Emîne Şenyaşar wê kujerên malbata xwe ji dozger û dadgeran bipirse!

  • rojane
  • 09:58 10 Îlon 2021
  • |
img

RIHA - Emîne Şenyaşar a ku ji ber "heqaretê" dê were darizandin diyar kir ku ew ê roja dozê ji dozger û dadger kujerên zarokên xwe bipirse. Parêzerê malbatê, Hidayet Enmek jî bang li her kesê birçî û yê edaletê ye kir ku di dozê de li cem wan bin. 

Emîne Şenyaşar a ku di êrişa xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û du lawên xwe winda kirin, beriya ku kujeran derxin pêşberî dadger, lê wê Emîne Şenyaşar bi îdiaya “heqaret li wezîfedarê cemaweriyê kiriey” dê di 12’ê mijdarê de derkeve pêşberî dadger. 
 
JI BO ÎFADE BIDE DERIYÊ EDLIYÊ WÊ LÊ WERE VEKIRIN 
 
Emîne Şenyaşar ji 9’ê adarê ve bi daxwaza di dosyeya wan de “edalet” pêk were yanî kujerên hevjîn û du lawên wê yên hatin kuştin werin dîtin û lawê yê girtî Fadil Şenyaşar were berdan dest bi çalakiya nobetê kiriye. Malbata Şenyaşar 186 roj in daxwaz dike ku bi Serdozgerê Komarê û dozgerê dosyeyê re hevdîtin bike, lê ev daxwaz tê redkirin. Emîne Şenyaşar a ku bi dehan car ketina wê ya avahiya edliyê hatiye astengkirin, wê roja 12’ê mijdarê de ne ji bo hevdîtinê ji bo îfade bide dê bikeve avahiya edliyê. 
 
Bi îdiaya ku Emîne Şenyaşar di roja 86’emîn de “heqaret li wezîfedarên cemaweriyê” kiriye dê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Asliye were darizandin. Lê têkildarî bûyera ku sê ferdên malbatê têde hatin kuştin, 3 sal û 3 meh in hêj veneguheriye dozê. 
 
Ji Emîne Şeryaşar re heta 4 salan cezayê hefsê tê xwestin. Şenyaşar û ji parêzerên dosyeya malbatê Hîdayet Enmek têkildarî dozê ji me re axivîn. 
 
KES DENGÊ WÊ NABIHÎZE 
 
Emîne Şenyaşar bi bîr xist ku Nobeta Edaletê ya ku wan li ber Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin ket roja 186'emîn û wan tevî hemû astengiyan jî nobedê bênavber domandine gihandine îro. Şenyaşar diyar kir ku ew her roj li ber avahiya dadgehê şînê dike, lê nikare dengê xwe bigihîne rayedaran û got: “Ez her roj li ber Edliyeya Rihayê digirîm, kes wê nabihîze, lê wan giliyê min kir. 2 kur û hevjînê min li ber çavên min hatin kuştin û kurekî min 3 sal û 3 meh di hucreya yek kesî de tê girtin. Ez her roj li ber Edliyeya Rihayê digirîm, kes rondikên çavê min nabîne û guh nade qîrîna min. Lê wan rabûye giliyê min kiriye û doz li min vekirine.” 
 
‘DOZÊ NE LI MIN, LI KUJERAN VEKIN’ 
 
Şenyaşar bal kişand ser biryara nepenîtiyê ya di dosyaya komkujiyê de û wiha got: "Çima ew kesên ku zarokên min li nexweşxaneya dewletê qetil kirin doz li wan nayê vekirinê? Li ku derê hatine dîtin ku mirov li nexweşxaneyê têne qetilkirin? Piştî ku wan zarokên min kuştin, wan dîwarên nexweşxaneyê boyax kirin ji bo ku xwîna zarokên min li ser wan dîwaran hebû. Wan dîmenên nexweşxaneyê winda kirin. Her kes vana dizane. Çima dozger li pey van agahiyan naçin û li kesên ku zarokên min kuştine lêkolîn nake? Ma ew nabînin ka malbata min çawa parçe bûye? Kezeba min dişewite. Tevî van hemû êşên min jî ew radibin giliyê min dikin. Lê doz li kujeran venakin. Dozê ne li min li kujeran vekin. Min heqaretê li kesî nekiriye. Her roj ew yanî malbata Yildiz heqaretê li me dikin. Her roj nexweşînên min zêde dibin. Wexta min dest bi nobetê kir tu pirsgirêka min a tenduristiyê nebû. Lê niha her der amin dêşe. Heta edalet bi cih neyê, ez ê ji vir ranebim. Heta kurê min neyê berdan ji vir ranabim. Bila li tavilê kurê min berdin.” 
 
