Xizmên Windayan piştî 158 hefteyan li pêş Bîrdariya Mafê Jînê hatin gelhev

img

AMED/ÊLIH - Xizmên Windayan ên ji ber qedexeyên walitiyê û pandemiyê demekî dirêje çalakiyên xwe bi awayekî online li dar dixin, piştî 158 rojan careke din li pêş Bîrdariya Mafê Jînê ya Parka Koşûyolûyê aqûbeta windayan pirsîn. 

Xizmên windayan ên ji bo darizandina faîlan û aqûbeta welatiyên ku di salên 1990’an de ji aliyê JÎTEM’ê ve hatin revandin, windakirin, kuştin û careke din agahî jê nehatin girtin bipirsin di 12’ê îlona 2008’an de li pêş Bîrdariya Mafê Jînê ya Parka Koşûyolûyê dihatin gelhev, heta hewldana darbeyê ya 15’ê tîrmeha 2016’an çalakiya xwe li vir domandin. Xizmên windayan ên ji Rewşa Awarte (OHAL) ya 20’ê tîrmeha 2016’an ve çalakiyên wan hat qedexekirin, qasî du salan çalakiya xwe li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê domandin. 
 
QEDEXEYÊ 100 HEFTEYAN DOM KIR
 
Xizmên Windayan bi rakirina OHAL’ê ya 20’ê Tîrmeha 2018’an ve piştî 100 hefteyan dîsa li pêş Bîrdariya Mafê Jînê çalakiya xwe ya rûniştinê domandin. Bi berdewamkirina pêkanînên OHAL’ê yên weke fîîlî vê carê jî Walitiya Amedê bi hêceta “ewlehiyê” di 1’ê îlona 2018'an de çalakiya Xizmên Windayan a li pêş biryardariyê qedexe kir. Beriya çalakiya hefteya 499’emîn û piştî wê polîsan hem Parka Koşûyolûyê hem jî Bîryardariya Mafê Jînê dorpêç kirin û ji ketin û derketinê re qedexe kirin. 
 
LI PÊŞ BIRYARDARIYÊ HATIN GELHEV
 
Xizmên Windayan ên rûniştina wan a li ber deriyê komeleyê jî hat astengkirin, piştî 54 hefteyan çalakiya xwe birin pêş avahiya komeleyê. Xizmên Windayan ên çalakiya xwe li vir domandin, ji ber vîrûsa koronayê ji 13’ê adara 2020’an ve navber dan çalakiya xwe ya rûniştinê. 
 
Xizmên Windayan ên ji vê dîrokê ve her hefte bi awayekî online çalakiya xwe pêk anîn, îro piştî 158 hefteyan ji bo çalakiya 656’emîn li pêş di Bîrdariya Mafê Jînê ya Parka Koşûyolûyê hatin gelhev. Di çalakiya ku Xizmên Windayan, parlementerên HDP’ê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî beşdar bûyî de wêneyên kesên hatin kuştin û windakirin hatin hilgirtin û pankarta ku wêneyên kesên hatin kuştin ser, li erdî hat raxistin. 
 
‘BI SER QETILKIRINÊ VE 28 SAL DERBAS BÛN’
 
Cîgira Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Ezgî Sila Demîr, diyar kir ku Sîncar ê endamê ÎHD’ê bû li dijî cînayetên kiryarên nediyar, JÎTEM û Hîzbûlahê, komkujî û êrîşên cerdevanan bi awayekî çalak xebat bi rê ve dibirin û wiha got: “Sîncar dema bi armanca lêkolînkirina qetilkirina endamên meclîsa partiyê Habîp Kiliç û Hîkmet Kiliç çû Êlihê, bi rêveberê partiyê Metîn Ozdemîr re di 4’ê îlona 1993’an de li Kolana Elma bi êrîşa çekdarî tê qetilkirin. Bi ser qetilkirina wan ve 28 sal derbas bûn.
 
