‘Ger pirsgirêka Kurd çareser bibe wê aştî were vî welatî'

img

EDENE - Parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogûllari, di Mîtînga Aştiyê de axivî û got: “Şerê ku heye di girtîgehan de jî dewam dike. Ger li Tirkiyê, pirsgirêka Kurd çareser bibe, wê şatî were vî welatî.”

 
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Edenê, bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê, Mîtînga Aştiyê li dar xistin. Mîtîng li Qada Ûgûr Mûmcû pêk hat. Hevparên Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Edenê, parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogûllari, Parlamenterên CHP’ê Muzeyyen Şevkîn, Orhan Sumer û gelek welatî beşdarî mîtîngê bûn. Di mîtînga ku bi şîara “Li herêmê aştî, li welat demokrasî, maf, azadî û aştî” hat lidarxistin de, pankartên “Ji şer re na, aştî niha” û “Ji şerê emparyalîst re an” bi qadê ve hatin kirin. Berî mîtîng dest pê bike, li qadê her tim dirûşmên “Bijî berxwedana gelan” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berz kirin.   
 
TÊKOŞÎNA HEVPAR
 
Mîtîng bi deqeyek rêzigrtina ji bo şehîdên demokrasiyê dest pê kir. Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Edenê Yakûp Ataş axatina vekirinê ya mîtîngê kir. Ataş, diyar kir ku divê li dijî şer, mirin û xizantiyê, aştî, jiyan û demokrasî bê parastin û got: “Divê em bi hev re li dijî wan kesên ku li Rojhilata Navîn xwînê dirijînin û mirovahiyê dixin nav lehiya şer, bi hev re têbikoşin. Pêwîstî heye ku em bi hemî cudahiyên xwe, mil bi mil bisekinin û ji şer re bêjin na û bi hev re aştiyê pêk bînin. Aştî wê bi têkoşîna çîna karker û gelên bindest a li dijî emperyalîzm û berteka kapîtalîst pêk bê.”
 
Parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogûllari, bi gotina Nivîskar Yaşar Kemal “Ger çiya, mirov û mirin jî westiya bin, helbesta herî xweş aştî ye” dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Ger li Tirkiyê, pirsgirêka Kurd çareser bibe, wê şatî were vî welatî. Heya ku aştî were vê xakê û pirsgirêka Kurd çareser bibe, emê têkoşîna xwe dewam bikin. Şerê cîhanê du caran hat jiyîn. Niha jî li ber serê me Sûriyê şer dewam dike. Li Iraqê jî, bi operasyonên der sînor şer dewam dike.  Gelên feqîr li Rojhilata Navîn bi polîtîkayên provakatîf tên kuştin. Êdî em li welatê xwe, li Rojhilata Navîn û li cîhanê aştiyê dixwazin.”
 
‘GIRTÎ LI DIJÎ ŞER DI GREVÊ DE NE’
 
Hatimogûllari, da zanîn ku îro di girtîgehan de jî şer dewam dike û wiha bi dawî kir: “Binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de kûrtir bûne. Li dijî şerê heyî, girtî di greva birçîbûnê de ne. Em vê têkoşîna wan silav dikin.”  
 
Dûre Parlamentera CHP’ê ya Edenê Muzeyyen Şevkîn jî, axivî û ji her kesî re daxwaza şatiyê kir. 
 
Piştre kesên beşdarî mitîngê bûn, li ber stranên Hunermend Kadir Çat guvend gerandin. Herî dawî jî, mîtîng bi avêtina tilîlî û dirûşmeyan bi dawî bû. 
 

