Salih Muslim: Kêşeyên Sûriyê li derdora maseyê dikarin werin çareserkirin

img

NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Konseya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim bang li Beşar Esad ê ku daxuyaniya “Ademî merkeziyet” dabû kir û got: “Divê ne yek alî, lazim e hemû alî muxatab werin girtin. Li derdora maseyekê pirsgirêkên Sûriyê dikarin werin çareserkirin.” 

Rûxandinên ji ber polîtîkayên "netewe-dewlet " çêdibin pirsgirêkên li Rojhilata Navîn gur dikin, li şûna "çareseriyê" krîza li Sûriyê kûrtir dikin. Têkoşîna kurdan a li dijî DAIŞ’ê bi şoreşa Rojava re ji roja me ya îro re dibe ronî. Modela Rojava ku bi projeya xweseriya demokratîk li dijî pirsgirêkên ku kûr bûne li Rojhilata Navîn formula çareseriyê pêşkêş kir, ji bo herêmê bû mînak û ji gelan re bû hêvî.
 
Em bi Endamê Konseya Hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim re geşedanên li Efxanistanê, daxuyaniya “Ademî merkeziyet” a Serokkomarê Sûriyê Beşar Esad, diyarkirina helwesta nû ya DYA-Rûsyayê ya li herêmê, yekîtiya kurdan axivîn. 
 
We daxuyaniya “Ademî merkeziyet” a Beşar Esed çawa pêşwazî kir? 
 
 
Heger Esed alîgirê feraseta "Ademî merkeziyete” ye, wê hingê divê ew ya pêwîst bike. Pêdivî ye ku ew serî li hemî aliyan bide, ne ku yekalî be û biaxive. Hemû alî dikarin rûnin û pirsgirêkên Sûriyê li dora maseyekê çareser bikin. 
 
Daxuyaniyên Esed li hev nayên. Kesek ji rêveberiya Esed çend roj berê behsa me kir  û got “Ev terorîst in.” Paşê Serokkomarê welêt Esad derdikeve, pergala nenavendî diparêze, dibêje Sûriye venagere sala 2011’an. Li gorî nêrîna me, ew ji bilî daxuyaniyên xwe nikare wêdetir gavek biavêje. Ev gotin û biryar ne di destê Esad de û ne jî di destê rêveberiyê de ne. Biryarên ku ji der ve ji wan re hatine rave kirin. Dixwazin li gorî berjewendiyên xwe polîtîkayan bikin. Em ji şoreşê vir ve dibêjin ku ev pergal wiha naçe. Em diyar dikin ku Sûriye nikare vegere sala 2011’an û divê “Ademî merkeziyet” şûna xwe ji modela Xweseriya Demokratîk re bihêle. Di heman demê de, projeyên me hene, şêwazek meya rêveberiyê heye ku we bi salan daniye pêş. Tevî ku me bi salan ji bo çareseriyê li deriyên wan xist jî, Esed û rêveberiya wî deriyên xwe venekirin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan gavên zelal nehatin avêtin. Wan nexwest diyalog li pêş bikeve. Tevî van hemûyan jî, ger Serokkomarek Sûriyeyê birêve dibe, derkeve û van tiştan bibêje, ji bo me girîng e û erênî ye. Lê qet ne bes e. Heger Esed alîgirê feraseta "Ademî merkeziyete” ye, wê hingê divê ew ya pêwîst bike. Pêdivî ye ku ew serî li hemî aliyan bide, ne ku yekalî be û biaxive. Hemû alî dikarin rûnin û pirsgirêkên Sûriyê li dora maseyekê çareser bikin. 
 
Heger Esad tiştekî wiha bixwaze, gel heye, nûnerên gel hene, divê ew bi wan re diyalogê bike. Divê ew destûrek azadîxwaz bidin pêşiya xwe. Ji bo çareseriyê jî divê aliyê 3’yemîn hebe. Divê ew aliyê sêyemîn Neteweyên Yekbûyî an çavdêrek navneteweyî be. Zehmet e ku meriv çareseriyek yekalî bike. Ger ew partiyek sêyemîn be, çêtir e ku meriv pirsgirêkan çareser bike. Me bi salan rêveberiya xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava kir. Ezmûna me heye. Projeya ku me danî dibe ku ji bo tevahiya Sûriyeyê derbasdar be. Ger li Sûriyê daxwazên gelên din hebin, pêwîst e ku mirov wan jî biaxive û guh bide wan. Gel, partî amade ne û heke niyetek cidî hebe, tişta ku were kirin diyar e.
 
