Îlham Ehmed: Heke Şam muzakereyan bixwaze em amade ne

img

QAMIŞLO - Hevseroka MSD'ê Îlham Ehmed, derbarê daxuyaniya Beşar Esad a "Ademî Merkeziyetê" de wiha got: "Heke bixwazin ji mudaxileyên derveyî welat xelas bibin divê bi gelê Sûriyeyê re rûnin. Heke Şam muzakereyan bixwaze, bila keremke, em deriyên muzakereyan vedikin."

Piştî ku Amerîka Afganistanê radestî Talîbanê kir, li Asyaya Navîn guhertina hevsengiyan dest pê kir. Tê payîn guhertina mijara gotinê bandor li welatên Rojhilata Navîn ên ku rêxistinên di zihniyeta Talîbanê de li wan hene bike. Sûriye ku 10 sal in şerê navxweyî lê didome û Iraq ku aloziya lê qet bi dawî nebûye jî ji van welatan e. Li Iraqê bi Hevkariya Bexdayê û Konferansa Hevpariyê ku bi pêşengiya Fransayê pêk hatine re herêm ket pêvajoyeke nû. Sûriyeyê jî bi êrişên hewayî yên Tirkiyeyê ku dîsa destpêkirin re bitevger bû. Tirkiye ku geşedanên li Afganistanê ji xwe re weke firsend dît li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên xwe yên hewayî zêde kir. Bi vê re heyeteke payebilind li herêmê hevdîtinan dike. Dîsa gotinên Serokkomarê Sûriyeyê Beşar Esad ên di civîna wezîran a dawîn de yên derbarê  "ademî merkeziyetê" de balkêş in. Yek ji aktora girîng a qada Sûriyeyê Hevseroka Lijneya Birêvebirina Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ahmed, êrişên dawîn ên Tirkiyeyê, rolên Amerîka û Rûsyayê, daxuyaniyên Beşar Esad û geşedanên dîn ên li herêmê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. 
 
ÊRIŞÊN PÊK TÊN
 
Hevseroka Îlham Ehmed, diyar kir ku Tirkiye bi êrişên xwe peyam dide gelek aliyan û wiha got: "Herêma ku êriş lê pêk tên hêzên koalîsyonê, Rûsya, ereb û gelên cuda hene. Tirkiye "siyaseta berfirehbûnê" dimeşîne û êrişî hemû hedefên li pêş vê asteng in dike. Di vê çarçoveyê de nêzî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibe. Bi êrişên tê xwestin ku nakokî bên çêkirin û aramiya li herêmê têk biçe. Di demên pêş de dibe ku êrişên mezintir pêk bên. Şer hê bi dawî nebûye û li dijî divê bi "vîna gel û siyaseta bîrewer" bê rawestandin."
 
ROLA AMERÎKA Û RÛSYAYÊ
 
Ji bo êrişên Tirkiyeyê Ehmed destnîşan kir ku rola Amerîka û Rûsyayê tev heye û têkildarî mijarê ev nirxandin kirin: "Her du hêz jî piştî êrişên Sêrêkaniyê û Girê Spî bi Tirkiyeyê peymana agirbestê çêkirin û rol girtin. Lê Tirkiye ji wan re dibêje, 'Her çi qas min bi re peyman çêkiribe jî ez ê êriş bikim'. Di heman demê de bi van êrişan gef li van hêzan dixwe. Bêyî Amerîka û Rûsyayê Tirkiye nikare êrişan pêk bîne. Lê ji xwe re hincetan çêdikin û dibêjin ku wê êriş bikin. Hêzên mîna Amerîka û Rûsyayê jî ji bo ku daxwazên xwe bi Rêveberiya Xweser û hêzên QSD'ê bidin qebûlkirin hin caran helwesta Tirkiyeyê bi kar tînin. Ji ber vê em van welatan ji êrişan dûr nabînin. Bi taybetî jî Rûsya di vê mijarê de berpisyar e. Lê divê helwesta yên din jî zelal be."
 
GELO PÊKANE KU ŞEREKÎ NÛ DEST PÊ BIKE?
 
