Parêzer Kuzu: Dewletê dît ku sûcdar e, ser dosyeyan girt

img
MÊRDÎN - Parêzer Erdal Kuzu diyar kir ku divê beyanên endamek berê yê îstîhbaratê yên têkildarî dozên JÎTEM’ê de wek delîl werin qebûlkirin û got: “Di encama darizandinan de ji bo hat dîtin ku yê were cezakirin dewlet e, ser dosyeyan hat girtin.” 
 
JÎTEM a ku di salên 1990’î de ji bo têkbirina têkoşîna azadiya kurdan hat damezrandin, însanan revand, di binçavan de qetil kir, gundan şewitand û înfazên bêdaraz kirin. Piştî salan têkildarî van bûyeran doz hatin vekirin. Ser van dozan yek bi yek hatin girtin. Heta niha ser dozên wek Doza Qizilxaçê, Doza JÎTEM’ê ya Dêrikê, Doza Bespîn, Doza JÎTEM’ê ya Qoserê, Doza Licê, Doza Vartinîs, Doza JÎTEM’ê ya Cizîrê û Doza JÎTEM’ê ya Pasûrê hatine girtin. 
 
Endamek îstîhbaratê yê berê têkildarî doz ango dosyey3en JÎTEM’ê ji rojnameya Yenî Yaşamê re axivîbû û nav bi nav vegot ku çawa ser dosyeyan hatiye girtin. 
 
Parêzer Erdal Kuzu ku di gelek dozên JÎTEM’ê dişopîne têkildarî van mikûrhatinên endamê îstîhbaratê yê berê ji ajansa me re axivî. 
 
‘DOZ DI ENCAMA TÊKOŞÎNA CIVAKÎ DE HATIN VEKIRIN’ 
 
Kuzu bal kişand ser pêvajoya vekirina dosyayên JİTEM'ê û diyar kir ku pêvajoya vekirina dozan encama têkoşîna civakî ye. Kuzu diyar kir ku ew bi şîroveyên ku dosyayên bi awayekî konjonkturel hatine vekirin napejirîne û got: "Di salên 90'î de pêvajoyeke ku tê de binpêkirinên gelekî giran ên mafan û binpêkirina mafên jiyanê hatin qewimandin hene û ev yek wê xwe di cihekî de îfade bike. Bi awayekî dê rastî derkeve holê. Ji ber vê yekê, tekoşîna li vir tê meşandin, bû sedem ku vekirina dozan pêwîst bike. Têkoşîna malbatan, têkoşîna rêxistinên sivîl bû. Di encama têkoşîna civakî de vekirina van dozan pêwîst bû. Pêvajoyên vekirina wê demê rê li ber vekirina van dozan hêsantir vekir. Pêvajoyê hişt ku dozger azadtir tevbigerin. Di vî warî de aliyekî konjonkturel heye.”
 
‘MALBATAN DERXIST HOLÊ KU SÛC JI ALIYÊ DEWLETÊ VE HATINE KIRIN’ 
 
Kuzu işaret bi pêvajoya vekirina dosyayên JİTEM'ê yên li Mêrdînê kir û diyar kir ku bi qebûlkirina daxwazan ve lêpirsîn dikarin berfirehtir bibin. Kuzu destnîşan kir ku tiştên bi salan malbatan û ew dibêjin derxist holê ku sûcên ji aliyê dewletê ve hatine kirin eşkere ne. 
 
‘JÎTEM JI DEWLETÊ NE SERBIXWE YE’
 
Kuzu anî ziman ku JÎTEM ne rêxistinek ku ji dewletê serbixwe ye û bêyî haya dewletê nehatiye avakirin e û JÎTEM rêbaza têkoşînê ya neqanûnî ye ku dewletê di salên 90'î de ji xwe re çêkir. Kuzu destnîşan kir ku JÎTEM ji hêla dewletê bixwe ve hat damezirandin û rêvebirin ku hemî personelên fermî yên dewletê di nava JÎTEM’ê de ne. 
 
Kuzu got: “JÎTEM ji bo bibe amûra şer hat damezrandin. Belgeyên wê fermî hene ku ji aliyê dewletê ve hatiye damezrandin.” 
 
‘SERGIRTINA DOSYEYAN ENCAMA LIHEVKIRINEKÊ YE’ 
 
Kuzu diyar kir ku dozên ku bi salan hatin vekirin ji ber guherîna konjonkturê hatin girtin û wiha berdewam kir: “Ma ev encama peymana hukûmetê ya bi kesên ku ji wan re dibêjin neteweperest an jî têkiliya wan bi JİTEM re heye? Pir eşkere derdikeve holê ku ev wisa ye. Dema ku em li pêvajoya dawî lê anîna dozan dinêrin, hem di dozên ku me şopandine de hem jî di dosyeyên din ên dozê de pir zelal bû ku dadgeh xwe ji darizandinê dûr digirin û wan helwestek li hember girtina van dozan nîşan daye. Di heman demê de derdikeve holê ku ev belkî encama lihevkirinekê ye. Ez bixwe bawer dikim ku wisa ye. Têkiliyên van mirovan ên bi dewletê re û van kesan bi hikûmetê re têne berçav kirin, tê dîtin ku ev encama peymanekê ye.” 
 
