Cenazeyê ku 450 gram maye 127 roj in nadin malbatê

  • rojane
  • 09:09 10 Îlon 2021
  • |
img

EDENE - Bavê Hediye Balûr a li Çiyayê Bagokê jiyana xwe ji dest da û 127 roj in cenazeyê wê nadin malbatê Mahmût Balûr, diyar kir ku cenazeyê keça wî 450 gram ma ye, lê ligel vê jî nadin wan. Balûr da zanîn ku heya ew hestiyên keça xwe negirin, ew ê ranewestin.”

Hediye Balûr a malbata wê ji ber polîtîkayên zextên dewletê di sala 1990’an de, ji navçeya Hezexê ya Şirnexê koçî navçeya Ceyhanê ya Edenê kir, di 8’ Adara 1994’an de hat dinê. Balûr li vê derê dibistana xwe seretayî û lîseyê temam kir û di 20 saliya xe de beşdarî HPG’ê bû. Balûr, li Çiyayê Bagoka navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, di navbera 7-8’ê Gulanê de, di encama bombebarana helîkopter û SÎHA’yan de bi 5 HPG’iyan re jiyana xwe ji dest da. Cenazeyên 5 HPG’iyan piştî nasnameyên wan hatin tespîtkirin, teslîmî malbatên wan hatin kirin. Lê cenazeyê Balûr ligel ku 127 roj derbas bûn jî, hîna ji bo malbatê nehatiye dayîn. 
 
Malbatê piştî serlêdanê, cenazeyê li morga nexweşxanê tê rawestandin ku tenê 450 gram parçe mayî teşxîs kir.  Piştî ku encama testa DNA’yê ya cenazeyê Balûr û malbata wê hev girt, malbatê xwest cenazeyê keça xwe defin bike. Lê ev daxwaza malbatê bê bersiv hat hiştin. 
 
DAYIKÊ VEGOT: HER TIM CUDA BÛ
 
Dayika Hediye Balûr, Emîne Balûr a 50 salî behsa keça xwe kir û wiha axivî: “Keça min her tim cuda bû. Keça min her tim mafê jinan diparast. Keça min herî zêde ji qetilkirina 34 welatiyên li Roboskê û di dema Geziyê de qetilkirna Alî Îsmaîl Korkmaz ê 19 salî bandor kirin.” 
 
CENAZEYÊ WÊ 450 GRAM MA YE 
 
Dayika Balûr, da zanîn ku cenazeyê keça wê 450 gram ma ye û wiha êşa xwe vegot: “Tişta li cenazeyê keça min kirin, em pir êşandin. Dema agahiya ewil gehişt me, ji bo DNA’yê me çû xwîn da. Alîkarê dozger ji me re got 2 cenazeyên jinan hene, lê nayin naskirin. Lê dema em çûn cenazeyê xwe bigirin, ji me re gotin cenaze tuneye. Niha ji bedena keça min tenê 450 gram parçe ma ye. Vê jî nadin me.” 
 
MIROVAHÎ NEMAYE
 
Dayika Balûr, dest nîşan kir ku ev rewş bi tu awayî nayê qebûl kirin û wiha got: “Dewlet bi çavekê cuda li me mêze dike. Tu hêviya me ji wan nîne. Bi wan re mirovahî nemaye. Divê gelê Kurd êdî ji hev re ast û dirust be.” 
 
HIQÛQA DIJMINANTIYÊ PÊK TÎN IN
 
Bavê Balûr Mahmet Balûr ê 57 salî jî, diyar kir ku di 10’ê Gulanê de esker li wan geriyan û ji wan re gotin ku keça wan jiyana xwe ji dest da ye. Bavê Balûr, da zanîn ku eskeran jê re wiha gotin: “Me keça te kuşt. Werin bigirin.” Balûr, da zanîn ku ew li ser vê yekê çûn Mêrdînê ji bo testa DNA’yê bikin û wiha axivî: “Em çûn me mînaka xwîn da. Vê carê ji me re gotin, ‘Herin piştî 3 mehan werin.’ Ligel  ku 127 roj derbas bûn jî hîna cenazeyê keça me nedane me. Piştî kum e mînaka xwînê da, 4 meh şûnde cardin gazî me kirin. Ji bo ku em cenaze bigirin em dîsa çûn Mêrdînê. Malbatên din cenazeyên zarokên xwe girtibûn. Lê ji me re gotin, ‘cenazeyê we tuneye. Ji cenazeyê wê tenê 450 gram parçe me ye. Me şandiye Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Em nizanin ku cenazeyê wê dê were yan na.’ Em nizanin ku çima cenazeyê me şandine Stenbolê. Dibe ku rojekê ji me re jî bi kargoyê bişînin. Hiqûqa dijminantiyê pêk tîn in. Wijdana wan tuneye. Her tişt ji wan tê.”
 
