Girtiyê nexweş Ozkan: Dewlet li benda cenazeyê min e

img

AMED - Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ku bi kuştina Fermandarê Artêşa Tirk ê Herêma Amedê Bahtiyar Aydin ku ji aliyê JÎTEM'ê ve bi kanasê hatibû kuştin tê sûcdarkirin, ev tişt got: "Ji bo ku dosya min bê girtin dewlet li benda mirina min e. Dewletê bixwe ji xwe re qurbanek hilbijartiye."

 
Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan, di sala 1993'a de bi angaşta ku tevlî bûyerên bi sûîqesta Fermandarê Artêşa Tirk ê Herêma Amedê Bahtiyar Aydin li navçeya Licê ya Amdê dest pê kirine bûye hat darizandin û cezayê muebbeta giran lê hat birîn. Qetilkirina Bahytiyar Aydin û berpirsyargirtina Ozkan a ji vê qetilkirin piştî vegotinên endemekî berê yê îstixbarata tirk careke din ket rojevê. Ev endam ji kuştina Bahtiyar Aydin Serfermandarê berê yê Artêşa Tirk Îlker Başbûg berpirsyar nîşan da û got ku Ozkan weke qurban hatiye hilbijartin. Rexmî vê rewşê jî Ozkan, di 83 saliya xwe de 26 sal in girtî ye û gelek nexweşî lê peyda bûne û roj bi roj rewşa wî nebaş dibe.
 
5 zarokên Ozkan hene û ji vana Nevzat û Mûrat Ozkan, zehmetiyên ku weke malbatî dikişînin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegotin. 
 
 
'DÛMAN JI LICÊ BILIND BÛ'
 
Ji zarokên Ozkan ê herî biçûk Nevzat Ozkan, diyar kir kir ku dema bûyerê hê zarok bûye û wiha got: "Roja qetlîamê (22'ê cotmeha 1993) leşker hatin gundê me û lêgerîn kirin. Dema leşker hatin gund dûman ji Licê bilind bû û dengê teqîna çekan hat. Li ser vê leşker careke din vegeriyan Licê. Hatin û derketina ji Licê hatibû qedexekirin. Heta 3-4 rojan parlamenter jî nikaribûn bên Licê. Wê demê 14 sivîl hatin qetilkirin û 30 kes jî birîndar bûbûn. Digot şer e lê ne ji PKK'ê ne jî ji leşkeran kes nemiribû û birîndar nebûbûn. Piştî navenda Licê gundan jî şewitandin. Ji ber vê em ji neçarî koçî Edenê bûn. Ji vir jî em derbasî Mersînê bûn. Min bavê xwe li girtîgehê nas kir. Me gelek zehmetî kişand. Di temenê xwe yê zarokatiyê de ji neçarî dixebitîn. Em zarok bûn bavê min hat girtin. Hesreta bav jî tiştekî din e."   
 
WÊ DOSYA NEYÊ GIRTIN
 
Ozkan, da zanîn ku li gorî li xwe mikurhatinên dawîn rayedarên dewletê yên mîna Beşîr Atalay, Efkan Ala û Îlker Başbûg mudaxaleyî doza bavê wî kirine û ev tişt anîn ziman: "Nêzî salekê me dozên Licê û Cizîrê lêkolîn kir û gelek tişt derxist holê. Dema ku bavê min bê berdan wê dewlet plana ku kiriye qebûl bike. Hinceta berdewamkirina girtina bavê min ev e. Ji ber rewşa bavê min em her sibe bi guman ji xew radibin. Dema ku dîmenên wî yên dawîn hatin weşandin me got wê vê carê berdin lê hê jî girtî ye. Em hêvî dikin ku edalet cihê xwe bibîne lê li welat edalet tune ye. Herkes dizane ku bavê min ne sûcdar e. Herkes dizane ku JÎTEM'ê kiriye. Heke vê dosyayê bigirin jî wê di wijdanê raya giştî de ev dosya neyê girtin. Wê rojek teqez derkeve holê. Daxwaza me ew e ku rojên xwe yên dawîn bi me re derbas bike."
 
JI HEMAN MALBATÊ 4 KES GIRTÎ NE
 
Kurê Ozkan Mûrat Ozkan jî bi lêv kir ku piştî giritna bavê xwe ji gund derketine û rexmî vê jî zextên li ser wan bi dawî nebûne û wiha got: "Bavê min jî di nav de ji malbatê 4 kes girtî ne. Di 16 saliya xwe de hatim binçavkirin û îşkence li min hat kirin. Ji sala 1993'an ve tevahiya malbatê hem di hêla maddî hem jî di hêla manevî de gelek bi bandor bûn. Bavê min 15 girtîgehan guhertiye. Dema em li Edenê bûn ji bo em zehmetî bikişînin bavê min birin Girtîgeha Mêrdînê."
 