Demîr, da zanîn ku weke doza Sîncar, lêkolîn û dozên di salên 1990’î hatin destpêkirin û vekirin bi xetereya demborî re rûbirû ne.
 
‘EM DEV JÊ BERNADIN’
 
Hevjîna Mehmet Sîncar, Cîhan Sîncar jî bal kişand ku xizmên windayan di hefteya 656’an de hêj li edaletê digerin û wiha got: “Kujerê Sîncar yek kes tenê nîne, bi hezaran kes in. Hevalên wî yên weke wî hatin kuştin jî demokrasî dixwestin. Kesên li dijî demokrasiyê bi kuştina wan hewl dan têkoşîna wan asteng bikin. Wê têkoşîna wan bidome. Em 28 sal in tînin ziman. Em soz didin Sîncar û kesên niha di wêneyan de li me dinerin, heta dewlet kujerên wan ceza neke wê neqede. Ne 28 sal 128 sal jî derbas bibin em dev ji dozê bernadin.”
 
‘DOZA SÎNCAR FIRSENDEKE’
 
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay jî destnîşan kir ku dewlet û desthilatê bi kujeran re tevgeriyan û wiha got: “Îro dîsa desthilat daxwaza me ya edaletê bê bersiv hişt. Em hêvî dikin ku ev di hefteya 656’emîn de bi dawî bibe. Em dikarin 6’ê îlonê ji dosyaya Sîncar dest pê bikin û pêvajoyeke ku darizandinên cînayetên kiryarên nediyar û hesab dayîna kujeran bidin dest pê kirin. Ev dosya ji vî alî ve firsendeke. Em ji vir careke din bang li Wezareta Dadê dikin vê fersendê binirxînin. Werin ji bo derketina holê ya heqîqetê firsendekê bidin dest pê kirin ku edaleta rast bi cih were.”
 
Xizmên Windayan piştî axaftinan, çalakiya xwe bi çalakiya rûniştinê bi dawî kirin. 
 
ÊLIH
 
Li aliyê din li Êlihê jî Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’ê çalakiya xwe ya 492’yemîn a her hefte pêk tînin li avahiya komeleyê li dar xistin. Di çalakiya ku Xizmên Windayan tevlî bûn û wêneyên kesên hatin windakirin hilgirtin de rêveberê ÎHD’ê Ahmet Şiray axivî. Şiray, xwest ku faîlên Parlementerê DEP’ê Mehmet Sîncar û rêveberê partiyê Metîn Ozdemîr ên di 4’ê îlona 1993’an de li Kolana Elma bi êrîşa çekdarî hatibûn qetilkirin, bên darizandin.
 
 
 
 
 