‘EZÊ WAN HESTIYAN BIGIRIM’
 
Balûr, bibîr xist ku ger 450 gram jî ji bedena keça wî mabin, ew ê wan hestiyan bigire û wiha bi dawî kir: “Ez cenazeyê keça xwe bigirim û li kêleka hevalên wê defin bikim. Di rewşên wiha de, divê em li ser piyan bimînin. Niha êşa min pir mezine. Lê rûmet û şanaziya min ji êşa min mezintire. Serê min bilinde. Divê em gelê Kurd bibin yek. Heya ku em nebin yek, ev rewşê bên serê me. Feraseteke faşîstan heye. Bi hezaran salin me dikujin. Hişmendiyan wan her tim eyniye.”
 
MA / Omer Akin
 

Sernavên din

15/09/2021
16:10 Polîsan nehiştin ku doktor rapora lêdanê bide
16:04 Dadger destûr neda Guven û Alokmen ku bi kurdî parastina xwe bikin
15:38 Hevşaredên Êlihê: Qeyûm li dijî mewzûatê îhaleyan çêdike
15:34 Başaran: Xizankirina jinan polîtîkayek dewletê ye
15:04 Rexneyên ji bo sendîkaya wan tên, arasteyî SES’ê dikin
14:26 Çalakvanê kurd li Îranê bi îşkenceyê hat kuştin
13:51 Jinên HDP’î ji bo hevdîtinên ‘Ji Xizaniya Jinan Re Na’ li Dîlokê ne
13:24 DEDAŞ vê carê bi polîsan re çû taxê
13:00 Malbata Şenyaşar di roja 191’emîn de jî li pêş edliyeyê ye
12:50 Ji rêveberê MEBYA-DER’ê Olçen re ceza hat xwestin
12:02 Li Şirnexê ciwanekî întîhar kir
11:53 Duh ‘Bîngol şewitî’ serbest bû, îro ‘Serhildan jiyan e’ qedexe ye!
11:21 Çeko Mîmkara: Ciwan çiqas bi rêxistin bibin civak jî ewqas bi rêxistin dibe
10:58 Qaçaxçiyên mirovan penaber xapandin
10:09 Parêzera Ayşe Gokkan: Helwesta dadger dewama polîtîkaya çewisandinê ye
09:48 Li Enqereyê 11 endam û rêveberên ESP’ê hatin berdan
09:04 Gundê 150 mal bêav ma
09:04 AYM'ê serlêdana ji bo Sedat Baran red kir
09:04 Naveroka danezana HDP'ê ji qadê hatiye amadekirin
09:04 Li Tûrgûtlûyê kursa kurdî dest pê dike
09:00 Dîmenên nû derketin holê: Êrişkarê bikeleşnîkof di dosyayê de tune ye
09:00 Apê Nemir: Kobanê ji Erdogan re bû derd
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2021'AN
08:38 DYA: Em piştgiriyê didin diyaloga navbera kurdên Rojava
14/09/2021
21:26 Li Aydinê li 8 kesan 50 sal ceza hat birîn
21:02 Giliya mamosteyê ku gotinên nîjadperest gotibûn hat kirin
19:28 Li herêma operasyonê ya Gabarê agir bi daristanê ket
16:51 Malbata Îzol jî li pêş Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê kir
16:22 Emîne Şenyaşar bang li parêzeran kir
15:59 Li Amedê wê mitînga 'Dem dema azadiya jinê ye' were lidarxistin
15:46 Çala ku qeyûm vekirî hişt zarok birîndar kir
15:46 Saît Uçlu û Îrfan Guler jiyana xwe ji dest dan
15:29 DMME’yê derbarê Bakirhan de biryara binpêkirinê da
15:23 Danişîna Meryem Soylû hat taloqkirin
15:16 Daxwaza girtina kujerê Recep Hantaş hat redkirin
14:51 Polîsan mudaxileyî endamên Weqfa Fûrqanê kirin
14:51 Doza Rojbîn Çetîn hat taloqkirin
14:41 Eskeran darên li derdora xwe şewitandin
14:21 Rêxistinên ekolojiyê ber bi Dersimê ve dikevin rê
14:18 Ji bo lêpirsîna lêgerîna tazî biryara dozvenekirinê hat dayîn
14:05 ÎHD’ê bertek nîşanî deqkirina malbata kurdên elewî da
13:51 Ferdên malbata Gurdegîr bi lêdanê hatin binçavkirin
13:36 Doza parêzerên Ocalan dest pê kir: Ev doz komplo ye
12:58 Li Qoserê 9 gund xistin karantînayê
12:58 Midurê Giştî yê TCDD’ê Atîk îstîfa kir
12:42 Li Pîranê 2 kes hatin girtin
12:41 Berxwedana ku sînor bê wate kir: Kobanê û Pirsûs
11:42 Dozger xwest rojnamevan Roza Metîna were cezakirin
