CIHÊKARIYÊ DIKIN’ 
 
Îslam Erol ê 15 sal in li Cadeya Acibademê esnafiyê dike destnîşan kir ku ji ber ew kurd in xizmetguzarî ji wan re nayê kirin û wiha got: “Li taxên kurd lê dijîn xizmetguzarî nayê kirin. Me naxin şûna însanan jî. Pirsgirêkên me ji nedîtî ve tên. Lê belê li taxên din xizmetguzarî tê kirin û meriv çopekî jî li erdê nabîne. Me bi şaredariya Tûrgûtlûyê re hevdîtin kir, lê ew dibêje ku kontrol di destê de şaredariya bajarê mezin de ye. Lewma jî xizmetê nakin. Li hember me wisa faşîstiyê dikin û me ji her tiştî sar dikin. Pirsgirêkên me çareser nakin. Em dibêjin êdî bes e bila çareseriyê bibînin û ji me re bibin bersiv. Tenê li taxê kurdan vê cihêkariyê dikin. Em wek welatiyên kurd wekheviyê dixwazin.” 
 
‘DIVÊ XIZMETA CIVAKÊ WERE KIRIN’ 
 
Faysal Zent ê 5 sal in esnafiyê dike jî da zanîn ku ji ber rê xerabûyî ne nikarin eşyayên xwe derxin derve û ew nikarin kar bikin û ji ber vê yekê jî zirar dikin. Zent diyar kir ku rêveberiyên xwecihî bêyî ku cihêkariyê bikin divê ji bo civakê xizmetguzariyê bikin. 
 
‘JI BER EM KURD IN…’ 
 
Kadrî Akdoga ku kargeha wî ya çayê heye anî ziman ku ji ber ew kurd in pirsgirêkên wan xizmetguzariyê nayê çareserkirin û got: “Em diçin Şaredariya Tûrgûtlûyê dibêje ‘ne karê me ye’. Em kesek li şaredariya bajarê mezin ku derdê xwe jê re bêjin nîne. Derdê şaredariya bajarê mezin e ew e ku şaredariya Tûrgûtlûyê ketiye destê CHP’ê.” 
 
‘EM ÇARESERIYÊ DIXWAZIN’ 
 
Salîh Polatlar ku karê manavê dike da zanîn ku ji ber rêyên wan di toz û gemarê de mane nikarin kar bikin û wiha got: “Divê şaredarî bêyî li ziman, ol û nijada kesekî binêrin, xizmetguzariyê bikin. Ji ber nasnameya me, em mexdûr dibin. Ji bo kanalîzasyonê rêyên li vir hemû xera kirin, paşê jî wisa hiştin û çûn. Edî bes e em çareseriyê dixwazin.”
 