Gelo piştî daxuyaniya Esad pêwendiya we bi Esad re çêbû? 
 
Piştî axaftinên Esad tu hevdîtin çênebûn. Rêveberiya Xweser, Encûmena Sûriyeya Demokratîk jî heye, ez nizanim pêwendî bi wan re çêbûye yan na, lê bi qasî ku ez dizanim, hevdîtin çênebûye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê muzakere bên kirin. Ger Esed dilpak be, divê ya pêwîst bike. Wekî nûnerên gel, em her dem amade ne ku danûstandinan bikin û pirsgirêkan çareser bikin.
 
Hûn dibêjin Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, hûn ê çawa têkiliya navbera navend û herêmî pêk bînin? 
 
 
Ev pergala têgihiştina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pergala ku pêşeroj û azadiya Sûriyê baştir dike ye. Êdî pêwîst e ku guhertinek niha li Sûriyê çêbibe. Projeyên me yên xurt hene ku dê bibin alîkar ji bo çareserkirina pirsgirêkan. 
 
Rêveberiya me ji 7 herêman pêk tê û nûnerên 7 herêman hene. Pergala hevserokatiyê heye, saziyên me hene, meclîsên me hene. Em dixwazin vê pergalê bêtir berfireh bikin û pêşve bixin. Pêkhateyên li Dera û Lazkiye ku em pê re di nav têkiliyê de ne, şêwaza rêveberiya me dixwazin. Ger îradeyek xurt derkeve holê, em dikarin rûnin, biaxivin û formulek hevbeş derxînin holê. Ev pergala têgihiştina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pergala ku pêşeroj û azadiya Sûriyê baştir dike ye. Êdî pêwîst e ku guhertinek niha li Sûriyê çêbibe. Em dikarin bi riya heyetên xwe hemû têkiliyên xwe baştir bikin. Pêwîst e ku niha guhertinek li Sûriyê çêbibe. Gava ku gavên pêwîst bêne avêtin û pergal di pratîkê de dest bi bicihanînê bike, hevrêziyek xurt dikare di navbera navend û herêmî de çêbibe. Projeyên me yên xurt hene ku dê pêşeroja Sûriyê diyar bikin û tevkariyê li çareseriya pirsgirêkan bikin. Heya ku gavên pêwîst bên avêtin, îradeyek dikare li holê were raxistin. 
 
Gelo têkildarî çareseriya kêşeyên li Sûriyê tu nexşêreyek we heye?
 
Em demeke dirêj li ser çareseriya pirsgirêkan bi rêveberiya Sûriyê, Rûs û DYA’yê re rûniştin û axivîn. Çareseriya pirsgirêkan demokrasî, azadî, xwerêveberina gelan e. Em alîgirê sîstema demokratîk û azadîxwaz in. Divê vîna gel were nîşandan. Di rejîmê de jî parlamento heye, lê ew bi pergaleke ku ji binî ve hatiye hilbijartin û tayînkirin hebûna xwe diparêze. Lê di rastiyê de divê ne wusa be, divê parlamenter bêne hilbijartin, nûnerên her herêmê divê meclîsên wan hebin. Çawa ku li Amerîkayê senatoyek heye, divê li herêmên me jî meclîs hebin. Ger ev pêşnîyar bi vînek xurt bêne famkirin, dê pirsgirêk bên çareserkirin. Vîna gel di destûra rejîmê de nayê xuyakirin û ev bi temamî feraseta takekesparêzî, yekperestî ye û aliyek wê ku were pejirandin nîne. Divê her gel, her kes di nav vê pergal û biryarên werin dayîn de be. Divê para wan jî hebe. Divê hevbeşî hebe û gel bibe yek. 
 
 Demekî dirêje hûn têkoşîna statukoyê didin, di bin heman banî de ji xeynî kurdan gelên din jî hene û makeqanûneke nû şert e. Divê ji bo Suriyeyê makeqanûneke çawa bê kirin?
 
