Amedî: Wê daxistina benda hilbijartinê jî Tifaqa Cûmhûr xelas neke

  • rojane
  • 09:04 11 Îlon 2021
  • |
img
AMED - Amediyan, destnîşan kir ku ji ber kêmbûna dengê Tifaqa Cûmhûrê benda hilbijartinê daxistine ji sedî 7'an û ev tişt gotin: "Hewldana xelaskirina MHP'ê ye lê wê dîsa jî xelas neke. Wê Tifaqa Cûmhûr têk biçe û di hilbijartinê de bi ser nekevin." 
 
AKP û MHP li ser benda hilbijartinê li hev kirin û ragihandin ku benda hilbijartinê ji sedî 10'an daxistine ji sedî 7'an. Terkandina benda ji sedî 10 a ji bo astengkirina kurdan a ketine meclisê hatibû danîn, ji aliyê gelek derdoran ve weke "Xelaskirina MHP'ê" tê şîrovakirin. Di heman demê de ev rewş careke din nîqaşên hilbijartina pêşwextr anî rojevê. Amediyên ku me têkildarî mijarê mîqrefon dirêrî wan kirin, dan zanîn ku ji ber kêmbûna dengê xwe Tifaqa Cûmhûr dixwaze benda hilbijartinê daxîne. 
 
 
FAKTORA MHP'Ê 
 
Mehmet Vûranel, diyar kir ku biryara daxistina benda hilbijartinê ya ji sedî 7'an ji bo MHP'ê hatiye dayîn û wiha got: "Nafikirim ku MHP ji sedî 10'an derbas bike. Daxistina ji sedî 7'an ji bo wan pêngaveke stratejîk e. Desthilat di rêjeyeke bilind de deng winda dike. Heke niha hilbijartinek çêbibe nebawerim ku AKP qezenç bike. Dibe ku ji sedî 7 ji bo HDP'ê jî baş be lê li ser navê xelaskirina MHP'ê hatiye kirin. Ji ber siyaseta bêprensîb ne diyar e ku di demên pêş de kîjan partî bi kîjan partiyê re tifaqê bike."
 
'WÊ TIFAQA CÛMHÛR BIKEVE'
 
Welatiyê bi navê Mehmet Koç, destnîşan kir ku ji bo ku MHP li benda hilbijartinê neeliqe biryara daxistina hilbijartinê hatiye dayîn û ev tişt got: "Beriya niha tiştejî wiha nedixwestin. Lê niha dizanin ku ketine û ji bo xelaskirina xwe dikin."
 
Yûsûf Dûran jî da zanîn ku ji ber qrîza aborî û pirsgirêkên heyî mabe wê desthilat hilbijartinan winda bike û wiha axivî: "Ji bo qezenckirina MHP'ê vê rêjeyê daxistin. Lê ji dakeve ji sedî 7'an jî ferq nake. Lewre baweriya gel bi wan nemaye. Esnaf di qrîzê de ne. Ez jî weke xwendekarekî hêviya min jî ji vî welatî û rêveberiya vî welatî tune ye. Em derçû dibin lê bêkar in. A ku bikeve wê Tifaqa Cûmhûr be. Pir zelal e ku wê vê hilbijartinê negirin."
 
‘HEWLDANÊN PARASTINA TEXTÊ XWE'
 
Welatî Îbrahîm Akdemîr ku daxistina benda hilbijartinê weke "hewldana parastina text" şîrove kir jî ev tişt anîn ziman: "Di vê hilbijartinê de wê ciwan bi tu awayî ji wan re deng navêjin. Hebûna telefonên ciwanan weke tiştekî pir girîng nîşan didin. Şikir ku telefonên me hene. Porscheya bavê min jî heye, di demên pêş de em ê li ser mala xwe pîsta helîkopteran çêbikin! Spasiya Erdogan dikin. Lê çaya me kêm e. Ji ber nebesbûna muxalefetê kesên ku ji desthilatê bawer dikin hene. Nifşeya Z ji hezaran yek wê dengê xwe bidin desthilatê. Ew jî xêra wan ji welat û milletê re tune ye. Herkesê ku xwe bifikire wê deng nede wan."
 
BERSIVA GEL
 
Mahmût Yilmaz, destnîşan kir ku desthilat nikare welat bi rê ve bibe û MHP jî dengê xwe winda dike û wiha got: "Li gorî berjewendiyên xwe biryaran didin. Biryareke li gorî berjewendiyên MHP'ê ye. Tenê ji bo kêrî MHP'ê were desthilatê vê biryarê girtiye."
 
Kazim Ekîncî jî got: "Li Tirkiyeyê heq, hiqûq, edalet tune ye. Ji ber vê wê ya daxînin ji sedî 5'an an jî wê derxînin 10'an. Heke bend nekeve wê MHP bikeve."
 