‘DEWLETÊ NEXWEST XWE CEZA BIKE’
 
Kuzu da xuyakirin ku di encama darizandinên di dosyayên JÎTEM’ê de, dewletê ev nexwestiye "ji ber ku dewlet wekî yê ku tê cezakirin tê dîtin" û destnîşan kir ku parastina dozgerên "Me ji bo dewletê kir" îspata vê yekê. Kuzu da zanîn ku bidawîkirina dozan "biryara dewletê" ye û got: “JÎTEM mantiqek e ku ji damezrandina dewletê vir ve heye, û berê jî mîna salên 90’î rêbazên bi vî rengî dihatin bikar anîn. Ev nîşan dide ku ne di vîna vê dewletê de ye ku bi rastiyan re rû bi rû bimîne. Rûbirûbûna bi rastiyan re tenê bi serweriya hiqûqê mimkin e. Sergirtina van dosyeyan bi mekanîzmaya dewletê re eleqedar e.” 
 
DIVÊ DOZGER BIKEVIN NAVA TEVGERÊ 
 
Kuzu anî ziman ku îfadeyên endamê îstîxbaratê yê berê ku ji Rojnameya Yenî Yaşamê re axivîbû girîng in û divê dozger li hemberî van îfadeyan bi lez û bez bikevin nav tevgerê û wek delîl qebûl bikin. Kuzu destnîşan kir ku beyanên vî endamê îstîxbaratê yê berê gelek girîng in û tiştên ku vegot delîlên vê yekê ku hiqûqa Tirkiyê çiqas ketiye bin kontrola siyasetê. 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