Divê di makeqanûnê de parvekirinên hevpar hebin û nexşe rê were diyarkirin. Bi salan e me bi pratîka xwe ev tecrube kiriye û encamên baş jî girtine. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan reçeteya herî baş a makeqanûnê, makeqanûneke girêdayî demokrasiyê, azadîxwaz, gel tê de cih digire û dikare xwe îfade bike be. Divê makeqanûneke ku gel, jin, ciwan û zarok xwe tê de bibînin bin. Em pergaleke ku ne rejim gel diyar bike dixwazin. Tecrubeya me heye, pergaleke me ya xweser û hişmendiyeke azadîxwaz heye. Makeqanuneke ku rejîm tenê çêbike pirsgirêkan çareser nake û wê pirsgirêkan kurtir bike. Divê mirov vê yekê bizane. 
 
 Amerîka di nava koalîsyonê de roleke aktîf bilîze jî heta niha di mijara statuya Rojava de polîtîkayeke wê nîne, rayedarên Rûsan jî weke perçeyekî xweseriyê qala “Xweseriya Çandî” dikin. Nêzîkatiyên Amerîka û Rûsyayê yên li herêmê du hêzên girîng in çawa dinirxînin?
 
 Rûsya dixwaze berjewendî û destkeftiyên xwe biparêze û bêrî ku li herêmê pirsgirêk zêde bibin, di bin kontrola rejîmê de xweseriyê bide kurdan an jî rêveberiyê. 
 
Rûs jî Amerîkî jî ji dibêjin berjewendiyên xwe difikirin û dibêjin. Lê li vir vîna gel heye. Wê gotina dawî ev gel bibêje. Wê gel biryarê bide ka dê çawa bijîn û çi bikin. Heke bi rastî jî Rûsî û Amerîkî ji vîna gel re rêzê bigirin divê berjewendiyên xwe deynin aliyekî. Ji bo ku vîna gel derbasdar be em têdikoşin. Sedemê mudaxalekirina Rûsyayê ya karên navxweyî yên Sûriyeyê berjewendiyên wê ne. Di çarçoveya berjewendiyên xwe de têkilî bi rejîmê re danîn. Polîtîkayeke wê ya parastina rejîmê heye. Rûsya dixwaze berjewendî û destkeftiyên xwe biparêze û bêrî ku li herêmê pirsgirêk zêde bibin, di bin kontrola rejîmê de xweseriyê bide kurdan an jî rêveberiyê. Armanceke Rûsyayê ku Rêveberiya Xweser nas bike, mûxatab bigire û diyalogê pê re deyne nîne. Ji dest pê kê ve polîtîkayên xwe ser berjewendiyan ava kiriye. Di mijara naskirinê de jî na xwaze tiştekî bike. Heke Sûriye Rêveberiya Xweser bi awayekî fermî nas bike wê ji bo destkeftiyeke gelek mezin be. Wê demê di qada navnetewî de dikarin xwe baştir îfade bikin û vebêjin. Dikarin projeyên xwe rêveberiya xwe vebêjin. Ji ber bi awayekî fermî nas nekirine gelek caran gelek kes naxwazin bi me re bi axivin an guhdar bikin. Muxalefeta Suriyeyê tê nasîn û buroyên wan hebin divê em jî werin nasîn. Ne naskirina me jî di encama polîtîkayên durûtiyê ne. 
 
Piştî ku Afganîstan ket bin kontrola Talîban, welat û herêmên girêdayî derve dîsa hatin rojevê. Di kesayeta Rojava ku girêdayî hêza xwe bi xwe ye de ji bo Bakur û Rojhilatê Suriyeyê tu rîsk hene?
 