Welatiyê bi navê Alattîn Aydin jî daxistina benda hilbijartinê weke "xelaskirina MHP'ê" nirxand û ev tişt got: "Tenê nêrîna wan xelaskirina MHP'ê ye ji bilî vê nêrîneke wan a din tune ye. MHP niha di bin ji sedî 5'an de ye. Ji ber ku baş bi rê ve nabin û baş naxebitin deng winda dikin. Diviya ku desthilat beriya 3 serdemên niha biketa. Bi lîstikên cuda digirin. Gel ne mî ye wê di vê hilbijartinê de bersiv bide." 
 
Abdulazîz Ûçar jî bi lêv kir ku daxistina benda hilbijartinê daxwaza MHP'ê ye. 
 
MA / Eylem Akdag - Ceylan Şahînlî

Sernavên din

15/09/2021
16:10 Polîsan nehiştin ku doktor rapora lêdanê bide
16:04 Dadger destûr neda Guven û Alokmen ku bi kurdî parastina xwe bikin
15:38 Hevşaredên Êlihê: Qeyûm li dijî mewzûatê îhaleyan çêdike
15:34 Başaran: Xizankirina jinan polîtîkayek dewletê ye
15:04 Rexneyên ji bo sendîkaya wan tên, arasteyî SES’ê dikin
14:26 Çalakvanê kurd li Îranê bi îşkenceyê hat kuştin
13:51 Jinên HDP’î ji bo hevdîtinên ‘Ji Xizaniya Jinan Re Na’ li Dîlokê ne
13:24 DEDAŞ vê carê bi polîsan re çû taxê
13:00 Malbata Şenyaşar di roja 191’emîn de jî li pêş edliyeyê ye
12:50 Ji rêveberê MEBYA-DER’ê Olçen re ceza hat xwestin
12:02 Li Şirnexê ciwanekî întîhar kir
11:53 Duh ‘Bîngol şewitî’ serbest bû, îro ‘Serhildan jiyan e’ qedexe ye!
11:21 Çeko Mîmkara: Ciwan çiqas bi rêxistin bibin civak jî ewqas bi rêxistin dibe
10:58 Qaçaxçiyên mirovan penaber xapandin
10:09 Parêzera Ayşe Gokkan: Helwesta dadger dewama polîtîkaya çewisandinê ye
09:48 Li Enqereyê 11 endam û rêveberên ESP’ê hatin berdan
09:04 Gundê 150 mal bêav ma
09:04 AYM'ê serlêdana ji bo Sedat Baran red kir
09:04 Naveroka danezana HDP'ê ji qadê hatiye amadekirin
09:04 Li Tûrgûtlûyê kursa kurdî dest pê dike
09:00 Dîmenên nû derketin holê: Êrişkarê bikeleşnîkof di dosyayê de tune ye
09:00 Apê Nemir: Kobanê ji Erdogan re bû derd
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2021'AN
08:38 DYA: Em piştgiriyê didin diyaloga navbera kurdên Rojava
14/09/2021
21:26 Li Aydinê li 8 kesan 50 sal ceza hat birîn
21:02 Giliya mamosteyê ku gotinên nîjadperest gotibûn hat kirin
19:28 Li herêma operasyonê ya Gabarê agir bi daristanê ket
16:51 Malbata Îzol jî li pêş Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê kir
16:22 Emîne Şenyaşar bang li parêzeran kir
15:59 Li Amedê wê mitînga 'Dem dema azadiya jinê ye' were lidarxistin
15:46 Çala ku qeyûm vekirî hişt zarok birîndar kir
15:46 Saît Uçlu û Îrfan Guler jiyana xwe ji dest dan
15:29 DMME’yê derbarê Bakirhan de biryara binpêkirinê da
15:23 Danişîna Meryem Soylû hat taloqkirin
15:16 Daxwaza girtina kujerê Recep Hantaş hat redkirin
14:51 Polîsan mudaxileyî endamên Weqfa Fûrqanê kirin
14:51 Doza Rojbîn Çetîn hat taloqkirin
14:41 Eskeran darên li derdora xwe şewitandin
14:21 Rêxistinên ekolojiyê ber bi Dersimê ve dikevin rê
14:18 Ji bo lêpirsîna lêgerîna tazî biryara dozvenekirinê hat dayîn
14:05 ÎHD’ê bertek nîşanî deqkirina malbata kurdên elewî da
13:51 Ferdên malbata Gurdegîr bi lêdanê hatin binçavkirin
13:36 Doza parêzerên Ocalan dest pê kir: Ev doz komplo ye
12:58 Li Qoserê 9 gund xistin karantînayê
12:58 Midurê Giştî yê TCDD’ê Atîk îstîfa kir
12:42 Li Pîranê 2 kes hatin girtin
12:41 Berxwedana ku sînor bê wate kir: Kobanê û Pirsûs
11:42 Dozger xwest rojnamevan Roza Metîna were cezakirin
