Çalakiya greva birçîbûnê di roja 289'emîn de dewam dike

  • rojane
  • 09:13 11 Îlon 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, di roja 289'emîn de, li ber xwe didin. Çalakiya li Mexmûrê di roja 268'emîn û ya li Yewnenistanê jî di roja 251'emîn de dewam dikin. 

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kirin. Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 50'yemîn, di roja 289'emîn de berdewam dike. Ji 14'ê Tîrmehê ve girtî ji 15 rojan careke bi awayekî bidorveger dikevin çalakiya greva birçîbûnê.
 
GREVA LI MEXMÛRÊ DI ROJA 268’EMÎN DE YE
 
Li Kampa Penaberan a Mexmûrê, jinan di 18’ê Kanûna 2020'an de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya ku li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir, di roja 268'emîn de didome.
 
LI YEWNANISTANÊ DI ROJA 251'ÊMÎN DE YE
 
Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ev grev di roja 251'emîn de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.
 
SALA 2012'AN: 68 ROJ
 
Yekemîn çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 12’ê Îlona 2012’an li girtîgehan hatibû destpêkirin. Çalakiyê 68 rojan dewam kiribû. Çalakî bi banga Rêberê PKK’ê Ocalan bi dawî bibû. Di encama çalakiya girtiyan de, di 3’yê Çileya 2013’an de, di navbera Ocalan û dewletê de, heya sala 2015’an pêvajoya diyalogê hatibû destpêkirin.
 
SALA 2016'AN: 8 ROJ
 
Di 5’ê Nîsana 2015’an de, pêvajoya diyalogê ya bi Ocalan re bi dawî bû û dîsa tecrîdkirina Ocalan giran kiribûn. Piştî darbeya 15’ê Tîrmehê, di raya giştî de fikar û guman mezin bûn. 50 siyasetmedarên kurd li ser vê yekê, bi daxwaza “Hevdîtina bi Ocalan re”, di 5’ê Îlona 2016’an de, li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Di encama çalakiyê de, birayê Ocalan Mehmet Ocalan, di 11’ê Îlona 2016’an de çûbû Girava Îmraliyê û hevdîtin bi birayê xwe re kiribû. 50 siyasetmedarên kurd, piştî hevdîtina bi Ocalan re, di roja 8’emîn de, dawî li çalakiya xwe anî bûn.
 
SALA 2018'AN: 200 ROJ
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 8’ê Mijdara 2018’an de, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Amedê ya Tîpa E dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Di 16’ê Kanûnê de jî girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn û di 1’ê Adarê de jî çalakiya Guven li tevahiya girtîgehan belav bûbû. Li bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistana Federe endamê HDP’ê Nasir Yagiz, li Kampa Mexmûrê Fadîle Tok, li Strasbûrgê 14 siyasetmedarên kurd, li Galler Îmam Şîş û li navçeya Kelar a girêdayî Germiyan jî Herêm Mahmûd ketibûn greva birçîbûnê û çalakiya wan li tevahiya cîhanê deng vedabû.
 
Di heman demê de, Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê di 3’yê Adara 2019’an de tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûbûn.
 
ROJIYA MIRINÊ
 
Ji ber ku daxwazên girtiyan nehatin qebûlkirin, 15 girtiyan bi heman daxwazan, di 30’ê Nîsana 2019’an de, dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribûn. Dîsa li girtîgehên cuda, 15 girtiyên din di 10’ê Gulanê de, tevlî çalakiya rojiya mirinê bûbûn.
 
8 CIWANÊN KURD LI DIJÎ TECRÎDÊ XWE FEDA KIRIN
 
Çalakiyên greva birçîbûnê her ku çû belav bûn. Bi vê yekê re li bajarê Krefeld a Almanyayê, di 20’ê Sibatê de, welatiyê bi navê Ûgûr Şakar li ber dadgehê agir berda bedena xwe û li nexweşxanê di 22’yê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Bi armanca şermezarkirina bêdengiya li dijî çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîda li ser Ocalan, Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekirdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa E ya Mardînê, Yonca Akîcî di 1’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê, Sîraç Yuksek di 2’yê Nîsanê de, li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyê û Mahsum Pamay jî, di 5’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Xarpetê, çalakiyên fedaî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven hatibû destpêkirin, 200 rojan dewam kiribû. Di encama çalakiyê de, parêzerên Ocalan piştî 8 salan, di 2-22’yê Gulanê de, di 12-18’ê Hezîranê de û herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de, bi muwekîlên xwe re hevdîtin kiribûn.
 