Ehmed, bi lêv kir ku rewşa niha ya li Sûriyeyê girêdayî agirbestê ye û ev nayê wê wateyê ku wê dîsa şer dest pê neke û wiha axivî: "Li Derayê dîsa şer dest pê kir. Dibe ku şerek wiha li Îdlîbê jî dest pê bike. Dîsa ji ber qrîza aborî dibe ku li herêmên di bin kontrola rejîmê de protestoyên mezin dest pê bikin. Li herêma me jî dibe ku êrişên mîna êrişên Tirkiyeyê pêk bên. Lê ev nayê wateya ku wê dîsa şerekî mezin li Sûriyeyê dest pê bike. Diyar e ku konseptek heye û wê Sûriyeyê di şerê sar de bihêlin. Bi vê rêbazê hêdî hêdî Sûriye qels dibe. Ji hundir ve tê hilweşandin. Saziyên heyî rola xwe nalîzin. Bi vî awayî tu fonksiyoneke wan jî namîne. Îhtîmaleke mezin wê piştî demekê li Sûriyeyê rêveberiyeke nû bê avakirin. Ev mijar li Şamê bi peymaneke giştî dibe ku pêk were. Ev îhtîmal dertê pêş. Piştî ewqas şer kes kes nêzî şerekî nû nabe."
 
TIŞTÊN LI DERAYÊ PÊK TÊN
 
Têkildarî pêşeroja Sûriyeyê de Ehmed, da zanîn ku beriya niha hatiye nîqaşkirin ku Sûriye dabeşî 3 herêman bibe û ev tişt anîn ziman: "Ev jî weke Îdlîb û derdora wê, Rojhilatê Firatê û herêmên di bin kontrola Şamê de ne. Komên li Derayê careke din bi otobusan derbasî Îblîbê tên kirin. Kombûna ewqas kom talûkeyê jî bi xwe re tîne. Komên niha li wir bi tevahî di çarçoveya siyaseta Tirkiyeyê de tevdigerin. Hebûna van koman jî bi dizîna mal û milkê gelên Sûriyeyê pêk tê. Bi bazirganiha di şer de tê avakirin. Hemû jî komên çete ne. Kesên li Derayê ew kesên ku destpêkê li dijî Rejîmê serî hildan. Stratejî û armancên xwe hinek jî parastbûn. Nebûbûn amûra bazirganiyê û şerê qirêj. Bi taybetî jî hewl dan nebin qurbana polîtîkayên ku xizmeta Tirkiyeyê dikin. Rejîm û Tirkiye dikin ku van koman jî bibin komên çete. Ne dûr e. Niha van koman dikişînin Îdlîbê û dibe ku bi wan êrişên nû bidine destpêkirin."
 
BANGA EFRÎNÊ YA LI 'GARANTORAN'
 
Di berdewama axaftina xwe de Ehmed, bal kişand ser mijara Efrînê û wiha pêde çû: "Yek ji mijarên girîng ên welat Efrîna di bin kontrola Tirkiye û komên girêdayî wê ne. Kesên ku daxuyaniya "Li Efrînê pirsgirêka ewlehiyê tune ye, herkes dikare vegere Efrînê" didin ew kesên ku hewceyê Tirkiyeyê ne. Helwesteke wan a li dijî Rêveberiya Xweser heye. 2 roj in em radigihînin; xizmên van kesên ku ev daxuyanî didin jî hatine girtin. Em li dijî vegera gelê Efrînê ne. Berovajiyê vê em hemû xebat û têkoşîna xwe ji bo vegera gelê xwe ya mala wan û astengkirina guhertina demografiya Efrînê dikin. Em dixwazin dagirkirinê rawestînin. Divê baş li awayê vegerê bê nêrin. Mal û milkê gel ji destê gel tê girtin û bi zorê bi gel didine îmzekirin û gel ji Efrînê derdixin. Aqûbeta kesên tên revandin ne diyar e. Kesên ku dibêjin 'Em garantor in' divê derkevin pêşberî gel û hesab bidin. Ev bangên Tirkiyeyê ne. Ji bo ku ji vê rewşê xelas bibe Tirkiye hewl dide hin kesan li gundên ku li Efrînê ava kiriye bi cih bike. Bila gelê me bi vana nexape. Dewleta Tirk sûc dike. Ji ber van sûcan divê Tirkiye li Dadgeha Sûcê Şer a Navneteweyî ya Laheyê bê darizandin."
 