Sernavên din

12/09/2021
10:14 Tûrnûvaya Ozan Yildiz bi dawî bû
09:14 Li Sûka Kemeralti ya Dîrokî di salekê de 250 dikandaran îflas kirin
09:13 TJA amadekariya hevdîtina 'Em ber bi azadiyê ve dimeşin' dike
09:12 Ekolojîst Tanış: Şewat û talankirinê ji xwezaya Kurdan re rewa dibînin
09:11 Keça girtiyê nexweş Kirtay: Li mala me rewşa şînê heye
09:02 Bi ‘qawîşên edlî’ girtiyan tehdît dikin
09:01 Demîr Çelîk: Ji bo çareseriyê divê pêşiya Ocalan bê vekirin
09:00 ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2021'AN
08:50 Li Mêrdînê şeva dengbêjan
11/09/2021
19:12 Li ser deriyê malbatek Kurd nivîsa nijadperest
16:42 Esmer Tûnç rakirin nexweşxaneyê
16:26 Komîteya Zîndanan bang li girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de kir
15:57 Îşkence li girtiyê nexweş Polat kirin
15:33 Ji bo girtiyên nexweşên giran Kiliç û Bîlîcî banga berdanê hat kirin
14:52 Wê li Sêrtê şahiya ‘Dema Azadiyê’ were lidarxistin
14:27 Li Enqereyê Hevseroka HDP’ê hat revandin: Tu yê çavê xwe li Cerablûsê vekî
14:21 ‘Ocalan dengê azadî û çareseriyê ye’
14:06 Li 9 gundên qedexe lê hat ragihandin şewat derket
13:46 Li çoltera Hawêlê agir bi daristanê ket
13:45 Xizmên Windayan: Divê edalet pêk were û şîna me bi dawî bibe
13:44 Dayikên Şemiyê: Darbeya 12’ê Îlonê ku şerma dîrokê ye berdewam dike
12:42 Li Îdlîbê 2 esker hatin kuştin
12:03 Malbata Şenyaşar: Helbet wê ev zilm li cihekî bisekine
11:56 Ava bendavê kêm bû û hestî derketin
11:46 Endamên Meclîsa HDP civiyan: Rêxistinkirina gel şert e
11:33 Duh li dijî 12’ê Îlonê îro jî li dijî tecrîdê li ber xwe dide
11:18 TJA’yê ji bo Ayşe Gokkan banga piştevaniyê kir
10:06 Rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dan Aysel Tûglûk
09:52 Parêzerê doza helîkopterê: Dixwazin bi dirêjkirina demê delîlan reş bikin
09:52 Li Qoserê 200 dar kirin qurbana asfaltê
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 289'emîn de dewam dike
09:11 Birayê Servet Tûrgût: Ji ber ku em Kurd in ev zilm û neheqî li me dibe
09:09 ‘Qeyûm parçeyek Plana Hilweşandinê ye’
09:08 Kizil ê di 12’ê Îlonê de li Hejmara 5'an girtîbû: Têkoşînê ez li ser piyan hiştim
09:06 Qezenca esnafan ji sedî 20’an daketiye ji sedî 2’yan
09:04 Amedî: Wê daxistina benda hilbijartinê jî Tifaqa Cûmhûr xelas neke
09:02 Tirkiye dixwaze penaberên Efxan li gundên vala kirine bicih bike!
09:00 Astengiya li pêşiya aştiyê: Pergala înfaza Îmraliyê
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2021'AN
10/09/2021
17:03 Li Wanê xwendekarek hat girtin
16:57 Kesê ji doza malbata Dîrîl girtibû hat berdan
16:10 Li ser derenca dibistanê 'Ya tirkî biaxive ya jî bêdeng be' hat nivîsandin
15:25 Komkujiya 10'ê Cotmehê di meha 71'emîn de ye
15:04 Biryara grevê bi buroya AFP'ê ya Tirkiyeyê ve hat daleqandin
14:50 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê li dijî fihûş û tiryakê kampanya da destpêkirin
14:39 Dozger xwest kujerê Mîroglû bê girtin lê dadgehê ew berda
14:12 Mîraçê biçûk ku bisiklêta wî dabeşî 3 parçeyan bû ‘biqisûr’ hat dîtin!
13:51 Bi angaşta ku 'heqaret' li Soylû kiriye Emîne Şenyaşar îfade da
13:33 Li Girtîgeha Amedê ya Zarokan tundî li zarokên girtî hatiye kirin