11:38 Parêzer ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:27 ‘Îqtidar girtiyên nexweş rehîne dibîne’
10:01 Şewata li Licê bi hewldana welatiyan hat vemirandin
09:04 'Divê demildest lêpirsîna helîkopterê bê temamkirin û doz bê vekirin'
09:03 Ji ber hişkesaliyê dest bi firotina sewalên xwe kirin
09:03 Berxwedana li dijî pişaftin û çanda populer: Dengbêjî
09:02 Du lêpirsînên din derbarê qeyûmên berê yê Mêrdînê Yaman de hatin destpêkirin
09:01 Li Cizîr û Sîlopyayê berhevkirina pembû dest pê kir
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2021'AN
13/09/2021
21:44 Di encama bombebaranê de li Pulurê şewata daristanê derket
20:16 Li Sêrtê meş: Em ê bi berxwedanê bi serkevin
19:53 34 rêxistinên ekolojiyê diçin Dersimê
17:24 Li Licê şewat derket û ber bi gundan ve belav dibe
17:07 Baroya Amedê: Em ê li ber neheqiyan serî netewînin
16:11 Li Sêrtê mirina bi guman a jinekê
15:47 Baroya Wanê û OHD’ê bertek nîşanî lêgerîna tazî da
14:23 Berdevka TJA'yê Gokkan dîsa nehat berdan
14:08 Gefa lêpirsîna stranên kurdî û govendê li girtiyan hatiye xwarin
13:35 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê carek din serlêdan kirin
13:10 Ciwanên HDP’ê li dijî dejenerebûnê xelkê taxan agahdar kirin
12:41 Li Rihayê xebatkarek tenduristiyê întîhar kir
12:07 Di doza Gokkan de polîsan êrişî parêzer û beşdaran kir
11:59 Meclîsa Partiyê ya HDP'ê: Em bi têkoşînek hevpar li dijî tecrîdê rabin
11:35 Li Şapatanê ji ber gulebarana qereqolê şewat derket
11:27 Malbata Şenyaşar bang li baroyan kir: Ev doza her kesî ye
11:02 Li Geliyê Zîlan mirina masiyan zêde dibe
10:45 Li Çiyayê Cûdî darên behîv û kezwanan tên birîn
10:06 Li Medreseya Zincîriye girtina wêne û lixwekirina cilan hatin sînordarkirin
09:00 Malbata ku li ser deriyê wan ‘Kurdê elewî bicihime’ hat nivîsandin bi fikar e
09:00 Koordînatora CÎSST’ê: Em bersiva serlêdanên ji bo girtiyên nexweş nagirin
09:00 Li Semsûrê hişyariya hişkesaliyê: Ava bendavê vedikêşe, ya vexwarinê bidorê tê dayîn
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2021'AN
12/09/2021
19:37 Li Pîranê piştî operasyonê agir bi daristanê ket
17:12 Tedawiya Esmer Tûnç a binexweşiya KOAH'ê didome
17:10 Li ber Girtîgeha Bakirkoyê çalakî: Em tecrîdê qebûl nakin
16:45 BES'ê serdana HDP'ê kir
16:43 Jinan ji bo tevlîbûna danişîna Gokkan bang kirin
15:54 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan bi dawî bû
15:54 Li pêş Girtîgeha Amedê bang kirin: 12'ê Îlonê didome
15:44 41'emîn salvegera Darbeya 12'ê Îlonê: Zilm jî berxwedan jî didome
15:10 Artêşa Tirk Şêladizê bombebaran kir
14:01 Li kuçeyan kampanya "Em mibtelayê bişikînin" hat vegotin
13:17 Ji ÎSÎG'ê rapora pandemiyê: Di 18 mehan de herî kêm hezar û 209 karker jiyana xwe ji dest dan
13:07 Meclisa Jinê ya HDP'ê: Em tev bi hev re jiyana nû ava bikin
13:06 Leşkerekî jiyana xwe ji dest da
12:10 Bi hinceta 'berzkirina dûrişmeyê' ceza li Tûncel û Akdenîz hat birîn
11:56 HDP: Mekanîka Darbeyê bi neçareserkirina pirsgirêka kurd didome
11:42 Malbata Şenyaşar: Desthilata we mehkûmê têkçûnê ye
11:32 Rêveberê ÎHD'ê hat binçavkirin
11:30 Greva birçîbûnê ket roja 290'î
11:14 Derbarê avêtina penaberan a Merîçê de lêpirsîn hat destpêkirin
10:42 Serokê Rêya Ronahiyê Abimael Guzman jiyana xwe ji dest da