OZKAN: DEWLET MIN QURBAN HILBIJART
 
Ozkan, diyar kir ku çi dibe bila bibe wê doza xwe bidomînin û heke hewce bike wê bibin Dadgeha Destûra Bingehîn a Ewropayê (DMME) û diyalogên di navbera xwe û bavê xwe wiha ragihand: "Ez bi bavê xwe re li heman girtîgehê mam. Têkiliya me ji ya bav û kurê wêdetir têkiliya hevaltiyê ye. Hin deman me bi saetan li ser dozê diaxivin. Ji min re ev tişt got, 'Ji bo dosya bigire dewlet li benda mirina min e. Dewlet min bernade û li benda cenazeyê min e. Ji xwe re qurbanekî hilbijartiye'. Ji ber ku tiştên anîne serê wî bavê min ji edalet û hiqûqa dewletê bawer nake."
 
MA / Ceylan Şahînlî
 
 
 
 
 

Sernavên din

08/09/2021
16:56 Muzîkjenê kurd Guçmen hat berdan
15:45 Jinên Şirnexî bang li jinên cîhanê kirin: Li cem Emîne Şenyaşarê bin
15:41 Li Cudî şewat derket
15:33 Şandeya CHP’ê ya ku serdana Kurdistana Federe kiribû: Diyalog dikare çareseriyê bîne
14:42 Karkerên tenduristiyê ne 'razandina zêde' 'razandina heq' xwestin
13:23 Wezîrê rûs dema tetbîqatê jiyana xwe ji dest da
12:27 Malbata Şenyaşar: Ka em ê bibînin deriyê edaletê ye yan deriyê zilmê ye
12:13 Malbatên parastvanên mafên mirovan PDK'ê şermezar kirin
12:04 Wê Waliyê Edîrneyê bi penaberên ku avêtibûn Merîçê re hevdîtin bike
11:23 NÇM’ê ji bo serdema nû deriyên kargehên muzîkê vekir
11:13 Dayika Aştiyê Ozer jiyana xwe ji dest da
11:10 Li Meksîkayê qanûna kurtajê li dijî Destûra Bingehîn hat dîtin
11:05 Li Nisêbînê du gund xistin bin karantînayê
10:29 ‘Li dijî dagikeriyê pêwistî bi yekrêziya hêzên Kurdistanê heye’
10:28 Berteke hezexiyan a ji bo berdana kujerê Mîraç: Kujer hat xelatkirin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 286'emîn de dewam dike
09:10 Bi hinceta cezayên rabûne berdana girtî Dag tê astengkirin
09:01 Xwendekarên Arî-Der’ê wê bi kurdî ferî îngilîzî bibin
09:01 Polisê bû sedema mirina Mîraç li ser kar e
09:01 Girtiyên nexweş di rewşeke ku nikarin bên tedawîkirin de tên berdan
09:01 Karkerên Înşaatê: Ne sedeqe mafê xwe dixwazin
09:01 Ekolojîst Karasû: Heke em nebin hevpar em ê tev winda bikin
09:01 Ji ARSÎSA’yê banga qeydên qursên kurdî
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2021'AN
07/09/2021
20:52 274 kesên din bi koronayê jiyana xwe ji dest dan
17:24 Ji bo nûçegîhanê me Karataş ceza hat xwestin
16:14 Serdozger dîmenên komkujiya Konyayê neda parêzer!
16:13 Ji 3 endamên RJAK’ê 2 jê hatin berdan
15:56 Li Wanê çalakî û şahî tenê ji AKP’ê re serbest in!
15:40 Du zarok ketin qenala avê: Yek mir, yek jî winda ye
15:32 Li Çewligê du jinan întîhar kir
14:57 Li Mêrsîn û Mereşê 3 kes hatin binçavkirin
14:04 Hevşaredar Bûl ji doza 'hevserokatiyê' beraet bû
13:59 Kuştina Cemîle ji Wezîrê Dadê hat pirsîn
13:54 HDP wê prensîb û şertên xwe ji bo hemû muxataban eşkere bike
13:15 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:58 Doza Hevşaredara Farqînê hat taloqkirin
12:53 Emîne Şenyaşar: Ev zilm wê heta kengê bidome?
12:10 Pirtûkan nadin girtiyan
11:58 Ji ber stran û govenda kurdî ceza li girtiyên jin hat birîn
10:56 Li Pîranşarê kolberek hat kuştin
10:56 Ocalan: Girtiyên nexweş weke dîl tên girtin
10:41 Pîroglu: Wêne bêçaretiya dewletê ye
10:27 Guven têkildarî Komkujiya Konyayê nameyek şand
10:18 Kovara Leman Mîraç li ser bergê xwe kir
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 285'emîn de dewam dike