Sernavên din

08/09/2021
16:56 Muzîkjenê kurd Guçmen hat berdan
15:45 Jinên Şirnexî bang li jinên cîhanê kirin: Li cem Emîne Şenyaşarê bin
15:41 Li Cudî şewat derket
15:33 Şandeya CHP’ê ya ku serdana Kurdistana Federe kiribû: Diyalog dikare çareseriyê bîne
14:42 Karkerên tenduristiyê ne 'razandina zêde' 'razandina heq' xwestin
13:23 Wezîrê rûs dema tetbîqatê jiyana xwe ji dest da
12:27 Malbata Şenyaşar: Ka em ê bibînin deriyê edaletê ye yan deriyê zilmê ye
12:13 Malbatên parastvanên mafên mirovan PDK'ê şermezar kirin
12:04 Wê Waliyê Edîrneyê bi penaberên ku avêtibûn Merîçê re hevdîtin bike
11:23 NÇM’ê ji bo serdema nû deriyên kargehên muzîkê vekir
11:13 Dayika Aştiyê Ozer jiyana xwe ji dest da
11:10 Li Meksîkayê qanûna kurtajê li dijî Destûra Bingehîn hat dîtin
11:05 Li Nisêbînê du gund xistin bin karantînayê
10:29 ‘Li dijî dagikeriyê pêwistî bi yekrêziya hêzên Kurdistanê heye’
10:28 Berteke hezexiyan a ji bo berdana kujerê Mîraç: Kujer hat xelatkirin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 286'emîn de dewam dike
09:10 Bi hinceta cezayên rabûne berdana girtî Dag tê astengkirin
09:01 Xwendekarên Arî-Der’ê wê bi kurdî ferî îngilîzî bibin
09:01 Polisê bû sedema mirina Mîraç li ser kar e
09:01 Girtiyên nexweş di rewşeke ku nikarin bên tedawîkirin de tên berdan
09:01 Karkerên Înşaatê: Ne sedeqe mafê xwe dixwazin
09:01 Ekolojîst Karasû: Heke em nebin hevpar em ê tev winda bikin
09:01 Ji ARSÎSA’yê banga qeydên qursên kurdî
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2021'AN
07/09/2021
20:52 274 kesên din bi koronayê jiyana xwe ji dest dan
17:24 Ji bo nûçegîhanê me Karataş ceza hat xwestin
16:14 Serdozger dîmenên komkujiya Konyayê neda parêzer!
16:13 Ji 3 endamên RJAK’ê 2 jê hatin berdan
15:56 Li Wanê çalakî û şahî tenê ji AKP’ê re serbest in!
15:40 Du zarok ketin qenala avê: Yek mir, yek jî winda ye
15:32 Li Çewligê du jinan întîhar kir
14:57 Li Mêrsîn û Mereşê 3 kes hatin binçavkirin
14:04 Hevşaredar Bûl ji doza 'hevserokatiyê' beraet bû
13:59 Kuştina Cemîle ji Wezîrê Dadê hat pirsîn
13:54 HDP wê prensîb û şertên xwe ji bo hemû muxataban eşkere bike
13:15 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:58 Doza Hevşaredara Farqînê hat taloqkirin
12:53 Emîne Şenyaşar: Ev zilm wê heta kengê bidome?
12:10 Pirtûkan nadin girtiyan
11:58 Ji ber stran û govenda kurdî ceza li girtiyên jin hat birîn
10:56 Li Pîranşarê kolberek hat kuştin
10:56 Ocalan: Girtiyên nexweş weke dîl tên girtin
10:41 Pîroglu: Wêne bêçaretiya dewletê ye
10:27 Guven têkildarî Komkujiya Konyayê nameyek şand
10:18 Kovara Leman Mîraç li ser bergê xwe kir
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 285'emîn de dewam dike
09:00 Bavê Mîraç Mîroglu: Kurê min çû bila yê kesekê din neçe
09:00 Tîryakî: Pêwistiya muxalefetê bi yekitiyeke wêrektir heye
09:00 Hinceta cezayê stranên kurdî: Bi awayekî nepêwîst xwendina sirûdê
09:00 Kekê girtiyê nexweş Îverendî: Gelo li benda mirina birayê min in?
09:00 Mirina Mîraç encama nêzikbûna 'Kurdê herî baş kurdê mirî ye'