DAXUYANIYÊN ESAD
 
Ehmed, daxuyaniya Serokkomarê Sûriyeyê Beşar Esad a "Ademî Merkeziyetê" jî nirxand û têkildarî mijarê ev tişt gotin: "Biryara xurtkirina herêman û derbasbûna pergala nenavendî di sala 2012'an de hatibû girtin lê neket meriyetê. Esad got ku wê Sûriye nevegere beriya sala 2011'an û piştre qala xala 107'emîn kir. Yasaya xala 107'emîn di hêla xizmetê de baş xuya dike. Piştre pê leyîstin ji daxwaza bingehîn dûrxistin. Destpêkê hilbijartin û hêzên ewlehiyê yên girêdayî bajaran heta asteke nenavendî bûn. Piştî pê leyîstinê ji keyayan bigire heta waliyan her tişt ji aliyê Şamê ve tê tayînkirin. Daxuyaniya Esad ku wê Sûriye venegere beriya sala 2011'an baş e. Em jî vê timik tînin ziman. Lê dewleta nenavendî ya em qal dikin û ya ku ew qal dikin ji hev cuda ne. Di rastiyê de Şam bi xala 107'emîn berpirsyariya qrîza ku welat têde ye li rêveberiyên herêman bar dike. Yanî aresteyî waliyan dike û dibeje ku ev şaredarî çima xizmeta gel nake. Dibêjin bila civak nan, ceyran û avê ji Şamê nexwaze. Em girêdayî nêrina nenavendî ne. Lê em difikirin ku vê berfirehtir bikin. Em dikarin di çarçoıveya mafên îdarî, aborî, çandî, siyasî û civakî de binirxînin."
 
DERIYÊ MUZAKEREYAN
 
Di berdewama nirxandina daxuyaniya Esad de Ehmed destnîşan kir ku daxuyaniya Esad dikare berfirehtir bê nirxandin û têkildarî mijarê ev şîrove kir: "Daxuyaniya nenavendî em dikarin weke 'hem dibe ku muzakere bibin hem nebin' binirxînin. Heke Şam muzakereyan dixwaze, bila keremke, em weke MSD'ê deriyên muzakereyan vedikin. Ev banga me ye. Sûriye di qrîzeke giştî de ye. Em jî tevlî vê ne. Lê qrîza herî kûr rejîm dijî. Pêwistiya rejîmê bi vê herêmê heye. Heke weke ku niha dikin hewl bidin civakê bikişînin cem xwe, hin derdoran bi hin tiştan razî bikin û nakokî bikin navbera civakê û Rêveberiya Xweser wê rejîm bisernekeve. Rêya herî rast qebûlkirina rejîmê ya vê rastiyê ye. Êdî hebûna kurdan nikare bê înkarkirin. Hebûna suryanî, tirkmen, ermenî û gelên din nikare bê înkarkirin. Heke dixwazin ji mudaxaleyên derveyî welat xelas bibin ev bi rûniştina gelê Sûriyeyê dibe."
 
STATU: DIVÊ NY JÎ TEVLÎ BIBE
 
Ehmed, bal kişand ser nîqaşên ku ji bo statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin û axaftina xwe bi van nirxandinan bi dawî kir: "Mijara statuyê mijareke Destûra Bingehîn e. Herkes jî dizane ku ev ne bûyereke naskirina dewlet û hêzêkê ye. Rewşa Statuyê miajara Destûra Bingehîn a Sûriyeyê ye. Divê bi Sûriyeyê re bê çareserkirin. Divê rast e rast Neteweyên Yekbûyî jî tevlî bûyerê bibe. Heke ew rabin û bibêjin ku ji bo çareserkirina qrîza Sûriyeyê divê ev der jî rol bigire wê astengiyên li pêşiyê rabin. Her dewlet ji hêla xwe ve nas bike jî cihê vê di qanûnan de tune ye. Lewre bi nêzikbûneke berfireh dibe. Li qadê danûstandin hene. Nîqaşên ji bo başkirina aborî, aramî û sekna herêmê ya li ser piyên xwe yên bi hev re hene. Bi nêrîna min wê ev hê jî bi pêş ve biçe. Ev xebat ji bo cihgirtina Rêveberiya Xweser a di Destûra Bingehîn a Sûriyeyê de ne."
 
