Tîryakî: Pêwistiya muxalefetê bi yekitiyeke wêrektir heye

img

ENQERE - Hevberdevkê Komîsyona Karê Hilbijartinê ya HDP'ê Mehmet Ruştu Tîryakî, diyar kir ku AKP-MHP bi guhertina pergala hilbijartinê dixwazin qezenc bikin û got ku li dijî vê pêwîstiya muxalefetê bi yekitiye wêrektir heye.

AKP-MHP'ê li ser benda hilbijartinê li hev kirin û ragihandin ku wê benda hilbijartin ji sedî 10'an dakeve ji sedî 7'an. Di meha cotmehê de bi vekirina hilbijartinê re wê AKP-MHP'ê pêşniyarqanûnan ji bo vê amede bikin û bînin meclisê. Wê demê bêhtir bê fêmkirin ku di Qanûna Partiyên Siyasî û Hilbijartinê de çi guhertinan pêk bînin. Ji ber vê ji niha ve ji bo guhertina qanûnê li ser benda hilbijartinê nîqaşan dest pê kiriye. 
 
KÊMKIRINA DENGÊ MHP'Ê
 
Hevberdevkê Komîsyona Karê Hilbijartinê ya HDP'ê Mehmet Ruştu Tîryakî, têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku daxuyaniyên Tifaqa Cûmhûr ên têkildarî benda hilbijartinê ne ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê ne û wiha got: "Sedema daxistina benda hilbijartinê kembûna di dengên MHP'ê de ye. Di rastiyê de pêwîstiya wan pê tune ye. Lewre pişti guhertina ku di Qanûna Partiyên Siyasî û Hilbijartinê de pêk anîn, ji partiyên tifaqê yek an jî yekûna dengê partiyên tifaqê bendê derbas bikin temam e. Rexmî vê jî daxistina bendê ji bo pêşîvekirina MHP'ê ye."
 
DIVÊ BEND SIFIR BIBE
 
Ruştu Tîryakî, bi lêv kir ku weke HDP'ê ew daxwaz dikin ku benda hilbijartinê sifir bibe û ev tişt gotin: "Heke tê xwestin ku li Tirkiyeyê hilbijartin demokratîk bibin divê Tirkiye tev bibe herêmeke hilbijartinê û partiyeke ji sedî 1 jî deng bigire divê nûnertiya wê bê pêkanîn. Nîqaşên benda hilbijartinê ji bo veşartina sererastkirinên ku AKP-MHP dixwazin bînine. Ji sala 2015'an ve AKP bi tena serê xwe nikare bibe desthilat. Bi tifaqê piraniya meclisê bi dest dixe. Detpêkê bi tena serê xwe niha bi tifaqê jî winda dike. Bi guhertinê hesabê qezenckirinê dike. Pêşniyara ku di meha cotmehê de bînin meclisê wê ne ji bo demokrasiya Tirkiyeyê be. Pergala ku winda dikin diguherînin û deriyê qezenckirinê li xwe vedikin."
 
BINGEHA WÊREKIYÊ ŞERT E
 
Piştî van nirxandinên xwe yên têkildarî armancên AKP-MHP'ê Tîryakî derbarê muxalefetê de jî nirxandinan kir. Tîryarkî, destnîşan kir ku li rex hesabên AKP-MHP'ê hesabên polîtîk ên partiyên muxalefetê jî hene û têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: "Daxistina benda hilbijartinê ne pêkane ku bi awayejî neyînî bandor li HDP'ê bike. Ev sererastkirina ji bo hilweşandina Tifaqa Millet e. Li dijî van gavên muxalefetê berpirsyarî dikeve ser milê muxalefetê jî. Divê li dijî vê mualefet jî hinek bi wêrek tevbigere û ji bo yekitiyeke berfireh bingeha diyalogê ava bije. Muxalefetê li ber salên borî bihêztir e. Nêzbûna muxalefetê wê polîtîkayên desthilatê vala derbixe."
 
