Bûldan: Wê jin bibin xwediyê herî bi hêz ê deklarasyonê

  • jin
  • 12:34 10 Îlon 2021
  • |
img

ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan destnîşan kir ku jin wê bibin xwediyê deklarasyona herî xurt a dê di 27'ê Îlonê de eşkere bikin û got: “Em ê serkeftinên heta niha me bi dest xistine, hin bêtir serkeftinan pêşkêşî hemû jinên cîhanê bikin."

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo plansaziya serdema pêşiya me li Navenda Giştî ya Partiyê bi serokatiya Hevseroka Giştî Pervîn Bûldan û Berdevka Meclîsê Ayşe Acar Başaran civiya. Civînê bi axaftina Bûldan dest pê kir. 
 
Buldan anî ziman ku civîna wan bi îrade, yekîtî û têkoşîneke xurt hatiye lidarxistin û wiha got: “Xala ku em gihiştinê careke din nîşan dide ku hewldanên me yên di têkoşîna ji bo mafên jinan de û têkoşîna bibiryar a ku em didin di serkeftin û destkeftiyan de çiqas girîng û hêja ye. Em ji wê benda ku jin ne xwedî mafê siyasîbûn û nasnameya jinê bi tevahî dihat binpêkirin, em gihîştine qonaxek bi hêz ku jin tekoşîna xwe ya xweser bi rêxistin dike û wê bilind bike.” 
 
‘ARMANCA ME MEZIN E’ 
 
Buldan spasiya her kesê ku beşdarî kampanyaya "Ji xizaniya jinan re na” bûye kir û got: "Ev gişt tenê destpêkek e. Bila were zanîn ku armanca me pir mezintir e. Weke jin, em daxwaz dikin ku ji îro û pê ve vî welatî birêve bibin. Ji bo vê têra xwe hêza me heye, pêşbîniya me heye, rêxistinbûna me jî heye. Bêguman, desthilatdariya mêr a yekperest, ji pêşkeftina meya bihêz haydar e û ditirse.” 
 
BIRYARDARIYA JINAN 
 
Bûldan diyar kir ku ew ji ber polîtîkayên zextê yên li dijî partiya wan û jinan tên kirin hêz digirin û wiha got: “Em ê ti destkeftiyên jinan ji zilaman re nehêlin. Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Ji bo tasfiyekirina jinan doza girtinê li HDP’êvekirine. Armanca wan bêdengkirina jinan, bêdengkirina bindestan, pêşîlêgirtina daxwazên demokrasî, aştî û edaletê ye. HDP ji damezrandina xwe û vir ve polîtîkaya çareserî û aştiyê dişopîne. HDP'ê ji bo wekheviyê têkoşînek da, got bila li vî welatî aştî hebe, bila tu kes, zarokên me nemirin, bila bijîn. HDP'ê got ku divê hiqûq serdestiya hiqûqê be, ne hiqûqa serdestan be û ji bo tevahiya civakê edaleta rasteqîn hebe. HDP ji bo xebatek wekhev meaşê wekhev got. HDP'ê got ev kar ji bo her kesî ye, xwarin ji bo her kesî ye. HDP li dijî şer aştî, li dijî kaosê çareserî û li dijî rantê belavkirina wekhev armanc kir. HDP li dijî her cure sûcên li dijî jin û zarokan wekheviya zayendî parast, tedbîrên pêşîlêgirtin û parastinê pêşniyar kir, got ku em dev ji peymana Stenbolê bernadin. Em ê van hemû tiştan bidomînin.” 
 
‘DIVÊ PERGALA TALANÊ WERE GIRTIN’ 
 
Bûldan da zanîn ku pergal dixwaze bi girtina HDP’ê serdem û pergala tarî bide domandin û wiha got: “Ew ê nikaribin viya bikin, bi ser bikevin. Ew ê nikaribin ronahiya jinan vemirînin. Ez dixwazim dîsa û dîsa ji raya giştî re eşkere bikim ya ku were girtin ne HDP ye, yên ku werin girtin pergala diziyê, pergala rantê û pergala talanê ye. Ev nîzama mêran a monîst e ku şîdeta li ser jinan digihîne astên gewre ku divê li vî welatî were girtin, ew polarîzasyon e, têgihîştinek ku nijadperestî û nefretê dixwe. Binihêrin, yên ku benda ji sedî 10 anîn tenê ji bo ku me asteng bikin bi xemgînî temaşe kirin ku jinan çawa ev bend şikand. Bi bend û mendan nikarin jinan asteng bikin, lê ew bend niha bûne asteng ji bo wan û nîzama wan a mêr. Ew niha plan dikin ku bendê daxin da ku xwe xilas bikin da ku pergala xwe hilweşandin û talanê bidomînin. Hilweşandina we ya siyasî pirr nêzîk e. Hûn çi jî bikin hûnê biçin. Desthilatdariya we bi serserkî diçe erdê. 20 sal in îqtidara wan xelkê birçî kir, feqîr kir û bêkar hişt.”
 