Em xwe bi xwe diparêzin. Em girêdayê kesê nînin, girêdayî xwe bi xwe ne. Hêzên ku me afirandine hene. Talîban an hêzên din jî bi ser berjewendiyan xwe diafirînin. Wê teqez berjewendiyen Amerîka û Rûsyayê çêbin. Heke Amerîka û hêzên koalîsyonê bixwazin bi terorîzmê re şer bikin divê li Rojhilata Navîn a bûye navenda şeran bimînin. Em bawer dikin jî ku dê bimînin. Di Rojhilata Navîn de ji me zêdetir hêzeke din nabînin ku li dijî terorîzmê şer bikin û wê têk bibin. Ji bo me rîsk hebe an nebe tişta hebûna me diyar bike têkoşîn û berxwedana me ye. Berî her tiştî baweriya me bi xwe û hêza xwe heye. Li dijî herêmên me tevgera DAÎŞ’ê heye lê dewletên evqas bi hêz nikarin biqedînin. Ji ber hêzên wan ên li bejahiyê şer bikin nînin, nikarin li dijî DAÎŞ’ê serkeftinekê bi dest bixin. Lê hêza me û berxwedana me di holê de ye û berxwedana em didin jî diyar e. 
 
Piştî ku Talîbanê desthilatdarî bi dest xist, gelek welatan daxuyaniyên ku ew dixwazin Talîbanê nas bikin dan. Hûn nêzîkatiyên van welatan ên li hemberî Rêveberiya Xweser ku bi salane hewl dide li herêmê aştî pêk were, çawan dibînin? 
 
Weke gel, weke berxwedan û weke hêza xweparastinê kesekî me neafirand, me bi xwe, xwe ava kir. Em bi berxwedan û têkoşîna xwe heya van rojan hatin. Em ne dibin parastina kesekî de ne. Li Sûriyeyê, em dixwazin bi pergala xwe bên naskirin, bi hêza xwe ya xweparastin û nirxên xwe, xwe ava bikin. Lê li aliyê din mijarek girîng heye. Kî Talîban afirand û çima? Talîban di nava Afganîstanê de, derket. Yên ku Talîban ava kirin jî, hêzên serdest bûn. Ew rêxistinek e ku ji bo şerê li dijî Rûsya Sovyetê li kêleka El Qaîdeyê şer bike hat avakirin. Dûre, di qonaxên cihêreng derbas bû. Ne bi çewherê gel û bi hêza xwe hat avakirin. Yên ku Talîban dan avakirin, didin bi karanîn hene. Lê tu kesekî em ava nekirine. Me xwe di çarçoveya dînamîkên gel de, ava kirin. 
 
Tevî ku hin dewletan ji bo berjewendiyên xwe bi me re hevdîtin kirin jî, wan em neafirandin, em avabûneke li ser bingeha hêza xwe ne, gel in. Ferqa me eve. Talîban, dixwaze welatê xwe bibe berî hezar û 400 salan. Jinan, civakê û azadiyan tune bi hesibîne. Lê em, li dijî van hemû daxwazên wan têdikoşin. Fikir û ramanên em diparêzin, di asta parastina nirxên cîhanê de ne. Em behsa demokrasiyê, mafên jinan, pergala hevserokatiyê, laiklik û pergalek pêşketî dikin. Lê li aliyê din, pergalek paşvero heye. Rewşa Talîbanê, ji xwe rewşek hîn kembaxtire. Welatên ku dixwazin Talîbanê nas bikin, polîtîkayên wan ên dirûtiyê li holê ne. Ev ji bo herêmê jî pirsgirêkek mezine. Naskirina Talîbanê ne çareserkirina pirsgirêkane, berevajî hîn zêdetir kûrkirina pirsgirêkane.
 
Tiştên li Afganîstanê tên jiyîn, hûn çawan dinirxînin?  
 
Talîban dixwaze welatê xwe û cîhanê hezar û 400 sal berê paşve bibe. Bi şer û gefan dixwaze darbe li demokrasî û azadiyê bixe. Ger fersendê bibîne, wê êrîşî hêzên mîna me jî bikin. Dê bi çavekê dijmin li me jî mêze bike. Lê mirovahî paşverûtiya hezar û 400 sal berê qebûl nake. Divê mirovahî nêzîkatiyên Talîbanê yên li dijî jin, zarok, azadî û demokrasiyê qebûl neke.     
 
Gelo berxwedana li Rojava û Kobanê, dikare ji jin, civak û gelên ku li Afganîstanê li ber xwe didin re bibe îlham?
 