 

Sernavên din

19/09/2021
09:00 Dê di roja 200'emîn a têkoşîna ji bo edaletê de 200 parêzer biçin ber edliyeyê
09:00 ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2021'Ê
18/09/2021
20:01 26 hezar û 161 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
19:36 Lal Laleş di 'Şevbihêrkên Payîzê' de pirtûka xwe îmze kir
17:02 Cotkarên ku pirsgirêka avê dijîn çalakî pêk anîn
16:41 Lahûr Şêx Cengî: Divê kujerên Bulut bên girtin
16:33 Bi hêceta “îxbar heye” konser hat qedexekirin
16:16 Cezayê hefsê li redkarê wijdanî Aksû hat birîn
16:06 Li Semsûrê 3 kes hatin girtin
15:50 AYM’ê girtina Rojnameya Ozgur Gundmê li dijî Destûra Bingehîn dît
15:49 ‘Divê mafê jiyanê yê girtiyan were parastin’
15:25 Dayika Devrîm Ayik: Naxwazim cenazeyê lawê min derkeve
15:06 Li Dîlokê zarokek hat kuştin
15:01 Xizmên windayan: Xwestin bersûcên Ozalp û Sancak bên dîtin
14:37 Ahmet Gurdegîr ê bi îşkenceyê hatibû binçavkirin hat girtin
14:11 Talîbanê Wezareta Jinê, kir ‘Wezareta Pêşîlêgirtina Bêexlaqiyê’
13:58 Wî li Torosa Spî siwar kirin û carek din agahî jê nehat girtin
13:45 Li Çiyayê Cudî şewat derket
13:37 Ji bo mîtînga 'Dem dema azadiya jinê ye' bang kirin
13:19 Parêzerên Doza Kobanê banga beşdariya dozê kirin
12:55 Meclîsa Jinan a HDP'ê kargeha 'Rêveberiya xwecihî ya azadîxwaziya jinan' li dar dixe
12:41 Kesên di şermezarkirina DEDAŞ’ê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan
12:01 Mûsa Orhan şahid anîn dadgehê!
12:00 Rayedarên girtîgehê rojname nedan rojnamevan
11:37 Muftuoglû: Ewilî demokrasî pişt re aborî
11:31 Malbata Şenyaşar: Yên ku zilmê dikin nikarin bibin parlamenterê gel
10:49 Kujerê Bulut winda ye, kujerê Kondu hat girtin
10:32 Jin wê li dijî zayendperestiyê bisiklêt bajon
10:26 Sonmez: Medya bi zimanek neyînî tundiyê teşwîq dike
09:15 Cihê ku eskeran penaber avêtibûn Çemê Merîçê hat tespîtkirin
09:05 Dayika girtiyê nexweş: Divê rojeva derve girtiyên nexweş be
09:04 Ekolojîst: Armanca şewatan koçberî û rant e
09:02 Prof. Dr. Kuçukosmanoglû: Bi hatina payizê re dibe ku hejmara pêketiyan zêde bibe
09:00 Bi çêkirina gopalan nahêlin kevneşopiya mezinên wan were jibîrkirin
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2021'AN
17/09/2021
23:51 Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter diyar bûn
21:28 237 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:14 Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê serdana gundan kir
18:07 Ji bo Îmraliyê serî li CPT'yê dan: Demildest tevbigerin
16:58 Qubad Talibanî qetilkirina Yasîn Bûlût şermezar kir
16:35 Ji bo piştevaniyê serdana HDP’ê kirin
16:20 Mînîbusa karkerên demsalî qeza kir
16:18 Li Dersimê xwendekar ji wargehên KYK’ê hatin derxistin
16:07 Zilamê ku dest avêt du zarokên xwe hat girtin
15:50 Rapora ÎHD'ê: Îşkence li malbata Gurdegîr hatiye kirin
15:27 Polîsan giliyê xwendekaran kirin
15:12 Li Amedê bi polîsekê re tiryak hat girtin
14:47 Malbata Ocalan, serî li Miduriyeta Girtîgeha Îmraliyê da
14:31 Konseya Ewropayê derbarê Demîrtaş û Kavala de biryar da
14:12 Parêzer Bek: Mehmet Emîn Ozkan carek din terkî mirinê hat kirin