POLÎTÎKAYA BÊCEZAKIRINÊ 
 
Bûldan destnîşan kir ku jin û zarok li her qada jiyanê bi her cûre tundiyê re rûbirû hatine hiştin û got: “Polîtîkaya bêcezakirinê ya ku hikûmetê aniye di vê yekê de rolek xwe mezin heye. Binihêrin, di sûcên li dijî jin û zarokan de, dadweriya mêr bi parastina mêran polîtîkayek bêcezakirinê aniye û tundî û kuştinan rewa dikin.” 
 
KUŞTINA MÎRAÇ MÎROGLÛ 
 
Bûldan bal kişand ser kuştina Mîraç MîroglU û wiha got: “Yên ku li vî welatî gotin bila zarok neyên kuştin, we wan avêt zindanan û kujerên zarokan jî serbest berdidin û digerin.” Bûldan diyar kir ku heta ew edaletê bînin û bicih bikin wê têkoşîna wan a li dijî zilmê bidome û dê kêliyek jî vala nesekinin. 
 
TECRÎD PIRSGIRÊKAN KÛRTIR DIKE 
 
Bûldan bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî û wiha got: “Tecrîda ku hikûmetê ji bo domandina vê rejîma zordestiyê disepîne her ku diçe girantir dibe. Tecrîd û pirsgirêkên girantir ên li girtîgehan rojeva lezgîn a vî welatî ye. Tecrîd, ku rêyên diyalog û muzakereyê asteng dike, yek ji astengên herî girîng ên demokrasî, edalet, aştiya civakî û jiyana hevpar e. Sedema bingehîn a hilweşîna Tirkiyeyê di her warî de, siyaseta neçareseriyê ye ku hikûmet bi israr li hember pirsgirêkên bingehîn ên welat û pirsgirêkên lezgîn dimeşîne. Têgihîştina rêveberiya ku daxwaza aştiyê, daxwaza maf, hiqûq û edaletê paşguh dike û hewl dide ku van daxwazan bi darê zorê binixumîne, welêt dixe nav xitimandinê. Her kes bedelê vê dide.” 
 
BANG LI WEZÎRÊ DADÊ KIR 
 
Bûldan banga berdana girtiyên nexweş li Wezîrê Dadê kir û wiha got: “Hevala me Aysel Tugluk jî di nav de mafên girtiyên nexweş tên astengkirin. Bi zanebûn wan dişînin mirinê û ev sûcek mezin e. Di serî de hevala me Aysel Tugluk û tevahiya girtiyên xwe divê li tavilê werin berdan û pêvajoya tedawiya were destpêkirin. Divê ev zilm were bidawîkirin.” 
 
DI SIYASETA JIYANÊ DE ISRAR 
 
Bûldan destnîşan kir ku ew wek HDP’ê wê di siyaseta jiyanê de israra xwe bidomînin û ew ê li dijî tecrîdê her têbikoşin û qet dev ji polîtîkaya azadiyê, çareserî û aştiyê bernedin û tecrîdê bişikînin. 
 
DEKLARASYON
 
Bûldan anî ziman ku wê partiya wan di 27’ê îlonê de deklarasyona rêyên çareseriyê belav bike û got: “Partiya me dê di 27’ê îlonê de helwest û rêyên çareseriyên xwe yên ji bo pirsgirêkên sereke û rojevên lezgîn ên Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê ragihîne. Bêguman, dê xwediyê herî bihêz ê vê daxuyaniyê dîsa jin bin. Em ê bi biryardarî, bi israrî, bi sebir, hezkirinê bixebitin. Em ê ji serkeftinên heta îro me bi dest xistiye hin bêtir serkeftiyan bi dest bixin û em ê diyarî hemû jinên welat û hemû jinên cîhanê bikin.” 
 