ENMEK: ZEXT LI SER DOSYEYÊ HENE
 
Parêzerê malbatê Hîdayet Enmek destnîşan kir ku 3 sal û 3 meh di ser komkujiya ku di 14’ê Hezîrana 2018’an de li cîhê kar dest pê kir û li nexweşxaneyê berdewam kir, ku di encamê de 3 kes hatin kuştin, derbas bûn e û hîn jî biryara "veşarî" li ser dosyeyê heye. Enmek diyar kir ku muwekîlên wî 186 roj in Nobeda Edaletê li ber edliyeyê digirin û daxwaza rakirina biryara "nepenîtiyê" ya li ser dosyayê kir û got: "Her cara ku ew dixwazin bikevin dadgehê, tên astengkirin. Dema ku serlêdanên hevdîtina bi Dozgerê Giştî û Cîgirê Dozgerê Komarê re tim dihatin redkirin, cara ewil di 8'ê Tebaxê de hatin qebûlkirin. Bi malbatê re me daxwazên xwe gihandin Cîgirê Dozger, lê mixabin bersivên ku me girtin ji hevdîtinên me yên berê yên bi dozgerên dozê re ne cudatir in. Rastiya ku biryara veşarî hîna di dosyayek 3 sal û 3 mehan de nayê rakirin, ji bo me xemgîniyek mezin çêdike. Zextên siyasî li ser dosyeyê tên kirin. Ev derenxistin bivênevê li ser dosyeyê bandorê dike.” 
 
BANGA PIŞTEVANIYA EDALETÊ
 
Enmek destîşan kir ku ji bo malbata Şenşyaşar hiqûqek du alî tê nîşandan û bang li her kesê birçî û tiyê edaletê ye kir ku roja darizandina Emîne Şenyaşar li cem wan bin. 
 