12:34 Bûldan: Wê jin bibin xwediyê herî bi hêz ê deklarasyonê
12:05 Herêma ku balafirên şer bomberbaran kir 4 roj in dişewite
10:20 Piştî şerê li Mêrdînê qedexeya derketina derve hat ragihandin
10:18 Gelek rêveber û endamên ESP’ê hatin binçavkirin
10:01 Sê girtiyên nexweş di qawişa ku cihê bêhnvedanê nîne de tên girtin
09:58 Emîne Şenyaşar wê kujerên malbata xwe ji dozger û dadgeran bipirse!
09:23 Qeyûm li Qoserê nîvê şevê dar birîn
09:22 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 288'emîn de dewam dike
09:21 Prz. Emekçî: Di kesayeta Ocalan de Tirkiyê tecrîd dikin
09:20 Dosyeya lêpirsîna du welatiyên ji helîkopterê hatin avêtin salek e veşartî ye
09:20 3 dozên wesayîtên zirxî: Yek revandin, yek sekinandin, yek jî astengkirin
09:09 Cenazeyê ku 450 gram maye 127 roj in nadin malbatê
09:08 Ji bo îşkenceyê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da
09:07 Rêxistinên Sivîl ên Amedê ji bo hilbijartina pêşwext çi dibêjin?
09:07 Di dosyeya ku dadgeha eskerî girtibû de, Tirkiye hat mehkûmkirin
09:06 Hinceta nû ya girtinê: Ji ber ku Colemêrg di navbera du sînoran de ye
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2021'AN
09/09/2021
20:17 Danişîna hevserokên HDP’î hat dîtin
16:27 Li Qoserê gundekî din jî xistin bin karantînayê
16:20 Şebekeya avê ya MARSÛ’yê dîsa xera bû
16:19 Ajokarê TIR’ê yê di bin bar de ma jiyana xwe ji dest da
16:17 Xelkê Fîskayayê li dijî hilweşandinê civiyan
15:21 Rapora ÎHD’ê ya maşîneyên zirxî: 22 jê zarok 42 kesan jiyana xwe ji dest dane
15:12 Keskîn a ku polisan tundî lê kiribû: Em ê serî netewînin
15:11 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
15:08 Ferît Şenyaşar: Divê doz ne li me li kesên komkujî pêk anîne were vekirin
14:28 Li Elkê 8 kes hatin binçavkirin
13:40 Daxwaza girtina bersûcê îstîsmara zayendî hat redkirin
13:35 Ji mutehîtan biryara boykotê: Lêkirina avahiyan rawestiya
13:35 Li Wanê 3 kes hatin binçavkirin
13:17 Îranê herêmên Biradost û Balekayetî bombebaran kir
12:41 Li Licê gengeşiya DEDAŞ'ê
12:10 Ji ber nexweşiya hebxuriyan 15 rojan têketina sewalan a Dihê hat qedexekirin
12:05 Hunermendê gelê xwe: Yilmaz Guney
11:52 Dosyeya Ayla Akat Ata bi dosyeya Kobanê re kirin yek
10:58 Dayikên Aştiyê: Her kesê xwedî wijdan dive xwedî li edaletê derkeve
10:33 Li Emîne Şenyaşar a ku li edaletê digere doz hat vekirin!
10:30 Li Çiyayê Gabarê operasyona eskerî hat destpêkirin
10:10 Bavê ku çavê wî nabînin 3 sal in nikare biçe hevdîtina kurê xwe
09:23 Piştî sê salan doz li du HDP’iyan hat vekirin
09:17 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 287'emîn de dewam dike
09:02 Şaredariya AKP’î îhaleya 21 mîlyonî da fîrmaya serokê xwe
09:02 Di konên rêxistinên sivîl de her roj 200 kes derzî dibin
09:01 Cihê bazarê ji kurdan girt, da xizmên xwe
09:01 Şeniyên taxa ku Mîroglu lê hat qetilkirin: Giliyên me hatin paşguhkirin
09:00 Çîroka penaberî û zarokatiyê: Amara Dwla
09:00 Prof.Dr. Ozgen: Polîtîkayên bêrehm ên dewletan li ser xetên sînor didomin
09:00 Li Girtîgeha Bandirmayê zext zêde dibin
09:00 Welatiyên Amedê: Em li kuçeyên xwe maşîneyên zirxî naxwazin
09:00 ROJEVA 09'Ê ÎLONA 2021'AN
08/09/2021
19:41 Malbata Mîraç Mîroglu îfade da