08/09/2021
16:56 Muzîkjenê kurd Guçmen hat berdan
15:45 Jinên Şirnexî bang li jinên cîhanê kirin: Li cem Emîne Şenyaşarê bin
15:41 Li Cudî şewat derket
15:33 Şandeya CHP’ê ya ku serdana Kurdistana Federe kiribû: Diyalog dikare çareseriyê bîne
14:42 Karkerên tenduristiyê ne 'razandina zêde' 'razandina heq' xwestin
13:23 Wezîrê rûs dema tetbîqatê jiyana xwe ji dest da
12:27 Malbata Şenyaşar: Ka em ê bibînin deriyê edaletê ye yan deriyê zilmê ye
12:13 Malbatên parastvanên mafên mirovan PDK'ê şermezar kirin
12:04 Wê Waliyê Edîrneyê bi penaberên ku avêtibûn Merîçê re hevdîtin bike
11:23 NÇM’ê ji bo serdema nû deriyên kargehên muzîkê vekir
11:13 Dayika Aştiyê Ozer jiyana xwe ji dest da
11:10 Li Meksîkayê qanûna kurtajê li dijî Destûra Bingehîn hat dîtin
11:05 Li Nisêbînê du gund xistin bin karantînayê
10:29 ‘Li dijî dagikeriyê pêwistî bi yekrêziya hêzên Kurdistanê heye’
10:28 Berteke hezexiyan a ji bo berdana kujerê Mîraç: Kujer hat xelatkirin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 286'emîn de dewam dike
09:10 Bi hinceta cezayên rabûne berdana girtî Dag tê astengkirin
09:01 Xwendekarên Arî-Der’ê wê bi kurdî ferî îngilîzî bibin
09:01 Polisê bû sedema mirina Mîraç li ser kar e
09:01 Girtiyên nexweş di rewşeke ku nikarin bên tedawîkirin de tên berdan
09:01 Karkerên Înşaatê: Ne sedeqe mafê xwe dixwazin
09:01 Ekolojîst Karasû: Heke em nebin hevpar em ê tev winda bikin
09:01 Ji ARSÎSA’yê banga qeydên qursên kurdî
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2021'AN
07/09/2021
20:52 274 kesên din bi koronayê jiyana xwe ji dest dan
17:24 Ji bo nûçegîhanê me Karataş ceza hat xwestin
16:14 Serdozger dîmenên komkujiya Konyayê neda parêzer!
16:13 Ji 3 endamên RJAK’ê 2 jê hatin berdan
15:56 Li Wanê çalakî û şahî tenê ji AKP’ê re serbest in!
15:40 Du zarok ketin qenala avê: Yek mir, yek jî winda ye
15:32 Li Çewligê du jinan întîhar kir
14:57 Li Mêrsîn û Mereşê 3 kes hatin binçavkirin
14:04 Hevşaredar Bûl ji doza 'hevserokatiyê' beraet bû
13:59 Kuştina Cemîle ji Wezîrê Dadê hat pirsîn
13:54 HDP wê prensîb û şertên xwe ji bo hemû muxataban eşkere bike
13:15 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:58 Doza Hevşaredara Farqînê hat taloqkirin
12:53 Emîne Şenyaşar: Ev zilm wê heta kengê bidome?
12:10 Pirtûkan nadin girtiyan
11:58 Ji ber stran û govenda kurdî ceza li girtiyên jin hat birîn
10:56 Li Pîranşarê kolberek hat kuştin
10:56 Ocalan: Girtiyên nexweş weke dîl tên girtin
10:41 Pîroglu: Wêne bêçaretiya dewletê ye
10:27 Guven têkildarî Komkujiya Konyayê nameyek şand
10:18 Kovara Leman Mîraç li ser bergê xwe kir
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 285'emîn de dewam dike
09:00 Bavê Mîraç Mîroglu: Kurê min çû bila yê kesekê din neçe
09:00 Tîryakî: Pêwistiya muxalefetê bi yekitiyeke wêrektir heye
09:00 Hinceta cezayê stranên kurdî: Bi awayekî nepêwîst xwendina sirûdê
09:00 Kekê girtiyê nexweş Îverendî: Gelo li benda mirina birayê min in?
09:00 Mirina Mîraç encama nêzikbûna 'Kurdê herî baş kurdê mirî ye'
09:00 4 sal in 2 kurên xwe yên girtî nabîne
09:00 ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2021'AN
06/09/2021
20:58 Wê heyetek MSD'ê bi Amerîka û Rûsyayê re hevdîtin bike
20:49 Şewata li Rûbara Salê hat vemirandin
17:21 Rêveberên DEP’ê li ser gorên xwe hatin bibîranîn
16:54 Malbata Mîroglu teklîfa ‘alîkariya’ qeymeqam red kir
16:51 Ji bo Çelebî şîn hat danîn
16:36 Baroya Şirnexê: Em ê heta dawiyê doza Mîraç bişopînin
16:33 'PDK ketiye nava şer'
16:25 Hevjîn û keça Dayika Aştiyê di qezaya trafîkê de mirin
15:59 HDP’a Amedê li dar xistina kongreya xwe ragihand
15:49 28 karkerên li Iraqê hatin xapandin hatin binçavkirin
15:34 DTSO: Em ê fabrîkayên hawirdorparêz ava bikin
15:34 Turnuwaya futbolê ya bi navê Denîz Poyraz wê li Edenê bê lidarxistin
14:56 Li Girtîgeha Amedê hevdîtina girtiyan hat qedexekirin
14:44 Aktivîstên ji aliyê PDK’ê ve hatin girtin dest bi rojiya mirinê kirin
14:44 Danişîna Kaya û Aslan hat taloqkirin
14:17 Êrişên li ser Şengal û Mexmûrê di rojeva Meclîsê de ne
14:15 Polîsê Mîraç qetil kir, hat berdan
14:00 Dadgehê doza Mehmet Sîncar taloqî meha sibatê kir
13:47 Hevseroka DBP'a Amedê hat berdan
13:30 3 demsal derbas bûn, edalet nehat
13:21 Cenazeyê Amara ku ji aliyê bavê xwe ve hatibû kuştin, hat veşartin
13:04 MED-DER: Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
13:03 Di peymana AKP-PDK’ê de îdiaya '42 milyar dolar' heye
12:28 Eskeran li Hênê bi ser malekê de girtin
11:35 Ji Soylû ew îdîa pirsîn: Raste ku ji ajokarê wesayîta zirxî re gotin ‘Were em ê îfadeya te bigirin?’
10:58 Hevseroka PYD'ê Hiso: Ev xiyanet e
10:35 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha Îlonê aşkera kir
09:00 Li Rihayê di rojekê de zarokek û jinek hatin kuştin, du jin jî hewl dan xwe bikujin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 284'emîn de dewam dike
09:00 Di kuştina karsazê li Nisêbînê de ‘çetebûn’ hat piştguhkirin
09:00 Malbata Yildirim: Yên ku zarokan di xew de dikujin wê li kolanê jî sax nehêlin
09:00 ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2021'AN
05/09/2021
21:55 Li Stenbolê 33 kes hatin binçavkirin
20:59 269 kesên din jî ji Kovid-19'ê mirin
19:34 Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan hat vekirin
19:26 Baroyên herêmê: Divê ji bo bûyera Mîroglu lêpirsînek adil were destpêkirin
18:33 Ji bo Mîhraç Mîroglu meşiyan: Ev kuştineke bi zanebûn e
17:39 Polîsan mudaxileyî daxuyaniya ‘Mitînga Aştiyê’ kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
17:04 Di Şêwra Jinên Kurd de banga pêşîlêgirtina êrişan û sazkirina yekîtiyê hat kirin
16:55 Li Efrînê teqînek rû da
15:39 Parêzerên Aysel Tugluk daxuyanî dan
14:51 Cenazeyê girtiyê nexweş Çelebî hat veşartin
13:50 Gunay: Em ê bi mezinkirina HDP’ê bersiva şer û tecrîdê bidin
13:19 Di tebaxê de 11 jê zarok 174 karkeran jiyana xwe ji dest daye
13:09 Axaftina bi telefonê li girtiyên bi koronayê ketine hat qedexekirin
13:09 HDP: Berpirsê mirina girtiyên nexweş îqtidar e
12:33 Şandeya CHP’ê li Hewlêrê ye