MA / Emrullah Acar
 

Sernavên din

15/09/2021
16:10 Polîsan nehiştin ku doktor rapora lêdanê bide
16:04 Dadger destûr neda Guven û Alokmen ku bi kurdî parastina xwe bikin
15:38 Hevşaredên Êlihê: Qeyûm li dijî mewzûatê îhaleyan çêdike
15:34 Başaran: Xizankirina jinan polîtîkayek dewletê ye
15:04 Rexneyên ji bo sendîkaya wan tên, arasteyî SES’ê dikin
14:26 Çalakvanê kurd li Îranê bi îşkenceyê hat kuştin
13:51 Jinên HDP’î ji bo hevdîtinên ‘Ji Xizaniya Jinan Re Na’ li Dîlokê ne
13:24 DEDAŞ vê carê bi polîsan re çû taxê
13:00 Malbata Şenyaşar di roja 191’emîn de jî li pêş edliyeyê ye
12:50 Ji rêveberê MEBYA-DER’ê Olçen re ceza hat xwestin
12:02 Li Şirnexê ciwanekî întîhar kir
11:53 Duh ‘Bîngol şewitî’ serbest bû, îro ‘Serhildan jiyan e’ qedexe ye!
11:21 Çeko Mîmkara: Ciwan çiqas bi rêxistin bibin civak jî ewqas bi rêxistin dibe
10:58 Qaçaxçiyên mirovan penaber xapandin
10:09 Parêzera Ayşe Gokkan: Helwesta dadger dewama polîtîkaya çewisandinê ye
09:48 Li Enqereyê 11 endam û rêveberên ESP’ê hatin berdan
09:04 Gundê 150 mal bêav ma
09:04 AYM'ê serlêdana ji bo Sedat Baran red kir
09:04 Naveroka danezana HDP'ê ji qadê hatiye amadekirin
09:04 Li Tûrgûtlûyê kursa kurdî dest pê dike
09:00 Dîmenên nû derketin holê: Êrişkarê bikeleşnîkof di dosyayê de tune ye
09:00 Apê Nemir: Kobanê ji Erdogan re bû derd
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2021'AN
08:38 DYA: Em piştgiriyê didin diyaloga navbera kurdên Rojava
14/09/2021
21:26 Li Aydinê li 8 kesan 50 sal ceza hat birîn
21:02 Giliya mamosteyê ku gotinên nîjadperest gotibûn hat kirin
19:28 Li herêma operasyonê ya Gabarê agir bi daristanê ket
16:51 Malbata Îzol jî li pêş Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê kir
16:22 Emîne Şenyaşar bang li parêzeran kir
15:59 Li Amedê wê mitînga 'Dem dema azadiya jinê ye' were lidarxistin
15:46 Çala ku qeyûm vekirî hişt zarok birîndar kir
15:46 Saît Uçlu û Îrfan Guler jiyana xwe ji dest dan
15:29 DMME’yê derbarê Bakirhan de biryara binpêkirinê da
15:23 Danişîna Meryem Soylû hat taloqkirin
15:16 Daxwaza girtina kujerê Recep Hantaş hat redkirin
14:51 Polîsan mudaxileyî endamên Weqfa Fûrqanê kirin
14:51 Doza Rojbîn Çetîn hat taloqkirin
14:41 Eskeran darên li derdora xwe şewitandin
14:21 Rêxistinên ekolojiyê ber bi Dersimê ve dikevin rê
14:18 Ji bo lêpirsîna lêgerîna tazî biryara dozvenekirinê hat dayîn
14:05 ÎHD’ê bertek nîşanî deqkirina malbata kurdên elewî da
13:51 Ferdên malbata Gurdegîr bi lêdanê hatin binçavkirin
13:36 Doza parêzerên Ocalan dest pê kir: Ev doz komplo ye
12:58 Li Qoserê 9 gund xistin karantînayê
12:58 Midurê Giştî yê TCDD’ê Atîk îstîfa kir
12:42 Li Pîranê 2 kes hatin girtin
12:41 Berxwedana ku sînor bê wate kir: Kobanê û Pirsûs
11:42 Dozger xwest rojnamevan Roza Metîna were cezakirin
11:38 Parêzer ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:27 ‘Îqtidar girtiyên nexweş rehîne dibîne’
10:01 Şewata li Licê bi hewldana welatiyan hat vemirandin
09:04 'Divê demildest lêpirsîna helîkopterê bê temamkirin û doz bê vekirin'
09:03 Ji ber hişkesaliyê dest bi firotina sewalên xwe kirin
09:03 Berxwedana li dijî pişaftin û çanda populer: Dengbêjî
09:02 Du lêpirsînên din derbarê qeyûmên berê yê Mêrdînê Yaman de hatin destpêkirin
09:01 Li Cizîr û Sîlopyayê berhevkirina pembû dest pê kir
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2021'AN
13/09/2021
21:44 Di encama bombebaranê de li Pulurê şewata daristanê derket
20:16 Li Sêrtê meş: Em ê bi berxwedanê bi serkevin
19:53 34 rêxistinên ekolojiyê diçin Dersimê
17:24 Li Licê şewat derket û ber bi gundan ve belav dibe
17:07 Baroya Amedê: Em ê li ber neheqiyan serî netewînin
16:11 Li Sêrtê mirina bi guman a jinekê
15:47 Baroya Wanê û OHD’ê bertek nîşanî lêgerîna tazî da
14:23 Berdevka TJA'yê Gokkan dîsa nehat berdan
14:08 Gefa lêpirsîna stranên kurdî û govendê li girtiyan hatiye xwarin
13:35 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê carek din serlêdan kirin
13:10 Ciwanên HDP’ê li dijî dejenerebûnê xelkê taxan agahdar kirin
12:41 Li Rihayê xebatkarek tenduristiyê întîhar kir
12:07 Di doza Gokkan de polîsan êrişî parêzer û beşdaran kir
11:59 Meclîsa Partiyê ya HDP'ê: Em bi têkoşînek hevpar li dijî tecrîdê rabin
11:35 Li Şapatanê ji ber gulebarana qereqolê şewat derket
11:27 Malbata Şenyaşar bang li baroyan kir: Ev doza her kesî ye
11:02 Li Geliyê Zîlan mirina masiyan zêde dibe
10:45 Li Çiyayê Cûdî darên behîv û kezwanan tên birîn
10:06 Li Medreseya Zincîriye girtina wêne û lixwekirina cilan hatin sînordarkirin
09:00 Malbata ku li ser deriyê wan ‘Kurdê elewî bicihime’ hat nivîsandin bi fikar e
09:00 Koordînatora CÎSST’ê: Em bersiva serlêdanên ji bo girtiyên nexweş nagirin
09:00 Li Semsûrê hişyariya hişkesaliyê: Ava bendavê vedikêşe, ya vexwarinê bidorê tê dayîn
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2021'AN
12/09/2021
19:37 Li Pîranê piştî operasyonê agir bi daristanê ket
17:12 Tedawiya Esmer Tûnç a binexweşiya KOAH'ê didome
17:10 Li ber Girtîgeha Bakirkoyê çalakî: Em tecrîdê qebûl nakin
16:45 BES'ê serdana HDP'ê kir
16:43 Jinan ji bo tevlîbûna danişîna Gokkan bang kirin
15:54 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan bi dawî bû
15:54 Li pêş Girtîgeha Amedê bang kirin: 12'ê Îlonê didome
15:44 41'emîn salvegera Darbeya 12'ê Îlonê: Zilm jî berxwedan jî didome
15:10 Artêşa Tirk Şêladizê bombebaran kir
14:01 Li kuçeyan kampanya "Em mibtelayê bişikînin" hat vegotin
13:17 Ji ÎSÎG'ê rapora pandemiyê: Di 18 mehan de herî kêm hezar û 209 karker jiyana xwe ji dest dan
13:07 Meclisa Jinê ya HDP'ê: Em tev bi hev re jiyana nû ava bikin
13:06 Leşkerekî jiyana xwe ji dest da
12:10 Bi hinceta 'berzkirina dûrişmeyê' ceza li Tûncel û Akdenîz hat birîn
11:56 HDP: Mekanîka Darbeyê bi neçareserkirina pirsgirêka kurd didome
11:42 Malbata Şenyaşar: Desthilata we mehkûmê têkçûnê ye
11:32 Rêveberê ÎHD'ê hat binçavkirin
11:30 Greva birçîbûnê ket roja 290'î
11:14 Derbarê avêtina penaberan a Merîçê de lêpirsîn hat destpêkirin
10:42 Serokê Rêya Ronahiyê Abimael Guzman jiyana xwe ji dest da