 
Piştî axaftina Bûldan civînê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. 
 

Sernavên din

15/09/2021
16:10 Polîsan nehiştin ku doktor rapora lêdanê bide
16:04 Dadger destûr neda Guven û Alokmen ku bi kurdî parastina xwe bikin
15:38 Hevşaredên Êlihê: Qeyûm li dijî mewzûatê îhaleyan çêdike
15:34 Başaran: Xizankirina jinan polîtîkayek dewletê ye
15:04 Rexneyên ji bo sendîkaya wan tên, arasteyî SES’ê dikin
14:26 Çalakvanê kurd li Îranê bi îşkenceyê hat kuştin
13:51 Jinên HDP’î ji bo hevdîtinên ‘Ji Xizaniya Jinan Re Na’ li Dîlokê ne
13:24 DEDAŞ vê carê bi polîsan re çû taxê
13:00 Malbata Şenyaşar di roja 191’emîn de jî li pêş edliyeyê ye
12:50 Ji rêveberê MEBYA-DER’ê Olçen re ceza hat xwestin
12:02 Li Şirnexê ciwanekî întîhar kir
11:53 Duh ‘Bîngol şewitî’ serbest bû, îro ‘Serhildan jiyan e’ qedexe ye!
11:21 Çeko Mîmkara: Ciwan çiqas bi rêxistin bibin civak jî ewqas bi rêxistin dibe
10:58 Qaçaxçiyên mirovan penaber xapandin
10:09 Parêzera Ayşe Gokkan: Helwesta dadger dewama polîtîkaya çewisandinê ye
09:48 Li Enqereyê 11 endam û rêveberên ESP’ê hatin berdan
09:04 Gundê 150 mal bêav ma
09:04 AYM'ê serlêdana ji bo Sedat Baran red kir
09:04 Naveroka danezana HDP'ê ji qadê hatiye amadekirin
09:04 Li Tûrgûtlûyê kursa kurdî dest pê dike
09:00 Dîmenên nû derketin holê: Êrişkarê bikeleşnîkof di dosyayê de tune ye
09:00 Apê Nemir: Kobanê ji Erdogan re bû derd
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2021'AN
08:38 DYA: Em piştgiriyê didin diyaloga navbera kurdên Rojava
14/09/2021
21:26 Li Aydinê li 8 kesan 50 sal ceza hat birîn
21:02 Giliya mamosteyê ku gotinên nîjadperest gotibûn hat kirin
19:28 Li herêma operasyonê ya Gabarê agir bi daristanê ket
16:51 Malbata Îzol jî li pêş Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê kir
16:22 Emîne Şenyaşar bang li parêzeran kir
15:59 Li Amedê wê mitînga 'Dem dema azadiya jinê ye' were lidarxistin
15:46 Çala ku qeyûm vekirî hişt zarok birîndar kir
15:46 Saît Uçlu û Îrfan Guler jiyana xwe ji dest dan
15:29 DMME’yê derbarê Bakirhan de biryara binpêkirinê da
15:23 Danişîna Meryem Soylû hat taloqkirin
15:16 Daxwaza girtina kujerê Recep Hantaş hat redkirin
14:51 Polîsan mudaxileyî endamên Weqfa Fûrqanê kirin
14:51 Doza Rojbîn Çetîn hat taloqkirin
14:41 Eskeran darên li derdora xwe şewitandin
14:21 Rêxistinên ekolojiyê ber bi Dersimê ve dikevin rê
14:18 Ji bo lêpirsîna lêgerîna tazî biryara dozvenekirinê hat dayîn
14:05 ÎHD’ê bertek nîşanî deqkirina malbata kurdên elewî da
13:51 Ferdên malbata Gurdegîr bi lêdanê hatin binçavkirin
13:36 Doza parêzerên Ocalan dest pê kir: Ev doz komplo ye
12:58 Li Qoserê 9 gund xistin karantînayê
12:58 Midurê Giştî yê TCDD’ê Atîk îstîfa kir
12:42 Li Pîranê 2 kes hatin girtin
12:41 Berxwedana ku sînor bê wate kir: Kobanê û Pirsûs
11:42 Dozger xwest rojnamevan Roza Metîna were cezakirin
11:38 Parêzer ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:27 ‘Îqtidar girtiyên nexweş rehîne dibîne’
10:01 Şewata li Licê bi hewldana welatiyan hat vemirandin