09:00 4 sal in 2 kurên xwe yên girtî nabîne
09:00 ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2021'AN
06/09/2021
20:58 Wê heyetek MSD'ê bi Amerîka û Rûsyayê re hevdîtin bike
20:49 Şewata li Rûbara Salê hat vemirandin
17:21 Rêveberên DEP’ê li ser gorên xwe hatin bibîranîn
16:54 Malbata Mîroglu teklîfa ‘alîkariya’ qeymeqam red kir
16:51 Ji bo Çelebî şîn hat danîn
16:36 Baroya Şirnexê: Em ê heta dawiyê doza Mîraç bişopînin
16:33 'PDK ketiye nava şer'
16:25 Hevjîn û keça Dayika Aştiyê di qezaya trafîkê de mirin
15:59 HDP’a Amedê li dar xistina kongreya xwe ragihand
15:49 28 karkerên li Iraqê hatin xapandin hatin binçavkirin
15:34 DTSO: Em ê fabrîkayên hawirdorparêz ava bikin
15:34 Turnuwaya futbolê ya bi navê Denîz Poyraz wê li Edenê bê lidarxistin
14:56 Li Girtîgeha Amedê hevdîtina girtiyan hat qedexekirin
14:44 Aktivîstên ji aliyê PDK’ê ve hatin girtin dest bi rojiya mirinê kirin
14:44 Danişîna Kaya û Aslan hat taloqkirin
14:17 Êrişên li ser Şengal û Mexmûrê di rojeva Meclîsê de ne
14:15 Polîsê Mîraç qetil kir, hat berdan
14:00 Dadgehê doza Mehmet Sîncar taloqî meha sibatê kir
13:47 Hevseroka DBP'a Amedê hat berdan
13:30 3 demsal derbas bûn, edalet nehat
13:21 Cenazeyê Amara ku ji aliyê bavê xwe ve hatibû kuştin, hat veşartin
13:04 MED-DER: Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
13:03 Di peymana AKP-PDK’ê de îdiaya '42 milyar dolar' heye
12:28 Eskeran li Hênê bi ser malekê de girtin
11:35 Ji Soylû ew îdîa pirsîn: Raste ku ji ajokarê wesayîta zirxî re gotin ‘Were em ê îfadeya te bigirin?’
10:58 Hevseroka PYD'ê Hiso: Ev xiyanet e
10:35 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha Îlonê aşkera kir
09:00 Li Rihayê di rojekê de zarokek û jinek hatin kuştin, du jin jî hewl dan xwe bikujin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 284'emîn de dewam dike
09:00 Di kuştina karsazê li Nisêbînê de ‘çetebûn’ hat piştguhkirin
09:00 Malbata Yildirim: Yên ku zarokan di xew de dikujin wê li kolanê jî sax nehêlin
09:00 ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2021'AN
05/09/2021
21:55 Li Stenbolê 33 kes hatin binçavkirin
20:59 269 kesên din jî ji Kovid-19'ê mirin
19:34 Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan hat vekirin
19:26 Baroyên herêmê: Divê ji bo bûyera Mîroglu lêpirsînek adil were destpêkirin
18:33 Ji bo Mîhraç Mîroglu meşiyan: Ev kuştineke bi zanebûn e
17:39 Polîsan mudaxileyî daxuyaniya ‘Mitînga Aştiyê’ kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
17:04 Di Şêwra Jinên Kurd de banga pêşîlêgirtina êrişan û sazkirina yekîtiyê hat kirin
16:55 Li Efrînê teqînek rû da
15:39 Parêzerên Aysel Tugluk daxuyanî dan
14:51 Cenazeyê girtiyê nexweş Çelebî hat veşartin
13:50 Gunay: Em ê bi mezinkirina HDP’ê bersiva şer û tecrîdê bidin
13:19 Di tebaxê de 11 jê zarok 174 karkeran jiyana xwe ji dest daye
13:09 Axaftina bi telefonê li girtiyên bi koronayê ketine hat qedexekirin
13:09 HDP: Berpirsê mirina girtiyên nexweş îqtidar e
12:33 Şandeya CHP’ê li Hewlêrê ye