09:00 Bavê Mîraç Mîroglu: Kurê min çû bila yê kesekê din neçe
09:00 Tîryakî: Pêwistiya muxalefetê bi yekitiyeke wêrektir heye
09:00 Hinceta cezayê stranên kurdî: Bi awayekî nepêwîst xwendina sirûdê
09:00 Kekê girtiyê nexweş Îverendî: Gelo li benda mirina birayê min in?
09:00 Mirina Mîraç encama nêzikbûna 'Kurdê herî baş kurdê mirî ye'
09:00 4 sal in 2 kurên xwe yên girtî nabîne
09:00 ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2021'AN
06/09/2021
20:58 Wê heyetek MSD'ê bi Amerîka û Rûsyayê re hevdîtin bike
20:49 Şewata li Rûbara Salê hat vemirandin
17:21 Rêveberên DEP’ê li ser gorên xwe hatin bibîranîn
16:54 Malbata Mîroglu teklîfa ‘alîkariya’ qeymeqam red kir
16:51 Ji bo Çelebî şîn hat danîn
16:36 Baroya Şirnexê: Em ê heta dawiyê doza Mîraç bişopînin
16:33 'PDK ketiye nava şer'
16:25 Hevjîn û keça Dayika Aştiyê di qezaya trafîkê de mirin
15:59 HDP’a Amedê li dar xistina kongreya xwe ragihand
15:49 28 karkerên li Iraqê hatin xapandin hatin binçavkirin
15:34 DTSO: Em ê fabrîkayên hawirdorparêz ava bikin
15:34 Turnuwaya futbolê ya bi navê Denîz Poyraz wê li Edenê bê lidarxistin
14:56 Li Girtîgeha Amedê hevdîtina girtiyan hat qedexekirin
14:44 Aktivîstên ji aliyê PDK’ê ve hatin girtin dest bi rojiya mirinê kirin
14:44 Danişîna Kaya û Aslan hat taloqkirin
14:17 Êrişên li ser Şengal û Mexmûrê di rojeva Meclîsê de ne
14:15 Polîsê Mîraç qetil kir, hat berdan
14:00 Dadgehê doza Mehmet Sîncar taloqî meha sibatê kir
13:47 Hevseroka DBP'a Amedê hat berdan
13:30 3 demsal derbas bûn, edalet nehat
13:21 Cenazeyê Amara ku ji aliyê bavê xwe ve hatibû kuştin, hat veşartin
13:04 MED-DER: Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
13:03 Di peymana AKP-PDK’ê de îdiaya '42 milyar dolar' heye
12:28 Eskeran li Hênê bi ser malekê de girtin
11:35 Ji Soylû ew îdîa pirsîn: Raste ku ji ajokarê wesayîta zirxî re gotin ‘Were em ê îfadeya te bigirin?’
10:58 Hevseroka PYD'ê Hiso: Ev xiyanet e
10:35 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha Îlonê aşkera kir
09:00 Li Rihayê di rojekê de zarokek û jinek hatin kuştin, du jin jî hewl dan xwe bikujin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 284'emîn de dewam dike
09:00 Di kuştina karsazê li Nisêbînê de ‘çetebûn’ hat piştguhkirin
09:00 Malbata Yildirim: Yên ku zarokan di xew de dikujin wê li kolanê jî sax nehêlin
09:00 ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2021'AN
05/09/2021
21:55 Li Stenbolê 33 kes hatin binçavkirin
20:59 269 kesên din jî ji Kovid-19'ê mirin
19:34 Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan hat vekirin
19:26 Baroyên herêmê: Divê ji bo bûyera Mîroglu lêpirsînek adil were destpêkirin
18:33 Ji bo Mîhraç Mîroglu meşiyan: Ev kuştineke bi zanebûn e
17:39 Polîsan mudaxileyî daxuyaniya ‘Mitînga Aştiyê’ kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
17:04 Di Şêwra Jinên Kurd de banga pêşîlêgirtina êrişan û sazkirina yekîtiyê hat kirin
16:55 Li Efrînê teqînek rû da
15:39 Parêzerên Aysel Tugluk daxuyanî dan
14:51 Cenazeyê girtiyê nexweş Çelebî hat veşartin
13:50 Gunay: Em ê bi mezinkirina HDP’ê bersiva şer û tecrîdê bidin
13:19 Di tebaxê de 11 jê zarok 174 karkeran jiyana xwe ji dest daye
13:09 Axaftina bi telefonê li girtiyên bi koronayê ketine hat qedexekirin
13:09 HDP: Berpirsê mirina girtiyên nexweş îqtidar e
12:33 Şandeya CHP’ê li Hewlêrê ye