Berxwedana me ji bo tevahiya cîhanê bûye mînak. Jinên li Rojava ji bo tevahiya cîhanê bûn şansek mezin. Bi qasî ku pêşengtiya berxwedanê kirin, ewqas jî ji bo mirovahiyê bûn hêviyek mezin. Li dijî xiraban li ber xwe dan û qezenc kirin. Berxwedanekê ku li Afganîstanê pêşengtiya her kesî bike û rê nîşan bide heye. Ew jî berxwedana Kobanê û Rojava ye. Têkoşîna jinan, wê pêşengtiya têkoşîna jinên li Afganîstanê bike.   
 
Ligel we, di rêveberiya de gelek partiyên Kurdan hene. Ev pêkhate her tim behsa girîngiya yekitiya netewa Kurd dike. Lê di warê yekitiyê de, heya roja îro tu encamek nehatiye bi dest xistin. Gelo astengiyên li pêş yekitiyê çîne? Çima yekitî pêk nayê? 
 
 Rewşek wisan heye ku hin partiyên siyasî ji bo ku yekitiya Kurdan çênebe, her tiştî dikin. Ligel van hemûyan jî, em hewldanên xwe yên yekitiyê dewam dikin. Çi dibe bila bibe, divê yekitiya Kurdan çêbe.
 
Di nêrîna gel de, li çar parçeyên Kurdistanê yekitî hatiye avakirin. Îro gel bi nirxan ve girêdayî ye. Di warê partî û rêxistinên siyasî de, pevçûn û pirsgirêk dewam dikin. Hêzên derve jî hewl didin ku Kurd nebin yek. Li şehîdlika Kobanê, ji çar parçeyên Kurdistanê şehîd hene. Li Qamişlo û Tirbêsiyê jî heman rewş heye. Di warê yekitiya gelê Kurd de tu pirsgirêk tuneye. Lê fikir û armancên hemû partiyên siyasî hene û ji hev cuda ne. Hin ji wan dibin bandora malbatên xwe de ne, hinek jî ji bo berjewendiyên xwe difikirin û hin jî bi hêzên derve ve girêdayî ne. Ev jî dibin sedem ku pirsgirêk neyê çareser kirin. Ger demokrasî pêk were, dê yekitiya gelê Kurd ava bibe. Em gelek hewl didin. Rewşek wisan heye, hin partiyên siyasî ji bo ku yekitiya Kurdan çênebe, her tiştî dikin. Ligel van hemûyan jî em hewldanên xwe yên yekitiyê dewam dikin. Çi dibe bila bibe, divê yekitiya Kurdan çêbe. Heya ku yekitiya Kurdan ava nebe, pirsgirêk heyî jî nayin çareser kirin.
 
Di van demên dawîn de, gelek welatên herêmê, nemaze Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevdîtinên xwe yên dîplomatîk zêde kirin. Gelo hûn hevdîtinên dîplomatîk ên DYA’yê, Rûsya, Îngîltere û Fransayê yên zêdebûne, bi çi ve didin girêdan? 
 
Ger em qala Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin, em wê demê behsa 6 mîlyon mirovî dikin. Bi Sûriyeyê re, fikrekê wan heye. Di vê çarçoveyê de, têkiliyên wan hene. Ji bo ku em xwe bidin naskirin û azadiya gelê xwe berfireh bikin, di her fersendî de, em hevdîtinan dikin. Ji bo ku em ji derfetan sûd werbigirin çi ji destê me tê em dikin. Hêzî 70 hezar DAIŞ’î, zarok û jin hene. Dîsa 12 hezar DAIŞ’iyên girtî hene. Hêz û saziyên navneteweyî bi van re jî eleqeder dibin. Ji ber vê têkilî û hevdîtinên me çêdibin. Li Fransa, Îsvîçre, Hollanda, Rûsya, Almanya, Belçîka û Amerîkayê, nûnertiyên me hene. Ger em dixwazin ji bo pêşeroj û azadiya herêmê muzakere bikin û dixwazin bi Sûriyeyê eleqeder bibin, wê demê divê me ji çav dernexin. Ev dewlet hemû ji bo berjewendiyên xwe, li herêmê ne û danûstandinan dikin. 
 