MA / Nazim Daştan 

Sernavên din

08/09/2021
16:56 Muzîkjenê kurd Guçmen hat berdan
15:45 Jinên Şirnexî bang li jinên cîhanê kirin: Li cem Emîne Şenyaşarê bin
15:41 Li Cudî şewat derket
15:33 Şandeya CHP’ê ya ku serdana Kurdistana Federe kiribû: Diyalog dikare çareseriyê bîne
14:42 Karkerên tenduristiyê ne 'razandina zêde' 'razandina heq' xwestin
13:23 Wezîrê rûs dema tetbîqatê jiyana xwe ji dest da
12:27 Malbata Şenyaşar: Ka em ê bibînin deriyê edaletê ye yan deriyê zilmê ye
12:13 Malbatên parastvanên mafên mirovan PDK'ê şermezar kirin
12:04 Wê Waliyê Edîrneyê bi penaberên ku avêtibûn Merîçê re hevdîtin bike
11:23 NÇM’ê ji bo serdema nû deriyên kargehên muzîkê vekir
11:13 Dayika Aştiyê Ozer jiyana xwe ji dest da
11:10 Li Meksîkayê qanûna kurtajê li dijî Destûra Bingehîn hat dîtin
11:05 Li Nisêbînê du gund xistin bin karantînayê
10:29 ‘Li dijî dagikeriyê pêwistî bi yekrêziya hêzên Kurdistanê heye’
10:28 Berteke hezexiyan a ji bo berdana kujerê Mîraç: Kujer hat xelatkirin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 286'emîn de dewam dike
09:10 Bi hinceta cezayên rabûne berdana girtî Dag tê astengkirin
09:01 Xwendekarên Arî-Der’ê wê bi kurdî ferî îngilîzî bibin
09:01 Polisê bû sedema mirina Mîraç li ser kar e
09:01 Girtiyên nexweş di rewşeke ku nikarin bên tedawîkirin de tên berdan
09:01 Karkerên Înşaatê: Ne sedeqe mafê xwe dixwazin
09:01 Ekolojîst Karasû: Heke em nebin hevpar em ê tev winda bikin
09:01 Ji ARSÎSA’yê banga qeydên qursên kurdî
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2021'AN
07/09/2021
20:52 274 kesên din bi koronayê jiyana xwe ji dest dan
17:24 Ji bo nûçegîhanê me Karataş ceza hat xwestin
16:14 Serdozger dîmenên komkujiya Konyayê neda parêzer!
16:13 Ji 3 endamên RJAK’ê 2 jê hatin berdan
15:56 Li Wanê çalakî û şahî tenê ji AKP’ê re serbest in!
15:40 Du zarok ketin qenala avê: Yek mir, yek jî winda ye
15:32 Li Çewligê du jinan întîhar kir
14:57 Li Mêrsîn û Mereşê 3 kes hatin binçavkirin
14:04 Hevşaredar Bûl ji doza 'hevserokatiyê' beraet bû
13:59 Kuştina Cemîle ji Wezîrê Dadê hat pirsîn
13:54 HDP wê prensîb û şertên xwe ji bo hemû muxataban eşkere bike
13:15 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:58 Doza Hevşaredara Farqînê hat taloqkirin
12:53 Emîne Şenyaşar: Ev zilm wê heta kengê bidome?
12:10 Pirtûkan nadin girtiyan
11:58 Ji ber stran û govenda kurdî ceza li girtiyên jin hat birîn
10:56 Li Pîranşarê kolberek hat kuştin
10:56 Ocalan: Girtiyên nexweş weke dîl tên girtin
10:41 Pîroglu: Wêne bêçaretiya dewletê ye
10:27 Guven têkildarî Komkujiya Konyayê nameyek şand
10:18 Kovara Leman Mîraç li ser bergê xwe kir
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 285'emîn de dewam dike
09:00 Bavê Mîraç Mîroglu: Kurê min çû bila yê kesekê din neçe
09:00 Tîryakî: Pêwistiya muxalefetê bi yekitiyeke wêrektir heye
09:00 Hinceta cezayê stranên kurdî: Bi awayekî nepêwîst xwendina sirûdê
09:00 Kekê girtiyê nexweş Îverendî: Gelo li benda mirina birayê min in?
09:00 Mirina Mîraç encama nêzikbûna 'Kurdê herî baş kurdê mirî ye'