MA / Hakan Yalçin
 

Sernavên din

02/09/2021
12:45 Malbata Şenyaşar: Gelo Wezîrê Dadê li kîjan welatî dijî?
12:44 Li Dersimê darên kevnar şewitîn
12:15 Romana 'Dengê Zê' ya Mehmet Akdogan der çû
12:00 Hat îdiakirin ku polîsekî xwe kuştî ye
11:45 DYA’yê agirbest bi bîra Tirkiyê xist
11:42 Wî xemsariya di komkujiya Konyayê de yek bi yek vegot
11:29 Di qenala avê de cenazeyê jinekê hat dîtin
11:26 Karkerê 20 salî ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da
11:22 Ji bo şewata li Şemzînanê banga ‘lezgîn’ hat kirin
11:06 Li Şirnexê tecawizî zaroka 9 salî hat kirin
10:45 Kesên mudaxileyî şewatê dikin: Dersimê dişewitînin
10:44 'Mifteya aştî û azadiyê Ocalan e'
10:38 Parêzer Kuzu: Dewletê dît ku sûcdar e, ser dosyeyan girt
09:19 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 280'yemîn de dewam dike
09:19 Werza hilberîna îsotên Rihayê jî bi qasî tehma wê tûj e!
09:18 Ji Şanoya Bajar a Amedê perwerdeya şanoyê
09:17 Rexmî lihevhatina DNA'yê jî cenaze nayê dayîn
09:08 Îlham Ehmed: Heke Şam muzakereyan bixwaze em amade ne
09:08 'Pêwîstiya êzidiyan bi yekitî û têkoşîna hevpar heye'
09:07 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Li Başûr konsepta tasfiyekirinê hatiye amadekirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2021'AN
01/09/2021
20:38 Ebru Gunay : Rêya aştiyê li Îmraliyê ye
20:22 'Em ê azadiyê mayînde bikin'
19:54 ‘Ger pirsgirêka Kurd çareser bibe wê aştî were vî welatî'
19:15 Mîtînga Wanê bi meşa li dijî tecrîdê bi dawî bû
18:40 Bûldan: Pêdiviya gelan bi aştiyê heye
17:54 Li herêma şewatê, qalikên guleyên aydê MKE hatin dîtin
17:32 Li her derê daxwaza aştiyê
16:40 Li nêzî Zanîngeha Mûnzûrê agir bi daristanê ket
16:25 Di 4 mehan de 213 binpêkirinên mafên jinan qewimîne
15:53 Li Wanê mitînga aştiyê tê lidarxistin
15:50 Girtiyê nexweş Çelebî ku hatibû berdan rakirin nexweşxaneyê
15:37 KESK û DÎSK’ê serdana Malbata Şenyaşar kirin
15:24 Baroyan ji bo Sala Edlî ya Nû daxuyanî dan: Ji bo her kesê edalet
15:12 Derbarê nûçegihana JinNewsê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:35 Li Şirnexê alîkarî weke ku kirine hatiye qeydkirin
13:37 Ayşe Gokkan neanîn merasîma cenazeyê dayika wê
13:08 Li Amedê di 4’ê îlonê de wê daxuyaniyek girseyî were lidarxistin
13:01 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:32 Li Bedlîsê şewat didome: Bi hezaran hektar qad şewitî
12:14 ‘Em qedexeyê nas nakin, em ê di 5’ê îlonê de li Bakirkoyê bin’
11:48 Şewata ku dîsa dest pê kir ber bi jîngehan ve belav dibe
11:42 Malbata Şenyaşar 177 roj in li edaletê digere
11:22 Jinên elewî: Yên dişewitin ne dar in em in
11:09 Parêzerê Ozkan: Hêzên tarî yên dewletê dixwazin Emîn Ozkan girtî bimîne
10:44 Şûreya Dewletê ne dewletê, bav û law bi qisûr dît
10:31 35 roj in agahî ji Axabigepûr ê ji aliyê Îranê ve hat binçavkirin nayê wergirtin
10:03 Şêniyên Dersimê: Dewlet bi zanebûn daristanên me dişewitîne
09:44 Li Cizîrê ciwanekî întîhar kir
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 279'emîn de dewam dike
09:04 Li Şirnexê talankirina daristanan: Devereke bidar nehêlin!
09:04 Şaredarî û DEDAŞ'ê tax û kûçe serobino kirin: Êdî em bêzar bûn
09:04 Tahmaz: Gava têkoşîna ji bo aştiyê di şertên giran de bê bilindkirin watedar dibe
09:04 Avahiyên kavilbûyî bûne navenda tiryakêşan
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2021'AN
08:15 Li Kerboranê du gund xistin bin karantînayê
31/08/2021
19:37 Li Çiyayê Cûdiyê şewat
16:37 TJA’yê ji Ayşe Gokkan re sersaxî xwest
16:24 TJA: Qêrîna herî bihêz di daxwaza jinê ya di aştiyê de veşartiye
15:56 Gundiyan nehişt ku DEDAŞ trafoya wan rake
15:52 Platforma Jinên Kurd ji malbata Cemîloglû re sersaxî xwest
15:50 Baregeha leşkerî ya li herêma şewatê tê tehliyekirin
15:35 Wan ji mitînga 1'ê Îlonê re amade ye
15:09 Şewata li Geliyê Mûnzûrê berbelav dibe
14:59 Ahmet Tokay ê Hediye Tokay bi îşkenceyê qetil kir hat girtin
14:40 Dayika Ayşe Gokkan jiyana xwe ji dest da
14:26 Wezîra Jinan a Afganistanê ji welat reviya
14:09 Li 4 bajaran daristan dişewitin
14:06 Ciwanê ku îltîca kir tê xwestin radestî Tirkiyeyê bê kirin
14:03 Li Mersînê banga 1'ê Îlonê
13:33 Li Şirnexê tundiya zilam
13:21 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:51 Karsaza kurd Ferda Cemîloglû jiyana xwe ji dest da
12:21 Ji 8 kesên ku li Karazê hatibûn binçavkirin 2 jê hatin berdan
11:10 ‘Em 176 roj in ji bo edaletê qîr dikin’
11:03 Parêzer li girtîgehê bi lêgerîna tazî re rûbirû ma
10:58 Amed xwe ji bo ‘Mitînga Aştiyê’ amade dike
10:57 Ocalan: Divê 1'ê Îlonê bibe mîlada aştî û çareseriyê
10:01 Li Enqereyê jinek hat kuştin
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 278'emîn de dewam dike
09:01 Li Şirnexê di 4 mehan de 21 şewatên daristanan
09:01 Ji bo aştiyê bedelên giran dan ber çavên xwe
09:00 Dayîka Muhlîse Sîdar: Çi çek di destê keça min de nebûn
09:00 Peyama Behra Reş a ji bo 1'ê Îlonê: Em dixwazin bi hev re bijîn
09:00 Nerazîbûna ji bo fatûreyên ceryanê: Zemê li gorî qafê xwe dikin
09:00 Jin bi awayekî palûteyî dest bi haziriyên zivistanê kirin
09:00 ROJEVA 31'Ê TEBAXA 2021'AN
30/08/2021
23:43 TSK'ê kampa êzidî lê dimînin bombebaran kir
17:14 Şewata li Korxolê ber bi jîngehan ve belav dibe
16:59 Li Rihayê mirina bi guman a jinekê
16:57 Balafirên şer ên Tirkiyê wesayîteke gundiyan bombebaran kirin
15:43 Li Herêma Bestayê şewat berdewam dike
15:25 Ji ber stranên Kurdî, cezayê hevdîtin û ragihandinê li girtiyan birîn
15:23 Dayikên Şemiyê û ÎHD: Dawî li îşkenceyê bînin
15:20 PDK’ê nûnerê Rêveberiya Xweser girt
14:55 Li Bedlîsê agir bi daristanê ket
14:23 Komeleya Dersimiyan: Bi lezgînî ji hewayê ve mudaxaleyî şewatê bikin
14:04 Eskeran li ser sînor ciwanek bi îşkencê kuştin
13:59 Banga beşdariya mitînga ‘Aştî dide jiyandin’ li xelkê Serhedê hat kirin
13:40 Nûnerên Hêzên Ked û Demokrasiyê: Dixwazin bi şewatan herêmê bêmirov bihêlin