MA / Azîz Orûç

Sernavên din

08/09/2021
16:56 Muzîkjenê kurd Guçmen hat berdan
15:45 Jinên Şirnexî bang li jinên cîhanê kirin: Li cem Emîne Şenyaşarê bin
15:41 Li Cudî şewat derket
15:33 Şandeya CHP’ê ya ku serdana Kurdistana Federe kiribû: Diyalog dikare çareseriyê bîne
14:42 Karkerên tenduristiyê ne 'razandina zêde' 'razandina heq' xwestin
13:23 Wezîrê rûs dema tetbîqatê jiyana xwe ji dest da
12:27 Malbata Şenyaşar: Ka em ê bibînin deriyê edaletê ye yan deriyê zilmê ye
12:13 Malbatên parastvanên mafên mirovan PDK'ê şermezar kirin
12:04 Wê Waliyê Edîrneyê bi penaberên ku avêtibûn Merîçê re hevdîtin bike
11:23 NÇM’ê ji bo serdema nû deriyên kargehên muzîkê vekir
11:13 Dayika Aştiyê Ozer jiyana xwe ji dest da
11:10 Li Meksîkayê qanûna kurtajê li dijî Destûra Bingehîn hat dîtin
11:05 Li Nisêbînê du gund xistin bin karantînayê
10:29 ‘Li dijî dagikeriyê pêwistî bi yekrêziya hêzên Kurdistanê heye’
10:28 Berteke hezexiyan a ji bo berdana kujerê Mîraç: Kujer hat xelatkirin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 286'emîn de dewam dike
09:10 Bi hinceta cezayên rabûne berdana girtî Dag tê astengkirin
09:01 Xwendekarên Arî-Der’ê wê bi kurdî ferî îngilîzî bibin
09:01 Polisê bû sedema mirina Mîraç li ser kar e
09:01 Girtiyên nexweş di rewşeke ku nikarin bên tedawîkirin de tên berdan
09:01 Karkerên Înşaatê: Ne sedeqe mafê xwe dixwazin
09:01 Ekolojîst Karasû: Heke em nebin hevpar em ê tev winda bikin
09:01 Ji ARSÎSA’yê banga qeydên qursên kurdî
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2021'AN
07/09/2021
20:52 274 kesên din bi koronayê jiyana xwe ji dest dan
17:24 Ji bo nûçegîhanê me Karataş ceza hat xwestin
16:14 Serdozger dîmenên komkujiya Konyayê neda parêzer!
16:13 Ji 3 endamên RJAK’ê 2 jê hatin berdan
15:56 Li Wanê çalakî û şahî tenê ji AKP’ê re serbest in!
15:40 Du zarok ketin qenala avê: Yek mir, yek jî winda ye
15:32 Li Çewligê du jinan întîhar kir
14:57 Li Mêrsîn û Mereşê 3 kes hatin binçavkirin
14:04 Hevşaredar Bûl ji doza 'hevserokatiyê' beraet bû
13:59 Kuştina Cemîle ji Wezîrê Dadê hat pirsîn
13:54 HDP wê prensîb û şertên xwe ji bo hemû muxataban eşkere bike
13:15 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:58 Doza Hevşaredara Farqînê hat taloqkirin
12:53 Emîne Şenyaşar: Ev zilm wê heta kengê bidome?
12:10 Pirtûkan nadin girtiyan
11:58 Ji ber stran û govenda kurdî ceza li girtiyên jin hat birîn
10:56 Li Pîranşarê kolberek hat kuştin
10:56 Ocalan: Girtiyên nexweş weke dîl tên girtin
10:41 Pîroglu: Wêne bêçaretiya dewletê ye
10:27 Guven têkildarî Komkujiya Konyayê nameyek şand
10:18 Kovara Leman Mîraç li ser bergê xwe kir
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 285'emîn de dewam dike
09:00 Bavê Mîraç Mîroglu: Kurê min çû bila yê kesekê din neçe
09:00 Tîryakî: Pêwistiya muxalefetê bi yekitiyeke wêrektir heye
09:00 Hinceta cezayê stranên kurdî: Bi awayekî nepêwîst xwendina sirûdê
09:00 Kekê girtiyê nexweş Îverendî: Gelo li benda mirina birayê min in?
09:00 Mirina Mîraç encama nêzikbûna 'Kurdê herî baş kurdê mirî ye'