09:00 4 sal in 2 kurên xwe yên girtî nabîne
09:00 ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2021'AN
06/09/2021
20:58 Wê heyetek MSD'ê bi Amerîka û Rûsyayê re hevdîtin bike
20:49 Şewata li Rûbara Salê hat vemirandin
17:21 Rêveberên DEP’ê li ser gorên xwe hatin bibîranîn
16:54 Malbata Mîroglu teklîfa ‘alîkariya’ qeymeqam red kir
16:51 Ji bo Çelebî şîn hat danîn
16:36 Baroya Şirnexê: Em ê heta dawiyê doza Mîraç bişopînin
16:33 'PDK ketiye nava şer'
16:25 Hevjîn û keça Dayika Aştiyê di qezaya trafîkê de mirin
15:59 HDP’a Amedê li dar xistina kongreya xwe ragihand
15:49 28 karkerên li Iraqê hatin xapandin hatin binçavkirin
15:34 DTSO: Em ê fabrîkayên hawirdorparêz ava bikin
15:34 Turnuwaya futbolê ya bi navê Denîz Poyraz wê li Edenê bê lidarxistin
14:56 Li Girtîgeha Amedê hevdîtina girtiyan hat qedexekirin
14:44 Aktivîstên ji aliyê PDK’ê ve hatin girtin dest bi rojiya mirinê kirin
14:44 Danişîna Kaya û Aslan hat taloqkirin
14:17 Êrişên li ser Şengal û Mexmûrê di rojeva Meclîsê de ne
14:15 Polîsê Mîraç qetil kir, hat berdan
14:00 Dadgehê doza Mehmet Sîncar taloqî meha sibatê kir
13:47 Hevseroka DBP'a Amedê hat berdan
13:30 3 demsal derbas bûn, edalet nehat
13:21 Cenazeyê Amara ku ji aliyê bavê xwe ve hatibû kuştin, hat veşartin
13:04 MED-DER: Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
13:03 Di peymana AKP-PDK’ê de îdiaya '42 milyar dolar' heye
12:28 Eskeran li Hênê bi ser malekê de girtin
11:35 Ji Soylû ew îdîa pirsîn: Raste ku ji ajokarê wesayîta zirxî re gotin ‘Were em ê îfadeya te bigirin?’
10:58 Hevseroka PYD'ê Hiso: Ev xiyanet e
10:35 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha Îlonê aşkera kir
09:00 Li Rihayê di rojekê de zarokek û jinek hatin kuştin, du jin jî hewl dan xwe bikujin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 284'emîn de dewam dike
09:00 Di kuştina karsazê li Nisêbînê de ‘çetebûn’ hat piştguhkirin
09:00 Malbata Yildirim: Yên ku zarokan di xew de dikujin wê li kolanê jî sax nehêlin
09:00 ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2021'AN
05/09/2021
21:55 Li Stenbolê 33 kes hatin binçavkirin
20:59 269 kesên din jî ji Kovid-19'ê mirin
19:34 Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan hat vekirin
19:26 Baroyên herêmê: Divê ji bo bûyera Mîroglu lêpirsînek adil were destpêkirin
18:33 Ji bo Mîhraç Mîroglu meşiyan: Ev kuştineke bi zanebûn e
17:39 Polîsan mudaxileyî daxuyaniya ‘Mitînga Aştiyê’ kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
17:04 Di Şêwra Jinên Kurd de banga pêşîlêgirtina êrişan û sazkirina yekîtiyê hat kirin
16:55 Li Efrînê teqînek rû da
15:39 Parêzerên Aysel Tugluk daxuyanî dan
14:51 Cenazeyê girtiyê nexweş Çelebî hat veşartin
13:50 Gunay: Em ê bi mezinkirina HDP’ê bersiva şer û tecrîdê bidin
13:19 Di tebaxê de 11 jê zarok 174 karkeran jiyana xwe ji dest daye
13:09 Axaftina bi telefonê li girtiyên bi koronayê ketine hat qedexekirin
13:09 HDP: Berpirsê mirina girtiyên nexweş îqtidar e
12:33 Şandeya CHP’ê li Hewlêrê ye