11:38 Parêzer ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:27 ‘Îqtidar girtiyên nexweş rehîne dibîne’
10:01 Şewata li Licê bi hewldana welatiyan hat vemirandin
09:04 'Divê demildest lêpirsîna helîkopterê bê temamkirin û doz bê vekirin'
09:03 Ji ber hişkesaliyê dest bi firotina sewalên xwe kirin
09:03 Berxwedana li dijî pişaftin û çanda populer: Dengbêjî
09:02 Du lêpirsînên din derbarê qeyûmên berê yê Mêrdînê Yaman de hatin destpêkirin
09:01 Li Cizîr û Sîlopyayê berhevkirina pembû dest pê kir
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2021'AN
13/09/2021
21:44 Di encama bombebaranê de li Pulurê şewata daristanê derket
20:16 Li Sêrtê meş: Em ê bi berxwedanê bi serkevin
19:53 34 rêxistinên ekolojiyê diçin Dersimê
17:24 Li Licê şewat derket û ber bi gundan ve belav dibe
17:07 Baroya Amedê: Em ê li ber neheqiyan serî netewînin
16:11 Li Sêrtê mirina bi guman a jinekê
15:47 Baroya Wanê û OHD’ê bertek nîşanî lêgerîna tazî da
14:23 Berdevka TJA'yê Gokkan dîsa nehat berdan
14:08 Gefa lêpirsîna stranên kurdî û govendê li girtiyan hatiye xwarin
13:35 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê carek din serlêdan kirin
13:10 Ciwanên HDP’ê li dijî dejenerebûnê xelkê taxan agahdar kirin
12:41 Li Rihayê xebatkarek tenduristiyê întîhar kir
12:07 Di doza Gokkan de polîsan êrişî parêzer û beşdaran kir
11:59 Meclîsa Partiyê ya HDP'ê: Em bi têkoşînek hevpar li dijî tecrîdê rabin
11:35 Li Şapatanê ji ber gulebarana qereqolê şewat derket
11:27 Malbata Şenyaşar bang li baroyan kir: Ev doza her kesî ye
11:02 Li Geliyê Zîlan mirina masiyan zêde dibe
10:45 Li Çiyayê Cûdî darên behîv û kezwanan tên birîn
10:06 Li Medreseya Zincîriye girtina wêne û lixwekirina cilan hatin sînordarkirin
09:00 Malbata ku li ser deriyê wan ‘Kurdê elewî bicihime’ hat nivîsandin bi fikar e
09:00 Koordînatora CÎSST’ê: Em bersiva serlêdanên ji bo girtiyên nexweş nagirin
09:00 Li Semsûrê hişyariya hişkesaliyê: Ava bendavê vedikêşe, ya vexwarinê bidorê tê dayîn
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2021'AN
12/09/2021
19:37 Li Pîranê piştî operasyonê agir bi daristanê ket
17:12 Tedawiya Esmer Tûnç a binexweşiya KOAH'ê didome
17:10 Li ber Girtîgeha Bakirkoyê çalakî: Em tecrîdê qebûl nakin
16:45 BES'ê serdana HDP'ê kir
16:43 Jinan ji bo tevlîbûna danişîna Gokkan bang kirin
15:54 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan bi dawî bû
15:54 Li pêş Girtîgeha Amedê bang kirin: 12'ê Îlonê didome
15:44 41'emîn salvegera Darbeya 12'ê Îlonê: Zilm jî berxwedan jî didome
15:10 Artêşa Tirk Şêladizê bombebaran kir
14:01 Li kuçeyan kampanya "Em mibtelayê bişikînin" hat vegotin
13:17 Ji ÎSÎG'ê rapora pandemiyê: Di 18 mehan de herî kêm hezar û 209 karker jiyana xwe ji dest dan
13:07 Meclisa Jinê ya HDP'ê: Em tev bi hev re jiyana nû ava bikin
13:06 Leşkerekî jiyana xwe ji dest da
12:10 Bi hinceta 'berzkirina dûrişmeyê' ceza li Tûncel û Akdenîz hat birîn
11:56 HDP: Mekanîka Darbeyê bi neçareserkirina pirsgirêka kurd didome
11:42 Malbata Şenyaşar: Desthilata we mehkûmê têkçûnê ye
11:32 Rêveberê ÎHD'ê hat binçavkirin
11:30 Greva birçîbûnê ket roja 290'î
11:14 Derbarê avêtina penaberan a Merîçê de lêpirsîn hat destpêkirin
10:42 Serokê Rêya Ronahiyê Abimael Guzman jiyana xwe ji dest da