09:00 4 sal in 2 kurên xwe yên girtî nabîne
09:00 ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2021'AN
06/09/2021
20:58 Wê heyetek MSD'ê bi Amerîka û Rûsyayê re hevdîtin bike
20:49 Şewata li Rûbara Salê hat vemirandin
17:21 Rêveberên DEP’ê li ser gorên xwe hatin bibîranîn
16:54 Malbata Mîroglu teklîfa ‘alîkariya’ qeymeqam red kir
16:51 Ji bo Çelebî şîn hat danîn
16:36 Baroya Şirnexê: Em ê heta dawiyê doza Mîraç bişopînin
16:33 'PDK ketiye nava şer'
16:25 Hevjîn û keça Dayika Aştiyê di qezaya trafîkê de mirin
15:59 HDP’a Amedê li dar xistina kongreya xwe ragihand
15:49 28 karkerên li Iraqê hatin xapandin hatin binçavkirin
15:34 DTSO: Em ê fabrîkayên hawirdorparêz ava bikin
15:34 Turnuwaya futbolê ya bi navê Denîz Poyraz wê li Edenê bê lidarxistin
14:56 Li Girtîgeha Amedê hevdîtina girtiyan hat qedexekirin
14:44 Aktivîstên ji aliyê PDK’ê ve hatin girtin dest bi rojiya mirinê kirin
14:44 Danişîna Kaya û Aslan hat taloqkirin
14:17 Êrişên li ser Şengal û Mexmûrê di rojeva Meclîsê de ne
14:15 Polîsê Mîraç qetil kir, hat berdan
14:00 Dadgehê doza Mehmet Sîncar taloqî meha sibatê kir
13:47 Hevseroka DBP'a Amedê hat berdan
13:30 3 demsal derbas bûn, edalet nehat
13:21 Cenazeyê Amara ku ji aliyê bavê xwe ve hatibû kuştin, hat veşartin
13:04 MED-DER: Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
13:03 Di peymana AKP-PDK’ê de îdiaya '42 milyar dolar' heye
12:28 Eskeran li Hênê bi ser malekê de girtin
11:35 Ji Soylû ew îdîa pirsîn: Raste ku ji ajokarê wesayîta zirxî re gotin ‘Were em ê îfadeya te bigirin?’
10:58 Hevseroka PYD'ê Hiso: Ev xiyanet e
10:35 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha Îlonê aşkera kir
09:00 Li Rihayê di rojekê de zarokek û jinek hatin kuştin, du jin jî hewl dan xwe bikujin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 284'emîn de dewam dike
09:00 Di kuştina karsazê li Nisêbînê de ‘çetebûn’ hat piştguhkirin
09:00 Malbata Yildirim: Yên ku zarokan di xew de dikujin wê li kolanê jî sax nehêlin
09:00 ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2021'AN
05/09/2021
21:55 Li Stenbolê 33 kes hatin binçavkirin
20:59 269 kesên din jî ji Kovid-19'ê mirin
19:34 Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan hat vekirin
19:26 Baroyên herêmê: Divê ji bo bûyera Mîroglu lêpirsînek adil were destpêkirin
18:33 Ji bo Mîhraç Mîroglu meşiyan: Ev kuştineke bi zanebûn e
17:39 Polîsan mudaxileyî daxuyaniya ‘Mitînga Aştiyê’ kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
17:04 Di Şêwra Jinên Kurd de banga pêşîlêgirtina êrişan û sazkirina yekîtiyê hat kirin
16:55 Li Efrînê teqînek rû da
15:39 Parêzerên Aysel Tugluk daxuyanî dan
14:51 Cenazeyê girtiyê nexweş Çelebî hat veşartin
13:50 Gunay: Em ê bi mezinkirina HDP’ê bersiva şer û tecrîdê bidin
13:19 Di tebaxê de 11 jê zarok 174 karkeran jiyana xwe ji dest daye
13:09 Axaftina bi telefonê li girtiyên bi koronayê ketine hat qedexekirin
13:09 HDP: Berpirsê mirina girtiyên nexweş îqtidar e
12:33 Şandeya CHP’ê li Hewlêrê ye