MA / Bêrîvan Altan

Sernavên din

12/09/2021
10:14 Tûrnûvaya Ozan Yildiz bi dawî bû
09:14 Li Sûka Kemeralti ya Dîrokî di salekê de 250 dikandaran îflas kirin
09:13 TJA amadekariya hevdîtina 'Em ber bi azadiyê ve dimeşin' dike
09:12 Ekolojîst Tanış: Şewat û talankirinê ji xwezaya Kurdan re rewa dibînin
09:11 Keça girtiyê nexweş Kirtay: Li mala me rewşa şînê heye
09:02 Bi ‘qawîşên edlî’ girtiyan tehdît dikin
09:01 Demîr Çelîk: Ji bo çareseriyê divê pêşiya Ocalan bê vekirin
09:00 ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2021'AN
08:50 Li Mêrdînê şeva dengbêjan
11/09/2021
19:12 Li ser deriyê malbatek Kurd nivîsa nijadperest
16:42 Esmer Tûnç rakirin nexweşxaneyê
16:26 Komîteya Zîndanan bang li girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de kir
15:57 Îşkence li girtiyê nexweş Polat kirin
15:33 Ji bo girtiyên nexweşên giran Kiliç û Bîlîcî banga berdanê hat kirin
14:52 Wê li Sêrtê şahiya ‘Dema Azadiyê’ were lidarxistin
14:27 Li Enqereyê Hevseroka HDP’ê hat revandin: Tu yê çavê xwe li Cerablûsê vekî
14:21 ‘Ocalan dengê azadî û çareseriyê ye’
14:06 Li 9 gundên qedexe lê hat ragihandin şewat derket
13:46 Li çoltera Hawêlê agir bi daristanê ket
13:45 Xizmên Windayan: Divê edalet pêk were û şîna me bi dawî bibe
13:44 Dayikên Şemiyê: Darbeya 12’ê Îlonê ku şerma dîrokê ye berdewam dike
12:42 Li Îdlîbê 2 esker hatin kuştin
12:03 Malbata Şenyaşar: Helbet wê ev zilm li cihekî bisekine
11:56 Ava bendavê kêm bû û hestî derketin
11:46 Endamên Meclîsa HDP civiyan: Rêxistinkirina gel şert e
11:33 Duh li dijî 12’ê Îlonê îro jî li dijî tecrîdê li ber xwe dide
11:18 TJA’yê ji bo Ayşe Gokkan banga piştevaniyê kir
10:06 Rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dan Aysel Tûglûk
09:52 Parêzerê doza helîkopterê: Dixwazin bi dirêjkirina demê delîlan reş bikin
09:52 Li Qoserê 200 dar kirin qurbana asfaltê
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 289'emîn de dewam dike
09:11 Birayê Servet Tûrgût: Ji ber ku em Kurd in ev zilm û neheqî li me dibe
09:09 ‘Qeyûm parçeyek Plana Hilweşandinê ye’
09:08 Kizil ê di 12’ê Îlonê de li Hejmara 5'an girtîbû: Têkoşînê ez li ser piyan hiştim
09:06 Qezenca esnafan ji sedî 20’an daketiye ji sedî 2’yan
09:04 Amedî: Wê daxistina benda hilbijartinê jî Tifaqa Cûmhûr xelas neke
09:02 Tirkiye dixwaze penaberên Efxan li gundên vala kirine bicih bike!
09:00 Astengiya li pêşiya aştiyê: Pergala înfaza Îmraliyê
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2021'AN
10/09/2021
17:03 Li Wanê xwendekarek hat girtin
16:57 Kesê ji doza malbata Dîrîl girtibû hat berdan
16:10 Li ser derenca dibistanê 'Ya tirkî biaxive ya jî bêdeng be' hat nivîsandin
15:25 Komkujiya 10'ê Cotmehê di meha 71'emîn de ye
15:04 Biryara grevê bi buroya AFP'ê ya Tirkiyeyê ve hat daleqandin
14:50 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê li dijî fihûş û tiryakê kampanya da destpêkirin
14:39 Dozger xwest kujerê Mîroglû bê girtin lê dadgehê ew berda
14:12 Mîraçê biçûk ku bisiklêta wî dabeşî 3 parçeyan bû ‘biqisûr’ hat dîtin!
13:51 Bi angaşta ku 'heqaret' li Soylû kiriye Emîne Şenyaşar îfade da
13:33 Li Girtîgeha Amedê ya Zarokan tundî li zarokên girtî hatiye kirin