09:04 'Divê demildest lêpirsîna helîkopterê bê temamkirin û doz bê vekirin'
09:03 Ji ber hişkesaliyê dest bi firotina sewalên xwe kirin
09:03 Berxwedana li dijî pişaftin û çanda populer: Dengbêjî
09:02 Du lêpirsînên din derbarê qeyûmên berê yê Mêrdînê Yaman de hatin destpêkirin
09:01 Li Cizîr û Sîlopyayê berhevkirina pembû dest pê kir
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2021'AN
13/09/2021
21:44 Di encama bombebaranê de li Pulurê şewata daristanê derket
20:16 Li Sêrtê meş: Em ê bi berxwedanê bi serkevin
19:53 34 rêxistinên ekolojiyê diçin Dersimê
17:24 Li Licê şewat derket û ber bi gundan ve belav dibe
17:07 Baroya Amedê: Em ê li ber neheqiyan serî netewînin
16:11 Li Sêrtê mirina bi guman a jinekê
15:47 Baroya Wanê û OHD’ê bertek nîşanî lêgerîna tazî da
14:23 Berdevka TJA'yê Gokkan dîsa nehat berdan
14:08 Gefa lêpirsîna stranên kurdî û govendê li girtiyan hatiye xwarin
13:35 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê carek din serlêdan kirin
13:10 Ciwanên HDP’ê li dijî dejenerebûnê xelkê taxan agahdar kirin
12:41 Li Rihayê xebatkarek tenduristiyê întîhar kir
12:07 Di doza Gokkan de polîsan êrişî parêzer û beşdaran kir
11:59 Meclîsa Partiyê ya HDP'ê: Em bi têkoşînek hevpar li dijî tecrîdê rabin
11:35 Li Şapatanê ji ber gulebarana qereqolê şewat derket
11:27 Malbata Şenyaşar bang li baroyan kir: Ev doza her kesî ye
11:02 Li Geliyê Zîlan mirina masiyan zêde dibe
10:45 Li Çiyayê Cûdî darên behîv û kezwanan tên birîn
10:06 Li Medreseya Zincîriye girtina wêne û lixwekirina cilan hatin sînordarkirin
09:00 Malbata ku li ser deriyê wan ‘Kurdê elewî bicihime’ hat nivîsandin bi fikar e
09:00 Koordînatora CÎSST’ê: Em bersiva serlêdanên ji bo girtiyên nexweş nagirin
09:00 Li Semsûrê hişyariya hişkesaliyê: Ava bendavê vedikêşe, ya vexwarinê bidorê tê dayîn
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2021'AN
12/09/2021
19:37 Li Pîranê piştî operasyonê agir bi daristanê ket
17:12 Tedawiya Esmer Tûnç a binexweşiya KOAH'ê didome
17:10 Li ber Girtîgeha Bakirkoyê çalakî: Em tecrîdê qebûl nakin
16:45 BES'ê serdana HDP'ê kir
16:43 Jinan ji bo tevlîbûna danişîna Gokkan bang kirin
15:54 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan bi dawî bû
15:54 Li pêş Girtîgeha Amedê bang kirin: 12'ê Îlonê didome
15:44 41'emîn salvegera Darbeya 12'ê Îlonê: Zilm jî berxwedan jî didome
15:10 Artêşa Tirk Şêladizê bombebaran kir
14:01 Li kuçeyan kampanya "Em mibtelayê bişikînin" hat vegotin
13:17 Ji ÎSÎG'ê rapora pandemiyê: Di 18 mehan de herî kêm hezar û 209 karker jiyana xwe ji dest dan
13:07 Meclisa Jinê ya HDP'ê: Em tev bi hev re jiyana nû ava bikin
13:06 Leşkerekî jiyana xwe ji dest da
12:10 Bi hinceta 'berzkirina dûrişmeyê' ceza li Tûncel û Akdenîz hat birîn
11:56 HDP: Mekanîka Darbeyê bi neçareserkirina pirsgirêka kurd didome
11:42 Malbata Şenyaşar: Desthilata we mehkûmê têkçûnê ye
11:32 Rêveberê ÎHD'ê hat binçavkirin
11:30 Greva birçîbûnê ket roja 290'î
11:14 Derbarê avêtina penaberan a Merîçê de lêpirsîn hat destpêkirin
10:42 Serokê Rêya Ronahiyê Abimael Guzman jiyana xwe ji dest da