13:58 Serokê dadgehê ji bo cezayê Racî Bîlîcî şerh danî
13:58 Polîs ji welatiyên ku DEDAŞ şermezar kirin re got: Herin Bakurê Iraqê
13:23 Gunay: Em ê bi ‘Belgeya Banga Demokrasiyê’ vebijêrkek nû pêşkêş bikin
12:41 Tiryakî: Namzetek ku HDP piştevaniyê nedê nikare bibe serokkomar
12:11 Li Stenbolê kargehên Jineolojiyê dest pê dikin
11:33 Siyasetmedarê kurd Bulut di encama êrişek çekdarî de hat kuştin
10:50 Malbata Şenyaşar bang li dozger kir: Heke tu nikarî edaletê pêk bînî îstîfa bike
09:05 Îstinafê cezayê nîjadperestên peyker bi zorê dabûn maçîkirin 'guncav' dît
09:05 Mamlê: Îro ji her rojê bêtir pêwistî bi yêkitiya gelê kurd heye
09:05 Li nav çiyayan wextê mehseran e
09:05 Bersûc li xwe mikur hat, lê darazê ser sûcê nefretê nixumand!
09:05 Li Îranê ji 2017'an heya niha 22 kurd bi îşkenceyê hatine kuştin
09:02 Eleqeya ji bo destkariyê kêm dibe
09:01 Betal doza hilbijartina pêşwext dikin
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2021'AN
16/09/2021
20:20 262 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:26 Daxwaza ji bo girtina failê destdirêjiyê Mûsa Orhan hat redkirin
16:56 Çalakiya hîndekaran didome
16:56 Baroya Amedê ji bo guhdarkirina Davûtoglû serlêdan kir
16:29 Dayikên Aştiyê: Divê Barzanî nebe şirîkê vî şerî
16:16 Di doza 5'ê Hezîranê de ji 10 polisan re ceza hat xwestin
15:56 Bavê leşkerê ku dixwest teslîm bibe û hat kuştin: Agahî nadin me
15:20 Cara duyemîn 8 girtî xistin karantînayê
15:15 Girtiyê nexweş Ozkan dîsa nehat berdan: Nikare we fêm bike û bibihîze
14:49 Doza tecawizkar Mûsa Orhan dest pê kir
14:17 Şandeya HDK’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:06 HDP'ê qurbaniyên komkujiya Şatilla û Sabrayê bi bîr anî
13:33 Nivîsên nijadperest hatin jêbirin û derbarê midurê dibistanê de lêpirsîn hat destpêkirin
13:15 Derbarê rojnamevan Tolu de daxwaza beraetê hat kirin
12:34 Ferît Şenyaşar: Ew kesê keleşnîkof di destê wî de ye kî ye?
12:33 Lêpirsîna "qirkirina ermeniyan" derbarê parêzerê ÎHD'ê de hat destpêkirin
11:58 Nasnameya eskerê dema dixwest teslîm bibe hat kuştin, aşkere bû
11:36 Hayriye Dogan a li cenazeyên zarokên xwe digeriya koça dawî kir
11:34 Şaredarê Şalpazariyê ji ber hilberandina 'Şewqên Kurdistanê' êrişî kargehekê kir
11:13 Polîsan li ber Navenda Giştî ya HDP’ê êrişî parlamenteran kir
11:04 Welatiyên ku DEDAŞ'ê şermezar kiribûn hatin binçavkirin
10:32 81 kesên ku PDK'ê ew girtin di greva birçîbûnê de ne
10:29 Li Amedê jinek hat kuştin
09:27 Heyeta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana Moskovayê kir
09:06 Di tevahiya îhaleyên 450 milyonî yên qeyûm de nelirêtî heye
09:06 Bi qehwa kizwana tevlî jiyana kar bû
09:06 Ev etar bi mîqrefona xwe balê dikişine ser zeman
09:06 Ji baxçeyê 4 milyon TL’yî tenê çop ma
09:06 Rexmî rapora ‘Nikare li girtîgehê bimîne’ jî 10 sal wî dan razandin
09:06 Hezkirina bizinan a çiya!
09:06 Li Şengalê di bin barandina bombeyan de ber bi hilbijartinê ve
09:00 ROJEVA 16’Ê ÎLONA 2021’AN
15/09/2021
21:03 Midurê Giştî yê MARSÛ’yê ji peywirê hat girtin
20:55 Hesabên banqayê yên Şaredariya Panosê hatin bloqekirin
16:18 Polîsan li Licê mudaxileyî xelkê kir