12:34 Bûldan: Wê jin bibin xwediyê herî bi hêz ê deklarasyonê
12:05 Herêma ku balafirên şer bomberbaran kir 4 roj in dişewite
10:20 Piştî şerê li Mêrdînê qedexeya derketina derve hat ragihandin
10:18 Gelek rêveber û endamên ESP’ê hatin binçavkirin
10:01 Sê girtiyên nexweş di qawişa ku cihê bêhnvedanê nîne de tên girtin
09:58 Emîne Şenyaşar wê kujerên malbata xwe ji dozger û dadgeran bipirse!
09:23 Qeyûm li Qoserê nîvê şevê dar birîn
09:22 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 288'emîn de dewam dike
09:21 Prz. Emekçî: Di kesayeta Ocalan de Tirkiyê tecrîd dikin
09:20 Dosyeya lêpirsîna du welatiyên ji helîkopterê hatin avêtin salek e veşartî ye
09:20 3 dozên wesayîtên zirxî: Yek revandin, yek sekinandin, yek jî astengkirin
09:09 Cenazeyê ku 450 gram maye 127 roj in nadin malbatê
09:08 Ji bo îşkenceyê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da
09:07 Rêxistinên Sivîl ên Amedê ji bo hilbijartina pêşwext çi dibêjin?
09:07 Di dosyeya ku dadgeha eskerî girtibû de, Tirkiye hat mehkûmkirin
09:06 Hinceta nû ya girtinê: Ji ber ku Colemêrg di navbera du sînoran de ye
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2021'AN
09/09/2021
20:17 Danişîna hevserokên HDP’î hat dîtin
16:27 Li Qoserê gundekî din jî xistin bin karantînayê
16:20 Şebekeya avê ya MARSÛ’yê dîsa xera bû
16:19 Ajokarê TIR’ê yê di bin bar de ma jiyana xwe ji dest da
16:17 Xelkê Fîskayayê li dijî hilweşandinê civiyan
15:21 Rapora ÎHD’ê ya maşîneyên zirxî: 22 jê zarok 42 kesan jiyana xwe ji dest dane
15:12 Keskîn a ku polisan tundî lê kiribû: Em ê serî netewînin
15:11 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
15:08 Ferît Şenyaşar: Divê doz ne li me li kesên komkujî pêk anîne were vekirin
14:28 Li Elkê 8 kes hatin binçavkirin
13:40 Daxwaza girtina bersûcê îstîsmara zayendî hat redkirin
13:35 Ji mutehîtan biryara boykotê: Lêkirina avahiyan rawestiya
13:35 Li Wanê 3 kes hatin binçavkirin
13:17 Îranê herêmên Biradost û Balekayetî bombebaran kir
12:41 Li Licê gengeşiya DEDAŞ'ê
12:10 Ji ber nexweşiya hebxuriyan 15 rojan têketina sewalan a Dihê hat qedexekirin
12:05 Hunermendê gelê xwe: Yilmaz Guney
11:52 Dosyeya Ayla Akat Ata bi dosyeya Kobanê re kirin yek
10:58 Dayikên Aştiyê: Her kesê xwedî wijdan dive xwedî li edaletê derkeve
10:33 Li Emîne Şenyaşar a ku li edaletê digere doz hat vekirin!
10:30 Li Çiyayê Gabarê operasyona eskerî hat destpêkirin
10:10 Bavê ku çavê wî nabînin 3 sal in nikare biçe hevdîtina kurê xwe
09:23 Piştî sê salan doz li du HDP’iyan hat vekirin
09:17 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 287'emîn de dewam dike
09:02 Şaredariya AKP’î îhaleya 21 mîlyonî da fîrmaya serokê xwe
09:02 Di konên rêxistinên sivîl de her roj 200 kes derzî dibin
09:01 Cihê bazarê ji kurdan girt, da xizmên xwe
09:01 Şeniyên taxa ku Mîroglu lê hat qetilkirin: Giliyên me hatin paşguhkirin
09:00 Çîroka penaberî û zarokatiyê: Amara Dwla
09:00 Prof.Dr. Ozgen: Polîtîkayên bêrehm ên dewletan li ser xetên sînor didomin
09:00 Li Girtîgeha Bandirmayê zext zêde dibin
09:00 Welatiyên Amedê: Em li kuçeyên xwe maşîneyên zirxî naxwazin
09:00 ROJEVA 09'Ê ÎLONA 2021'AN
08/09/2021
19:41 Malbata Mîraç Mîroglu îfade da